NÛ BÛ

Karasû: Divê hemû partiyên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî bên cem hev

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû diyar kir divê mirov ne li bendê be ku PDK a ku bi dewleta Tirk re tevdigere wê tevlî yekîtiya neteweyî bibe û got “Divê hemû partiyên Kurdan ji bo yekîtiya neteweyî bên cem hev.”

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû geşedanên heyî di Bernameya Taybet a Medya Haber Tv de nirxand. Axaftina Karasû wisa ye:

“Polîtîkaya tecrîdê ya li ser Rêber Apo, polîtîkaya qirkirina Kurdan e. 25 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran tê pêkanîn û ev tecrîd tê wateya ku li ser Kurdan jî polîtîkaya qirkirinê tê meşandin.

Êrîşa li dijî têkoşîna gelekî, di serî de li ser rêveberiya wê, li dijî rêxistina wê ya siyasî tê kirin. Ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan bêyî bêbandorkirin û tasfiyekirina van pêşeng û rêveberan nayê tasfiyekirin û qirkirin. Di berxwedana Şêx Seîd û Dêrsimê de jî pêşeng hatine qetilkirin. Serokên wan hatine darvekirin. Di rastiya xwe de Rêber Apo darvekirina Şêx Seîd û bûyera Şêx Seîd weke destpêka qirkirina Kurdan nirxand. Niha jî ev didome. Ji Rêber Apo tol tê hildan û qirkirin li ser Rêber Apo tê kirin. Di vî warî de têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan û têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo ketine nava hev. Ji ber ku heta li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têkoşîneke xurt neyê dayîn, li dijî qirkirina Kurdan jî têkoşîneke xurt nayê kirin. Divê ev rastî ji aliyê Kurdan ve were dîtin. Divê têkoşîna azadiyê ya gelekî û têkiliya Rêbertî û tevgera siyasî were fêmkirin. Gelek bi rêberên xwe, tevgera xwe ya siyasî û rêxistinbûna xwe têdikoşe û hêza xwe ya cewherî bi dest dixe. Niha li Îmraliyê li dijî Rêber Apo êrîşeke qirkirinê tê kirin. Helbet li dijî vê têkoşînek heye. 25 sal in têkoşîn heye. Helwesta Rêber Apo jixwe têkoşîna li dijî vê polîtîkaya qirkirinê ye. Niha li çar aliyê cîhanê sendîka, şaredarî, rewşenbîr ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin. Pirsgirêka azadiya Rêber Apo êdî ne tenê pirsgirêka Kurdan, ne tenê pirsgirêka hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê ye, bûye pirsgirêka tevahiya mirovahiyê ya cîhanê.

Tevî vê yekê jî dewleta Tirk di polîtîkaya xwe ya tecrîd û qirkirinê de israr dike. Niha jî Merdan Yanardag herî dawî helwestek nîşan da. Dema mirov helwesta Rêber Apo û kirinên li Îmraliyê dinirxîne, di dîroka Tirkiyeyê de tu girtî û mehkûman ev pergal nejiyane. Di rastiyê de jî wisa ye. Ew rêberekî siyasî yê wisa ye ku herî zêde di girtîgehê de maye. Merdan Yanardag ev tişt got. Her wiha got ku di hiqûqa Tirkiyeyê de tecrîdeke bi vî rengî nîne. Çima parêzerên wî nikarin biçin serdana wî? Çima ligek ku ev qasî di girtîgehê de ye, rêya derxistina wî tê giritn? Ev tişt rexne kir. Dema rexne kir jî, nirxand û got çima Tirkiye li gorî qanûnan tevnagere û çima Tirkiye qanûnan pêk nayne. Ji ber van gotinan hate girtin. Berê jî ji ber meseleya çekên kîmyewî Şebnem Korûr Fîncanci hatibû girtin.

GIRÊDANA DI NAVBERA DEMOKRASIYA TIRKIYEYÊ Û PIRSGIRÊKA KURDAN BAŞ NAYÊ AVAKIRIN

Dewleta Tirk li ser qirkirina Kurdan ava bûye. Qanûna bingehîn a dewleta Tirk ev e ku Kurdan qir bikin, Kurdan bikin Tirk û Kurdistanê bikin qada belavbûna netewebûna Tirk. Ev xaleke makeqanûnê ye. Kesên ku van tiştan qebûl nakin, wekî hemwelatiyên Tirk nabînin. Yên van tiştan qebûl nakin, li gorî dewleta Tirk dijmin in. Tirkbûn tê wateya tunehesibandina Kurdan. Tirkbûn tê wateya tunekirina Kurdan. Tirkbûn tê wateya ku Kurdan înkar bike. Qanûna wan ev e. Hinek kes dibêjin Peymana Tirkbûnê. Li Tirkiyeyê helwesta li dijî tecrîda li ser Rêber Apo tê wateya ku mirov li dijî vê qanûnê û qanûna qirkirinê derkeve. Ji ber vê Merdan Yanardag hate destgîrkirin û girtin.

Di vî warî de divê demokratên li Tirkiyeyê jî demokratên rastîn bin. Divê sosyalîst û çepgir, çepgirên rastîn û demokrat bin. Divê li dijî qanûna Tirkbûnê, yanî tişta ku Tirkbûnê li ser dijminatiya Kurdan ava dike, Tirkbûnê li ser esasê tunekirina Kurdan ava dike, helwesta xwe nîşan bidin. Nexwe ne demokrasî û ne jî azadî tê Tirkiyê. Divê ev rastî ji aliyê hemû demokrat û şoreşgeran ve were dîtin. Di vî warî de helwesta li dijî tecrîda li ser rêber Apo, ne bi tenê helwesta li dijî tecrîda li ser rêberekî Kurdan e û bi tenê dijderketina polîtîkaya li ser Kurdan e, ev tişt tê wateya ku mirov li Tirkiyeyê li dijî paşverûtî û faşîzmê derkeve. Li Tirkiyeyê heta mirov li dijî vî tiştî dernekeve, demokrasî bi pêş nakeve. Wê bibêjin em demokrat û sosyalîst in lê ew ê ne li dijî tecrîda li ser Rêbertî bin. Ev xwexapandin e. Li Tirkiyeyê jî jixwe demokratîkbûn û demokrasî pêş nakeve. Ji ber ku têkiliya di navbera demokrasiya li Tirkiyeyê û pirsgirêka Kurd de baş nayê danîn. Bêyî ku têkiliyek di navbera demokratîkbûna Tirkiyeyê û çepgiran û Kurdan de bê danîn, li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêş nakeve. Tiştek pêş nakeve. Heke wisa be wê çepgir jî xwe bixapîne û wê demokrat jî xwe bixapîne, wê lîberal jî xwe bixapîne. Ji ber vê têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, têkoşîneke girîng a demokrasî û azadiyê ye.

Helbet divê ev têkoşîn ne qut be. Divê bênavber bidome. Yanî têkoşîna li dijî qirkirina Kurdan, têkoşîna li dijî tecrîdê û têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê divê ji rojevê nekeve. Divê her dem têkoşîn were kirin, her dem were nûkirin. Divê mirov vî tiştî wekî sekinandina qirkirina li ser Kurdan û sekinandina faşîzmê bibîne û vî tiştî têxe nav tiştên pêşîn ên têkoşînê.

RÊYA AZADÎXWAZIYÊ EV E KU DIVÊ MIROV LI DIJÎ TECRÎDÊ BE

Di vî warî de gelê me yê li Rojava û Ewropayê xwedî li Rêber Apo derdikeve lê divê gelê me yê Başûr û Bakur jî xwedî lê derkeve. Çi kesên ku behsa Kurdayetî, Kurdistanî û azadiyê dikin, divê xwedî li Rêbertî derkevin. Rêberê Gelê Kurd, serokê partiya herî mezin û têkoşîna herî mezin a Kurdan 25 salan wê di girtîgehê de be, lê partiyên Kurd wê xwedî lê dernekevin? Gelo ev tiştekî rast e? Tiştekî wisa dibe? Di vî warî de rêya partîbûna siyasî ya Kurdan, rêya demokratbûan Kurdan û azadîxwaziya Kurdan ev e ku divê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo derkevin. Heke li dijî tecrîda li ser Rêber Apo dernekevin ev tişt tê wateya ku, em bala xwe didin hesasiyetên dewleta Tirk, em hesasiyetên dewleta Tirk a ku Kurdan qir dike qebûl dikin û em xwedîderketina li Rêber Apo qebûl nakin û rast nabînin. Kesên xwedî li Rêber Apo derdikevin jî helwesta xwe nîşan dide û wekî dijmin dibîne.

Hinek partiyên siyasî yên Kurd, dibêjin nizanim dewleta Tirk wisa ye, wê wisa nêz bibe û xwedî li Rêber Apo dernakevin. Divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Divê hemû partiyên li Başûrê Kurdistanê, hemû partiyên li Rojava, bi gotineke din li ku derê cîhanê partiyeke siyasî ya Kurd hebe, eger tevgereke siyasî ya Kurd hebe, divê xwedî li Rêber Apo derkevin. Yan na wê nebin tevgereke siyasî ya Kurdan. Wê nikaribin têkoşîneke rast bidin meşandin, wê nikaribin li dijî qirkirina li ser Kurdan têkoşînê geş bikin. Heke di vî warî de têkoşîn neyê kirin wê ev tişt li dijî hemû Kurdan be. Wê hemû Kurd ji vî tiştî xisarê bibînin. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû Kurdan dikim ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo têbikoşin.

JI SALA 2021’AN Û VIR VE ÊRÎŞ DIKE Û NIKARE ENCAMEKÊ BISTÎNE

Di salvegera Lozanê de êrîşeke berfireh dan destpêkirin. Dixwazin bala xwe bidin Zap, Metîna û Avaşînê û wir temamî dagir bikin. Di sala 2015’an de di salvegera Lozanê de jî êrîş dabûn destpêkirin. Dewleta Tirk qîmetê dide van rojên sembolîk.

Bi awayekî eşkere dibêjin, em van êrîşan bidin sekinandin, em ê qirkirina Kurdan temam bikin, em ê armanca Lozanê pêk bînin. Ev ji bo hemû kesan derbasdar e. Ji bo PDK’ê jî, YNK’ê jî, Rojava û Rojhilat jî wisa ye. Êrîşa di salvegera Lozanê de êrîşa li dijî hemû Kurdan e. Êrîş ne tenê li ser Kurdên Bakur e. Ji ber ku Lozan peymana pêkanîna qirkirina Kurdan e û divê ev tişt wisa were fêmkirin. Ji ber vê êrîş berfireh in.

Helbet li hemberî vî tiştî berxwedan jî heye. Berxwedaneke dîrokî heye. Bi rastî berxwedaneke mezin tê nîşandan. Dewleta Tirk tevî amûrên leşkerî, derfet û teknîkê, ji sala 2021’an û vir ve êrîşan dike û nikare encamekê bistîne.

HEVKARÊ VAN ÊRÎŞAN NATO YE

Helbet armanceke din a van êrîşan jî helwest û nêzîkatiya civîna NATO’yê ye. NATO her carê dibêje ‘Em hesasiyetên dewleta Tirk fêm dikin.’ Lê qirkirina gelan heye, qirkirina neteweya Kurd heye. Vî tiştî fêm nakin.

Dema dewleta Tirk vê êrîşê dike, dibêje, Ez ne li dijî Kurdan im, ez li dijî terorê me. Dibêje ez ne li dijî Kurdan im, va ye têkiliya min bi PDK’ê re heye. Ji bo polîtîkaya qirkirina Kurdan veşêre, têkiliyê bi PDK’ê re datîne. NATO jî wisa dike. NATO jî dibêje em ne li dijî Kurdan in, va ye têkiliya me bi PDK’ê re heye û li ser vî esasî wijdanê xwe rihet dikin. Dema ku Kurd tên qirkirin, bi sedema ku bi PDK’ê re têkiliyên xurt hatine danîn, wekî ku ew ne parçeyekî vê qirkirinê ne, tevdigerin.

Şirîkekî van êrîşan jî NATO ye. Divê ev tişt wisa were dîtin. Helbet PDK bi awayekî vekirî piştgiriyê dide vî tiştî. Niha jî ev cihên ku êrîş lê tên kirin, ev qadên baregehên leşkerî yên PDK’ê ne. PDK çi dike? Qada çalakiyên gerîla teng dike, têkiliya di navbera qadên gerîla de qut dike û desteka ji gerîla re asteng dike. Lê ji Tirkiyeyê re serbest e. Dewleta Tirk li qadên PDK’ê bi serbestî li her derê êrîşan dike. Rewşeke wisa heye. Divê hemû Kurd vê rastiyê bibînin. Dewleta Tirk li van qadan bi rihetî tevdigere û tevgerîna li van qadan li gerîlayan hatiye qedexekirin. Jixwe du caran li Xelîfanê heval xistin kemînê û hevalên me qetil kirin. Heval bi hêsanî nikarin têkevin van qadan. Bi tenê bi tarza gerîla dikarin têkevin vê qadê û derkevin. Lê dewleta Tirk tevî her cure hêza xwe ya leşkerî bi rihetî tevdigere.

LI HEMBERÎ VÊ ÊRÎŞÊ TENÊ TEMAŞEKIRIN TÊR NAKE

Divê ev êrîş cidî bên girtin. Pêwîst e di vê êrîşê de hevkariya PDK’ê were dîtin. Û li hemberî vê êrîşê tenê temaşekirin têrê nake. Têrê nake ku mirov tenê bibêje gerîla çiqasî li ber xwe dide, bi fedaî û qehremanî li ber xwe dide. Di vî warî de divê gel, ciwan û jin li her derê berpirsyariya xwe bi cih bînin. Li dijî vê dewleta Tirk a faşîst divê têkoşîn bê bilindkirin. Ev wisa nabe. Divê ev rewş bê derbaskirin. Ger dewleta Tirk polîtîkaya qirkirinê dimeşîne, armanca dewleta Tirk qirkirin be, armanc ne tenê şikandina gerîla, ji holê rakirina wê ku weke astenga sereke ya li pêşiya qirkirina Kurdan dibîne, wê demê hemû gelê ku xwe weke Kurd bi nav dikin, divê rewşenbîr û partiyên siyasî li her derê li dijî van êrîşan helwesta xwe nîşan bidin.

