Karataş: Giştînameya walîtiyê tê wateya binpêkirina makeqanûnê

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê parêzer Mehmet Karataş diyar kir ku giştînameya zozan û çêreyan a walîtiya Colemêrgê tê wateya ‘binpêkirina mafên makeqanûnî û azadiya gerandinê.’

Walîtiya Colemêrgê bi giştînameyê zozan û çêre qedexe kir, ji bo şivan û koçeran şertên nû anîn. Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê parêzer Mehmet Karataş diyar kir ku ev qedexe bandoreke neyînî li ser herêmê dike.

Desthilatdariya AKP û MHP’ê wekî her sal îsal jî li Colemêrg, Wan, Bedlîs, Îdir, Agirî û Şirnexê zozan û çêre qedexe kir û asteng dike ku gundî heywanan xwedî bikin.

Li Colemêrgê gel debara xwe bi xwedîkirin heywanan dike û li gorî giştînameya Walîtiya Colemêrgê divê malbatên koçer û şivanan ên ku wê werin bajêr, ‘sabiqanameyê’ pêşkêş bikin. Biryar hatiye dayîn ku kesên heywanên wan hene û şivan heke alîkariyê bidin ‘endamên rêxistinê’ û kesên sûc kirine, wê nikaribin biçin çêreyan. Walîtiyê 117 cih bi navê ‘Herêma ewlekariyê ya leşkerî ya demdemî’ û ‘Herêma qedexeya ya leşkerî’ îlan kiriye.

Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Wanê parêzer Mehmet Karataş ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku 274 herêm hatine qedexekirin.

Parêzer Mehmet Karataş diyar kir ku giştînameya zozan û çêreyan a walîtiya Colemêrgê tê wateya ‘binpêkirina mafên makeqanûnî û azadiya gerandinê.’

Karataş diyar kir dema ji koçeran sabiqaname û îkametgah tê xwestin, ev tişt di warê qanûnî de tu bingeha wê tune û got “Di dewleta hiqûqê de tiştekî wisa tune.Divê gundî, koçer û cotkar doza betalkirinê vekin. Ligel ku tu bingeheke wê ya hiqûqî tune, kesên derbarê wan lêpirsîn didome jî dema ku wekî şivan werin nîşandan wê werin redkirin. Di heman demê de bi navê ‘şivanê biyan’ jî tê wateya kesên ku ne ji Colemêrgê bin, wekî hemwelatî nayên dîtin. Wekî ku Colemêrg komareke cihê ye. Ji bo kesên ji derveyî welat tên, gotina ‘biyan’ tê gotin. “

Parêzer Karataş diyar kir çûna herêmên leşkerî û ewlekariya taybet qedexe ye û ev tişt li dijî mafê qanûnî û makeqanûnî yê hemwelatiyan e.”