Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû beşdarî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû.
Karasû destpêkê işaret bi tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Li ser Rêber Apo 24 sal in polîtîkaya tecrîdê tê meşandin. Lê belê car carna hem ji ber şerê taybet hem jî ji ber encama têkoşîna gelê me hevdîtinan didin kirin. Wextekê hin hevdîtin hatin kirin, lê belê bi esasî 24 sal in li ser Rêber Apo polîtîkayeke şerê taybet û tecrîdê tê meşandin. Divê mirov rewşê bi vî rengî fêhm bike. Yanî polîtîkayeke demkî nîne. Polîtîkayeke giiştî ye. Bifikirin, serê sê mehan cezayekî dîsîplînê didin, li hucreya yek kesî. Devereke din a cîhanê li aliyekî li Tirkiyeyê bi xwe ewqas cezayên dîsîplînê li girtiyekî nehatiye birîn. Girtiyek nîne ku timî cezayê dîsîplînê lê tê birîn. Çi siyasî be çi jî edlî be. Çima ewqas cezayên dîsîplînê li Rêber Apo dibirin? Bi taybetî jî li hucreya yek kesî. Çi dike? Yanî her roj serî hil dide, her roj hucreya xwe dişewitîne? Her roj êrîşî gardiyanên li wê derê dike? Nexêr, ti ji van nabe, lewma cezayên dîsîplînê yên li Rêber Apo têne birîn di çarçoveya şerê taybet de ne û li ser vê bingehê nahêlin parêzer wî bibînin. Nahêlin malbat hevdîtinê pê re bike. Vê rastiyê radixe pêş çavan; têkoşîna ku li dijî gelê Kurd tê kirin şerekî taybet ê sed salî ye. Şerê li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo tê kirin şerekî taybet e. Lewma em dikarin bibêjin ku li wê derê şerekî taybet tê meşandin."
'ÎMRALI NAVENDA TÊKOŞÎNÊ YE'
Mûstafa Karasû destnîşan kir ku navenda têkoşîna navbera gelê Kurd û dewleta Tirk, dewleta mêtinger qirker, Îmrali ye û destnîşan kir ku ji ber vê yekê tecrîd tê ferzkirin, zext tê kirin û li hemberî van hemûyan jî berxwedan heye.
Karasû diyar kir ku mêtingeriya qirker a dewleta Tirk ji zûdeyî teşhîr bûye û wiha dewam kir, "Êdî ne rewa ye û ne ya meşandinê ye. Ditirsin ku çend gotinên Rêber Apo wê sîstema mêtinger qirker lawaz bike, derbê lê bixe û hilweşîne. Ji ber vê tecrîdê ferz dikin. Cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê û polîtîkaya tecrîdê nîşan dide ku têkoşîna dewleta Tirk çiqasî bêbingeh e, çiqasî qels e, çiqasî bêhêz e, şerekî riziyayî ye ku xwe naspêre ti mafî û lawaz bûye."
Mûstafa Karasû destnîşan kir ku ev hikumet gelekî tengav bûye, teşhîr bûye û got, "Çiqasî cezayên dîsîplînê û tecrîdê ferz bikin jî êdî ev polîtîkaya li ser Îmraliyê tê meşandin teşhîr bûye. Yê ku di nava van 24 salan de xurt û bi bandor bû Rêber Apo ye. Tecrîdê çiqasî giran bikin jî fikrên Rêber Apo êdî li tevahiya cîhanê, li her alî têne pejirandin. Piştgiriya ji bo Rêber Apo zêde dibe. Di çarçoveya fikrên Rêber Apo de rêxistinî û têkoşîn mezin dibe. Polîtîkaya tecrîdê ya 24 salan bi ser neket, ji niha û pê ve jî nepêkane ku bi ser bikeve."
'NE JI XIYANETÊ BE DEWLETA TIRK NIKARE GAVEKÊ JÎ BIAVÊJE'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû di dewama axaftina xwe de êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser qadên gerîla û şerê gerîla yê li dijî van êrîşan bi berfirehî nirxand.