EM LI DIJÎ RASTIYA DIJMIN A DIJWAR TÊDIKOŞIN

Ez hemû şehîdên zîndanê di serî de şehîdên mezin ên 14’ê Tîrmehê Xeyrî, Kemal, Akîf û Elî bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Berxwedana 14’ê Tîrmehê ne berxwedaneke ji rêzê ye. Bingeh û ruhê berxwedana gelê kurd a îro ye, fedaîbûna kurdan e, têkoşîna kurdan e. Şêwaza Şoreşa Kurdistanê hate afirandin. Ger niha li Kurdistanê têkoşîneke 50 salî didome, ji ber ku şêwaza şoreşgerî hatiye afirandin e. Ger şêwaz û rêbaza têkoşînê pêk neyê, ew têkoşîn bi ser nakeve. Şoreşa Kurdistanê şoreşeke pir dijwar e. Em di welatekî dijwar de têdikoşin. Em li hemberî rastiya dijmin a dijwar têdikoşin. Şert û mercên zîndana Amedê di salên 1980’yî de gelek giran bûn. Di bin şert û mercên giran de girtiyan li ber xwe dan. Di vî warî de li Zindana Hejmar 5 a Amedê berxwedan ne hêsan bû. Encax di şert û mercên zehmet de li ber xwe dan, tehemul kirin, bi zanabûna têkoşîn û berxwedanê di nav şert û mercên zehmet de dikare li ber dijmin bisekine. Ev rastî pêk hat. Bi vî awayî pêkhateyeke milîtan, ruhê têkoşînê, şêwazeke têkoşînê ya ku şoreşa Kurdistanê di şert û mercên herî dijwar de ber bi serkeftinê ve biçe û têkoşînê bike derketiye holê. Bi rastî nirxa herî mezin a ku 14’ê Tîrmehê ji gelê Kurd û dîroka Kurdistanê re aniye ev e.

Bêguman di vî alî de Berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî êrîşeke ku di wê demê de dihate xwest ku PKK’ê ji holê rabike û fikra azadiyê ya Kurd a ku derketiye holê tune bike, şer kir. 12’ê Îlonê pêngaveke îmhayê bû. PKK derketiye holê, ciwanên kurd dibêjin ‘Kurdistana azad’, dibêjin ‘Kurdistana serbixwe’, ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin. Fikireke wiha gav bi gav ji ciwanan ber bi tevahiya civakê ve belav bû. Wan ev yek xeter dîtin. Ji bo ku ev raman pêş nekevin û nebin rêxistin û têkoşîn, dest bi pêngavek ji holê rakirinê kirin, di serî de jî li zindanan. Bi rastî jî ew pêngavek ji holê rakirin bû. Xwestin pêşî li fikrên ku PKK'ê afirandine bigirin ku li Kurdistanê kokê negirin.

Helbet îro jî nêzîkatiyeke ku dişibihe wê heye. Lê rewşek wiha heye. Her ku têkoşîn pêş dikeve û mezin dibe, helbet qirker jî têkoşînê zêdetir cidî digirin û hemû derfetên xwe ji bo qirkirinê seferber dikin. Li holê têkoşîna 50 salî heye. Destkeftiyên mezin bi dest xist, civak hejand. Di şaneyên civakê de xwe nîşan da, bû çandeke civakî. Gelê Kurd xwedî li nasnameya xwe û çanda xwe derket. Ev 50 sal in têdikoşe. Niha bêguman li hemberî vê rewşê, ji bo tasfiyekirinê, ji holê rakirina wê, dewleta Tirk dixwaze hemû derfetên xwe ji bo pelçiqandina Tevgera Azadiyê ya Kurd, tasfiyekirina PKK'ê bi kar bîne û ji bilî vê yekê dixwaze, rastiya Kurd a ku PKK'ê derxist holê bifetisîne, bieciqîne û bêdeng bike. Divê her kes vê bibîne.

Dê were dîtin: ger hûn jê re bibêjin têkoşîn, ger têkoşîn pêş bikeve, helbet dijmin wê cidî bigire. Dijminê qirker tehamulî hebûna Kurdan nake. Dixwaze Kurdan tine bihesibîne. Dixwaze li ser tunekirina kurdan neteweyekê ava bike. Ji ber vê yekê êrîşên heyî xetertir in. Siyaseta xwe ya derve li gorî wê eyar kiriye, aboriya xwe jî li gorî wê eyar kiriye û hemû polîtîkayên xwe jî li gorî wê eyar kiriye. Berê jî wisa bû, lê niha êrîşeke berfirehtir heye. Her çendî bişibihin hev jî cudahî hene bê guman. Hevşibîna wê ew e ku tevgereke qirkirinê ye û cudahiya wê şerekî taybet a pir alî û berfireh tê meşandin û kûrkirine. Divê ev rastî wisa bê dîtin.

ŞER DI NAVBERA RASTIYA GEL A JI ALIYÊ PKK'Ê VE HATIYE AFIRANDIN Û RASTIYA QIRKIRINÊ DIDOME

Li aliyê din nirxek bi têkoşîna 50 salan a gelê Kurd hatiye afirandin heye, berxwedan heye. Kurd li hemû cîhanê xwedî li nasname û çanda xwe dertên. Di vî warî de helbet ev şer, ev êrîşa qirkirinê tenê di salên 1980’î de di navbera PKK’ê û dewletê de dihat meşandin. Niha di navbera rastiya gel a ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin, rastiya çandî û vê rastiya qirkirinê de didome. Ji ber vê yekê şerekî berfirehtir heye.

Em dikarin vê yekê bibêjin; Ruhê 14'ê Tîrmehê gelekî girîng e. Şêwaza şoreşa Kurdistanê ya ku afirandiye pir û pir girîng e. Dijmin bi hemû derfetên xwe êrîş dike. Bi rastî dixwaze nefesê bibirîne, ev rast e. Lê niha ev jî heye; Potansiyela berxwedanê û enerjiya Kurdan pir zêde ye. Bi gotina min wisa lêxist, pelçiqand, kuşt ne pêkan e ku encam bigre. Em bibêjin berê darvekirinek hebû yan jî ewqas mirov hatin kuştin, artêş an rêxistinek hat tasfiyekirin, rêberek hat kuştin û tevgerek, berxwedanek hat tunekirin. Niha ne wisa ye. Niha rastiyeke girîng a civakî ya bi têkoşîna 50 salan a ku em dimeşînin heye, rastiyeke netewî heye, çanda berxwedanê heye. Niha rastiyeke Kurd a ku xwedî li nasnameya xwe dertê heye.

