Karayilan: Têkoşîna me bi ruhê 15’ê Tebaxê didome

Karayilan: Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ne bi tenê pêngaveke çekdarî ye, pêngaveke giştî ye. Li hemberî siyaseta qirkirinê têkoşîna hebûna gelê Kurd e.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê Pêngava 15’ê Tebaxê peyameke bi dîmen ji Stêrk Tvyê re şand.

Karayilan di peyama xwe de bi kurtasî ev tişt got, “15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de, pelekî zêrîn e, destaneke qehremaniyê ye. Bi saya qehremanî û fedakariya şehîdan pêk hat.

Em hevrê Egîd bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê girêdayî têkoşîna wan bin û çeka wan li erdê nehêlin.

Pêngava 15’ê Tebaxê di têkoşîna hebûn û azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Ne bi tenê pêngaveke çekdarî ye, pêngaveke giştî ye. Li hemberî siyaseta qirkirinê têkoşîna hebûna gelê Kurd e. Vejînê şoreşa civakî û demokratîk jî li Kurdistanê ava kir. 15’ê Tebaxê şêwazek e, ruhek e, bi vî ruh û şêwazê heta îro hat.”

Peyama Karayilan wisa ye: