NÛ BÛ

Karasû: Meşa Gemlîkê divê bibe parçeyekî têkoşîna demokrasiyê - NÛ BÛ

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû diyar kir ku meşa Gemlîkê di heman demê de li dijî mêtingerî û faşîzma qirker e û got: “Hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî divê bibin parçeyê vê, ya na mirov bi têkoşîna wan a demokrasiyê bawer nake.”

Karasû destnîşan kir ku hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî divê di nava meşa Gemlîkê de bin û wiha got: “Bê guman dewleta Tirk wê asteng bike, wê hewl bide asteng bike. Desthilatdariyek faşîst e, lê li dijî faşîzmê serî nayê tewandin, têkoşîn tê kirin, berdêl tê dayîn. Bêyî berdêl, ev faşîzm hilnaweşe.”

Mûstafa Karasû krîza darazê ya li Tirkiyeyê weke ku “li cîhanê mîna wê nehatiye dîtin” îfade dike û derbarê krîza darazê ev nirxandin kir: “Ev di rastiyê de krîz û kaosa li Tirkiyeyê nîşa dike. Faşîzm di têkoşîna li hemberî hêzên demokrasiyê û gelê Kurd de ew qas dikeve zehmetiyê ku tê vê rewşê. Sedemê ku dikevin vê rewşê, fikara ku Kurd wê ji mafê herî biçûk ê demokratîk sûd bigirin e. Eger pirsgirêk ne pirsgirêka Kurd bûya, eger polîtîkaya qirkirinê ya li ser Kurdan tê meşandin nebûya, nediketin vê rewşê.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû têkildarî tecrîd, Meşa Gemlîkê, salvegera damezrandina PKK’ê, şerê Îsraîl-Fîlîstînê, krîza makeqanûn û krîza darazê ya li Tirkiyeyê ji Medya Haberê re axivî.

Hevpeyvîna bi Karasû re hatî kirin, bi vî rengî ye:

Tecrîda ku li Îmraliyê tê pêkanîn, bi temamî li ser esasê polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Çawa ku zextek giran li ser gelê Kurd tê kirin, tecrîdeke dijwar tê pêkanîn, tê xwestin ku dengê gel were qutkirin, hewl tê dayîn ku Rêber Apo were bêdengkirin. Li ser vî bingehî jî bi hincetên derew, tecrîd tê pêkanîn. Ji vî alî ve tecrîd bi temamî nîşaneya polîtîkaya li Tirkiyeyê ye. Divê mirov tecrîdê li wir tenê weke tecrîdekî fêm neke. Bi meyzandina li wir, em dikarin polîtîkaya li Tirkiyeyê ya hem li dijî gelê Kurd û hem jî li dijî hêzên demokrasiyê fêm bikin. Ji vî alî ve malbat û parêzer serlêdanê dikin, lê hevdîtin nayê kirin. Ti hinceteke hevdîtinê nîne. Hinceta wê, polîtîkaya qirkirinê ya li dijî gelê Kurd tê meşandin e. Ji ber polîtîkaya qirkirinê, wê Rêbertî were tecrîdkirin, bêdengkirin û bi vî rengî wê polîtîkaya qirkirinê ya li ser gelê Kurd were meşandin. Girêdana AKP’ê ya bi polîtîkaya qirkirinê, polîtîkaya Kurd re eşkere ye, eşkere. Ev ne hevdîtina girtiyekî ji rêzê ya bi malbat û parêzeran re ye. Ev polîtîkayeke li ser Kurd e. Polîtîkaya ku li dijî hêzên demokrasiyê tê meşandin e.

Li dijî vê têkoşînek heye. Ev têkoşîn ji xwe bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo destpê kir. Bi berxwedana “Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin” destpê kir. Ji wê rojê û heta îro hem li dijî komployê û hem jî li dijî tecrîdê têkoşînek tê dayîn. Ev têkoşîn veguherî têkoşîneke hem ji aliyê gelê Kurd ve hem jî ji aliyê hêzên demokrasiyê yên cîhanê ve. Ji ber ku polîtîka û êrîşên li ser Rêber Apo tên meşandin, hem li dijî gelê Kurd û hem jî li dijî mirovahiyê ye. êrîşên ku gef li hemû cîhanê dixwin in.

Di vî warî de îro têkoşîna gelê Kurd gihiştiye asteke navneteweyî. Gelên cîhanê xwedî li Rêbertî derdikevin, hêzên demokrasiyê, rewşenbîr û sosyalîst xwedî lê derdikevin. Ji vî alî ve em dikarin vê bibêjin. Berxwedana Rêber Apo û berxwedana li Tirkiyeyê ya li dijî qirkirin û komployê ya 25 salan, îro têkoşîna li dijî komploya navneteweyî û têkoşîna li dijî tecrîdê anî asteke nû. Anî nuqteyeke gelekî girîng. Ji vî alî ve nuqteya ku em gihiştinê, gelekî girîng e. Têkoşîna li dijî komployê û têkoşîna ku di 10’ê Cotmehê de li cîhanê gel û hêzên demokrasiyê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dimeşînin, di rastiyê de bi eşkere nîşa me dike ku wê têkoşîna gelê Kurd û têkoşîna ji Rêber Apo re azadî di pêşerojê de were çi astê.

