Karayilan: Her Kurdek divê ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebite

Fermandarê Biryargeha NPG'ê Mûrat Karayilan bang li Kurdan kir ku ji bo azadî û rizgariya gelê Kurd bixebitin û got, "Em ruhê şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê şad bikin û Kurdistana Azad ava bikin. Ya ji me tê xwestin ev e."

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan ji gerîlayan û temaşevanên Gerîla TV re axivî.

Axaftina Karayilan ku bi wesîleya Newrozê û Hefteya Qehremaniyê li Gerîla TV hate weşandin bi vî rengî ye:

"Tevahiya hevalên gerîlayên azadiya Kurdistanê, tevahiya ciwanên Kurdistanê û herêmê, merhaba ji we re. Gelê me û gelên herêmê Newroza 2023 bi coşeke mezin pêşwazî kir. Bi taybetî beşdariya we ciwanan, jinên Kurdistanê di asteke bilind de bû û roleke pêşengtiyê lîstin. Seranserê qadên Newrozê bi dirûşma 'Bijî Rêber Apo' û 'Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo' pêk hat. Ev dirûşm, daxwazî bilind bû. Xuya bû ku gelê me di vê serdemê de çi dixwaze, ji bo çi tevdigere, di Newrozê de baş eşkere bû. Em hemû kesên bi kelecaneke mezin beşdarî vê coşa Newrozê bûye silav dikin. Di karê wan de ji bo wan serketinê dixwazin.

Hevalên hêja, em di Hefteya Qehremaniyê de ne. Weke tê zanîn, ji 21'ê Adarê Newrozê heta 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) Hefteya Qehremaniyê hatiye îlankirin. Bi rastî di vê serdemê de berxwedana bilind bû, têkoşîna hate dayin, destanên qehremaniyê ava kirin. Di dîroka gelê me de qehreman hene, leheng hene, egîd hene. Lê belê bi avabûna fikir, raman û felsefeya Rêber Apo ev qehremaniya di naveroka civaka Kurd de heyî pir mezin bû, bilind bû. Mirov dikare bibêje, qehremanî û cesareta di kesayeta Kurd de heyî bi felsefeya Rêber Apo re bû yek û bû îradeyek mezin ji pola. Bû hêz û cesareteke neketî.

Zindanên dewletên hegemon cihê herî zêde wana li ser hegemonya çêkiriye. Di zindana Amedê de dema ku zilm bilind bûbû, wehşet mezin bûbû, di Newroza 1982'an de derketina hevrê Mazlûm Dogan ew çalakiya ku fedaiyane pêk anî, pêngaveke dîrokî bû. Li hemberî wê zilmê îsyan bû. Li gorî ruhê Newrozê pîrozkirina Newrozê bû. Li ser wî hîmî piştî wê di 18'ê Gulanê de hevalê Ferhat Kûrtay û 3 hevalên din pê re, 4 hevalan agir berdan canê xwe, wisa dijmin protesto kirin û berxwedan bilind kirin. Piştî wê jî 14'ê Tîrmehê ew çalakiya mezin bi pêşengiya hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de pêk hat û wisa di hundirê keleha zilmê de dijmin têk çû. Îradeya şoreşê, şoreşgeran, Apogerî encam girt û bi ser ket. Di hundirê zindanê de bi bedenên xwe bi cesaret û îradeya xwe îsyana ku bi pêş xistî, wisa encam wergirt.

