KCD: Bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê Kurd bûne hêviya gelan

KCD'ê destnîşan kir ku gelê Kurd bi ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û hatiye wê astê ku bibe xwedî statu.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera 36'n a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê daxuyaniyek da û got, "Di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku pergala faşîst a 12'ê Îlonê bi polîtîkayên xwe yên tinekirinê û êrîşên dijwar hewl da mûxalefeta civakî, bi taybetî jî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd biqedîne.

KCD'ê diyar kir ku bi vê armancê bi deh hezaran welatparêz, demokrat û şoreşger hatin destgîrkirin, girtin û li zindanan bi êşkenceya hovane teslîmiyet li ser wan hate ferzkirin.

AKP'Ê DAYE PEY DÎKTATORIYA FAŞÎST A 12'Ê ÎLONÊ

KCD'ê destnîşan kirin ku dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê bi êşkence û çavtirsandina civakê hewl da projeya xwe ya civakeke tektîp ava bike û wiha dewam kir: "Tevî 38 sal di ser re derbas bûne jî, AKP xwedî li dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê derket û bi polîtîkayên kûr û zirav her kesên weke xwe nafikire dike dijmin û hewl dide wan tine bike."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12'ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK'ê de, kurdperwer û demokratên Kurd ên li zindanên Kurdistanê teslîm bigire, gelê Kurd û têkoşîna azadiyê tine bike.

BERXWEDANA ZINDANA AMEDÊ BÊHN ANÎ BER MÛXALEFETA DEMOKRATÎK A NETEWEYÎ

KCD'ê diyar kir ku cihê êşkence û berxwedan lê bi dijwarî hate kirin Zindana Amedê bû, lewma berxwedan û têkoşîna li Zindana Amedê ji aliyê civakî û siyasî ve xwecîh cihekî girîng e.

KCD'ê destnîşan kir ku di nava şert û mercên darbeya 12'ê Îlonê de hemû mûxalefeta demokratîk-civakî hatibû bêdengkirin û diyar kr, berxwedana li zindana a bi pêşengiya Zindana Amedê hem pêşî li xiyanet û teslîmkariyê girt, hem jî bêhn anî ber mûxalefeta demokratîk a neteweyî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlûm Dogan a bi 3 derbikên niftikê agirê Newroza 1982'an geş kir, Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik ê di 17'ê Gulana 1982'an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de a şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê hate tacîdarkirin."

BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ PÊL BI PÊL LI KURDISTANÊ BELAV BÛ

KCD'ê bi bîr xist ku berxwedana 14'ê Tîrmehê ya li zindanê dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû, ji aliyê gel ve hate qebûlkirin û ji bo gel bû mîladek.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê; bûye çand, felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serketinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî. Tarîtî, tirs, bê hêvî û bê bawerî ji holê rakir, li hemberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serketin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşîna li dijî xiyanet û teslîmkariyê."

BI RUHÊ BERXWEDANA 14'Ê TÎRMEHÊ GELÊ KURD HATIYE ASTA KU BIBE XWEDÎ STATU

Di daxuyaniyê KCD'ê de hate ragihandin ku gelê Kurd ê wê wextê tasfiye û înkar lê dihate ferzkirin, niha bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn û hatiye asta ku bibe xwedî statu.

KCD'ê wiha dewam kir: "Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîk ava dike û ev yek pêk aniye. Ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.

Bi vê bîr û baweriyê, em bi minetdarî berxwedêrên 14'ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serketinê ku ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê pêşengiya wê bê dawî ye û biryadariya xwe ya di vê debarê de tînin ziman."