TÊKOŞÎNA JI RÊBER APO RE AZADÎ, BÛYE TÊKOŞÎNEKE ÎDEOLOJÎK

Di vê astê de li cihekî ku têkoşîn lê pêş ketiye, ne pêkan e ku êdî Rêber Apo dîl were girtin. Êdî çi bikin, bila bikin nikarin kilîdê li wan deriyan bigirin. Ew derî wê werin vekirin, Rêber Apo wê azad bibe. Helbet ev têkoşîna gelên Tirkiyeyê ye jî. Têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê ye. Ji vî alî ve bi rastî jî em têkoşîna dostên xwe û gelê xwe pîroz dikin. Gaveke gelek girîng avêtin. Hîna jî li gelek deverên cîhanê gel, hêzên demokrasiyê, hêzên azadiyê, jin û ciwan beşdarî kampanyaya ji Rêber Apo re azadî dibin û her tim vê kampanyayê berfireh dikin. Bi vî rengî ne tenê têkoşîna azadkirina Rêber Apo didin; di şexsê Rêber Apo de têkoşîna belavbûna paradîgmaya Rêbertî li tevahî cîhanê û têkoşîna pêşxistina azadiya gelan didin. Ji ber ku hingî ku gelên cîhanê Rêber Apo nas bikin wê hîn zêdetir têkoşîna azadiyê bidin, hîn bi bandortir wê têkoşîna demokrasiyê bidin, hîn bi xurttir wê têkoşîna sosyalîzmê bidin.

Ji vî alî ve têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tê meşandin, êdî bûye têkoşîneke îdeolojîk, têkoşîneke siyasî, têkoşîneke azadiya gelan, têkoşîna rizgariyê ya bindestan, têkoşîna azadiya jinan. Paradîgmaya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatî afirandin, ne tenê têkildarî Kurdan e, têkildarî hemû mirovahiyê ye. Lewma têkoşîna azadkirina Rêber Apo bûye têkoşîneke mirovahiyê.

Ji vî alî ve têkoşîna ku 25 sal in li dijî komploya navneteweyî tê dayîn, têkoşîna li dijî tecrîdê encamên gelekî girîng derxistiye holê. Ti têkoşîna ku heta niha hatî dayîn, vale nebûye.

Têkoşîna azadiyê ya Rêber Apo, bi rastî jî encamên mezin derxist holê. Dibe ku roja îro baş nayê fêmkirin, lê her ku diçe her sal têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo, wê ji aliyê her kesê ve were dîtin ku ji bo afirandina jiyana demokratîk gavekî girîng e. Lewma wê hîn zêdetir xwedî li vê têkoşînê jî were derketin. Sala were wê hîn zêdetir bibe. Li ser vî bingehî ez yên ku kampanya dan destpêkirin, silav dikim; ji wan hemûyan re, ji her kesê ku ji bo vê kampanyayê ked daye serkeftinê dixwazim.

DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ YÊN LI TIRKIYEYÊ JÎ DI NAVA MEŞA GEMLÎKÊ DE BIN

Meşa Gemlîkê girîng e. Ji xwe ji bo gelê Kurd girîngiya wê mezin e. Gelê Kurd xwedî li rêberê xwe derdikeve. Gelekî ku xwedî li rêberê xwe dernekeve, nikare azad bibe. Bêyî Rêbertî, bêyî rêxistinê têkoşîn nayê meşandin. Tevgera me jî û gelê me jî 25 sal in di asta herî bilind de xwedî li Rêbertî derdikevin. Lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî gelekî girîng e. Lewma divê ne tenê Kurd, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî piştgiriyê bidin meşa Gemlîkê. Divê di nava vê meşê de bin.

DIVÊ ASTENGÎ WERIN HILWEŞANDIN

Bêyî ku cihê Rêbertî were fêmkirin, têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê nikare were dayîn. Bêyî ku rastiya Kurd were fêmkirin, têkoşîna demokrasiya Tirkiyeyê nikare were dayîn. Eger mirov xwedî li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û rêberê wê dernekeve, wê li Tirkiyeyê çawa bikare ji bo demokrasiyê têbikoşe? Gelo ma bêyî Kurd demokrasî dibe? Kurd wê werin qirkirin, lê wê li Tirkiyeyê demokrasî pêş bikeve. Ne pêkan e. Divê ciwan û jinên gelê Kurd ji her deverê biçin meşa Gemlîkê. Ji metropolan; ji Stenbolê, ji Bûrsayê, ji Îzmîrê, ji cihên nêz divê tevlîbûna Gemlîkê zêde be. Divê ji her devera Kurdistanê beşdarbûna meşê hebe. Divê teqez astengî werin hilweşandin. Divê gelê Kurd ji bo azadiyê bi biryar û bi israr be.