Mûstafa Karasû got "Niha li Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên din berxwedaneke fedaî heye" û wiha dewam kir: "Vê berxwedanê beriya her tiştî nîşan da ku gelê Kurd dikare dewleta Tirk têk bibe. Gelê Kurd dît ku ne ji xiyanetê û nokeriyê be, eger Kurd bibin yek wê dewleta Tirk nikaribe gaveke bi tenê jî biavêje. Gelê Kurd ev yek dît. Gerîla hêza gelê Kurd nîşanî gelê Kurd û tevahiya cîhanê da. Ciwanên Kurd êdî bi vî rengî ne. Fedaî ne. Bi wan re her cûre têkoşîn dikare bê meşandin û encam dikare bê bidestxistin. Ev girîng bû. Ji vî alî ve fikrê 'dewleta Tirk nikare bê astengkirin, dewleta Tirk bikeve ku der ê wê yekser bi dest bixe' hate şikandin. Ji xwe sal û nîveke dewam dike. Par meha Sibatê li Garê êrîş kirin, qaşo wê derbeke mezin lê bixista, êsîr werbigirta û bi vê 'serketina mezin' hilbijartin pêk bianiya. Nebû, têk çûn. Par êrîşî Avaşîn û Metînayê kirin. Nekarîn encamê bi dest bixin. Neçar man xwe vekişînin. Eger encam bi dest xistibûna Erdogan, AKP-MHP wê hilbijartin pêk bianiya. Niha êrîş dikin. Sal û nîveke van êrîşên xwe dewam dikin. Duyemîn artêşa herî mezin a NATO'yê her cûre teknîkê bi kar tîne, lê nikare encamê bi dest bixe. Bêguman encamên vê hene, encamên xwe yên siyasî hene."
'JI BO ME CIHÊ SERBILINDIYÊ YE KU EM HEVRÊYÊN WAN E'
Karasû bal kişand ser bandora vê yekê li ser gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û gelên cîhanê û got, "Vê berxwedanê têkoşîna me ya 50 salî gihand asta herî bilind. Di vê astê de fedaîtî hate nîşandan. Bi rastî jî em bi vê berxwedana hevrêyên xwe serbilind in. Ji bo me cihê rûmet û serbilindiyê ye ku em hevrêyên wan e. Bi vî rengî hêza berxwedanê ya gelê Kurd nîşan didin."
Karasû ragihand ku ev berxwedan di nava tevgerê, di nava civaka Kurd de guhertinan dike û got, "Çawa ku 14'ê Tîrmehê ji bo têkoşîn û berxwedana gelê Kurd qonaxeke nû ye, xurt kir û berxwedêrî mezin kir, hevrêyên me yên ciwan ên niha bi fedaîtî li ber xwe didin, hem berxwedêriya civakê hem jî ya tevgerê zêde dikin. Vê yekê nîşan didin; ev gel têk naçe. Nepêkane ku ev gel bê têkbirin. Gelek eger xwedî fedaiyên bi vî rengî ye, eger di vê astê de li ber xwe dide, hingî xurt e."
Karasû diyar kir ku di vê pêvajoya berxwedanê de girîng e ev yek hîn bêhtir bê fêhmkirin û got, "Her roj derbê lê dixin. Têkoşîna gelê Kurd gelekî baş temsîl dikin. Bêguman li pêşberî vê berpirsyariya me hemûyan heye. Berpirsyariya jin, ciwan, ên li bajar û deştê, berpirsyariya her kesî ye ku hêjayî wan bin. Em di wê baweriyê de ne ku gel, ciwan û jinên Kured ji bo hêjayî wan bin wê têkoşînê geştir bikin, wê bi ser bixînin."
'HER KÊLIYA ŞER TÊ QEYDKIRIN'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû ragihand ku têkildarî şer hîn gelek dîmen hene, lê belê ji ber şer nikarin bêne şandin û got, "Li aliyekî şer heye, li aliyê din jî dorpêçiya PDK'ê heye. Lewma gelek dîmen nikarin bêne şandin. Mînak; hevalan dîmenê xistina helîkopterê kişandin. Her wiha gotin ku gelek dîmen di destê wan de hene, lê nikarin bigihînin. Gelek dîmen hene. Niha her kêliya şer tê qeydkirin."
