Karasû: Li dijî mejiyê qirker ji bilî berxwedanê rêyek din nîne

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, di salvegera 7'an a Komkujiya Roboskî de got, "Ji bilî berxwedanê rêyeke din a li dijî mejiyê qirker nîne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû Komkujiya Roboskî û bûyerên piştî wê qewimîn bi bîr xist û got, "Erdogan û AKP ji bo nîşan bidin ku dijminê Kurdan e, gelo divê hîn çi bike?" Karasû banga têkoşînê li Kurdan kir.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê, bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî ji ANF'ê re axivî. Karasû diyar kir ku komkujî bi zanebûn hatiye kirin û rayedarên Tirk jî li vê yekê mikur hatine. Karasû got, "Bi xwe dibêjin, qaşo 'di nav de PKK'yiyek hebû!' Yanî ji bo kuştina PKK'yiyekî dikarin 34 zarokan jî bikujin, dikarin 34 hezar kesî jî bikujin. Ev yek mikurhatina li sûcê xwe ye."

NÊZÎKATIYA LI KURDAN E

Karasû diyar kir, ev yek nêzîkatiya dewleta Tirk a li Kurdan e û bi bîr xist, salên 2015-2106'an di dema berxwedana xwerêveberiyê de jin-zarok bi sedan sivîl hatin kuştin. Karasû ragihand, Komkujiya Roboskî encama polîtîkaya şer a rejîma Erdogan e û bal kişand ser nîqaşên li ser plana tasfiyeyê ya bi navê 'modela Srî Lankayê' ku AKP'ê wê wextê bi Fethûllahiyan ji bo qirkirina Kurdan dixwest pêk bîne.

ERDOGAN BI XWE FERMAN DA

Karasû diyar kir, fermana komkujiyê ji aliyê Erdogan bi xwe ve hatiye dayin û anî ziman, fermandarê qereqolekê nikare biryara kuştina ewqas mirovî bide. Karasû bi bîr xist ku Erdogan kujer pîroz kiriye û got, "Eger ew bi xwe ne di nav de bûya, wê bi awayekî vekirî xwedî li kuştina zarokan derneketibûya."

Karasû ragihand, Erdogan ji bo ji ber sûcên xwe yên giran neyê darizandin dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne û işaret bi Komkujiya Roboskî, komkujiyên dema berxwedana xwerêveberiyê û têkiliya wî ya bi DAÎŞ'ê re kir.

FERHAT ENCU CEZA DIKIN

Di dewama axaftina xwe de Karasû bal kişand ser bêhiqûqiya piştî komkujiya Roboskî hate kirin û girtina Parlamenterê HDP'ê yê ji Roboskî Ferhat Encu û got, "Sedema herî mezin a girtina wî ew e, ku li dijî Komkujiya Roboskî helwest nîşan da, li her derê timî teşhîr kir û nîşan da ku Erdogan di vê mijarê de sûcdar e."

GELO DIVÊ ERDOGAN HÎN ÇI BIKE KU NÎŞAN BIDE EW DIJMINÊ KURDAN E?

Karasû diyar kir, divê êdî helwesteke zelal li dijî desthilatdariya AKP'ê bê nîşandan û ev pirs kir: "Ji bo Erdogan, AKP nîşan bidin ku ew dijminê Kurdan e, gelo divê hîn çi bike?" Karasû got, "Piştî ewqas komkujiyan, eger hîn jî hinek Kurd dengê xwe didin AKP'ê û di nava AKP'ê de cih digirin, ev yek xiyaneta li nasname, li gelê xwe ye."

KURD NEÇAR IN LI BER XWE BIDIN

Karasû da zanîn, gefên ji bo dagirkirina Rojava, êrîşên li ser Mexmûr û Şengalê û zîhniyeta ku li Roboskî komkujî kir, heman mejî ye û wiha dewam kir: "Divê gel, jin û ciwanên Kurd rastiya Erdogan, rastiya qirker û dijminatiya wan a li Kurdan bibînin û bi vê bîr û baweriyê têbikoşin. Eger Kurd naxwazin bên qirkirin, naxwazin ji holê werin rakirin tenê rêyek li ber wan e; ew jî berxwedan e. Ji bilî berxwedanê ti derfeteke xwe nîne ku hebûna xwe biparêzin."

KURD MAFDAR IN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, Kurd xurt in û got, "Muqayeseya hêzê bi hejmara leşkeran, bi teknîkê û bi pere nabe. Hêz beriya her tiştî bi mafdariyê, bi rewatiyê, bi nirxên moralê dibe. Dijmin ne xurt e. Eger têkoşîn bê kirin, emrê dijmin wê kin be. Ji ber vê yekê hem li derve, hem jî li hundir zextê dike. Ev yek ji ber qelsiya dijmin e (...) Divê hêzên demokrasiyê û gelê Kurd vê rastiyê bibînin. Roj roja têkoşînê ye."