Em israr û biryardariya gel dibînin. Tê gotin ku em ê ji her deverê bimeşin Gemlîkê. Qada siyasî ya demokratîk û hêzên demokrasiyê xwedî lê derdikevin û dibêjin, em ê bimeşin. Wê demê divê bi rastî jî ev meş bibe parçeyê têkoşîna demokrasiyê.

Niha kilîdek li ser demokrasiyê heye. Bêyî ku ev kilîd were şikandin, wê demokratîkbûn çawa pêş bikeve? Ji meşê, ji xwepêşandan û ji civînê re dibe asteng. Tenê destûrê dide meş û civînên ku ji bo piştevaniya wî tên kirin. Ji vî alî ve meşa Gemlîkê, di heman demê de meşa li dijî mêtingeriya qirker û faşîzmê ye. Berê wê meşek bihata kirin, lê korona hebû, sedemên cuda hebûn; hat taloqkirin. Lê em bawer dikin wê vê carê xwedî li Rêbertî were derketin. Bi taybetî ev qasî ku kampanya li cîhanê pêş ketiye, divê meşa Gemlîkê jî weke parçeyekî vê kampanyayê were nirxandin. Bê guman dewleta Tirk wê asteng bike, hewl bide asteng bike. Desthilatdariyek faşîst e, lê serî li hemberî faşîzmê nayê tewandin, têkoşîn tê kirin, berdêl tê dayîn. Bêyî ku berdêl were dayîn, ev faşîzm hilnaweşe. Yanî em nikarin teslîm bibin. Teslîmbûna vê faşîzmê tê wateya tunebûna Kurd. Em bawer dikin ku ciwan wê xwedî li Rêbertî derkevin û bi rengekî xurt beşdarî vê meşê bibin. Helbet divê hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê jî bibin parçeyekî vê. Eger ev qasî bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê re eleqeder nebin, wê demê bawerî bi têkoşîna demokrasiyê ya ku ew li Tirkiyeyê didin, nayê. Ev têkoşîna kesên bêyî eleqeder, ne têkoşîna demokrasiyê ye. Civakê dixapînin. Ji vî alî ve ez bang hem li gelê Kurd hem jî dostên wê, hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikim ku bi rengekî xurt tevlî vê meşê bibin.

PKK TIMÎ BI RASTIYA RÊBER APO HAT NASANDIN

Em nêzî salvegera damezrandina PKK’ê; 27’ê Mijdarê dibin. Bi vê wesîleyê em cejna partiyê ya Rêber Apo û gelê me, cejna damezrandinê pîroz dikin. Em Rêber Apo bi rêzdarî silav dikin ku partiya me aniye van rojan û şehîdan jî bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin. Afirênerê vê partiyê Rêber Apo ye. Rêbertî ji ti kesê rêxistin negirt, derfetek negirt. Tenê ji xwe bawer kir û dît ku gelê Kurd di bin mêtingeriyê de ye. Rêber Apo got, “Kurdistan mêtingeh e.” Lê li gel vê ev jî got, “Tê xwestin ku Kurdistan bibe qada belavbûna Tirkîtiyê.” Yanî got, tê xwestin ku Kurd werin tunekirin. Bi vê hestê têkoşîn da destpêkirin. Em hemû tevlî Rêber Apo bûn. Tevlî fikrê wî bûn. Dema ku kes tevlî Rêber Apo dibûn, di heman demê de tevlî fikir, tarz, rêveberî û uslubê wî dibûn. Ev gelekî girîng e. Têkîliyên destpêkê bi vî rengî destpê dikin. Ev avabûn karê îrade, sekin û kesayet e. Ji vî alî ve partiya me PKK timî bi Rêber Apo re hat bîranîn. Bi rastiya Rêber Apo hat nasandin. Ji ber ku Rêber Apo nûneriya vî fikrî kir û ji ber ku weke gotin û fikra xwe têkoşîn kir, kom li dora wî hatin ba hev. Ji wê rojê heta îro jî mezin bû û hat van rojan. Ji vî alî ve helbet bêyî Rêbertî PKK nayê nasandin. Bêyî Rêbertî PKK nayê fêmkirin. Ji vî alî ve PKK partiyeke rêbertî ye, rastiyeke rêbertî ye. Ji vî alî ve di navbera PKK û Rêbertî de girêdaneke wiha heye û ev girêdan gelekî xurt e. Ji vî alî ve ne pêkan e ku mirov PKK’ê ber bi aliyên cuda ve bibe. Partî û rêxistinên cur be cur hene; bi demê re parçe bûn, ber bi aliyên cuda ve hatin birin. Lê ne pêkan e ku bi vî rengî li PKK’ê were kirin. Ji ber ku PKK ji avabûna xwe û vir ve, bi kesayet-nasname û ruhê Rêbertî şikil girtiye.

