Karmendên Başûrê Kurdistanê doza mafê xwe dikin

Kedkar û karmendên Başûrê Kurdistanê ji bo karibin heqdestê xwe bigirin ev 6 roj in li qadan e. Mamoste û karmendên Başûrî dibêjin, heta ku mafê xwe bigirin wê boykotê bidomînin.

Boykota ku 25'ê Adarê bi pêşengiya mamosteyan li hemû bajar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê dest pê kir di roja 6'an de ye. Li Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Helebçe, Kelar, Zaxo, Şeklewa, Rewanduz, Çemçemal, Ranya, Kaledizê, Şeladizê û hemû bajar û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê boykot dewam dike. Endamê meclîsa Sendîkaya Mamosteyan Necmeddîn Mihemmed Salih li ser boykotê axivî.

'JI BILÎ BERXWEDANÊ RÊYEKE DIN LI BER ME NÎNE'

Salih destnîşan kir ku heta mafê xwe bigirin wê boykotê bidomînin û anî ziman, weke mamosteyan ji bo parastina mafên hemû kedkarên bi mûçeyan debara xwe dikin; karker, kedkar, pêşmerge û karmendan wan dest bi boykotê kirine. Salih got, "Zarok birçî ne, mirov nikarin kirê ya xaniyê xwe bidn. Ev 4 meh in qurişek ji heqdest nedane. Herî dawî gotin, dema ku gotin 'em mûçeyan didin' rabûn yek ji parê heqdestan dan. Mirovan gotin, 'ev hikumet henekê xwe bi me dike'. Ev jî bû nêzîkatiya dawî ku sebrê difûrîne. Ji wê rojê ve em gihîştin wê baweriyê ku ji bilî berxwedanê û mafê me yê qanûnî ye rêyeke din a ji bo wergirtina mafê xwe nîne."

'EM DAXWAZA MAFÊ XWE YÊ QANÛNÎ DIKIN, LÊ EW ÊRÎŞ DIKIN'

Salih diyar kir ku ji bo boykotê wan li ber dadgeha Silêmanî kon vedane û wiha dewam kir: "Em bi rê û rêbazên qanûnî doza mafên xwe dikin. Ji ber vê yekê me li ber dadgeha ku edaletê belav dike konê xwe vedan û em li mafê xwe digerin. Tevî vê yekê jî li Hewlêrê, li Zaxo, Duhok û car carna li vir jî dest li çalakiya me hate werdan. Li hin hevalên me dan. Lê belê çi dibe bila bibe heta ku em mafê xwe bi dest bixin em ê boykotê bidomînin. Bila her kes bi vê zanibe."

'BILA HIKUMET ÎSTIFA BIKE'

Hefteyek beriya destpêkirina çalakiya boykotê ya karmendan, hikumeta Herêmî ji bo çareserkirina pirsgirêka heqdestan li hev civiya. Hate ragihandin ku pereyê hikumeta navendî şandiye têrê nake û biryar hate dayin ku beşek ji pereyê petrol lê bê zêdekirin û bi vî rengî kêmasî bê çareserkirin. Lê belê biryara hatiye standin heta niha bi cih nehatiye anîn. Desteya Wezîran a Hikumeta Herêmî ya Başûrê Kurdistanê pêr li hev iviya û hate ragihandin ku di mijra mûçeyan de hin biryar hatine standin û gava destpêkê hatiye avêtin. Lê belê heta niha di pratîkê de ti gav nehatiye avêtin. Vê yekê jî mamoste û karmend bêhtir bi hêrs kir. Di çalakiyan de tê xwestin ku hikumet îstifa bike.