HDP û KCD'ê 6 jinên Kurd ên şoreşger bi bîr anîn -NÛ BÛ

Meclîsa Jinan a HDP'ê û KCD'ê jinên Kurd ên şoreşger ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin bi bîr anîn.

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirn bi bîr anîn.

HDP: JIN ÊN BERXWEDÊR BÛN HEDEF

Di daxuyaniya HDP'ê de hate gotin, "Di pêvajoyekê de ku bi Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin dihate kirin, di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi sûîqesteke siyasî ya navneteweyî hatin qetilkirin. Tevî ku di ser re 7 sal derbas bûne kiryarên rastî nehatine eşkerekirin û berpirsyar nehatine darizandin."

HDP'ê ragihand ku sûîqesteke bi heman rengî piştî 3 salan li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate kirin û siyasetmedar Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir bi zanebûn hatin qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Jin ên têkoşer bûn hedef û hewl dan ku wan bêdeng bikin" û hate destnîşankirin ku wê xwedî li mîrateya azadiyê ya hevrêyên xwe derkevin."

Di daxuyaniyê de her 6 siyaetmedarên Kurd bi rêz hatin bîranîn û aqlê dewletê yê kujer hate şermezarkirin.

KCD: BERPIRSYARÊN KOMKUJIYAN WÊ HESAB BIDIN

KCD’ê bi daxuyaniyeke niviskî qetilkirina sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez a 9’ê Çileya 2013’an a li paytexta Fransayê bi bîr xist û got, ‘’Aşkere ye ku bêyî agahî û destûra hêzên navneteweyî qetilkirina 3 jinên Kurd ên li Parîsê ne gengaz e.’’

KCD’ê bi berdewamî got armanc û hedefa komkujiya Parîsê pir berfireh û wiha domand:

‘’Armanc û hedefa qetlîama Parîsê gelekî befireh e. Ji ber ku Sakîne Cansiz sazûmankara Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û di hemû merhelêyên azadiya jinên Kurdistanê de xwedî û rol û rist e û dîsa ji ber ku Cansiz li dijî pergala baviksalariyê bi hêviya azadiya civakê, bi avakirina pergala hemdem a demokrasî-azadiyê pêkan e pêşxistiye, bûye hedefa hêzên navneteweyî ya ku tetîkêşiya wê dewleta Tirk kiriye.

Ji bo ser doza qetlîama Parîsê bê girtin bi derengî lê dinerin û bi vî awayî ji hêla hêzên navneteweyî tê xwestin ku cinayetek hiqûqî bê kirin.

Divê civaka navneteweyî bêdeng nemîne û rê ne de ku berpirs û kujerên qetlîama Parîsê bên xilaskirin û hesab nedin.

Em di wê baweriyê de ne di serî de dewleta Tirk, hemû hêzên ku berpirsiyariya wan di vê qetlîamê de heye dê li pêş dîrok û mirovahiyê bên mehkumkirin û hesab bidin.

Dîsa Cansiz û peyreven wê Sevê Demîr, Pakîze Nayîr û Fatma Ûyar bi heman armancê di 4’ê Çileyê de li Silopiyê hatibûn qetilkirin.

Em careke din di salvegera şehadeta Sakîne, Fîdan, Leyla, Sevê, Pakîze û Fatma de wan bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza; têkoşîn, berxwedan û pêşengiya ku me ji şexsiyeta wan girtiye em wê têkoşîna xwe ya azadiyê teqez bi serkeftinê tacîdar bikin.’’