Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ê ku ji Dengê Radyoya Kurdistanê re axifî, têkildarî êrîşa li Stenbolê qewimî agahiyên pir girîng da.
Karayilan êrîş şermezar kir, ji malbatên kesûkarên xwe winda kirin re sersaxî û ji birîndaran re jî şifaya xêrê xwest.
Murat Karayilan di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:
"Çi têkiliya me û yên Kurd û Kurdistanî bi vê bûyera ku li cihê şahiyê qewimî re nîne. Ez bawer nakim ku têkiliya TAK’ê jî pê re hebe. Ji ber ku armanca hemû tevgerên Kurd û Kurdistanî, gelê Tirkiyê qezenc kirin e. Doza me, dozeke mafdar e. Em dixwazin gelê Tirkiyeyê û gelê cîhanê jî qezenc bikin.Têkoşîna ku em dimeşînin ne bi tenê têkoşîna azadiya gelê Kurd e, heman demê têkoşîna demokratîk kirina Tirkiyê ye. Îro em li dijî pêla faşîzmê radiwestin. Têkoşîna me bi navê, gelê Kurdistanê ye, bi navê gelê Tirkiyeyê û bi navê kedkarê Tirkiyeyê ye. Bi navê xelkên ku Tirkiyê tên pelixandin e. Heta têkoşînê me ya îro, ji bo ku di Rojhilata Navîn de şoreş pêş bikeve, bi navê şoreşa Rojhilata Navîn tê meşandin. Wisa çarçoveyeke xwe ya fireh heye.”
'ÊRÎŞEKE KU JI BO TIRKIYE JI TENÊBÛNÊ RIZGAR BIKE HATIYE AMADEKIRIN'
Murat Karayilan, têkildarî êrîşa Başîktaş a Stenbolê agahiyên balkêş da:
Lê bes wisa xuya dibe ku kar û îşê hinek destên hêzên kûr e. Çima? Ji ber ku Tirkiye îro tengav bûye.Tirkiye, di cîhanê de bi tena xwe ma. Ji bo ku doza Azadiya Gelê Kurd bipelixîne, ji bo ku pêşî li Şoreşa Rojava bigire, DAÎŞ piştgirî kir, El Nûsra piştgirî kir, ango her kes piştgirî da dagirkeriya Tirkiyeyê. Xwe xist meseleya Sûriye, ango kete nav gelek tiştan, ji bona wê hevalbendên xwe yê NATO jî, jê dûr sekinîn. Neçar ma, xwe avêt bin çengên Rûsya. Ji wê jî nikare çi encam bigire û ew jî vê yekê baş dizane. Ji bona wê Tirkiyê ji bo ku ev tenêbûna xwe bibihûrîne, ji bo ku bikaribe bibêje; ‘Vaye DAÎŞ li me dixe, êrîş li ser min heye.’ Ji bo fam kirineke wisa bide çêkirin, tertîbeke wisa hatiye kirin. Evana zalim in. Ew ji bo berjewendiyên xwe, ji bo deshilatê xwe, xwînê xelkê diherikînin.
Eger ku Erdogan- AKP bixwaze di Tirkiyê de yek gule wê nehatiba teqandin. Eger ku hewl danên Rêber Apo vala dernexistiba, mutabaqata Dolma Baxçeyê red nekirina, dikaribû li Tirkiyeyê tiştekê wisa pêk nehatiba. Ne hewce bû piştgirî bide DAÎŞ'ê û piştre jî ew û DAÎŞ bikevin nav hev. Ev hemû di bin serê Erdogan û AKP de derketin. DAÎŞ heta niha li dijî dewleta Tirkiyeyê şer nekiriye. Tenê ev 15 roj in li derdorê Babê, DAÎŞ şer dike. Çima? Xûya ye li hevhatinê wan heya Eqterîna nêzî Babê ye. Ji wir şûnde DAÎŞ li dijî wan helwest danî. Ne wisa be Cerablûs bi aşitî girt, Dabiq û wan herêmana hemû bi şerekê ji rêzê, DAÎŞ'ê teslîmî wan kir. Lê belê di vê kêliyê de di navberê wan û DAÎŞ'ê de nakokî çêbûne. Lê ev çalakî jî bi gûmaneke mezin e; ji ber ku DAÎŞ'ê heta niha li Tirkiyeyê çalakî kirine rast e. Lê çalakiyên ku li Tirkiyeyê kirine li dijî me, welatparêzên Kurd û yek jî li dijî xelkên biyanî kirine.
Mesela berê li dijî Elman û Yahûdiyan kir. Niha jî ev bûyerê ku di şahiya şevê pêk hatiye de yên ku bûne hedef jî piranî yên biyanîne. Ango ev planek e. Ev wisa çalakiyeke ku destê hinek kesan têde heye. Ev ji bo werin bangîna Tirkiyeyê, wekî Erdogan-AKP ji bo ku ji vê tenêbûnê xilas bibe, hatiye amadekirin. Ev tişteke eşkere ye. Ew rondikên ku ji çavê wan dibare û xemginiya ku didin nîşandan, wekî rondikên çavê tîmsehêne. Ne rast dibêjin. Em ji malbat û ji mirovên xizmên wan jiyana ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Em bi tundî vê bûyerê şermezar dikin."