Karayilan: Ebû Ciwan mînaka rêhevaltiya dirûst a bi Rêber Apo bû

Fermandarê Biryargeha NPG’ê Murat Karayilan di peyama xwe de bal kişande ser kesayetiya Ebû Ciwan û ragihand; “Mînakeke giranbuha û rasteqîn jibo welatparêzî û girêdanbûyina axê, welat û azadiyê bû.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Murat Karayilan di yekemîn salvegera wefata welatparêz Şemseddîn Mele Îbrahîm (Ebû Ciwan) ê Hesekeyî ku 13’ê Nîsana 2021’an ji ber şewba koronayê wefat kiribû, bi peyamekê ew bibîr anî.

Peyama Karayilan ya ji malbata Ebû Ciwan re nivîsandî wiha ye:        

“Di serî de ez li ser navê xwe û li ser navê Rêveberiya Tevgera Azadiyê silavên xwe ji malbatê re dişînim û di salvegera yekemîn a wefata welatparêzê hêja Ebû Ciwan de careke din sersaxiyê ji we re dixwazim. Bi rastî koçkirina kesê weke Ebû Ciwan ji nava me wendahiyeke mezine. Ji ber ku Ebû Ciwan yek ji wan kesayetan bû ku di salên destpêkê de dema ku Rêber Apo derbasî vê heremê bû, fikirê Rêbertî nas kir û bawer kir. Ji wê demê ve heta roja koça xwe ya dawî her li ser fikir û ramanên Rêber Apo tekoşîn kir, bê tereddut û bêyî ku xwe bide paş, her tim mînaka rêhevaltiya durust bi Rêber Apo re, her wiha mînakeke giranbuha û rasteqîn jibo welatparêzî û girêdanbûyina axê, welat û azadiyê bû.        

Ez jî hevalê Ebû Ciwan ji nêz de nas dikim û di gelek serdemên hassas de me bi hevûdu re kar û xebat jî meşand. Bi rastî jî jibo xizmeta şoreşê çi erk kete pêşiya hevalê Ebû Ciwan rojekê jî texsîr nekir û xwe neda paş. Ew welatparêzekî zana û ji nêz ve Rêber Apo nas kir, şopand û çû Saha Rêbertî li Akademiya Mahsun Korkmaz li gel Rêber Apo perwerde dît. Li ser vê bingehê li Bajarê Hesekê bû mînaka herî li pêş di welatparêziya xurt û girêdana doza Şoreşa Kurdistanê de. Bi rastî di pêşxistina fikirê welatparêzî di nava gelê Rojavayê Kurdistanê de rola kesayetiyên weke Mihemedê Îsmaîl ê Dêrikê, Yusifê Gulo yê Qamişlo û Ebû Ciwan ê Hesekê rolê van kesan û bi sedan kesên wiha mîna wan pir zêde ye, keda wan daye bê hempa ye. Bi rastî Ebû Ciwan jî yek ji wan kesayetane ku emrê xwe di xizmeta dozê de derbas kiriye, ew şehîdekî kedê ye. Em bawerin ku hûn weke malbat û careke din hemû gelê me yê Hesekê wê bi doza Ebû Ciwan ve girêdayî bin û wê tevlêbûyina xwe ya tekoşînê û şoreşê ji her demê xurtir bikin.      

Ez jî weke hevalekî ji nêz ve hevalê Ebû Ciwan nas dikim, careke din li ser navê tevgera me dibêjim ku ked û xizmeta Ebû Ciwan a di ber şoreşê de nayê ji bîr kirin û hemû jiyan û hewildanên me wê ew be ku em xwedî li vê kedê derbikevin û layiqê bîranînê wan û gelê me bin.

Li ser vî esasî careke din ez sersaxî ji malbatê re dixwazim û em dibêjin serkeftin a gelê meye.”