Karê qeyûm ê li Colemêrgê: Vekirina rêyên qereqolê

Li Colemêrgê ji ber berfê gelek rê hatin girtin. Qeyûmê ku ji aliyê AKP'ê ve li şaredariyê hate bicihkirin, tenê rêya qereqolan vekir.

Piştî ku Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî ji aliyê rejîma AKP'ê ve hate desteserkirin, xizmeta li Colemêrgê qediya.

Li Colemêrgê, berfa ku saetekê bariya jiyana li navenda bajêr tevizand. Di serî de rêyên li navenda bajêr, yên gelek taxan hatin girtin û bi sedan wesayit di rê de man. Zarok jî neçarî biçin dibistanê. Berfa ku piştî wextekê heliya, kir ku rê di nava av û heriyê de bimînin. Bi barîna berfê re ji ber ku rê hatin girtin, gelê bajêr mexdûr bû. Xebatkarên şaredariyê bi makîneyên kar ên şaredariyê tenê rêyên qereqolan vekirin.

Gelê Colemêrgê dibêje, qeyûmê AKP'ê ji bilî zerarê tiştekî din nade Colemêrgê. Welatiyekî ku ji be ewlekariyê nexwest navê xwe eşkere bike, anî ziman ku şaredarî piştî desteserkirinê ji bo AKP'ê veguheriye cihekî jêxwarinê.

Colemêrgî diyar kir, di dema şaredariya DBP'yî de li gel zext û zordariya dewletê jî xizmetên mezin hatin kirin û got, "Di dema Şaredariya DBP'yî de rêyên bajêr ji ber berfê nedihat girtin. Tîmên şaredariyê di cih de rê vedikirin. Lê belê vê wextê tenê navê şaredariyê heye. Berfa ku saetekê bariya hemû rêyên bajêr xitimand. Gel mexdûr bûye, lê şaredarî tenê rêya leşkeran vedike. Tevahiya gelê Colemêrgê şahidê vê yekê ye. Her kes li dijî qeyûm û AKP'ê xwedî hêrseke mezin e."