Ger têkoşînek bi israr, têkoşînek rêxistinkirî hebe, ger bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe bide, di her şert û mercî de xwedî li ruhê 14’ê Tîrmehê derkeve, wê ev berxwedan bidome. Binêrin, niha hevrêyên me yên ciwan li Metîna, Zap û Avaşînê ruhê 14 'ê Tîrmehê hembêz dikin û wî ruhî vediguherînin ruhê xwe yê berxwedanê, helwesta berxwedêr a Zîlan vediguherînin helwesta xwe ya berxwedanê. Di vî warî de Berxwedana 14’ê Tîrmehê duh hêza têkoşînê ya gelê Kurd bû, îro jî hêza têkoşînê ye, sibe jî wê bibe hêza têkoşînê.

HELWESTA MEHMED EMÎN OZKAN HELWESTA MILÎTANÊN LI ZINDANA AMEDÊ YE

Mehmet Emîn Ozkan hevrêyekî 82 salî, berxwedêrekî mezin e. Bi rastî dema min li wî guhdarî kir, mû li min bûn şûjin. Dema me li gotinên wî guhdarî kir, me careke din bawer kir ku têkoşîna gelê me wê teqez bi ser bikeve. Ev helwest bi rastî jî girîng bû. Got ‘Ew nikarin serhildêrên di zindanan de dîl bigirin. Nikarin vîna wan bişkînin’ Wî rast got. Ji ber ku berxwedana zindanan xwedî dîrokeke nêzî 50 salî ye. Bi ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe didin. Bi ruhê Kemalan, Hayrî, Mazlûm û Ferhatan li ber xwe didin. Di vî warî de helwesta Mehmet Emîn Ozkan, helwesta milîtanên li zindana Amedê ye, helwesta welatparêzan e.

Ez dixwazim bîranîneke xwe bibêjim. Dema em li Amedê me li ber xwe dida, du birayên welatparêz hebûn. Navê yekî Abdulkadîr Yuce bû. Ji Dêrikê bû. Helwesteke welatparêziyê ya mînak nîşan dida. Di sala 1983’an de, hemû girtîgehê serî hilda. Em li hemû beşan geriyan. Em çûn qawîşa Apê Abdulkadîr jî. Dema em ketin hundir dest bi qîrîna dirûşmeyan kir. Her kesî dirûşm berz dikir lê wî zêdetir berz dikir. Serbazek hat got ‘Kokimo! Ciwan diqîrin, dibêjin gelo tu çima diqîrî?’ Wî jî got ‘Dema ez lêdanê dixwim ne kokim im, dema çêr li min tê kirin ne kokim im, dema êşkence li min tê kirin ne kokim im, dema tî û birçî dimînim ne kokim im, dema ez li ber xwe didim ez dibim kokim? Ez ji wan ciwantir im.’ Berxwedana zindana Amedê xwedî dîrokeke wisa ye. Ne tenê serokên me yên wekî Kemal, Hayrî û Mazlûman hene, gelek welatparêzên me yên berxwedêr hene. Îro li ser vî esasî li ber xwe didin. Hevalê me Mehmet Emîn Ozkan tevî ku nexweşekî giran bû jî helwesta xwe ya berxwedanê bi awayekî zelal nîşan da.

Bêguman ciwan û jinên Kurd wê têkoşîna ciwanên me yên leheng, welatparêz û hevrêyên me bidomînin. Dema ew vê helwestê nîşan didin, ma em dikarin bêdeng bimînin? Dema ew vê helwestê nîşan didin, ma dibe ku ciwanên Kurd bêdeng bimînin? Ez bang li ciwanên Kurd, jinên Kurd dikim ku helwesta Mehmet Emîn Ozkan fêm bikin û bişopînin.

Dîsa di van demên dawî de pîrejineke Kurd derketibû. Wê jî helwesteke bi vî rengî nîşan dabû. Di vî warî de ne dikarin berxwedana li girtîgehê û ne jî têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê Kurd bişkînin. Ne pêkan e. Helbet helwesta wan wê teqez gelê Kurd ber bi jiyana azad û demokratîk ve bibe.

DIVÊ SÎXURTÎ LI KURDISTANÊ WERE LANETKIRIN

Ez helwesta ciwanê Rihayê jî bi rêzdarî silav dikim. Yek ji rêya sereke ku dewleta Tirk ji bo tepisandina têkoşîna azadiya gelê Kurd bi kar tîne ev e ku, mirovan bike sîxur, bi pereyan wan bikire, bi malbatê gefan li wan bixwe, bibêje ez ê bigirim ser kargeha te, ez ê te biavêjim zindanê û tu yê careke din nikaribî derkevî. Polîtîkaya herî bingehîn a şerê taybet an jî dijminatiya dewleta Tirk a li dijî Kurdan, sîxurî ye. Dijminatiya herî mezin e ku mirov gelekî ber bi sîxuriyê bibe, ji bo sîxurtiyê zextan li wan bike. Dijminatiya herî mezin jî ev e ku li ser gelê Kurd vê sîxurtiyê bike û wan li hemberî têkoşîna gel bikin alavek. Ev tê wateya dijminatiya li hemberî Kurdan.

Me duh guhdarî kir: ji bavekî re dibêjin bibe sîxur an na em ê nehêlin keça te derkeve.Wan ev tişt kirine metoda êrîşê. Dikin jî. Li Başûr jî dikin. Çend welatparêzên me yên ku ev tişt qebûl nekirin jî qetil kirin. Di vî warî de divê hemû Kurd hestiyar bin. Ji sîxuriyê mezintir xerabî tune, ji vê mezintir bêexlaqî tune, tiştek ji vê bêwijdanîtir tune, ji vê xerabtir zalimtî tune. Kesê ku bûye sîxur, mirovê herî xerab ê dinyayê ye, kesê herî lanetbûyî ye. Yanî heke kesek sîxurtiyê qebûl bike, miriye. Bila mirinê qebûl bike lê sîxuriyê qebûl neke, 30 sal cezayê girtîgehê qebûl bike lê sîxuriyê qebûl neke. Dikana wî heye? Dibe ku îflas bike, lê divê sîxuriyê qebûl neke. Sîxurbûn tê wateya ku zarok û xwişk û birayên xwe qirêjî bike. Tê wateya ku êrîşa wan hemûyan bike. Tê wateya heqareta li hemûyan. Sîxur bi tenê giliyê PKK an jî milîtanan nake, dema ku dibe sîxur ew dibe dijminê xwişk û birayên xwe jî, ew dibe dijminê zarokê xwe jî. Hemûyan qirêj dike. Di vî warî de divê sîxurî li Kurdistanê bê şermezarkirin. Divê di her civîn û axaftinê de qala wê were kirin. Divê sîxurtiyê têxin binê erdê. Di civakê de feraseteke wisa were avakirin ku ev tişta herî xerab e, mirov wê bi hêsanî nebe sîxur.

