Kasim Engîn: Rêbertiya me ji koleyan hez nake!

Engîn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Ocalan li hemberî zilamekî zalim her tim şer kiriye û heta 1996’an gotina 'Kuştina Zilam' xistiye rojevê. Dema em dibêjin kuştin, pêwîstî heye ku kuştina zîhnî, çandî, exlaqî were fêhmkirin. 

Endamê Komîteya Navendî ya PKK ê Qasim Engîn bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bersiv da pirsên ANF'ê.

Rêberê Gelê Kurd, Abdullah Ocalan dibêje, ‘Min di kesayetiya xwe de Zilamê Klasîk kuştiye.’ Bi vê gotinê re dixwaze çi bibêje û têkoşîna Ocalan a li hemberî ‘Zilamê Klasîk’ bi çi awayî ye? 

Beriya ku em mijara kuştina zilam bigrin dest, pêwîstî heye ku em zilam pênase bikin. Dema zilam tê gotin, tenê qala cinsek ango zayend nayê kirin.  Bila were bîra me, jina bi nav û deng a Fransî Sîmon Beauvoîr dibêje, “Mirov ji dayikê jin nabe, paşê dibe jin.” Wateya van gotinan bêguman gelek kûr in. Wek cinsek zayîn çêdibe, lê taybetmendiyên ku civaka zayendparest ser kesan ferz dike bi demê re pêş dikevin. Hêna şênbertir, taybetmendiyên ku pişt re civaka desthilatdar û zayendperest ser jinê ferz dikin, di hûndirî jiyana civaka ku rastiya xwe û cewherê xwe windakirî de teşe digire. Ev teşe çi ye? Ev teşe, koletî, stûtewandî, bêdengî, bêbandor û jina ku kubar lê di nava qefesê de girtiye. 

Dema ku em werin ser mijara zilam pêwîstî heye ku em kûrtir biçin. Tê gotin ku civaka xwezayî ya ku xwe dispart xwedewandên jina bi bandor, beriya 5000 hezar salan gav bi gav hatiye perçikandin û peywendiyên mêrperwer ango baviksalarî pêş ketine. Civaka ku wek civaka xwezayî dihat naskirin civaka çînagerî nas nedikir bû. Ango peywendî li ser kedê, wekhevî, parevekirinê dihatin avakirin. Lê kengî ev pergal têk birin û zilam bû serwer, peywendiyên çînayetî pêş ketin. Desthilatdarî li ser keda diziya bi hezaran mirovan pêk hat. Bi taybet jî li ser diziya keda jinê, ya zarokan û hwd. 

Kengî ev rêbaza dizî gav bi gav pêşve çû û xwe rexistin kir, mêtina kedê hesantir bû. Kolekirin ango stûtewandin hêsantir bû. 

Kesê ku ev pergela dij mirovahî ya ku xwe li ser xapandin, şelandin û bêguman dema ku ev têr nekerin bi tundiyê bi rê ve bir û zilam pêk anî. Baviksalarî pergala xwe li ser zilam ava kariye. Bi gotinek din, zilamê ku Rêbertî wek qurnaz nav lê dike, gav bi gav xwe bi hêz dike û dest datîne li ser tevahî nirxên civakê. Bêguman bi demê re dest daniye ser jinê jî.

Em bala xwe bidin e, zilamê ku em li vir qala wî dikin; pergalek e. Em qala yek kesî nakin. Em qala çînekê dikin. Heta ev çîn mêran jî dişelîne. Lê ji ber ku derûniya wiha sexte ava dike, mêr jî xwe wek kesê serdest bibine wî dixapîne. 

Ev kes ango ev zilam ango ev mêr êdî tenê weke cinsekê naye destgirtin. Ger wiha bibe, zilamtî ango mêr-bûyîn pirsgirêk nabe. Lê dema ku mêr ango zilam di tekiliyên desthilatdarî tê destgirin êdî mijar diguhere. Ev êdî ne mêreke êdî ev zalîmeke. Em bala xwe bidinê, gotina Zilam û Zalim çiqas nêzî hev e. 

