KCÊE'yê Micewira Kaniya Spî Dayika Esmer bi bîr anî

Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê, Micewira Kaniya Spî Dayê Esmer a ku 6'ê Cotmehê çû ser dilovaniya Xwedê, bi bîr anî.

Bi gotina, "Dayika Êzîdxanê, wê bi dehhezaran zarokên Êzîdxanê ku bi duayên te hatin mohrkirin, bibin parêzvanê Kaniya Spî û Tawisî Melek!" Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê (KCÊE) daxuyaniyek weşand û Parêzvan û Micewira Kaniya Spî Dayê Esmer bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku piştî qedemguhestina Bavê Şêx Pîr Smaîl Mirad, di 6'ê Cotmehê de Micewira Kaniya Spî Dayê Esmer koça dawî kir û çû ser dilovaniya Xwedê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Dadê Esmer di tevahiya temenê xwe yê 74 salî de, girêdayî bawerî û doza Êzdayetiyê ma. Bi dehê salan xizmet ji Êzdayetiyê û Laleşa Nûranî kir. Di 20 salên dawî de jî, di asta herî jor de, micewirtî ji Kaniya Spî û Laleşê Nûranî re kir û bi dehhezaran zarokên vê civakê mohr kirin û rêya Tawisî Melek nîşanî wan da."

KCÊE diyar kir ku Parêzvan û Micewira Kaniya Spî û Tawisî Melek Dayê Esmer, ne tenê dayîka zarokên xwe bû, ew bû dayîka tevahiya Êzîdxanê, ti farq û cudahî ne xist navbera hemû zarokên Êzîdxanê.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bê çawa Kaniya Spî bû havên ji jiyan û gerdûnê re, Dayê Esmer jî bû havên, hêz, hezkirin û çavkaniya jiyanê ji zarokên Êzîdxanê re.

Bi taybetî jî bi hezaran zarok û jinên ku ji destê faşîzm û hovîtiya DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin, li ber Kaniya Spî bi destê wê hatin mohrkirin û ew ji wan re bû hêz û kaniya siberojê. Dayê Esmer ji zarok û jinên ku di Fermanê de bê dayîk mayîn bû dayik. Pêsêr û hêmbêza wê, ji wan re bû stargeh û hêlîn.

Dayê Esmer bi erk û girêdana nirxên olî, bi dilovaniya rihê Jinê û Dayîkbûna rasteqîn wesîfa serderiya Kaniya Spî li perstgeha pîroz Lalişa Nûranî ya qedîm pêk danî.

Dayika Êzîdxanê, te bi dehê salan, bi dehhezaran parêzvanê Tawisî Melek û Êzîdxanê mohr kirin û ew bi duayên xwe ji Laleşa Nûranî oxir kirin. Dayika me, bila çavên te li paş te nemîne, ew zarokên ku li ser destê te hatin helalkirin, wê herdem Tawisî Melek, Kaniya Spî û Êzîdxanê biparêzin û bibin havên ji siberoja vê bawerî û civakê re.

Dayê Esmer bi temene xwe 74 salî bû û ji Gundê Mehatê, Welatê Şexan bû.

Em carek din wek Şopdarên Mamê Êzdîxan Mam Zekî Şengalî, ku her dem Tifaq û Yekbûna Êzdatîye dixwest, daxwaza Dayê Esmer jî ev bû 'Tifaq û Yekîtiya' Êzdîxan bû.

Em Wekê Koordînasyona Civaka Êzdixan li Ewrupa dibêjin Xwedê Dayê Esmer bi nûra xwe birahmîne û cîhê wê bihuşt be.

Bang li Civaka xwe Êzidî dikin, li ser bîr bawerî û şopa Mam Zekî Şengalî, Mîr Tahsîm, Bavê Şêx û Dayê Esmer di nav liv û tevgerê de bin, ji bo Êzdîxana azad û serbixwe bijîn.

Dadê Esmer, ber rehma Yezdanê Dilovan û Tawîsî Melek li te be û serê tevahiya Êzîdxanê sax be!"