Wê rojê hevalan  da, Kesekî paşnavê wî Topbaş e û ji Êlihê ye. Ew ji derdorek welatparêz tê. Tiştekî wisa çawa çêdibe? Ji mirovayetiyê derketiye. Ji bo pereyan xwe difiroşe. Tişta herî xirab a kapîtalîzmê ev e. Kapîtalîzmê maddiyat zêde kir, kesperestî zêde kir. Di kapîtalîzmê de firotin hêsan e. Beriya kapîtalîzmê mirovan wisa bi hêsanî xwe nedifirot. Bimiran jî xwe nedifirotin. Niha ji bo pereyan xwe difiroşe. Ji ber vê divê civaka Kurd bihistyar be. Ev tê wateya heqareta li Kurdan.

Bila civaka Kurd vê bibîne; Ev dewlet dijminê Kurdan e, dijminekî naletbûyî ye. Kurdan naxe şûna mirovan. Yanî Kurd dikare sîxur be û îxanê li derdora xwe bike. Wisa li Kurdan dinihêrin û wisa dizanin. Di vî warî de polîtîkaya sîxuriyê gelekî belav bûye û tê bikaranîn. Divê ev yek di civakê de bê şermezarkirin, di civakê de neyê qebûlkirin. Xerabiya herî xirab a cîhanê ye. Bêexlaqî, bêwijdanî, tu çi bibêjî bibêjî, mirov ji sîxuran re çi bibêje wê kêm be. Ji ber vê em bang li civakê dikin ku bila bihistyar bin. Erê, dewlet zextê dike. Bila teslîm nebin. Bila bimirin lê nebin sîxur. Tiştekî ji sîxurbûnê xerabtir heye? Ger heta niha kirine bila herin teslîmî gel bibin. Bila xwe bigihînin cihekî zexm. Bila bibêjin me heta niha kiriye, lê êdî em ê nekin. Belkî wisa paqij bibin û bibin mirov. Weke ku dibêjin, mirov ji ku dera xisarê vegere, ew kar e.

Ev alî bi rastî girîng e. Ez wî xortî silav dikim. Belê, divê ew helwest bê nîşandan, her kes wê helwestê nîşan bide. Kes nikare heqaretê li Kurdan bike. Kes nikare zorê li me bike ku em bibin sîxur. Em ne miletekî wiha ne. Em di dîrokê de gelê herî kevnar in. Em gelekî wisa ne ku me mirov û çanda xwe afirandine. Li hemberî sîxurên ku dixwazin me ji mirovayetiyê derxînin, divê hemû gelê Kurd helwestê nîşan bidin.

QIRKIRINA ÇANDÎ Û FÎZÎKÎ

Dema ku em di rastiya Kurd de dibêjin qirkirin, ya esasî qirkirina çandî ye. Ne ku wê hemû Kurdan ser jê bikin û qetil bikin. Ne ku wê fîzîkî ji holê rakin, qirkirina çandî ye. Qirkirina çandî qirkirina civakî ya herî mezin e, komkujî ye. Hûn dikarin bi qetlîamên fîzîkî 50 hezar, 100 hezar kesî bikujin. Lê bi qirkirina çandî, dikarî bi milyonan kesan qir bikî.

Min wextekê Kurdên ku stranên kurdî wergerandine Tirkî û Tirkî strandine û bi ser de xwe wekî hunermendên Kurd diyar kirine, wekî qirker pênase dikir. Ew ji yên ku 100 kes kuştine, bêtir sûcdar in. Di vî warî de divê hemû Kurd li hember qirkirina çandî hestiyar bin, ciwan jî hestiyar bin. Divê bê dîtin ku rastî qirkirina dijminatiya Kurdan di asta çandî de hatiye kirin. Niha bi giranî tê xwestin ku Kurd di asta çandî de rastî qirkirinê bên. Dixwazin Kurdan bi tevahî ji holê rakin. Di vî warî de divê hemû Kurd û hemû gel xwedî helwest bin. Bi taybetî hunermend, nivîskar û rewşenbîrên Kurd divê xwedî helwest bin. Pêwîst e kesên beşdarî festîvalên bi vî rengî dibin weke hevkarên qirkirina Kurdan bên diyarkirin. Çi hunermendekî Tirk be, çi hunermendekî Kurd an jî çepgir be, ew qirker in. Ev festîval ji bo qirkirina Kurdan tên lidarxistin. Ji bo ku çandê pêşkêşî ciwan û gelê Kurd bikin, ciwanan tevlî civakê bikin, ev tişt nayêkirin. Ev şerê taybet e. Çi bi bombeyên nukleerî êrîş li gelê Kurd hat kirin û çi jî bi festîvalên wiha êrîşeke çandî hat kirin. Ev heman tişt in. Divê hûn ji van tiştan haydar bin. Hinek jê pir reben xuya dikin lê ne wisa ye. Ev tişt ji çekan, ji çekên mirovkuj xeteretir in. Divê her kes di vê meseleyê de hestiyar be û li hemberî wan helwestê nîşan bide. Divê hûn neçin festîvalên wiha. Yên diçin divê bên şermezarkirin. Divê bê gotin ku hûn şirîkê qirkirina Kurdan in. Yên ku vî karî dikin divê bên îzolekirin û teşhîrkirin.

XWEDÎDERKETINA LI ÊZIDIYAN TALÎMATA RÊBERTÎ YE

Ez hemû Êzidiyên di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Hewl dan di dîrokê de sûcê herî hovane bikin. Xwestin hemû Êzidiyan qir bikin. Jixwe dema mirov gelekî ji axa wê qut dike, wê demê ev tişt dibe qirkirin. Her çand di axa xwe de mezin dibe. Her kulîlk reng û bêhna xwe ya herî xweş di axa xwe de dide. Şengal wê bi temamî ji Kurdan bihata paqijkirin, wê Êzidî bidan koçkirin û li ser Êzidiyan wê qirkirin bihata kirin. Li hemberî vî tiştî gerîlayên HPG’ê tevdîr stendin. Bi rastî komeke biçûk bûn. Di cih de li dijî DAIŞ a qirker derketin. Piştre şervanên YPG û YPJ’ê hatin û korîdor vekirin. Ji ber vê yekê Êzidî ji vê komkujî û qirkirinê rizgar bûn.

Helbet divê hemû Êzidî vê zanibin. Rêber Apo berê em hişyar kir; got Êzidiyan biparêzin. Rêbertiyê beriya êrîşa DAIŞ’ê em hişyar kirin. Parastina Êzidiyan cureyekî talîmata Rêbertiyê ye. Ev peywirek e ku Rêbertiyê daye me. Gerîlayên HPG, YJA Star, gerîlayên YPG û YPJ'ê ev erk bi cih anîne.