Di civakên ku mêr nêzî dayika xwe ye ango nêzîkbûyînên xwe ji jinê re hêna baştirin ji zilam re gotina wek hevala meya Şehîd Hêlîn Dersîm bi navdike; Camêr têgotin. Yê cî ya xwe. Ango yê dayîka xwe, vê rastiyê baş bi lêv dike. Lê cihê ku mêr nêzî zalimtiyê yê jê re zilam tê gotin. 

Erê, Rêber Apo li hemberî zilamek zalim her tim şer kiriye û heta 1996’an şûn ve gotina Kuştina Zilam kiriye rojevê. Zilamê ku were kuştin zilamê ku heta qirika xwe di nav tekîliyên desthilatdarî de fetisiye. Xwe zilam dibine û maf dibîne ku her tiştî bi jinê re bike. 

Bi gotinek din, ev zilamê ku were kuştin ev zilamê ku di rastiya xwe de têk çûye, bêhal e, li hemberî dewlet û desthilatdarî bêdeng e lê di mala xwe de jî kopyaya dewletê ye. Hê şênbertir, li hemberî polîs û leşker xulam e lê di mala xwe de jî Împarator e. Zilamek wiha rastî jî dixwaze zilam bimîne. Li hemberî kesekî wiha ango kesatiyên wiha Rêbertiya me têkoşîneke pir dijwar meşandiye. 

Rêbertiya me bi tu awayî rê nade ku kesên wiha bijîn. Wek me aniye ser ziman dibe ku ev taybetmendî bi hezaran salan de avabûne. Lê ger zilamek ango zalimek li hemberî van taybetmendiyên şaş û zalimane şer nake û xwe neguherîne, ne gengaz e ku Rêbertiya me kesek wiha bipêjirîne. Kesek wiha li gore rêbertiya me sedan caran heq dike ku bimire û were kuştin. 

Dema em kuştin dibêjin pêwîstî heye ku kuştina zîhnî, çendî, exleqî were fêm kirin.”

Rêberê Gelê Kurd dibêje, “Zilamtî ecêbiyek gelek kirêt e.” Ev kîretî û ecêbî çi ne? 

Me xwest li jor hinek tişta derbarê zilam de bêjin. Kesekî ku di rastiya xwe de hatiye perçikandiye lê derve jî wek împaratorek tevdigere. Kesekî di eslê xwe de hatiye xesandiye lê wek ew dewlet bi xwe ye tevdigere. 

Herkes jî dizane ku pergal her kesî dike xulame xwe. Bêguman herî zêde jinê dike hedef, lê ew nayê wê wateyê ku zilam nayê perçikandin. Berovajî, zilam tam tê xistin. Lê ew kesê ku hatiye xistinê di ferqa van rastiyan de nîne. Heta caran wek hîç tiştek nebûye jî tevdigere. 

Ma ev bi serî xwe kirêtî nîne? 

Em bizanin di tevahî pergalên baveksalarî de ango hêna rastir di tekiliyên desthilatdar de her kes dû rûyên xwe hene. Sexte ye. Derewkar e. Diz e. Bê teqet e. Pûç e. Xwe bê bawer e. Du dile. Bi tirs e. Di pergalek wiha de xwîna her kesî tê mêtin. Her kes tê kolekirin. Her kes tê perçikandin. Di rastiyek wiha de, kesên ku xwe azad dibînin an jî wiha nêz xwe dibînin bêguman herî zêde jî xwe dixapînin. Ma xwe xapandin, kirêtî nîne? Di rastiya xwe ketî lê dema ku derfet dikeve destî wî jî veca di kêliya ewil de jin û zarokan pûç dike, diperçikîne, dike kole, li ser wan egoya xwe tatmîn dike. Ma ev kirêtî nîne? Hêna zêdetir jî, zilamekî ewqasî bêteqet lê di mala xwe de împarator, sultan, şah, kral, mîr û her wiha. Ma ev ne kirêtiye? Bêyî ku em dirêj bikin, derûniya mêr ango zilam derûniyekî aloz û bi nakok e. Derûniyekê ku dixwaze her tiştî bike bin hukme xwe lê ji ber ku yên ku hukm dikin hen in ew dibe xulamê herî pêş da ku bikare xwe bide jîn. Erê, rêbertiya me kesek wiha ango mêrêk wiha tu caran nepêjirandiye. Rêbertiya me dema ku li hemberî kesên wiha têdoşîn dike rêbaze xwe ya herî esasî ew e ku, kesên wiha biguherîne. Guhertin bêguman ser bingeha ku ewil ew kesa xwe nas bike. Karaktera xwe ango xisleta xwe nas bike. Nas bike da ku bikaribe xwe biguhere, bikaribe sextetiya xwe ango kirêtiya xwe derbas bike. Kesekî ku kirêtiya xwe derbas nekirî ma çi dikare bide civakê û mirovahî? Dixwaze ev di nava refên rexistina azadî de erkdar bibe, rêvebir bibe heta fermandar bibe. Li cem rêbertiya me ti girîngiya van sifatan nîne. Ya girîng ji bo rêbertiya me ew e ku, xwe di zilambûyînê de derbixe û xwe bike Camerek. Ango bi gotinên rêbertiya me bike; Egîdek!