'TEKNÎK NEBE NIKARIN VÎ ŞERÎ DEWAM BIKIN'
Karasû destnîşan kir ku bi rastî jî şerekî gelekî mezin tê kirin û wiha dewam kir, "Belê, gerîla sîng bi sîng şer nake. Yanî şerekî bi vî rengî nîne. Ji bombeyên li Vîetnamê hatin bikaranîn bi 100 qatî zêdetir, bi hezar qatî zêdetir li Kurdistanê têne bikaranîn. Ji bombeyên ku Rûsya di şerê li Ûkraynayê de bi kar tînin bi 10 qatî, bi 100 qatî zêdetir li Avaşîn û Metînayê têne bikarnaîn. Ji bejahî ve îradeyeke wan nemaye ku li hemberî gerîla şer bikin. Tenê xwe dispêrin teknîkê, balafirên keşfê û bi balafirên şer şer dikin. Balafirên F-16, F35 dixwazin. Ji ber ku şerê xwe spartiye teknîkê ewqasî giraniyê dide ser van mijaran. Lewma vê mijarê gelekî girîng dibînin. Di vê mijarê de bi DYE'yê re timî di nava pirsgirêkan de ye. Vaye di hin mijaran de li hev nakin. Eger teknîka şer tune be nikarin şer bikin, lewma ewqasî israr dikin. Teqez nikarin şer bikin. Kete rewşeke welê ku ne ji balafirên keşfê be, bi balafir û helîkopterên heyî nikarin vî şerî bikin. Ketine nava rewşeke bi vî rengî."
'LI NATO'YÊ LI SER KURDAN BAZAREKE QIRÊJ TÊ KIRIN'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû destnîşan kir ku li pêş çavên tevahiya cîhanê li ser Kurdan bazareke gelekî qirêj hate kirin û got, "Li ser tevgera me, gelê Kurd û Kurdên li Ewropayê dimînin bazarek hate kirin. Bi rengekî eşkere kirin. Ne bazareke veşartî jî bû. Ev yek di heman demê de asta têkoşîna me jî nîşan dide. Bûye rojev bingehîn a NATO'yê. Sala 2005'an tê bîra me; Bûsh di hevdîtina bi Erdogan re gotibû, 'PKK dijminê me ye jî'. Niha welê lê hatiye ku NATO PKK'ê weke dijminê xwe yê bingehîn bibîne. Li dijî PKK'ê biryaran distînin. Li hemberî PYD'ê, YPG'ê biryaran didin. Bêyî ku li ber xwe bikevin, bêyî ku fedî bikin. Li hemberî YPG, PYD, YPJ'ê ku hîn doh li dijî DAÎŞ'ê şerekî mezin dan, zêdeyî 10 hezar şehîd dan, NATO niha helwestê nîşan dide. Me nebihîstiye ku Swêd û Fînlandiyayê piştgirî dane YPG, PKK, YPJ û PYD'ê. Tiştekî bi vî rengî nîne. DYE jî piştgiriyê nade. Her cûre çekan dide dewleta Tirk; ji balafirên F-16 heta çekên herî pêşketî. Çekên ku dane QSD'ê çekên şexsî yên li dijî DAÎŞ'ê ne. Çekên welê mezin, fuzeyên mezin, çekên girîng nîne. Tiştekî bi vî rengî nîne, lê belê dewleta Tirk her cûre çekan ji Ewropayê distîne. Ji Ewropayê, ji DYE'yê, ji filan û bêvan cihî eger çekan nestîne nikare artêşa xwe bi rê ve bibe. Qaşo Fînlandiya, Swêd piştgiriyê didin. Çi piştgiriyê didin? Me nebihîst ku Swêd û Fînlandiyayê bi qurişekî piştgirî da me, ne bihîst ku çekek dane me. Dibe ku hin rêxistinên mafên mirovan, hin rêxistinên civakî yên sivîl hinek tiştan dike. Lê belê ji bilî vê yekê tiştekî cuda nîne.