Niha Êzidî vegeriyane warên xwe. Lê piştî vê qirkirinê, vê êrîşê divê ew gel azad û xweser bin. Li cîhanê nasname û çandên cuda ancax bi xweseriyê dikarin hebûn û azadiya xwe biparêzin. Bêyî xweserî û xwerêveberiyê nasname û çandên cihê nikarin bijîn. Bi vê wesîleyê di vê salvegerê de pêwîst e hemû gelên cîhanê, hêzên demokrasiyê, mirovahiyê û Êzidî vê têkoşîna azadî, demokrasî û hebûnê biparêzin. Dostaniya bi Êzidiyan re tê wateya hezkirina Êzidiyan û piştgiriya têkoşîna wan a xwerêveberiyê. Kî destekê nede xwerêveberiya xwe, rêveberiya wan li dijî Êzidiyatiyê ye. Rêya hezkirina Êzidiyan, qebûlkirina rêveberiya wan e. Ku wisa nebe, Êzidî nikarin bijîn. Îro wê hebin wê sibê tune bibin. Bi taybetî di şertên modernîteya kapîtalîst de, çand, nasname û bawerî bi xwerêveberiyê dikarin hebûna xwe bidomînin. Berevajî wê di serdema modernîteya kapîtalîst de, di serdema netewe dewletê de, qedera hemû baweriyan ev e ku li ser wan qirkirin were kirin.

DIVÊ HEMÛ ÊZIDÎ BERÊ XWE BIDIN XWERÊVEBERIYÊ

Di vî warî de helbet berxwedanek hebû, DAIŞ têk çû û hat paşvexistin, lê erka her kesî niha ev e ku, Êzidî ji bo parastina hebûna xwe, divê xwerêveberiyê bi dest bixin. Em dibînin ku Êzidî di vê meseleyê de xwedî biryar in. Her wiha pêwîst e Êzidiyên li hemû cîhanê di nava wê de bin. Divê Êzidiyên li Ewropayê jî vî tiştî deynin ber xwe, Êzidiyên li Ewropayê jî yên li Rûsyayê jî yên li Rojava jî divê vî tiştÎ deynin ber xwe. Hemû cîhana Êzidiyan divê bibe bidestxistina xweseriya Êzidiyan. Heke Êzidî xwerêveberiya xwe bi dest nexin wê qir bibin û di dîrokê de winda bibin.

LOZAN PEYMANA QIRKIRINA KURDAN E

Lozan ji bo Kurdan pir girîng e. Lê ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng e. Lozan peymana qirkirina Kurdan e. Ya rastî beriya Lozanê li Tirkiyeyê li Erziromê û li Sêwasê kongre pêk hatibûn. Li wir Mîsak-i Millî hate îlankirin û wê welatê hevpar ê Tirk û Kurdan çêbiba. Wê welatek û rêveberek wan a hevpar çêbiba. Ji bo vê jî Kurdan piştgirî da Tirkan ku welatekî azad, welatekî serbixwe ava bikin. Çi qewimî? Di makezagona 1921’an de dîsa hebûna Kurdan tê qebûlkirin, lê di makezagona 1924’an de bi tevahî hatin înkarkirin. Bingeha vê xwe dispêre Lozanê.

Peymana Lozanê ev e, Îngilîzan ev yek li ser Tirkan ferz kirin; divê hûn Mûsil û Kerkûkê ji me re bihêlin. Digotin ku eger hûn Mûsil û Kerkûkê di bin serweriya me de bihêlin, hûn dikarin di nava sînorên xwe de li dijî Kurdan qirkirinê pêk bînin. Di berdêla girtina serweriya Mûsil û Kerkûkê de qirkirina Kurdan qebûl kirin. Hem dewleta Tirk û hem jî rêveberiya kemalîst wê demê di berdêla qirkirina Kurdan de, Mûsil û Kerkûk ji Îngilîzan re hiştibûn. Yanî peymana qirkirina Kurdan e. Divê ev rastî bi vî awayî were dîtin.

Helbet berpirsyarê vê yekê Îngilîstan e û Fransa ye. Heta wê demê Neteweyên Yekbûyî jî berpirsyar bû. Desthilatdariya Tirk bi berdana Mûsil û Kerkûkê mafê qirkirina Kurdan bi dest xist û erêkirina wan ji Îngilîstan û Fransayê girt. Îngilîstan û Fransa jî bi girtina Mûsil û Kerkûkê qirkirina Kurdan erê kirin.  Lê li vir rastiya ku divê her kes bibîne heye. Ev rastiya netewe-dewletê, ev rastiya netew-dewletê ya ku modernîteya kapîtalîst afirandiye, rastiya qirkirinê ye. Netew-dewlet tê wateya sîstema qirkirinê. Li gel dîroka netew dewletan li cîhanê gelek gel rastî qirkirinê hatin, gelek çand jî rastî qirkirinê hatin.

Û ji vî alî ve jî, helbet dema li dijî Lozanê bê derketin, dema li dijî vê polîtîkaya qirkirinê bê derketin, divê li dijî rastiya netew-dewletê jî bê derketin. Têgihiştina netew-dewletê îro qirkirina Kurdan bi xwe re tîne. Îro Tirk, Fars û Ereb dixwazin netew-dewletên xwe ava bikin û qirkirina çandî li ser neteweyên din pêk bînin. Ya herî şênber jî dewleta Tirk e.

Jixwe dewleta Tirk di dijminatiya Kurdan de pêşeng e. Heta ku rastiya dewleta Tirk di pêşengiya dijmintiya Kurdan de neyê dîtin, kes nikare welatparêziya Kurdan bike û bibêje ez Kurd im. Yên ku ji xwe re dibêjin kurd dê pêşî vê yekê bibînin; Dê bibêje ev dewleta tirk di dijminatiya kurdan de pêşeng e, dijminê hemû kurdan e.

Dewleta Tirk li Lozanê mafê qirkirina Kurdan wergirt. Niha jî li ser Kurdan qirkirinê pêk tîne. Qîma xwe bi vê jî nîne û dixwaze Tevgera Azadiyê ya Kurd bieciqîne, bi vî rengî erdnîgariya Kurd ku qaşo ji xwe re weke Mîsakî Mîllî dibîne, bike qadeke ji serweriya netewebûna Tirk. Dixwaze hem Rojava û hem jî Başûr bixe bin serweriya xwe û li vir jî netewebûna Tirk pêk bîne. Dema mirov dibêje Lozan divê ev rastî were dîtin.

PDK YEKÎTIYA NETEWEYÎ NAXWAZE

Belê, Konferansa Lozanê pêk hat; me guhdarî kir. Ew girîng e. Qala yekîtiya neteweyî hate kirin, ji ber ku Lozan Kurdan kir çar parçe. Lê dema ku em dibêjin yekîtiya netewî divê em realîst bin. Bêyî dîtina rewşa heyî ya PDK'ê gotina yekîtiya neteweyî, tê wateya negihîştina yekîtiya neteweyî. Ji ber ku ew asteng e. Têgihiştineke wisa derdikeve holê ku bêyî PDK'ê yekitiya neteweyî pêk nayê. Erê, divê ew jî were, lê nayê. Ew yekitiya netewî naxwaze. Dixwaze li ser hemû gelan, li ser hemû hêzên siyasî serdestiyê bike. Dibêje ‘Ez ê tenê serdest bim.’ Daxwazek wî yê wekî hatina yekîtiya neteweyî nîne. Kengî hat? Di salên 2012-13’an de agirbest hebû. Me bi Tirkiyeyê re agirbest îlan kiribû, şer rawestiyabû. Wê demê hat. Kengî ku Tirkiye li dijî me şer da destpêkirin, PDK’ê jî yekser vekişiya. Di vî warî de yekîtiya neteweyî girîng e. Divê hemû kom û partiyên kurd li hev bicivin. Lê ev rastiyeke; Heta ku PDK’ê serdestiya xwe û gotina xwe nede qebûlkirin, yekîtiyeke wiha netewî pêk nayê. Ya rast, ew li pêşiya yekîtiya neteweyî asteng e. Her tim yekîtiya neteweyî tê gotin. Hemû kurd dixwazin, em hemû dixwazin, lê PDK’ê asteng e. Divê ev rastî bê dîtin.

