Katircioglû: Pirsgirêka nasnameyê ji pirsgirêka çînî girantir e

Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê û Profesorê Aborî Erol Katircioglû destnîşan kir, pirsgirêka nasnameyê ji pirsgirêka çînî girantir e û got, "Li Tirkiyeya vê serdemê pirsgirêka nasnameyê bêhtir li pêş e."

Polîtîkaya qirkirin, înkar û dagirkeriyê ya rejîma AKP-MHP'ê ku li dijî Kurdan dimeşîne, bandoreke giran li aboriyê jî dike. Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê, Profesorê Aborî Erol Katircioglû polîtîkayên aboriyê yên partiya xwe, pirsgirêkên nasname û çînî yên civakê ji ANF'ê re nirxand.

AŞTÎ JI AKP'Ê NAYÊ

Katircioglû asta heyî ya siyaseta AKP'ê bi gotina 'asêbûn'ê pênase kir û destnîşan kir ku AKP li şer asê bûye.

Katircioglû diyar kir, AKP di halê hazir de xwe nade ber vekişînê, maliyeteke vê yekê ji bo wan heye û destnîşan kir, maliyet jî ketina ji desthilatdariyê ye.

Katircioglû got, "Ji ber ku vekişîn wê bibe ketina ji desthilatdariyê, pêwîstiyê bi meşa bi vî rengî dibînin. Lê belê li aliyê din pêwîstiya Tirkiyeyê û civaka Sûriyeyê bi aştiyê heye. Eger partiya desthilatdariyê berê xwe bide aştiyê, dibe ku xwe ji maliyeta ketina ji desthilatdariyê rizgar bike. Bi dîtina min wê zû bi zû vê neke. Ji ber vê yekê aştî û demokrasî ji meşa AKP'ê nayê."

'NABE KU EM TENÊ BIBE PARTIYEKE SIYASÎ'

Katircioglû ragihand, piştî kongreya partiya wan a 23'ê Sibatê ya li Enqereyê divê di polîtîkayên aboriyê de jî gavê biavêjin û got, "Partiya me divê ne tenê partiyeke siyasî be. Yanî nabe em partiyeke welê bin ku tenê şaredaran û parlamenteran hilbijêrin. Ji ber ku dengdêrên me hem ji ber nasnameya xwe dibin hedefa cihêkariyê hem jî xizan in. Lewma divê em polîtîkayên ku bi kêrî debara aborî ya mirovan bên bimeşînin. Ji ber ku dewlet pereyekî zêde dişîne herêmên Kurdan lê vê yekê di nava xwe de dike. Ev yek bi taybetî bandorê li mirovên dengdêrên me nake. Ji ber vê yekê li bajarên Kurdan xizaniyeke mezin heye. Dibe ku em bêkarî û xizaniya li wê derê bi temamî nikaribin ji holê rakin, lê belê divê em li wir hin însiyatîfan biafirînin."

'EM PARTIYA HER KESÊN BÛNE HEDEFA CIHÊKARIYÊ NE'

Katircioglû destnîşan kir ku HDP partiya her kesên ku ji ber nasnameya xwe dibin hedefa cihêkariyê û ragihand, "Li nava civakên hindikahiyan dema ku nasnameya serwer giraniya xwe kir, hingî mirovên ji nasnameya hindikahiyan bêyî guh bidin bingeha çînî dikarin bigihêjin cihekî. Ji ber ku her tevgereke îtirazê ji bo karibe xwe bigihîne hêzeke siyasî pêwîstiya xwe debarê heye. Dema ku mirov tevgera siyasî ya Kurd di vê çarçoveyê de binirxînin, hingî fînansmana ku min qalê kir ji çîna navîn tê. Ji ber ku pirsgirêk ew e, ji ber Kurdbûna xwe zext û zorê dibînin. Ji bo rejîmên zordar ne girîng e ku dewlemend e yan jî xizan e. Ya girîng Kurdbûna wan e. Bêguman di vir de têkiliyê bi malbatên dewlemend ên nêzî xwe re datîne.

Lê belê di esasê xwe de êriş li nasnameyê tê kirin. Siyaseta li Tirkiyeyê jî bi giştî li ser nasnameyê bi rê ve çûye. Mirovên sekuler li dora CHP'ê, yên oldar jî li dora MHP û AKP'ê ne. Ya rast, yekane partiya Tirkiyeyî em in."

PIRSGIRÊKA NASNAMEYÊ HÎN BÊHTIR XWEDÎ GIRANÎ YE

Katircioglû destnîşan kir ku li Tirkiyeya vê serdemê meseleya çînî li pişt meseleya nasnameyê maye û got, "Ez meseleya çînî bi temamî wêde nakim. Lê belê li Tirkiyeya vê serdemê pirsgirêka nasnameyê hîn bêhtir li pêş e. Eger em rojekê bibin civakeke ku demokrasî lê serdest e, daxwazên nasnameyê lê bi cih hatiye û Kurd bi zimanê xwe diaxivin, herêmên xwe bi xwe birêve dibin, hingî pirsgirêka çînî dikare bê nîqaşkirin. Lê belê bi dîtina min niha pirsgirêka nasnameyê bêhtir li pêşiya pirsgirêka çînî ye."