Karûbarên îfadegirtina rojnamevan didome
Ji 20 rojnamegerên ku di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn destgîrkirin 4 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, edîtora Jinnews’ê Gulşen Koçuk jî serbest hat berdan.
Ji 20 rojnamegerên ku di 8’ê Hezîranê de li Amedê hatibûn destgîrkirin 4 jê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin, edîtora Jinnews’ê Gulşen Koçuk jî serbest hat berdan.
Di çarçoveya serdozgeriya Komarê ya Amedê de roja 8’ê Hezîranê Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûrê Karên Nivîsan a Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, nûçegihanê Xwebûnê Zeynel Abîdîn Bulut, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnamevan Omer Çelîk, Lezgîn Akdenîz, Mehmet Şahîn, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mazlûm Dogan Guler, Elîf Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Kadîr Bayram, Mehmet Yalçin û her wiha welatiyên bi navê Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen hatibûn destgîkirin. Piştî karûbarên îfadeyên li Midûriyeta Polîsan vê sibehê birin Edliyeya Amedê û li vir karûbarên îfadegirtinê didome.
PIRSA ‘ŞER ÇI YE?’ JI ROJNAMEVANAN HATIYE KIRIN
Dozger îfadeyên edîtorê ajansa me Azîz Orûç girt û bernameyên televîzyonê ku Oruç amade dikir, zimanê bernameyan û bi vê re girêdayî pirsen wek “Şer çi ye? Pirsgirêka Kurd çi ye?” jê kiriye. Dozger ji rojnamevan Safiye Algaş jî nûçeyên çêkiriye û naveroka nûçeyan pirs kiriye. Dozger her du rojnamevanan jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir.
KOÇUK HAT BERDAN
Pişt re îfadeya edîtora JINNEWS’ê Gulşen Koçuk hat girtin û daxwaza şertê kontrola edlî kir. Koçuk pişt re hat berdan û hevpîşeyên wê li ber edliyeyê ew pêşwazî kirin.
JI BO ERTAŞ Û UNGUR DAXWAZA GIRTINÊ
Dozger ji Midûrê Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş û rojnamevan Elîf Ungur jî bernameyên ku amade dikirin pirs kir û bi daxwaza girtinê wan sewqî dadgehê kir.
Karûbarên îfadegirtina rojnamevanên din û her du welatiyan berdewam dike.