Çima em dibêjin yekîtiya neteweyî? Tê wateya ku em nikarin pêk bînin. Em her tim gazinan dikin. Lê astengî çi ye? Ev jî divê bê dîtin.

KURD WÊ PÊŞÎ LI RUHÊ QIRKIRINÊ YÊ LOZANÊ BIGIRIN

Lozan pêk hat, Kurdistan bû çar parçe. Lê Kurd wê pêşî li qirkirina Kurdan a ku ruhê Lozanê ye bigire û asteng bike. Belê, ew ê netew-dewletê nekin armanc, lê wê pêşî li qirkirina Kurdan bigirin û hebûna Kurdan misoger bikin. Wê li herçar parçeyên Kurdistanê xwerêveberiya Kurdan misoger bikin. Bi rastî jî di vî warî de gavên girîng avêtin, pêşketin çêbûn. Li Rojava pêşketineke girîng heye, li Başûr jî heye. Li Bakur gelê Kurd xwe gihandiye asteke têkoşînê. Li Rojhilat jî wiha ye. Destkeftiya sereke ev e: Niha li Rojhilata Navîn û cîhanê rastiyeke têkoşînê ya Kurdan heye, rastiyeke civakî ya Kurd heye. Gelê Kurd hebûna xwe bi awayekî herî xurt datîne holê. Destkeftiya bingehîn ev e. Ev yek bi têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê tê meşandin, tê misogerkirin.

ŞOREŞA ROJAVA TEVÎ HEMÛ QELSIYÊNE XWE JÎ ŞOREŞEKE MEZIN E

Ez Şoreşa Rojava ya ku nêzî 20 hezar şehîdên wê hene silav dikim û şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa ez 33 ciwanên sosyalîst ên ji Tirkiyeyê ji bo piştgirî û hêzê bidin Şoreşa Rojava û weke Rêwiyên Xewnan tên pênasekirin jî bi rêzdarî û mînetdarî bibîr tînim.

Şoreşa Rojava bi rastî jî şoreşeke mezin e. Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên giran hene; Pirsgirêkên neteweyî hene, pirsgirêkên baweriyê hene, pirsgirêkên çandî hene, pirsgirêkên jinan hene, pirsgirêkên demokrasiyê hene. Şoreşek e ku ji van pirsgirêkan hemûyan re çareseriya rast dibîne ye. Ji aliyekî ve, ne şoreşeke ku tenê pirsgirêka Kurd çareser dike yan jî çareseriyekê tenê ji pirsgirêka Kurdan re dibîne, şoreşek e ku ji bo pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn modela çareseriyê derdixîne pêş e. Ev pir girîng e. Têgihiştina neteweya demokratîk heye, têgihiştina demokrasiyê heye, bi hev re jiyana baweriyên cuda heye. Li vir têgihiştina jinê ya azadiyê heye. Ji nakokiyên mezhebî, pevçûnên neteweyî dûr seknîn, şerê li dijî desthilatdariyê dayîna aliyek, li şûna şerê desthilatdariyê ji bo demokrasiyê bidestxistina mafên xwe, bêyî ku bikeve nava têgihîştina desthilatdarî û dewletê pirsgirêk çareserkirin… Ji ber ku têgihîştina dewlet û desthilatdariyê ye ku hemû pirsgirêk dixitimîne û nayên çareserkirin. Kêliya ku hûn têkevin têgihiştina dewlet û desthilatdariyê, pirsgirêka nasnameyê nayê çareserkirin, pirsgirêka baweriyê nayê çareserkirin, pirsgirêka jinê nayê çareserkirin û pirsgirêka demokrasiyê nayê çareserkirin.

Rojava bi vê ferasetê şoreşeke mezin kir. Helbet ev veguhertineke ku bi perspektîfa Rêber Apo, bi xeta Rêber Apo pêk hat. Li Rojava bi awayekî berbiçav hate dîtin.

Lê ez dixwazim vê yekê jî destnîşan bikim. Bi vê gotinê em nikarin bibêjin ku xeta Rêber Apo bi tevahî li Rojava hate pêk anîn. Lê her kes dibîne ku her çendî kêm pêk hatibe jî, çiqas girîng û bi nirxe. Dibîne û di vî warî de Şoreşa Rojava di vê hawîrdora zext û zordariya li Rojhilata Navîn de bûye qadeke azadiyê, cewhera wê ye û modelek e.

Em di wê baweriyê de ne ku Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibin model. Niha wek mînak dê li Sûriyê çareserî pêk bê; Gelo bi têgihiştina van çete û komên girêdayî Tirkiyeyê re Sûriyeyeke nû ava dibe? Nikarin ava bikin. Dîsa, gelo bêyî guhertina têgihîştina rejîmê ya heyî dikare aramî li Sûriyê pêk were? Pêk nayê. Yekane xala hevpar a aramiya li Sûriyeyê prensîbên ku rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixe pêş. Prensîbên siyasî ne, prensîbên civakî ne. Ango wê li ser esasê prensîbên ku ew daniye, wê lihevkirinek pêk bê.

Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikare lihevkirin esas bigire. Lê çawa dikarin bi kesên di bin bandora çeteyan de ne, nizanim Tirkiye re lihevkirinek çêbikin? Ne rejîm dikare li hev bike, ne Kurd û ne jî yên din. Heya ku rejîm xwe neguherîne, nikare aramî û çareseriyê peyda bike. Ji bo vê jî têgihiştina ku aramî û çareseriya sereke êw li dora xwe ava bike Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em bawer dikin ku ev bandorek girîng heye. Bandor li Sûriyê jî kir, bandor li Rojhilata Navîn jî kir.

