BI DÎMEN

Karker û esnafên Amedê dibêjin 'Na'

Karker û Esnafên Amedê xalên destûra bingehîn ên ku dixwazin bi referandûmê biguherînin nirxandin û diyar kirin, ku destûra bingehîn tenê ji bo Erdogan tê guhertin. Şêniyên Amedê gotin, ew ê ji vê re bêjin 'NA'.

Li Amedê xebatên li ser referandûma 16’ê Nîsanê didome. Karker û esnafan, xalên ‘Destûra Bingehîn' ku bi hevkariya AKP/MHP’ê tê xwestin bên guhertin, nirxandin û diyar kirin ku wê di 16’ê Nîsanê de bibêjin ‘Na’. 

‘JI BO ÊDÎ KARKER NEYÊN KUŞTIN ‘NA’

Karkerê bi navê Mehmet Elmas diyar kir ku guhertinên Destûra Bingehîn wê tiştekî ji wan re neyne û wiha axivî: "Guherîna Destûra Bingehîn tenê Serokomar Erdogan eleqeder dike. Ev guhertin me û welat eleqedar nake. Ev guhertin kuştina karkeran dawî nake û çareseriyê nayne welat. Tenê çareyek heye ew jî bi dengê herî xurt ‘Na’ ye."

‘JI BO RENG Û DENGÊ JINÊ EM Ê BIBÊJIN ‘NA’

Xebatakra jin a bi navê  Ela Bariş anî ziman ku referandûma 16’ê Nîsanê ji bo tevahiya jina gelek girîng e û got: "Eger Erdogan bi ser bikeve wê kesek êdî nekaribe wî kontrol bike û ji ber vê yekê divê tercîha tevahiya jinan dengê ‘Na’ be. Eger di referandûmê dengê ‘Erê’ bi ser bikeve, wê welat bi sîstema 'padîşahiyê' ku hemû erk di destê şexsekî de ye, bê birêvebirin. Her kes wê neçar bimîne serî li ber gotin û daxwaza şexsekî bitewîne. Ev ne rewşeke ku were qebûlkirin. Ji ber vê sedemê dibêjim ‘Na’. Dîsa ji bo reng û dengê jinê ez ê bibêjim ‘Na’."

‘EV GUHERTINA ŞEXSIYE’

Berberê bi navê Mehmet Aktaş jî da zanîn ku guhertina Destûra Bingehîn wek gelên Kurd wê ti tiştekî ji gelê Tirk re jî neyne û wiha got: "Ev guhertin ji bo zilamekî tên kirin. Erdogan ew qas sûc kirine, heke têk biçe dibe ku bê darvekirin jî, ji ber vê ji bo li cihê xwe bimîne serî li hemû rêbazan dide. Divê hemû kesên teslîmiyetê qebûl nekin bibêjin ‘Na’. Ji bo azadî û demokrasiyê divê her kes bibêje ‘Na'."

‘NA’ SERDEMEKÎ NÛ YE’

Esnafê bi navê Denîz Aslan jî diyar kir ku di şertên Rewşa Awarte de pêkanîna referandûmê ne qanûniye û ev tişt got: "Pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê ne guhertina Destûra Bingehîn. 15 sal e AKP desthilatdarl e, di nava 15 salan de dikarî bi dilê xwe qanûnê biguherîne, di nava van şert û mercan de çima bi lezgînî dixwazin qanûnê biguherînin. Rewşa welat li ber çavane, krîza aboriyê serê xwe girtiye û diçe. Rewşa Awarte heye û gelek îsan ji kar hatine derxistin û îxrackirin. Gelo sedema vê çiye? Ez weke esnafekê ti wateyê nadim vê lezgîniya AKP û serokomar. Ji beriya salekê min kîliya çayê bi 17 milyonan digirt û milyonek difirot. Ez niha heman çeyê bi 35 milyonan digrim û dîsan jî bi milyonekê didim. Rewş ev e, krîzê gelek kûre. Ez niha weke esnafekê çawan bibêjim ‘Erê’. Ji bo vê yekê ez ê bi dengê herî xurt bibêjim ‘Na’. ‘Na’ dê li Tirkiyeyê bibe serdemek nû."

‘JI BO PÊŞÎGIRTINA ZILMÊ EM Ê BIBÊJIN ‘NA’

Karkerê Hunera Destan Nîhat Govend jî wiha got: "Li Tirkiyeyê ji ber Rewşa Awarte, krîza aborî û siyasî jiyan fetisiye. Li Tirkiyê ti pêdiviya referandûmê û serokatiyê tineye. Tenê pêdivî bi demokrasî û aştiyek mayînde heye. Ji bo vê yekê divê referandûmê de em dibêjin ‘Na’.  ‘Na’ dê bibe serdemek nû û pêşîgirtina li hemû bêmafiyan. Em li Sûrê dixebitin, em bi rehetî nikarin werin li ser karê xwe. Li herêmê bi hezaran kes hatine girtin û binçavkirin. Ji bo pêşîgirtina girtin û binçavkirina em ê bibêjin ‘Na’. Em weke xebatkar rejîma şexsî naxwazin û bi dengê herî xurt em ê bibêjin ‘Na’. Divê hemû karker, xebatkar û esnaf di roja 16’ê Nîsanê de baş bifikire û dengê xwe karbîne û bibêje ‘Na’."