'DESTÊ XWE NEDE PDK'Ê, TU ÇI BI KURDAN DIKE BIKE'
Peymana ku di sedsala 20'î de li Lozanê hate kirin, îro bi rengekî cuda tê nûkirin. Peymana Lozanê bi vî rengî bû; Tirkiye wê destê xwe nede Iraqê lê belê wê karibe Kurdên Bakur qir bike. Esasî Peymana Lozanê wiha ye. Bi berdêla ku Mûsil û Kerkûk ji Iraqê re bimîne, qirkirina Kurdan bû. Polîtîkayeke bi vî rengî tê meşandin. Yanî dibêjin; destê xwe nedin PDK'ê tu çi tîne serê Kurdan bîne serê wan. Ji xwe PDK jî dibêje; destê xwe nedin min tu çi bi Kurdan dike bike. Yek ji sedemên vê polîtîkaya dij bi Kurda a NATO, Ewropa û welatên din, helwesta PDK'ê ye. Bi rêya têkiliyên bi PDK'ê re welê nîşan didin k mîna polîtîkaya wan a têkildarî Kurdan baş e û bi vî rengî hevkariya li ser qirkirina Kurdan ava dikin. Dixwaze zimanê Kurdan tune bikin, Kurdan bikin Tirk, Kurdistanê jî bikin qadeke ji bo berbelavbûna netewetiya Tirk. Di sala 1915'an de Ermen tune kirin, niha jî bi tunekirina Kurdan re dixwazin van deveran bikin qada Tirkan. Gelo ev qirkirin nîne? Ji vê re hevkariya sûc tê gotin. Êdî her tişt eşkere bûye. Bi rastî jî civîna bilind a NATO'yê ya li Madrîdê nîşan da ku NATO çi ye, exlaqê Ewropayê çi ye, feraseta xwe ya siyasî çi ye. Piştî ku Şerê Sar qediya qaşo qalê dikirin ku wê demokrasî bi pêş bikeve. Peyama wê yekê dan ku mîna dema Şerê Sar de kir wê êdî piştgiriyê nedin dîktatoriyan. Ji ber ku di dema Şerê Sar de li Latîn Emerîkayê, li Rojhilata Navîn, li her derê piştgirî didan dîktatoriyan. Niha jî mîna dema Şerê Sar li gorî berjewendiyên xwe piştgiriyê didin dîktatoriyan. Eger ev dîktator di xizmeta wan de be temam e, lê eger ne bi vî rengî be hingî qiyametê radikin. Bi rastî jî têkiliyeke gelekî qirêj e. Di mijara Kurdan de ewqas bazariyê dikin ku ev hevkariya sûc e. Hevkariya li qirkirinê ye."
'CIVAKÊN SWÊD Û FÎNLANDIYAYÊ VÊ QEBÛL NAKIN'
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû bi bîr xist ku li Fînlandiya û Swêdê civakek ji karakterê demokratîk heye û got, "Civakên Swêd û Fînlandiyayê li cîhanê weke mînak têne nîşandan. Gelo niha li Swêdê û li Fînlandiyayê wê Pîvanên Erdogan bêne bicihanîn? Erdogan ev yek li NATO'yê kir. Swêd û Fînlandiyayê jî di hin mijaran de gotin 'belê'. Em baş nizanin bê ji çi re gotin 'erê'. Lê belê eşkere ye; çiqasî li wir li hev kiribin jî nikarin xwe ji ser qanûnên heyî yên Swêd û Fînlandiyayê çeng bikin. Mîna Erdogan nikarin li Swêdê û Fînlandiyayê bibêjin guh nedin qanûnan. Li Tirkiyeyê rewş bi vî rengî ye. Lê zehmet e ku li Swêd û Fînlandiyayê vê bikin. Civaka Swêdê jî civaka Fînlandiyayê jî vê qebûl nakin. Li wê derê demokrasiyeke rasteqîn nebe jî, sîstemeke bi bandora çîna serdest hebe jî bi têkoşîna gelan, bi têkoşîna kedkaran hin nirxên demokratîk hatine afirandin."
Karasû destnîşan kir ku tiştên dewleta Tİrk ferz dike wê ne tenê li Fînlandiya û Swêdê, li hemû welatên Ewropayê bibin sedema krîza nirxan û got, "Bi esasî Erdogan ne tenê ji Swêd û Fînlandiyayê re, her wiha ji Elmanya û Fransayê re jî dibêje 'bi vî rengî bikin'. Dibêje, 'çawa ku min li vir dadgerî siyasî kiriye, tu jî siyasî bike. Çawa ku ez li vir zextê li Kurdan dikim, tu jî li wir bike'. Vê yekê ferz dike. Eger bi gotina Erdogan bikin wê hilweşin."