KCÊE: Li hemberî êrişên dagirker em dakevin qadan

Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê diyar kir ku misogeriya siberoja civaka Êzidî û Êzdîxanê, di misogeriya Herêmên Parastinê yen Medyayê û gerîlayên azadiyê de ye.

Koordînasyona Civaka Êzdî a Ewrûpayê derbarê êrişa ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daye destpêkirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP-MHP’ê, her ku diçe êrîşên xwe li ser welêt û gelê me zêde dike. Herî dawî berî sê rojan ango di 17’ê Nîsanê de, êrişek nû li hemberî Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.

Artêşa Tirk a dagirker ev bi mehane ji bejahî û hewayî ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, di rojên dawî de ev bombardûman zêde kir, bi taybetî li herêmên Avaşîn û Zapê di 14 û 17'ê Nîsanê de ev êriş gihişt asta herî jor. Êvara 17'ê Nîsanê jî Artêşa Tirk êrişeke nû a dagirkeriyê bir ser herêmên Avaşîn û Zapê da destpêkirin.

Dîsa bi heman hevkariya malbata Barzaniyan û KDP ê û wek parçeyek ji vê konsepta tunekirina vîna azad, ev du roj in dewleta Iraqê êrîşan dibe ser Şengalê û hinek cîh, wek Digurê ya girêdayî nahiya Sinûnê dorpêç kirine. Di nava wan û asayîşa Êzdîxan de bi pevçûn derket, lê wek hemî hêzên Berxwedanên Azadiyê, Şervanên Êzdîxan jî bi soza serî bidin lê sir nedin li ber xwe dan û ev berxwedan hetanî vê rojê jî berdewam e. 

Herçiqas ev konsepta dagirkirina tevahiya Kurdistanê be jî lê xiyaneta mezin a PDK û malbata Barzaniyan e. Ew bi hemî awayî dixwazin destkeftên civaka Êzidî tune bikin û lewra jî heta dawî xeta xwe a xiyanetê bi dijmin re dimeşînin. 

Ev êriş, çî li qada parastina Medyayê û çi jî li Êzdîxan-Şengalê yekser piştî serdana Mesrûr Barzanî ya qesra dîktator Erdogan pêk hatin. Ev jî tê wê wateyê ku, PDK hevkarê êrişa dewleta Tirk a dagirker e. Her wiha dewletên ku Kurdistan dagir kirine û hêzên navneteweyî jî hevkarên dewleta Tirk a dagirker in.

Ev hêz bûne hevkarê dîktatorê Erdogan ku dixwaze plana 'Misâk-î Millî’ bi cîh bîne û dewleta Osmaniya nû li ser tunekirina gelê Kurd û Kurdistanê ava bike.

Bê çawa komara Tirk wek berdewamiya dewleta Osmanî li ser qirkirina gel, civak, bawerî û koman ava bûye û ji roja ku hatiya damezrandin heya roja me, bûye bela serê gelan, baweriyan û mirovahiyê. Îro jî rejîma faşîst ya Tirk, bi pêşengiya Erdogan û Bahçeli yên bûne belaya herî mezin ya mirovahiyê, bi taybetî jî bûye bela serê Kurdistanê. Rejîma Erdogan ji 2014’an ve, konsepta dagirkirina tevahiya Kurdistanê û qirkirina gelê Kurd xistiye meriyetê. Di encama vê konseptê de, bi deh hezaran Kurd hatin kuştin û birîndarkirin, bajar û gundê me hatin wêrankirin û dagirkirin. Ji ber vê konsepta şer ya qirkirin û dagirkirinê; bi milyonan kes ji cih û warên xwe derketin û bûn koçber. Şengal, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji Kurdan xalî bûn û demografiya wan hate guherandin.

Lê belê tevî hemû êrîş, zext û gefên dewleta Tirk ku ti sînoran nas nake, sûcên li hemberî mirovahiyê dike û binpê dike jî, îro gelê Kurd û Kurdistan li ser piyan e û li ber xwe dide. Têkoşîn, berxwedan û biryardariya gelê Kurd, ji çiyayên azad yên Kurdistanê bigire, heta Bakur, Rojava, Rojhilat û Başûr, li tevahiya Kurdistanê, li zindan û derveyî welêt, li her dera ku Kurdê azad lê heye, didome.

Ya ku di nava van 8 salên dawî de, di warê siyasî, aborî, civakî, leşkerî û dîplomatîk de têk çû, bû rejîma faşîst ya dewleta Tirk. Dewleta Tirk, vêga di nav alozî û qeyranên herî mezin yên di dîroka xwe de ye. Her ku êrîşî gelê Kurd û Kurdistanê dike, ev aloziyên wî mezintir û kûrtir dibin û têkçûna wî xurtir dibe.

Dewleta Tirk û rejima Erdoganîû hevkarên wan ji ber ku hemû hêvî û siberoja xwe, li ser qirkirina gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê ava kirine, heya kêliya dawî jî, êrîşên xwe li ser welêt û gelê me dê bidomînin. Ji bona ku xwe bigihînin armancên xwe, dê serî li hemû rê û rêbazan bidin. Bi taybetî jî, da ku bi awayekî serketî bikevin 100’emîn salvegera Komara Tirk û di sala 2023yan de, dewleta Neo-Osmanî ragihînin û ava bikin, dê îsal di sala 2022’an de, bê sînor û pîvan êrişî welêt, gel û xwezaya me bikin.

Ji ber vê yekê jî divê tevahiya gelê Kurd û li her çar aliyên welatê me û li seranserê cîhanê bi ruhê berxwedan û têkoşîna Hesekê, Kobanê, Efrîn, Şeladizê, Şengalê, Mexmûrê û çiyayên azad yên Kurdistanê û zindanan li ber xwe bide û li ser piyan be. Dewleta Tirk a dagirker û qirker, dixwaze li ser qirkirina me siberoja xwe ava bike û bibe hêz, divê em jî wek gelê Kurd û Kurdistanî sala îsal bikin sala têkbirina qirkerî û dagirkeriyê û Kurdistana azad ava bikin.

Îro parastina tevahiya Kurd û Kurdistanê girêdayî parastina Avaşîn, Zap, Metîna û tevahiya Herêmên Parastinê yên Medyayê ye. Divê gerîlayên azadiya Kurdistanê tenê neyên hiştin, barê parastina Kurd û Kurdistanê tenê li ser milên gerîla neyê dayîn. Li her derê tevahiya gelê Kurd, Kurdistanî û dostên wan mil bi mil bi gerîlayên azadiyê re li dijî qirkirin û dagirkirinê derkevin.

Em  sazî, partî û rêxistinên civaka Êzdî yên li Ewropayê, bang li tevahiya civak û gelê xwe û dostan dikin dakevin qadan, bê navber li ber xwe bidin, têkoşînê xwirtir bikin û dawî li rejîma faşîst ya Erdoganî û Bahçeliyî bînin. Eger faşîzma AKP-MHP’ê û hevkarên wan li Avaşîn, Zap û Metîna têk neçin, ew ê di serî de Şengal û Rojava tevahiya Kurdistanê were dagirkirin û gelê Kurd bê qirkirin.

Misogeriya siberoja civaka Êzidî û Êzdîxanê, di misogeriya Herêmên Parastinê yen Medyayê û gerîlayên azadiyê de ye. Divê bi vê bîr û baweriyê tevahiya civaka me, bi ruhê berxwedan û seferberiyê li kolan û qadan be, li dijî dewleta Tirk a faşîst û qirker û hevkarên wê derkeve.”