Kargehên komir ji aliyê artêşa Tirk ve tên rawestandin
Ji duh ve kargehên komir ên li Çiyayê Cûdî û derdorî wê ji aliyê artêşa Tirk tên rawestandin. Her wiha amadekariyên operasyonekî berfireh jî tê kirin.
Ji duh ve kargehên komir ên li Çiyayê Cûdî û derdorî wê ji aliyê artêşa Tirk tên rawestandin. Her wiha amadekariyên operasyonekî berfireh jî tê kirin.
Li gor agahiyên hatine bi dest xistin, arteşa Tirk hemû kanên komir ên li derdora Çiyayê Cûdî ji duh ve hatine rawestandin. Hat diyarkirin ku leşkeran ji kesên ku li wan kargehan kar dikin re gotine neyên ser kar.
Rêya çûn û hatina herêmê jî hatiye qedexekirin. Dîsa li gorî heman agahiyan hate diyarkirin ku bi qedexeyê re dide nîşandan ku wê li Çiyayê Cûdî û derdorî wê operasyonek berfireh bê lidarxisin.