HAVÊYNÊ RÊBERTÎ DI RUHÊ VÎ GELÎ DE HEYE

Ji vî alî ve Rêber Apo îro gihiştiye gel, belavî hemû cîhanê bûye û tevî ku komployê gelekî hewldan kir, lê nekarî Rêbertî ji gel qut bike. Rastiya gel a ku ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin, îro li ber xwe dide. Ji ber di ruh û sekna vî gelî de Rêbertî heye, bandora Rêbertî heye, havêynê Rêbertî heye. Ji vî alî ve gelê me tevî hemû zextan li ser piyan dimîne û wê bimîne jî. Niha paradîgmaya Rêbertî belavî hemû cîhanê bûye. Ew dikarin bi her cure êrîşî PKK’ê bikin, dikarin derbe jî li PKK’ê bixin, lê ew ruh, sekin, xet û îdîaya têkoşînê ti carî naşikê, ne pêkan e ku were şikandin.

DI TÊKOŞÎNA AZADIYA KURD DE, SOSYALÎZM HEM TERCÎH HEM JÎ MECBÛRIYEK E

Dema ku Rêber Apo dest bi vê têkoşînê kir, helbet weke sosyalîst despê kir. Dema ku Rêber Apo dest bi têkoşîna azadiya gelê Kurd kir, weke rêberekî sosyalîst destpê kir û di rastiya Kurd de ev yek dît. Di têkoşîna azadiya gelê Kurd de, sosyalîzm hem tercîh hem jî mecbûriyek e. Di rastiya Kurd de bêyî sosyalîst, têkoşîna azdiyê nayê pêşxistin. Di rastiya Kurd de weke netewperest ne pêkan e ku bi îdeolojiyên cuda li Kurdistanê têkoşîna azadiyê were pêşxistin. Kurdistan hatiye çar parçekirin. Herêma ku hêzên navneteweyî lê desthilatdarin. Hêzên hevkar gelekî zêde ne. Li Rojhilata Navîn meşandina têkoşîna azadiya gelekî, ne hêsan e. Mirov bi zanebûna sosyalîst, bi xwişk û biratiya gelan û bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn dikare vê têkoşîna azadiyê pêş bixe û qezenc bike. Têkoşîna sosyalîst a ji derveyî vê û hemû nêzîkatiyên ji derveyî fikrê civakî ji bo Kurdan xefik e.

RÊBERTÎ DI DÎROKA CÎHANÊ DE CIVAKPARÊZÊ HERÎ MEZIN E

Di salên 1990’î de dema ku sosyalîzma reel hilweşiya û Sovyet belav bûn, Rêber Apo got, “Israra di sosyalîzmê de, israra di mirovbûnê de ye.” Ji ber ku me di sosyalîzmê de israr kir û têkoşîna azadiyê ya vî gelî da. Bi fikrekî cuda têkoşîn kirin, wê em bi qirkirinê re rû bi rû anîba. Dema ku komplo li dijî Rêbertî pêk hat, sedemê rast ê vê komployê fêm kir û komplo weke navneteweyî dît, weke encameke sîstema kapîtalîst, hêzên berjwendîparêz dît. Rêber Apo li Îmraliyê hîn zêdetir li ser sosyalîzmê lêhêrbûn kir. Ev yek dît; sosyalîzm ji bo mirovahiyê rêya rizgariyê ye. Yanî heta ku mirov nebe civakparêz, nikare bibe mirov. Rêbertî di dîroka cîhanê de civakparêzê herî mezin e.

WEZÎFEYA ME EW E KU EM FIKRÊN RÊBER APO LI CÎHANÊ BI HER KESÊ BIDIN NASÎN

Bêyî azadiya jinê jî sosyalîzm pêk nayê. Ji vî alî ve îro Rêber Apo ji sosyalîzmê re pêşengiyê dike. Ji vî alî ve wezîfeya herî bingehîn a dikeve ser milê me, ew e ku em fikrên Rêber Apo li cîhanê bi her kesê bidin nasîn û belav bikin. Ev wezîfeyeke girîng e. Ev wezîfeya me ya pêşengiyê ye. Li ser vî bingehî paradîgmaya Rêber Apo ya azadiya jinê, ekolojîk û civaka demokratîk wê li cîhanê were belavkirin.

BI ŞERÊ TÎM ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK TÊN SEKINANDIN

Weke ku tê zanîn ji Sibata 2011’an ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî mezin tê kirin. Dewleta Tirk hemû derfetên xwe yên şer; artêş, hêza xwe ya madî, hêza xwe ya navneteweyî, hevkarên xwe yên herêmî, Kurdên hevkar bi kar anî û tevî ku ji wê rojê ve hewl dide, encam negirtiye. Ev qas şerekî dirêj dimeşîne, lê ti encamek negirtiye. Erê, ketiye hinek giran, lê nikare li araziyê serwer bibe. Ji ber tunel hene ku bi salane hevalan bi kedek mezin ava kirine. Ev tunel bi kedeke mezin hatine çêkirin. Gerîla li aliyekî şer dike, li aliyekî jî bi salane tunelan çêdike. Bi şerê tîmên bi tevger bersiva êrîşên dewleta Tirk dide. Ev hêzeke gelekî girîng a berxwedanê ye, tarzê berxwedanê ye. Îcar li Xezeyê tê gotin, şerê tunelan tê meşandin.

