KCD, DBP, TJA û HDP: Dewleta Tirk ji kuştina êzidiyan têr nebûye

KCD, DBP, TJA û HDP êrîşa terorî ya Tirk a li ser Nexweşxaneya Sikêniyê şermezar kirin û gotin, ''Dewleta Tirk ji kuştina Êzidiyan têr nebûye.''


TJA, KCD, DBP û HDP têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê necudatir e û bangawaziya xwedî derketina li Şengalê hat kirin.   
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrişên Tirkiyê yên li dijî Şengalê li Buroya Îrtîbatê ya Navenda Giştî ya DBP'ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, parlementerên HDP'ê Feleknas Uca û Hişyar Ozsoy, Aktîvîsta TJA'yê Xecê Şen beşdarî civînê bûn. 
  
Destpêka Berdan Ozturk di civînê de axivî û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê ji zîhniyeta DAIŞ'ê ne cuda ye û wiha got: “Êrîşên li ser Şengalê bi tu awayî nayên qebûlkirin û em bi tundî şermezar dikin. Heya ku Şengal xweseriya xwe ava bike em ê têbikoşin. Yên ku li hemberî wan êrişan bêdeng dimînin wekî wê  zîhniyeta qîrêj in." 
  
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydeniz jî da zanîn ku di sê rojên dawî de dewleta Tirk, Şengalê bombaran dike û got: “Êrişên li ser Şengalê berdewamiya êrişên DAIŞ’ê ne. Dixwazin fermana 74'emîn pêk bînin. Em  partiyên sîyasî wan êrişên li ser Şengalê şermezar dikin. Duh bombarana li ser nexweşxaneyê hem ji ber bêdengiya Iraq û Heremê Federal a Kurdistanê û hem jî ji ber bêdengiya hêzên li Ewropayê pêk hat. Êrişên li hemberê Şengalê nîşaneya dijminatiya hebûna Kurdan e. '' 
 
Aktîvîsta TJA’yê Xecê Şen jî diyar kir ku li hemberî Kurdan çavnebarî heye û got: "Îro êrişên li ser Şengalê pêk tên ji êrişên berê necudatir e. Ev demek dirêj e li hemberê Şengalê polîtîkayên qirkirinê tên kirin. Em TJA wa pilan û êrişên li ser Şengalê bi tundî şermezar dikin."  
 
Herî dawî jî Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca ya êzidî axivî û destnîşan kir ku êrişên li ser Şengalê gihîştiye asteke hovane û wiha got: "Çiqas êrişî Şengalê bikin jî wê Şengal têk neçe. Dewleta Tirk ji kuştina Êzidiyan têr nebûye. Ev êrîş leyîstok in. Çawa ku bi wê peymana Şengal-Hewlêr xwestin civaka Êzidî bêîrade bihêlin, îro jî bi heman polîtîkayan dixwazin bi wan êrişan civaka êzîdî bêîrade bihêlin. Dixwazin Şengalê ji civaka Êzîdî bê valakirin û Şengalê ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin. ''