Karkerên înşaetê nikarin debara xwe bikin

Karkerên ku bi salan e li înşaetê dixebitin wiha gotin: “Em êdî nikarin nan bînin malê. Ti hêviyek me ji bo paşerojê nemaye.”

Bi nêzîkbûna 1'ê Gulanê re karker krîza aborî ya ji ber veberhênanên dewleta Tirk ên di şer de kiriye holê dijîn. Karkerên ku bi erzanî dixebitin, di gihandina nan bo malên xwe de zehmetiyan dikişînin. Karkerên ku di sektora înşaetê de bi heqdestê rojane dixebitin, tevî ku apartmanên luks çêdikin, di dayîna kirêya xaniyên xwe de jî zehmetiyan dikişînin, lê di şert û mercên giran ên kar de jî dijîn.

ÊDÎ EM NIKARIN TIŞTEK BISTÎNIN

Yek ji karkeran Kemal Devecî jî diyar kir ku ew her roj dixebitin, lê bêyî ku li roja din bifikirin nikarin razên. Devecî wiha got: “Em nikarin ji bo mala xwe rûn û şekir çawa peyda bikin. Mînak salek berê me dikaribû bi heqdestê xwe yê rojane gelek tiştan bikirana, lê van demên dawîn êdî em nikarin tiştekî bikirin. Em her tim hewl didin ku bi deynkirinê mêze bikin. Di van 3-4 mehên dawî de bi rastî debara jiyanê pir zehmet bûye. Çar zarokên min hene, hemû jî dixwînin. Ez naxwazim ku ew jî wek me di înşaetê de bixebitin.”

HER ROJ KAR ÇÊNABE

Remzî Yıldiz, diyar kir ku şert û mercên xebatê ne baş in û wiha got: “32 sal in ez di înşaetê de dixebitim. Lêbelê, min hîn rojên bîmeyê neqedandiye. Ez sê zarokên xwe dişînim dibistanê û ji aliyê aborî ve zehmetî dikişînim. Ji ber ku her roj mûçe tê kirin, lê di berdêla keda me de tu pêşketin çênabe. Dema ku dewlemend be dewlemendtir dibin, feqîr feqîrtir dibin. Êdî aramiya me li malê nema. Em her dem bi zarokên xwe re nîqaş dikin. Feqîriyê fam nakin û qebûl nakin. Berê me bi heqdestê xwe tenekeyek rûn, ard û şekir bikira, niha em nikarin tiştekî bikirin. Ez nikarim bi meaşê xwe pêdiviyên mala xwe bi cih bînim. Her wiha em hemû rojên mehê naçin ser kar. Kîjan roj kar hebe em wê rojê tên.”

EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN

Vedat Fîktan, anî ziman ku 15 sal in di înşaetê de dixebite û destnîşan kir ku heta niha tu tişt nekarî bide hev û wiha got: “Bi salan e ez di kirê de me. Deh sal in ez dixebitim, lê tu teserûfa min tune. 5 zarokên min hene, ez nikarim debara xwendina wan bikim. Ji ber ku meaşê me yê rojane jî têra debara mala me nake. Piştî dayîna kirê û fatûreyan em li ser sînorê birçîbûnê dijîn.”

SÊ KES NIKARIN MALBATEK XWEDÎ BIKIN

Alîşêr Akgûn, anî ziman ku bi salan e di înşaetê de dixebite û şert û mercên xebatê qet ne baş in û ev tişt anî ziman: “Em tenê bi mûçeya rojane ya ku distînin debara xwe dikin. Hûn jî aboriya heyî dişopînin. Tevî ku sê kes li malê dixebitin jî em nikarin debara xwe bikin. Berê kesek dikaribû debara malbatekê bike, lê niha sê kes nikarin debara malbatekê bikin.”

HÊVIYA ME JI SIBEROJÊ NEMAYE

Servet Çelebî, diyar kir ku 15 sal in di vî karî dike lê tu encam tuneye û wiha got: “Ev qas sal e ez dixebitim, lê sifir e. 6 zarokên min hene û hemû diçin dibistanê. Em rojê 200 lîreyî distînin, lê ew pere ji tu derdê me re nabe derman. Ev krîz bandorê li têkiliyên me yên li malê jî dike. Tenek rûn nêzî hezar lîre ye. Di zivistanê de em dikarin nîvê mehê yan bixebitin yan jî nexebitin. Ev jî mehane dike 3-4 hezar lîre. Em di rewşeke pir xerab de ne. Ji ber vê yekê hêviya min ji pêşerojê re nemaye.”