Careke din di sala 1984'an de li hember rejîma faşîst a cûnta 12'ê Îlonê pêşxistina Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka hebûn û têkoşîna gelê me de serdemeke nû bû. Gelek wate bû. Lê di wan şert û mercan de pêşxistina pêngaveke wisa, cesaret raberkirin ne hêsanî bû. Ev cesareta fermandarê nemir hevrê Egîd (Mahsûm Korkmaz) raber kir. Di pêşengtiya wî de refê ku li Dihê û Şemzînanê çalakî kir, wisa di têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd de serdemeke nû bi pêş xist. Li Dihê bi fermandariya hevrê Egîd de û Bedran (Mehmet Sevgat), Erdal (Mûstafa Yondem) de çalakiya ku hate kirin mohra xwe li demê xist. Û hevalê Egîd, ne tenê wisa çalakiyek kir. Hîna di serî têkoşîna çekdarî de heval girt û xwedî kedek bû, perwerdeya qada Fîlîstînê, veger, careke din dubare paşvekişînê Fîlîstînê û careke din veger, pêşxistina bingeha têkoşîna şerê çekdarî, avakirina bingeha gerîla û rûniştandina xeta gerîla, taktîk rêbaza gerîla, di pêşxistina wan de rol û mîsyona fermandarê hêja hevrê Egîd pir zêde hebû. Em di 37'emîn salvegera şehadeta hevrê Egîd de careke din hevrê Egîd û di şexsê wî de tevahiya lehengên şoreşê, şehîdên qehreman bi bîr tînin, li hemberî bîranîna wan bi hurmet, bi rêzdarî serê xwe ditewînin. Me soza ku da wan em careke din dubare dikin, em ê ala wan her bilind bikin, çeka wan li erdê nehêlin. Di avakirina jiyana azad, Kurdistana azad, Rêberiya azad bîranîna wan bidin jiyîn.

Bêguman di Hefteya Qehremaniyê de gelek destanên qehremaniyê hene. Ji bo Newroz bibe Newroz, Newroz weke tê xwestin bê pîrozkirin hevala hêja Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvan, car din Sema Yuce van hevalan hemûyan xwe feda kirin. Bi bedena xwe agirê Newrozê geş kirin. Wisa Newroz kirin Newroz. Di şopdariya hevrê Mazlûm Dogan de di şopdariya Kawayê Hemdem de wisa ruhê Newrozê û agirê Newrozê geş kirin. Car din ji bo Newroz bê pîrozkirin, li Cizîrê, li Nisêbînê û li gelek deverên Kurdistanê wisa bi sedan şehîd û qehremanên Newrozê çêbûn.

Hefteya Qehremaniyê bi vî awayî bûye hefteya qehremanî û lehengiyê. Di Hefteya Qehremaniyê de gelek hevalên me şehîd ketin. Ji vana hevalên salên dawî şehîd ketin heval Sînan, Navdar, Serhat Varto xwedî ked û rûmeteke mezin bûn. Heval Sînan (Alî Aktaş) hevalê ku tev hevalê Egîd yekemcar gava xwe avêtî navçeya Botanê, li Besta, Şirnex kar da destpêkirin. Van hevalan hemû wisa di têkoşîna me de xwedî ked, rol û mîsyonin. Em vana hemûyan bi bîr tînin.

Car din di encama êrîşên dijmin ên hewayî de hevalê Zinar Tatwan, Şahîn Gever, Cemal Amed van hevalan jî tev hevalê pê re gihîştin şehadetê. Qehremanên mezin bûn, her yek ji wan bi salan xebat meşandibûn, di vî şerî de cih girtibûn û ked dabûn. Ev hevalna nû têne îlankirin, ji ber wê ez ji bo malbatên van hevalên hêja û ji bo gelê Kurdistanê sersaxiyê dixwazim. Hevalên me yên kedê bûn, soza me dane wan em ê dilsoz bin û axîna wan li erdê nehêlin. Ew qehremanên demê bûn.

Hevalê Cemal Amed pir zêde dixwest biçe diyara Amedê. Hevalekî me ku ji malbateke dîrokeke xwe heye, kedeke xwe heye. Bi rastî bi xwe jî weke nirxekî hêja bû, fermandarekî xwedî ked û rol bû. Bêguman şehadeta van hevalan ji bo me windahî ne, lê belê em li ser bîranîna wan ruhê qehremaniyê, fedaî, Apogerî hîn geş dikin û wisa em hîn zêde agirê Newrozê, ruhê Hefteya Qehremaniyê hîn bi xurtî pêşwazî dikin.

