Karasû: Gefa li Qendîlê tê xwarin propaganda ji bo hilbijartinê ye

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di gotara xwe de ya li rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê gefên rejîma AKP-MHP'ê yên li dijî Qendîlê nirxand.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, tifaqa faşîst a AKP'ê ev sê sal in bi hemû derfetên xwe êrîşî tevgera azadiyê û gelê Kurd dike, lê dike nake nikare encamekê bi dest bixe û ew bi xwe hatiye ber hilweşînê.

Karasû diyar kir, di sala 2018'an de desthilatdariya AKP-MHP'ê hem li hundir hem jî li derve gelekî qels bûye û anî ziman, êrîşa li ser Efrînê tevî ku ji bo mayina li ser desthilatdariyê hate kirin jî, destekeke civakî ya têrker ji bo AKP'ê neafirandiye.

Mûstafa Karasû da xuyakirin ku li gel hemû êrîşên xwe jî tifaqa AKP-MHP'ê li ber ketina ji desthilatdariyê ye û ji bo pêşî li vê yekê bigire jî, xwe li polîtîkaya geşkirina şovenîzmê girtiye.

BIRYAREKE NÛ LI SER MINBICÊ NÎNE, MINBIC JI XWE JI ALIYÊ MINBICIYAN VE TÊ BIRÊVEBIRIN

Karasû ragihand, hevdîtina Wezîrê Karên Derve yê Tirk û Wezîrê Karên Derve yê DYA bi vê armancê gelekî hatiye nepixandin û got, "Halbûkî li ser mijara Minbicê tiştekî nû nîne. Peymana ku berî şerê Minbicê hatibû amadekirin, ji nû ve hatiye erêkirin. Ew biryar jî bi vî rengî ye: Piştî ku DAÎŞ ji Minbicê hate derxistin wê Minbic ji aliyê Minbiciyan ve bê birêvebirin; Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wê bi erka parastina Minbicê rabe. Ji xwe ya ku niha li Minbicê heye, ev e. Minbic ji aliyê Minbiciyan ve tê birêvebirin. Meclîsa Leşkerî ya Minbicê parastina wê dike. Dewleta Tirk aciz e, ji ber ku Minbiciyên Minbicê bi rê ve dibin, ne xwedî mejiyê çeteyên wan e. Minbiciyan sîstemeke demokratîk ku xwe naspêre neteweperestiya olî, hemû etnîk û baweriyên civakî bi rengekî azad hembêz dike û jiyanê bi hev re ava dikin, afirandine. Jiyaneke civakî, siyasî û çandî li Minbicê ava kirine ku ji bo tevahiya Sûriyeyê mînak e. Tirkiye dixwaze vê modela ku rastiya wê ya rêveberiya faşîst a ne demokratîk eşkere dike, hilweşîne. Ew der ne di bin rêveberiya PYD'ê de ye, ne jî di kontrola YPG'ê de ye. Ji xwe Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku şêwirmendên dawî yên YPG'yî jî ji bajêr derketine."

XUYA YE NEPIXANDINA MIJARA MINBIC TÊRA BIDESTXISTINA DENGAN NEKIRIYE, NIHA JÎ GEFÊ LI QENDÎLÊ DIXWE

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir, nepixandina mijara Minbicê xuya ye têra AKP'ê nekiriye ku di hilbijartinê de bi ser bikeve, lewma niha operasyonek li dijî Qendîlê xistiye rojevê.

Karasû got, "Bêguman eger ji desthilatdariya AKP-MHP'ê were kêliyeke bi tenê jî nasekine, wê berê xwe bide Qendîlê. Eger heta niha ev nekiribe, ji ber ku jê nayê. Serokê Fermandariya Giştî Yaşar Buyukanit beriya niha bi salan gotibû, 'Çûyîna wê derê ne hesan e, gelî û çiyayên xwe hene ku serdestî lê nabe'. Bi vê gotinê eşkere kiribû bê çima nikarin biçin Qendîlê. Niha Tayyîp Erdogan dibêje 'em ê biçin Qendîlê'. Devlet Bahçelî ji xwe bi salan e dibêje. Lewma hewesa wan a çûyîna Qendîlê tiştekî nû nîne."

'OPERASYONA LI DIJÎ QENDÎLÊ NIHA AMÛREK JI BO PROPAGANDA HILBIJARTINÊ YE'

Mûstafa Karasû diyar kir, rejîma AKP'ê ji tirsa windakirina desthilatdariya xwe dikare bi her awayî dînîtiyê bike û got, "Lê belê gefên ku niha li Qendîlê dixwe, propaganda ji bo serketina di hilbijartinê de ye. Eger ji xwe bawer bin ku dikarin bikin, wê yekser bikin. Lê belê ji tirsa ku bi berxwedana li dijî wan bê kirin wê ji hev bikevin, bi hêsanî tiştekî wiha nakin. Hewldaneke bi vî rengî wê veguhere pêvajoyeke şerê navbera Tevgera Azadiyê ya Kurd û dewleta Tirk ku encamên xwe wê siyasî û dîrokî bin."

Karasû anî ziman ku di rewşa heyî de operasyona li dijî Qendîlê amûreke ji bo propaganda hilbijartinê û wiha dewam kir: "Lê belê li Başûrê Kurdistanê niha dagirkeriyek heye. Li Xakurkê hin gir hatine dagirkirin. Gerîla bi lehengî li dijî vê dagirkeriyê li ber xwe didin. Li van giran leşker derban dixwin û yên nû dikevin şûna wan. Hatine û mîna meseleya namûsê venakişin. Mirov dikarin bêjin ku leşkerên Tirk weke êmekî li wir avêtine ber gerîla. Di operasyonek dijî Qendîlê de wê ji Xakurkê xerabtir bi serê wan ve bê. Ji ber ku dagirkeriya berfirehbûyî wê rê li ber berxwedana berfireh veke. Ne tenê gerîla, tevî gerîla wê gelê Başûr jî li ber dagirkeriya Tirk li ber xwe bide."

WAYE QENDÎL LI ŞÛNA XWE YE, JI WAN TÊ BILA KUMIKÊN XWE BIDIN SERÊ XWE Û BÊN

Karasû işaret bi şerê psîkolojîk ê di çapemeniya Tirk de li ser mijarê tê kirin û got, "Qendîl li şûna xwe ye. Kê dixwaze hîn bibe, bila dest ji propaganda şerê psîkolojîk berdin, kumikên sor, şîn, reş bidin serê xwe û li ber sirûda 'mehter' bi rê bikevin. Em nizanin bê kesên bi sirûda mehterê bên wê bi kîjan sirûdê vegerin. Wek ku tê zanîn sala 2007'an di hewldana dagirkrina Zapê de gerîla ji bo reva leşkeran gotibûn 'siwar hatin, peya çûn'.

Bi kurtasî, operasyona li dijî Qendîlê niha propaganda hilbijartinê ye. Lê belê niha li Başûr dagirkerî heye û dixwazin vê dagirkeriyê berfireh bikin. Ji xwe Başûr demeke dirêj e ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Zêdeyî panzdeh baregehên leşkerî yên dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Wekî din hin cihên din dagir kirine. Lewma li Başûr berxwedanekê li dijî dagirkeriyê dest pê kiriye. Ev berxwedan heta ku dagirkeriya Tirk bîne asta 'siwar hatin, peya çûn' wê dewam bike."