Di rojên borî de hevalê Cemal jî diyar kir. Gelê Kurd ji xwe 3 sal in li dijî dewleta Tirk şerekî wiha dimeşîne. Ti kes nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî nade. Niha li cîhanê nerazîbûn hene. Îsraîl tê teşhîrkirin. Ev qas êrîş hene lê hêzên navneteweyî, saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî deng dernexistin.

Bombeyên ku balafirên şer ên Tirk avêtine… Niha dibêjin (Îsraîl) bombeya ku qasî hêza du bombeyên atomê avêtiye; dewleta Tirk bombeya 10 qatî wê avêtiye Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev (Şerê Îsraîl-Hamasê) mehek e didome. 3 sal in her roj Herêmên Parastinê yên Medyayê tên bombebarankirin. Lê tevî vê yekê jî berxwedaneke mezin tê dayîn. Bi şerê tîm êrîşên dewleta Tirk tên sekinandin.

Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe dide. Li her deverê gel jî li ber xwe dide. Li Tirkiyeyê li hemû deveran, berxwedaneke girîng heye. Dîsa li Serhedê di demek nêz de çalakiyên girîng çêbûn. Dewleta Tirk tevî hemû êrîşan nikare encam bigire. Bi dehan sal in, şerekî qirêj dimeşîne û hêzên navneteweyî piştgiriyê dide. Ewropa piştgiriyê dide. DYE piştgiriyê dide. NATO piştgiriyê dide. NATO her roj digot, em mafê xweparastinê yê Tirkiyeyê fêm dikin.

Vê têkoşînê rastiyeke gel afirand. Ruhekî berxwedanê afirand. Rastiyeke civakê afirand. Ji vî alî ve destkeftiyên mezin ên vê berxwedanê hene. Destkeftiya herî mezin jî ji xwe berxwedan bi xwe ye. Têkoşîna me ya azadiyê wê teqez polîtîkayên dewleta Tirk pûç bike. Li ser bingehê azadiya gelê Kurd, wê demokratîkbûna Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn jî pêk were.

BANGA HEM LI PKK'Ê HEM JÎ LI PDK'Ê, TÊ WATEYA NORMALÎZEKIRINA KIRYARÊN PDK'Ê

Ti wateya wê nîne ku mirov bibêje PDK wiha dike, bi vî rengî dike. Evane bi belgeyên zelal hatine eşkerekirin. Ji vî alî ve helwest lazim e. Yanî helwesta rewşenbîrên demokratîk a gelê Kurd lazim e. Divê em xumamî nekin. Îcar, dibêjin banga hem li PKK’ê hem jî li PDK’ê. Ev yek tê wateya normalîzekirina kiryarên PDK’ê. Divê mirov ji vê yekê dûr bikeve. Ji wî alî ve bi rastî jî zêde nirxandin, têrê nake.

PDK ji xwe her cure alîkariyê dide dewleta Tirk. Berê jî li wan deran têkîliyên wê bi dewleta Tirk re hebû. Niha derfetên nû ji bo dewleta Tirk diafirîne. PDK li wir ketiye tevgerê da ku dewleta Tirk li herêmê serwer bibe. Ji vî alî divê êdî mirov ji vê yekê re bibêje bes e. Yê ku ji vê re nebêje bes e… Berê me gelek caran diyar kir; dema ku diçe îdamê gotinek wî heye; bila ev ji me re bibe ders. Ez vê yekê ji bo hemû partiyên siyasî yên Kurd dibêjim, ji bo rewşenbîr û hunermendan dibêjim. Eger îro ji PDK’ê re nebêjin raweste, wê kengê bibêjin? Eger têkîliyeke bi vî rengî, tişteke bi vî rengî partiyeke din kiriba, wê çi bihata kirin? Helwesteke çawa wê hatiba raberkirin?

Roja borî dijminekî PKK’ê, kesekî ku ji dervey dijminahiya PKK’ê tiştek din nizane çûye Îngilistanê civîn kiriye. Gotiye ku PYD’ê şoreşa Rojava dizî ye. Hey bêşerm! Ji kî/ê dizî ye? Gel ketiye tevgerê, Kurd herêmên xwe kontrol dikin, piştre li dijî DAÎŞ’ê têkoşîn kirine, li deverên berfirehtir bi bandor bûye. PDK’iyek rabûye dibêje, PYD’ê şoreşa Rojava dizî ye û li ser vê yekê jî dibêje êrîşên dewleta Tirk rewa ne. Ev yek rastiyê datîne holê. Lewma ez naxwazim li ser vê yekê zêde tiştekî diyar bikim.

