Kazimî wê şandeyekê bişîne cihê komkujiyê

Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî biryar da ku şandeyek bilind a leşkerî, bi serokatiya wezîrê karên derve yê Iraqê, bişîne cihê ku dewleta Tirk a dagirker komkujî lê kiriye.

Şandeya Ragihandinê ya Ewlehiya Iraqê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mustefa Kazimî biryar daye ku şandeyek bilind a leşkerî bi serokatiya wezîrê karên derve yê Iraqê bişîne cihê komkujiya ku deweleta Tirk a dagirker a li Zaxoyê kiriye. Di encama komkujiyê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 22 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê şande ji wezîrê karên derve yê Iraqê, cîgirê fermandarê operasyonên hevbeş, sekreterê taybet ê Kazimî  û fermandarê hêzên sînorî pêk bê. Wê şande li cihê komkujiyê lêkolîn bike û piştre serdana birîndaran bike.