Hevalên hêja, di Hefteya Qehremaniyê de hemû berxwedana çêbû, di têkoşîna azadiya Kurdistanê de destpêk in. Ji ber ku weke hûn dizanin Newroz ji bo me roja nû ye, sala nû ye. Roja bilindkirina berxwedanê, îsyanê, rêxistina pêngavê, têkoşîn û yekîtiyê ye. Ji ber wê gelek pêngavên tevgera me di Newrozê de bi rê ketiye û di Hefteya Qehremaniyê de bi rê ketiye. Hefteya Qehremaniyê seriyekî wê hevrê Mazlûm Dogan e, seriyekî wê jî hevrê Mahsûm Korkmaz e. Di vê navberê de gelek qehremanên ku cih girtine hene. Ev ji bo me rûmet in. Rûmetên hêja ne. Wisa ne ku hinek niha ji bo pere û pûlan, ji bo şan şohret tevdigerin, jiyan ava dikin. Van hevalan tenê tenê ji bo azadiya civaka xwe, ji bo fikir û ramana xwe xwe feda kirin. Ruhê fedaî, xwe fedakirin, manewiyat bilind kirin. Jiyan çi ye, jiyana azadî çi ye, çawa ku divê mirov ji bo jiyana azad, civaka azad, welatekî azad xwe bêteredût feda bike, ji wê re nimûne ne. Ev hevalna ne kesê ku wisa teng bûne, di zehmetiyê de ne mecbûr mane kirine. Na. Nimûne Zekiye Alkan. Hevalek ji Kurdistanê ye, lê malbat li Îzmîrê ye. Ew bi xwe li Amedê Zanîngeha Tipê dixwîne, doktor e. Dike bibe doktor. Lê belê ew dixwaze bi xwedî sekneke şeref û rûmet be. Ji ber wê li ser xwe erk dibîne ku li bircê Amedê agir berde xwe, xwe bike bang. Wisa xwe kir bang. Ev cewherê jinên Kurd, keçên Kurd, însanê Kurd rabe dike. Çawa dikare xwe ji bo doza xwe, gelê xwe feda bike. Evna bilindkirina manewiyatê ye, bilindkirina ruhê azadiyê ye. Jiyana azad wisa ava dibe. Em ji ber ku hevrêyên hevrêyên wisa ne, serbilind in. Em serbilind in ku pêşengên me kesên wisa hêja û bi rûmet tevgeriyane. Wisa ji bo şeref û rûmeta mirovahiyê jiyane, têkoşiyane û wisa destan ava kirine.

Qehremanên bi vî rengî me pir dîtin, di têkoşîna me de pir zêde qehremanên wisa hene. Lê ez dixwazim şehîdên îsal ên nû wê çend hevalên ku qehremaniyên wan ne yekcar, pir caran rojane em bûne şahid, wan nimûne bidim. Weke tê zanîn heval Yaşar Botan di 1'ê Adarê de li Dersimê şehîd ket. Ew fermandarê Dersimê bû. Û hevalekî xwedî ked, xwedî rol, xwedî mîsyon bû. Me ji nêz ve nas dikir, dît. Qederê sê salan li gel me weke fermandarê ewlekariyê bû. Hevalekî ji Botanê, ji Silopiyayê bû. Ji eşîra Zêvkî bû. Û cewherê welatparêziyê û duristiya civaka Botanê temsîl dikir. Bi wêrekiya xwe, bi fedakariya xwe, bi durustiya xwe temsîla vê bû. Me ji nêz ve nas kir ku çi cewher e. Bi rastî di tevahiya dîroka xwe ya di hundirê têkoşîna me de jî di her kêliyê de ev taybetmendiya xwe raber kiriye. Malbat welatparêz e, niha li Mexmûrê ye, ez ji bo malbatê ji bo tevahiya gelê me yê Mexmûrê sersaxiyê dixwazim. Ji bo me bêguman windahiyeke. Lê belê erka li ser me dikeve, em qehremanên wisa di têkoşînê de bidin jiyîn.