ERDOGAN DOZA FÎLÎSTÎNÊ DINIXUMÎNE

Bi rastî jî şer bi rengekî pir qirêj tê meşandin. Erê, kiryarên Hamasê nayên qebûlkirin, lê tişta ku Îsraîl niha dike, bi rastî jî dermirovî ye. Bêyî ku bibêje jin, zarok û kal her deverê xera dike. Ev nayê qebûlkirin. Helbet divê mirov li dijî vê yekê bisekine. Yên ku di sûcên dermirovî de ne bi sicîl, dikarin bi rengekî rast li dijî vê rabin. Mînak, dewleta Tirk hewl dide xwe weke alîgirê Fîlîstîniyan nîşan bide. Ji xwe xwedî li Hamasê jî derdikeve. Helbet divê mirov li dijî van êrîşên li ser Fîlîstîniyan rabe. Lê xwedî derketina dewleta Tirk a li Fîlîstîniyan, xwedî derketina Fîlîstîniyan a li têkoşîna wan lewaz dike. Piştevaniya têkoşîna Fîlîstîniyan nake. Ji ber ku faşîstek, qirkerek xwe weke alîgirê Fîlîstîniyan nîşa dide. Gelo gelekî ku mîna Fîlîstînê têkoşîneke bi maf raber dike, dikare bibe parçeyekî desthilatdariya faşîst? Dikare li gel hev bisekinin? Di berxwedana Rêveberiya Xweser de çi kir? Hemû bajar hilneweşandin? Gelo mirov zindî zindî di bodrûman de neşewitand? Jin li kolanan nekuştin? Zarok ne kuştin? Cenazeyên zarokên hatine kuştin, di dolabên qeşayê de hatin veşartin. Niha kesekî wiha, diçe xwedî li Fîlîstîniyan derdikeve. Ya ma nabêjin, tu jî heman tiştî dikî. Ev ne xwedî derketina li Fîlîstîniyan e, ev nixumandina doza Fîlîstînê ye. Herhal Îsraîliyan rojekî negotiye, “Zarok jî be, jin jî be em ê tişta pêwîst bikin”. Helbet zarokan jî, jinan jî dikujin. Lê Erdogan çi gotiye? Beriya çend salan gotibû, “Jin jî be, zarok jî be em ê tişta pêwîst bikin”. Hem jî bi hêrseke mezin. Piştre jin jî, zarok jî kuştin. Bi sedan, bi hezaran sivîl hatin qetilkirin.

Ji vî alî ve helbet divê ev rastiya desthilatdariya AKP’ê baş were teşhîrkirin. Diçe diaxive, doza Fîlîstînê diparêze. Te li Rojava çi kir? Te Efrîn dagir kir. 500 sivîl şehîd bûn. Ew qas şervan jî şehîd bûn, xwe ji bajêr vekişandin. Eger ne vekişayaban, wê dewleta Tirk jî hemû Efrîn bi erdê re bikira yek. Ev teqez e yanî. Ji vî alî ve divê bi rastî jî rastiya AKP’ê baş were teşhîrkirin. Ji xwe Îsraîl dibêje, “Tu çi diaxivî? Tu bi xwe dikî”. Îsraîl dikare vê yekê ji hin kesên din re bibêje? Gelo ji vî alî ve xwedî derketina yên qirêj û bêrû li Fîlîstiniyan, xwedîderketineke rast e? Erê, gelên cîhanê xwedî lê derdikevin. Hêzên demokrasiyê xwedî lê derdikevin, lê xwedî derketina AKP’ê ne ji bo parastina gelekî, ewlehiya can û azadiyê ye. Di rastiyê de bi vê kiryara xwe dixwaze ji hêzên cur be cur ên Ereb ên li Rojhilata Navîn piştgiriyê bigire û li Rojava, Rojhilava Navîn Kurdan qir bike. Ji bo ku hemû Kurdan qir bike, vê yekê dike. Bila her kes vê yekê bizane. Ew bi xwe jî wê li Rojava her cure êrîşê bike, piştre wê derkeve û bibêje, wan kir, ez jî dikim.

Desthilatdariya AKP, dewleta Tirk rastiya şerekî qirêj a bi vî rengî ye. Bawerî bi yek gotina wê nayê kirin. Ne ji bo parastina gelan û parastina nirxên mirovî ye. Bi temamî ji bo ku berjewendiyên polîtîk bi dest bixe û li ser wê esasê li ser Kurdan û hêzên demokrasiyê zextê bike.

Ev Wezîrê Karên Hundir (Alî Yerlîkaya) ev 5–6 meh in li ser kar e. Bîst hezar operasyon kirine. Di nav van operasyonan de şerê li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê tune ye. Ew operasyon in ku ji aliyê polîs û cendirmeyan ve hatine kirinû  ji sedî 98’ê wan operasyonan li ser HDP’yiyan, ciwan û jinan in. Zext li gundiyan kirine.