Gava hûn li qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn, sekna Ocalan a li pêşberî jinê çawa bû? Ev yek çawa şîrove dikir?

Me xwest hinek nêrînên xwe derbarê zilam û camêr bidin. Rêbertiya me tevahî hewldane xwe ew bû ku zilam ji zalîmtiyê derbixe bike Egîdek ango Camêrek. Bêguman dema ku rêbertiya me li hemberî mêrê paşverû şer dikir li hemberî jina kole jî her tim şerêkî gelek dijwar daye. Erê Rêbertiya me gelek nirx daye jinê, jinek nû afirandiye, kiriye xwedî vîn, kiriye têkoşer, kiriye şerker, fermandar û Egîd. Lê ev naye wê wateya ku Rêbertî her jin pêjirandiye. Em vekirî bêjin; Rêbertiya me ji koleyan hez nake. Û tucaran jî nekiriye. Lê kesên ku di tekiliyên koletî de ne û xwastine ku xwe xelas bikin, her tim li cem wan bûye û her pêşiya wan vekiriye. Şerê Rêbertiya me ew e ku mirov ji rewşa koletî rizgar bike. Jiyan pêwîst e li gorî Rêbertiya me an azad bibe an azad. Wekî din ti wateya jînê nîn e û nabe jî. Jiyan hebûye lê ne azad bûye, ew jîn divê were red kirin. Lê jiyanek heye ruxme ku perçiqiye, ger hewldan hebe ji bo derbas kirina vê rewşê, ew jîn bi qiymet û qedr e. Rêbertî tevahî hewldane xwe ew bû ku, jinên ku di rewşa koletî de ne, rake û bi wan re vînek mezin û xûrt ava bike da ku bikaribin bi xwe bawer bimeşin. Rêbertî him nirx daye lê ji bo ku bihêz bibin him jî pir rexne kirine. Lê tucaran heviya xwe ji hevalên jin nebiriye. Û heta nêhiştiye hevalêkî xort nêzîkatiyeke şaş li ser wan ferz bike. Nêheştiye ku heqerat lê were kirin. Heta gelek caran ji bo ku hevalên jin xurt bibin, tiştên cuda ceribandiye, ew pratîze kiriye. Dîsa her tim hewl daye ku jinan ji aliyên wan ê klasîk ve xilas bike. Di vê mijarê de dibe ku ji mêran wêdetir bi ser jinê de çûbe. Ji ber ku felsefeya rêbertî ew e ku, jin nebe jiyan nabe. Wê demê pêwîst e teqez jin ewil were avakirin. Dema ku jin naye avakirin, ne gengaz e ku mêr xwe ava bike him jî azad! 

Bêyî ku jin xwe ava neke mêr dikare xwe ava bike?

Desthilatdarî ewqasî kûr e ku her tim ji nû ve xwe diafirîne. Ger di têkoşîna dijî desthilatdarî de yek kêlî were rawestandin, ew desthilatdarî carek din xwe ava dike û peywendiyên koletî û serdestî carek din dide afirandin. Ji ber wê rêbertî pêwîstî dît ku ewil jinê biafirinê. Jina ku ji rewşa koletî derketî, ne gengaz e ku mêr an jî zilam wê carek din bikişîne tekiliyên koletî. Rêbertiya me bi avakirina jina azad hewl dide ku zilamê azad biafirine. Tevahî pêvajoyên ku ez li cem rêbertiya me mame, tişta ku min dît ev rastî bû. Rastiya ku jinek azad biafirîne û bi afirandina jina azad jî zilam bike Egîd ango Camêr û azad bike... 