Li aliyê din jî rola yekkirina hêzên demokrasiyê li Rojhilata Navîn lîstiye. Dîsa li Rojhilata Navîn paşverûtê herî mezin dewleta Tirk e. Li dijî paşverûtiya dewleta Tirk tifaqa Ereb-Kurd li Sûriyê eşkere kir. Her wiha helwesta tifaqa Ereb-Kurd a li dijî dewleta Tirk a li Rojhilata Navîn eşkere kir. Bi rastî ev ne tenê ji bo Sûriyeyê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn geşedanên girîng in. Ez bi vê wesîleyê vê şoreşê silav dikim. Em di wê baweriyê de ne ku gelê Kurd, Ereb, Suryanî û Çerkez wê bi feraseta neteweya demokratîk vê şoreşê li hemberî her cure êrîşan biparêzin. Ev şoreş şoreşeke pir bedew e. Dibe ku kêmasî û nebesiyên wan hebin. Bê guman heye. Xeta Rêber Apo bi temamî pêk nehatiye. Lê bi rengê xwe yê îroyîn jî şoreşeke ku hemû gel wê hembêz bikin û ji bo Rojhilata Navîn bibe mînake. Ez hemû kesên ku keda wan di vê şoreşê de heye bi rêzdarî û minetdarî silav dikim.

DIVÊ NATO NEBE ŞIRÎKÊ QIRKIRINA KURDAN

Kurd di bin gefa qirkirinê de ne. Ne tenê li Bakur, li Rojava jî, li Başûr û li Rojhilat jî di bin gefê de ye. Niha jî Tirkiye şantajê li wê dike ku qirkirinê temam bike. Penaberan weke şantajê bi kar tîne, endamtiya NATO’yê weke şantajê bi kar tîne, têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re weke şantajê bi kar tîne. Dewleteke tam şantajê, rêveberiya şantajê. Dibêje, ez çawa nêzîkî Kurdan dibim, hûn jî wisa nêzîkî Kurdan bibin. Ewropa jî dibêje, em welatekî demokratîk in. Yanî Tirkiye welatekî demokratîk e yan welatekî qirker e? Ma ew her cure zilmê li Kurdan nake? Niha Tirkiye vê yekê ji wan dixwaze. Ew jî tevdigerin. Bi rastî ev durûtî ye. Em dikarin ji vê re çi bibêjin? Ev bêrûtî ye. Ti dewlet nikare bi Tirkiyeyê re li ser têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna azadiyê muzakereyê bike û divê neke. Dewleta Tirk çi dike? Bi vê şantajê çi kir? Qaşo Swêd hin welatan çek nedidan Tirkiyeyê. Digotin hûn çekan rast bi kar naynin, hûn van çekan li ser Kurdan bi kar tînin. Ê niha çi bû? Dibêjin em ê bikin. Bi rastî jî armanca dewleta Tirk a sereke kirîna van çekan e. Û stend jî. Yan na wê çend Kurd teslîm bikirina. Erê wê jî dixwaze. Dixwaze wê zextê jî bike. Di esasê xwe de dixwaze ji bo qirkirinê desteka siyasî werbigire. Ew dixwaze wan çekan ji bo qirkirinê werbigire. NATO jî dide.

Êdî divê Kurd vê rastiyê bizanibin, divê dinya jî bizanibe. Dewleta Tirk xwedî her cure tifaq, têkilî, sazî ye; NATO ye, Yekîtiya Ewropayê ye. Sedem tenê pêkanîna qirkirina Kurdan e. Ji bo destekkirina qirkirina Kurdan ket NATO’yê, ket Ewropayê û didome. Bila rojekê bibêjin dev ji qirkirina Kurdan berde, rojekê ne di NATO’yê dimîne û ne jî di nav Yekîtiya Ewropayê de dimîne.

Niha dewleta Tirk dibêje, me tevlî nav Ewropayê bike. Dewleta Tirk naxwaze bikeve nava Yekîtiya Ewropayê. Tenê dixwaze ji hin derfetên Yekîtiya Ewropayê sûdê werbigire. Wê kîngê bixwaze bibêje em têkevin Yekîtiya Ewropayê? Dema ku qirkirina Kurdan temam bike. Heta qirkirina Kurdan temam neke wê nekeve Yekîtiya Ewropayê. Ji ber ku Yekîtiya Ewropayê xwedî pîvan û tevdîr e û şerta wê ya xweseriya herêmî heye. Ger Ewropa bibêje em ê niha we bibin Yekîtiya Ewrûpayê, Tirkiye nakevê. Wê şantajê bike û bibêje çima hûn min naxin Yekîtiya Ewropayê. Dema ku bikeve, divê dev ji siyaseta xwe ya qirkirina Kurdan berde. Dewleta Tirk wê dev ji vê berde? Berovajî vê yekê, bi navê pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê dixwaze di qirkirina Kurdan de Yekîtiya Ewropayê bi kar bîne. Niha ti fikarên wê derbarê endambûna Yekîtiya Ewropayê de nîne. Divê kes xwe nexapîne.

Divê Ewropa nefikire ku dewleta Tirk dixwaze. An jî bila kesek li Tirkiyeyê nefikire ku dewleta Tirk dixwaze bikeve Yekîtiya Ewropayê. Tiştekî wiha tune. Jixwe niha Ewropa jî naxwaze ew bigire. Lê li vir hewl didin van têkiliyan di astekê de bidomînin. Tirkiye dixwaze Ewropa piçekî bi kar bîne. Ewropa jî dixwaze Tirkiyê hinekî bi kar bîne. Têkiliyeke wisa ya hevpar heye.

Di vî warî de hem NATO û hem jî Yekîtiya Ewropa bûne saziyên ku dewleta Tirk pirsgirêka Kurd lê bikar tîne ye. Em wek Kurd hişyar dikin. Divê NATO nebe şirîkê vê qirkirinê. Gotina em hesasiyeta Tirkiyeyê fêm dikin tê çi wateyê? Tirkiye her roj êrîşî Rojava dike. Çi hesasiyet? Siyaseta dewleta Tirk a li Bakur li ser Kurdan heye. Hemû siyasetmedarên kurd di girtîgehê de ne. Çi hesasiyet?

Bi kurtasî, ev civîna NATO’yê bi rastî civîneke şermê ya dîrokî bû. Li ser kurdan û li ser PKK'ê bazarî hate kirin.

Têkiliya NATO û PDK'ê heye. Têkiliya bi PDK’ê re nayê wateya ku bi Kurdan re têkilî heye. Tirkiye PDK'ê bi kar tîne. PDK’ê jî ji bo bidestxistina desthilatdariyê li her du bajaran, hevkariyê dike. Nûneriya hemû Kurdan nake. Ligel vê herdu bajar jî ji PDK’ê ne razî ne. Ew bûye malbatek. Malbata Barzanî ye, qala kîjan Kurdan tê kirin?

Di vî warî de bi rastî pêwîste hemû Kurd li dijî NATO û li dijî vê helwesta Yekîtiya Ewropayê helwestê nîşan bidin. Divê hişyar bike. Divê NATO û Yekîtiya Ewropa nebin şirîkê polîtîkayên qirkirina Kurdan. Niha hevkar in. Berê jî şirîkên Qirkirina Ermeniyan bûn. Siyaseta wê serdemê, nakokî, pevçûn û hevsengiyên di nav xwe de bûn sedema encamdana Qirkirina Ermeniyan. Niha jî dîsa di vê hawîrdora hevsengiyan de û di nava vê siyasetê de, dikevin rewşa hevkarê qirkirina pirsgirêka Kurd. Divê demildest dev ji vê yekê berdin.