Tişta ecêb jî ew e ku 20 hezar operasyon tên kirin û roja din dibeje: ‘’Me dawiya terorê anî.’’ Çawa te dawî lê aniye û di 5–6 mehan de 20 hezar operasyonan pêk tînî? Suleyman Soylu polîsê xirab bû ev Alî Yerlîkaya bûye polîsê baş. Ev qas xwenîşandana Alî Yerlîkayayî ji bo veşartina çetebûnê ye. Ji bo zextên li ser Hêzên demokrasî û Gelê Kurd veşêre wiha hate plankirin. Hin hêzên mixalîf jî ji vê yekê re bûn alet. Hewce ye mirov vê yekê wisa bibîne. Dewleta Tirk dewleteke şerê taybet e. Her tiştên ku dikin ji ber şerê taybet e. Şerê taybet tê wateya xapandina civak, cîhan û berevajîkirina  rastiyan. Vêca niha Dayikên Şemiyê serbest hiştine. Baş e heya niha kî dibû asteng? Erdogan dibû asteng. Bi telîmata Erdogan daketina Dayikên Şemiyê ya ji qadan re hatibû astengkirin. Erdoganî gotiye: ‘’Êdî em pir eşkere dibin, zêde jî ne girîng e, destûrê bidin wan.’’  Helbet di vê yekê de tekoşîna Dayikên Şemiyê jî heye. Çimkî gava ku biisrar dibin  teşhîr dibin. Ew qas teşhîr bûn ku êdî wê bidomînin, nikarin hin zextên din veşêrin.

Baş e çima ev qas bi ser Dayikên Şemiyê de çûn? Ji wan re qedexe kirin. Peyama xwe dan.    Li hemberî Gelê Kurd û Hêzên Demokrasiyê ew qas polîtîkayên şer meşandin, em dev ji hin çalakiyên din berdin, em destûrê nadin yên herî masûmane jî.  Gotin em dê çalakiya herî masûmane jî biçewisînin. Bi vî awayî li ser civakê zexteke pêxîmker û tirsek ava kirin. Lê binêre em li wan jî dikin, em dê çi li we nekin. Bi vî awayî ji bo civakê bitirsînin, ji tekoşînê dûr bixin ev yek kirin. Niha dîtîn ku zêde teşhîr bûn, ketine vê rewşê.

GER HÊZÊN ÇEPGIR ŞERÊ TAYBET FÊM NEKIN WÊ BIKEVIN LI DÛ WÊ 

Bi min divê kes bi vê lîstika şerê taybet neyê xapandin. Ev mixalefet guliyê binê pê xwe dibire. Bi vî awayî êrîşên ku li wan tên kirin jî nornmalîze dikin. Jixwe me bihîst ku zilamî li ser televîzyonê çi got. Gerînendetiya Ewlekariyê a Enqereyê girêdayî kî ye? Girêdayî Alî Yerlîkayayê ku gotiye wekî 15 Tîrmehê serhildan pêk were em dê bikujin. Aha Alî Yerlîkaya ev e. Bi vî awayî pirsgirêka ku gelo em ji çeteyan re bikin tune ye. Ger dê tiştek li çeteyan were kirin hewce ye bi Suleyman Soylu were destpêkirin. Wê demê wan destûr daye.

Hêzên Çepgir û Demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bêyî kui şerê taybet ê Dewleta Tirk fêm nekin nikarin li hemberî faşîzmê têbikoşin. Hewce ye şerê taybet fêm bikin.di vê mijarê de ji bo ku PKK’yê ev yek fêm kiriye nayê xapandin, bi awayekî serkeftî tekoşîna xwe bi rê ve dibe û li ser piyan dimîne. Nexwe ger şerê taybet neyê fêmkirin dê bikevin li dû wê û werin xapandin,  bi kesên ketinê vê xefikê   re jî tekoşîneka baş nayê dayîn.

WÊ DESTÛREKE BINGEHÎN A XIRABTIR ÇÊBIKIN

Dadgeha Destûra Bingehîn biryarekê dide, Dadgeha Bilind wê biryarê binpê dike. Hewce ye binpê neke. Ji Dadgeha Destûra Bingehîn re 100 biryar tên, ji van du sêyan qebûl nake. Nexwe dê Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi temamî bibe parçeyekî desthilata faşîst û dê wisa were zanîn. Ji bo ku wisaa neyê zanîn di du sê rewşan de îtirazê dike. Lê belê di heman rojê maddeyeka xirabtir ku civatê teşwîq dike, propagandayê wekî sûç qebûl dike, tesdîq kir. Hem jî tiştekî gelekî guhêrbar e. Bi wê madeyê  dikarin her kesî bi rehetî bigirin û bixin girtîgehê, dadgeheke wisa ye.

Lê belê Dadgeha Destûra Bingehîn, biryara derbarê Can Atalay ê Parlementerê TÎP’ê de betal kir. Yanî xwest ku azad bimîne. Li hemberî vê yekê Dadgeha Bilind helwesteka pir dijwar nîşan da ku Dadgeha Destûra Bingehîn sûcdar kir û xwest endamên wê werin darizandin. Tiştekî ecêb û nedîtî ye. A  rastî ev yek krîz û kaosa li Tirkiyeyê nîşan dide. Faşîzm di tekoşîna li hemberî hêzên demokrasiyê û Gelê Kurd de ew qas tengav dibe ku dikeve vê rewşê. Ger li hemberî vê tekoşînê tengav nebûba, helwesteke wiha nîşan nedidan. Lê belê em jî dizanin. Li dibistanê mamosteyê me yê dersa makeqanûnê Mumtaz Soysal bû û ew li Tirkiyeyê kesayetekî girîng e. Wekî prefesorê makeqanûnê dihat zanîn. Di dersên wan de biryarên ku Dadgeha Destûra Bingehîn bidin diyar in. Dihat gotin ku hewce ye her kes jê rîayet bike. Erê bila niha lê binêrin. Li Tirkiyeyê çend zanîngeh hene? nizanim 100 heb beşên hiqûq û zanistên siyasalê hene.  Dersên makeqanûnê çawa tên dayîn? Zabit û notên van dersan hene.