Careke din heval Delîl Zagros û Baran Çirav ev herdu heval jî wisa demeke dirêj bi me re tevgeriyan. Erk rakirin, fedakariya wan, durustiya wan, fedaîbûna wan em lê bûne şahid. Bi taybetî hevalê Delîl bi cesareta xwe, jêhatîbûna xwe, aqilê xwe mudaxeleyê ku di demê de kir, planên dijmin ên li ser me yên mezin vala derxist. Eger ku em niha dijîn em bi saya egîdên wisa de, Delîlan de jiyan dikin. Ev hevalna hevalên wisa ne û di têkoşînê de, di dema ku tevgerkirina berxwedana mezin a Girê Amediyê de heval gihîşt şehadetê. Ew fermandarê wir bû. Di warê leşkerî de gelek rol lîst. Egîdê demê bû. Tevahî ciwanên Şax, Wan û eşîra Alan pê serbilind bin ku Egîdek wisan ji nav wan derket.

Hevalê Baran jî wisa bû, ji navçeya Botan Çiravê bû. Bi ruh û sekna xwe fedayîbûna Apogerî temsîl dikir. Ev hevalane, ti caran ji bîr nabin. Cesaret û fedakariya wan, girêdanbûna wan a xeta Apoyî û fedayîbûna wan û ew endamê Hêzên Taybet bû. Rol û mîsyonê girtî, bi cesaret û fedakariyek mezin pêk dianî. Her sê jî ji Botanê bûn. Şax jî Botan e. Wana cewherê civaka Botan di dîroka Botan de, kevneşopiya Egîdî, cesaret û fedakariyê temsîl dikir. Ez bi vê wesîleyê bang li hemû ciwanên Botanê û Serhedê dikim. Şopdarên wan Egîdan bin. Bang li hemû ciwanên Kurdistan ên gelê herêmê dikim ku Egîdên wisan serdemî heqîqeta mezin temsîl dikin. Divê hûn şopdarên bin. Divê yek çawa jiyana xwe bi wate bike, ev nimûneyên wê ne. Lewma divê her ciwanekî ku naxwaze vale jiyan bike, divê şopdarê Yaşar, Delîl û Baranan bin. Banga min ji bo tevahî ciwanan, şopdarên lehengan bin, beşdarî têkoşînê bibin, pêşengiyê ji serhildanan re bikin û beşdarî nav refên gerîla bibin. Beşdarbûna me bi refên gerîla, di sekna welatparêzî û mîlîtaniyê de lûtkeya herî hêja û bi rûmet e. Em bawer dikin ku ev ciwanên wisa di Newrozê de, bi kelecanek mezin dirûşme berz dikirin, ewane hemû ciwanên hêja yên Kurdistanê ne, ew bi rastî dikarin bi her şêwazê rol bilîzin û hêjayî wê yekê ne ku tiştên pîroz pêk bînin. Bîr û baweriya me ji van ciwanan ev e. Li ser vê bîr û baweriyê em vê têkoşînê dimeşînin û îro Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser vî esasî berxwedanek dîrokî dikin.

Hevalên hêja di vê Newrozê de komkujiyek li Efrînê pêk hat. Efrîn 5 sal in her tim kuştin, êşkence, revandin û zilm çêdibin. Heta niha bi sedan mirovên me, bi destê çeteyên girêdayî rejîm Tirk a faşîst hatine şehîdkirin. Herî dawî 4 bira, 4 mirovên me yên welatparêz dema ku agirê pîroz vêdixin, rastî êrîşê tên û têne şehîdkirin û li hinek ji wan tê xistin. Em vê komkujiyê bi tûndî şermezar dikin û ev şehîdên hêja bi bîr tînin. Ji bo malbatê wan û tevahî gelê me yê Efrînê sersaxiyê dixwazin. Ew şehîdên şoreşê ne. Wê doza wan li erdê nemîne.