Bi vesîleya 8 ê Adarê weke mîlîtanek Rêber Apo li ser bingeha xeta jina azad hûn guhertin û veguhertina zilam çawa şîrove dikin? 

Bêguman veguhertin pir hêsan nîne. Taybetmendiyên bi hezaran salan bi yekcar derbas nabin. Tê gotin ku perçekirina pêşdarazan ji perçekirina atoman de zortir e. Pêşdarazî ango fêrbûyîn bi mirovan re karakteran ava dike. Hin caran ew karakter ew qasî xûrt in zû bi zû nayên guhertin. Mînakek baş taybetmendiyên eşîrtî ne. Tê zanîn, forma eşîran bi hezaran salan heye. Forma eşîran di kesatiyên eşîrê de taybetmendiyan ava dike. Wek anor, wek şeref, wek werekî, wek serbilindî, wek parastina çandê. Lê weka din jî serhişkî, bêrêgezî, kefîbûn, li gore xwe tevgerîn, xwe mezin dîtin, xwe esas dîtin, safîtî, eşîra xwe fikrandin û her wiha. Em bipirsin, bi kê re ev taybetmendiyên ku me anîne ziman nînin? Erê ruxme ku bi hezaran sal ser de çûne hê jî îro heman taybetmendiyan xwe parastine. Zilam jî ji bo ku ji zalimtî derbikeve û bibe Egîd an jî Camêr hê gelek kar jê re heye. Têkoşîn bênavber pêwîste were domandin. Ev têkoşînek pir bilind ya nefsî dixwaze. Me got ku desthilatdarî xwe her tim ji nû ve diafirîne. Ger ev rast bibe, ev tê wateya ku dema ku têkoşîn sekinî ango lewaz bû yê ku ketiye rêya Egîdî carek din vegere mêrtî û zilamtî. Bêguman di têkoşîna azadî de gelek guhertin çêbûne. Bi têkoşîna rêbertiya me ev guhertin di qada rexistinan de rûnîştiye. Xwe guhertina pergalekê ye. Mînak di nava me de ti kes nikare vekirî baviksalarî biparêze. Nikare zilamtî pibarêze. Nikare feodalî bide pişt xwe û xwe li ser jinan an jî jiyanê bide jiyandin. Tiştên wek hişk ango çors hene di peywendiyên me de dibe ku kesek nebîne. Kesek vana nabîne ji ber ku yek rêbertiya me jinek wiha avakiriye, destûra her tiştî nade. . Yek jî pergalek wiha hatiye rûniştandin rê nade tiştên wiha çors. Hê em nebûna Camêr ango kurên dêyan. Kurên dêyên xwe. Dêyên Kurdistan. Dêyên cîhanê. Dîsa em dizanin ku me hê peywendiyên desthilatdarî ji ser xwe neavêtine. Dema em têkoşîna xwe dijî desthilatdarî dikin, kesatiyên me yên ne pîjayî me ber bi desthilatdarî ve dikişînin. Tê gotin ku anarşîstê Rusî Bakûnîn gotiye, ”Zilamê herî demokrat dema ku taca desthilatdarî dide serê xwe dibe despotê herî mezin”. Rastî jî mirovê herî demokrat, herî humanîst dema ku derfetên desthilatdarî dikevin destên wî-ger xwe çênekiribe-tam dibe despotek ango zilamek. Rêber Apo tevahî hewldane xwe ew e ku, bi zilaman re camêran ava bike û yên ku carekê buna camêr jî da ku carek din nebin zilam jî tedbîrên xwe bi rêbaza rêxistina jina azad girtiye. Ewlehiya camêrbûnê bi avakirina jina azad dibe. Rêber Apo di xetên esasî de jina xweşik û ku bikaribe azad bibe afirandiye. Bi gotina rêbertiya me, “hûn di rêya rast de ne, lê hûn hê di rê de ne!” Bi vesileya 8'ê Adarê ez dikarim bêjim em di rêya rast de ne, lê rê hê dirêj e!