Hemû profesoran ev yek gotiye: ‘’Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn teqez in.’’ Bi awayekî ecêb niha dibêjin: ‘’Na ne teqez in, birayarên  Dadgeha Destûra Bingehîn ne teqez in.’’ Dewlet ketiye rewşeke wiha. Niha Erdogan radibe û dibêje: ‘’Makeqanûn hev nagire, hewceyî bi makeqanûneke nû heye.’’ Ya tu ya xirab dibînî jî tedbîq nakî. Yanî bes ne di vê mijarê de, di hin mijarên din de jî madeyên makeqanûna ku tu xirab û kêm dibînî tedbîq nakî. A rastî çi ye? Dê makeqanûneke xirabtir çêbikin. Dê wiha bikin:  dema ku AKP hate desthilatdariyê ji bo ku nîşan bide xwe hinekî nêzîkî Yekitiya Ewrûpayê û xwe demokratîk nîşan bide tundiya hin yasayan kêm kir. Niha her hal dê dê wan yasayan dubare tundtir û xirabtir bike. Dema ku qala makeqanûna nû dikin em dizanin ku dê makeqanûneka ji ya berê demokratîktir û azadtir çênekin. Dê ne ji makeqanûneke ya  1961’ê ne jî yên din azadtir çêbike 

TIRSA WÊ KURD JÊ ÎSTÎFADE BIKIN

Bi vî awayî bi rastî jî, rewşeke pir ecêb derket holê. A rastî ev yek jî têrê dike ku mirov bibîne bê ka krîza li Tirkiyeyê çi ye. Ev dîsa bu tekoşîna hêzên demokrasî û Gelê Kurd re têkildar e. Sedema ketina wan a vê rewşê  tirsa di mefekî herî biçûk de jî îstîfadekirina Kurdan e. Ger  pirsgirêk ne Pirsa Kurd bûna, polîtiya qirqirina ku li ser Kurdan tê birêvebirin nebûna, nediketin vê rewşê. 

Hêzên Demokrasiyê yên li Tirkiyeyê fêm nakin. Li Tirkiyeyê  ji ber tirsa ku dê  Kurd  jê îstîfade bikin hemû xalên demokrasiyê tên binpêkirin û hewl didin ji holê rakin. Çimkî dibêje, ger bibe dê Kurd jê îstîfade bikin. Jixwe gotine: ‘’ Ma Duran Kalkan bibe parlementer dê çi bibe? Were bibe parlementer dê çi bibe? Ger were dê Duran Kalkan çawa bibe parlementer? Ma dê Desteya Hilbijartinê ya Bilind destûrê bide.’’ Ma wisa ye? Di nava helwesteka ku ew qas civakê û dinyayê dixapînin de ne. Bi rastî jî êdî nizanin bê ka dê çi bikin. Lê min got ya: ‘’Sedemên wê nabînin.’’ Ev yek helbet pir girîng e û hewce ye van sedeman bibînin û pê bihesin. Çima wisa dikin? Çima Osman Kavalayî bernadin? Çimkî tiştekî baş çêbibe dê Kurd jê îstîfade bikin. Ji bo ku Kurd jê îstîfade nekin wiha dikin. Dayikên Şemiyê jî  ev qas di bin tehdeyê de hiştin. Lê ger em van nîşan bidin, dê Kurd li cihekî din jê îstîfade bikin. Ji ber vê yekê kî dixwaze ji bo demokrasî û azadiyê têbikoşe hewce ye vê rastiyê bibîne, bi gelê Kurd re bikeve nava têkoşîna demokrasiyê. Heya ku bi Gelê Kurd re tekoşîna ji bo demokrasiyê geş neke,  tu kes nabe demokrat û nikare ji bo demokrasiyê têbikoşê, dê xwe bixapîneû  encamê jê nastîne.  Çimkî heya ku Pirsa Kurd neyê çareserkirin û polîtîkayên qirkirinê ên li ser wan tên ferzkirin dewam bikin, ev dîktatoriya zext û tundê jî dê dewam bike. Çimkî ji ber tirsa ku dê Kurd jê îstîfade bikin dê her cure zextê bikin û her cure polîtîkayên antîdemokratîk jî bixin dewrê. Bi rastî jî hewce ye ev rastî bê zanîn. Em gelek caran dubare dikin û girîngiya vê yekê tînin ziman.  Ji ber vê yekê hewce ye her kes  bi awayekî baş rastiyên  faşîzma derketî holê  û ev rewşa ecêb fêm bike û bibîne.