Car din di 15’ê Adarê de li navçeya Behdînan Dihokê qezayekê helîkopterê çêbû û hat ragihandin ku di bin fermandariya Şervan, 9 endamên QSD’ê ku endamên saziya Taybet a YAT’ê ne, şehîd bûn. Li gorî em dizanin saziyek dijî terorê ye û di şerê li hemberî DAÎŞ’ê de xwe îspat kiribû. Car din ciwanên hêja ên ku wisa perwerde dîtine û bûne pîlot. Em dizanin hîna di wextê Şêx Mehmûd Berzencî û vir ve ji aliyê hêzên hegemon û dagirker ve, bi balafiran bombeyan li ser gelê me dibarînin û îro jî dagirker hema her roj li ser me êrîşên balafiran dike. Di destê gelê me de jî ti amûrên wisa nîn in. Lê niha xuya ye hinek ciwanên Kurd fêrî pîlotiyê bûne û êdî amûrên firinê bi kar tînin, ev cihê kêfxweşiyê ye. Em şehadeta van fermandar û şervanên hêja weke xisarek a tevahî Kurdan dibînin. Em ji bo Fermandariya QSD’ê, malbatên hêja û tevahî gelê me yê Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sersaxiyê dixwazin. Di bûyerek wiha ya qezayê de, windahiyek bi vî rengî ji me hemûyan cihê xemgîniyê ye. Lê dinêrin ku hinek rayedarên Başûrê Kurdistanê, dema qala vê bûyerê dikin; bi zimanekî ne rêzdar, qet xemgîniya xwe nayînin ziman û wisa bi nêzbûnek dijber qal dikin. Pirsgirêka Kurd navxweyî çi dibe bila bibe, divê nêzbûnek wisa, bi taybetî ji bo bûyerên bi êş pêk neyên. Dijberî dibe lê wisa dijminî mirov pê şaş dimîne. Em wan nêzbûnên bêguman rast nabînin. Her Kurdekî ku bi şehadeta şervanên Kurd ne êşe, divê mirov ji Kurdîtiya wî guman bike. Ev xisara gelê Kurd hemû ye. Ev mirovane perwerde dîtine û xwe di şerê li dijî DAÎŞ’ê de îspat kirine, dema diçin rastî ba û bahozê hatine û rêya xwe şaş kirine û wisa ketine. Ev yek cihekî xemgîniye. Divê mirov bi nêzîkatiyek exlaqî û mirovî, divê beriya her tiştî mirov ji ber vê bûyerê xemgîniya xwe bînin ziman.

Em hêvî dikin ku her kesekî Kurd îro di vê serdema girîng bi taybet, li ser heqîqeta rizgarî û azadiya Kurd raweste û ruhê welatparêziyê xurt bike. Ruhê yekîtiya neteweyî geş bike. Li vî esasî em ruhê şehîdan tevahî yên her çar parçeyên Kurdistanê şad bikin û Kurdistanek azad ava bikin. Tişta ji me tê xwestin ev e.

Hevalên hêja; weke tê zanîn sala 2022’an ji têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê saleke mezin a berwedaniyê bû. Di vê salê de berxwedaniya ku pêş ketî, bi taybet li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaniya pêk hatî, planên dijminê me yê qirkirin û dagirkirinê têk bir û ew bê encam hiştin. Bêguman berdêla wê hat dayîn. Gelek destanên lehengiyê hatin avakirin. Lê ji bo gelê Kurd destketiyên mezin jî bi dest xistin û em bi vê yekê, niha dikevin sala nû, sala 2023’an. Sala 2022’an weke salekî girîng derbas bû, diyar e sala 2023’an jî wê salekî girîng û dîrokî be, wê bêhtir sala encamgirtinê be. Ji xwe beşdarbûna gelê me ya Newrozê jî ew yek destnîşan kir. Sala em tê de wê ne salek ji rêzê be. Em li ser vî esasî bi ruhê hefteya lehengiyê, we hevalan hemûyan silav dikim û di sala 2023’an de di sala meşa Rêber Apo ya 51’emîn de, ji bo we hevalan bi dil û can serketinê dixwazin. Car din silav ji bo we hemûyan."