Karasû: Berxwedana 14’ê Tîrmehê artêşa fedaiyan ava kir

‘’Rista berxwedana 14’ê Tîrmehê di têkoşîna me de pir zêde ye. Wan bi şehîdbûna xwe gelek nirxên mezin ava kir, milîtanên mezin ava kirin. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê artêşeke mezin a fedaiyan ava kir.’’

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû got berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi şehîdbûna xwe nirxên mezin ava kirin û domand: ‘’Ev şoreşgerên mezin şehîd bûn, ne rast e ku mirov bibeje me ew ji dest dan. Ne rast e ku mirov van şehîdbûnan wekî ji destdanê bibîne. Me ew ji dest nedan, ew ji dest neçûn. Wan bûneweriya xwe karîgertir kir. Heke em wiha binirxînin, wê demê li ser hîmê rast me yê ew nirxandibin, wê watedarkirina rast be.’’

Yek ji berxwedêrên 14’ê Tîrmeê Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasû têkilî Rojiya Mirinê ya Mezin ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî.

Karasû li ser pêvajoya standinya biryara Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’ê Tîrmehê ev agahî dan:

‘ZEXTA HERÎ MEZIN LI SER PKK’Ê KIRIN’

‘’Biryara rojiya mezin a mirinê bi mawayeke domdirêj hate standin. Piştî pêvajoya berxwedanê ya pêşî ya 26’ê Gulana 1981’ê hate standin bi sê mehan, êdî êşkence hatibûne asteke wiha ku ragirtina wan dijwar bûbû, ji bo vê jî nîqaşên berxwedanê dest pê kiribûn. Piştî bidawîbûna berxwedana 81’ê nêzî deh heval yek bi yek kiribûn hicreyan.  Ji ber ku êşkence zêde bûbûn êdî nîqaşên ku divê tiştek were kirin dest pê kiribû. Di van nîqaşan de li ser rengên curebur ên berxwedanê nîqaş çêdibûn. Piştî van nîqaşan, di qonaxa parastinan de hem li dijî zextan û hem jî ji bo mafê parastinê were bidestxistin biryara ku divê rojiya mezin a mirinê dest pê bike hatibû standibûn. Helbet me digot wê qonaxa parastinê zû dest pê bike. Wê demê ji çepên Tirk kes dihatin darvekirin, ji MHP’ê kes dihatin darvekirin, sivîl dihatin darvekirin. Di vê rewşê de, ên ku herî pir şer kirî em in, di şer de gelek polîs û leşker hatine kuştin; em bi dewletê re rasterast ketine nav şerekî, ji bo vê jî me digot wê danişînên me zû dest pê bikin û biryaran zû bidin. Me digot piştî van danişînan wê biryara darvekirinê bidin qedroyên girîng û hevalên ku di wan çalakiyan de cih girtin, fikra me wiha bû.  Di rewşeke wiha de ku ji çepa Tirk, ji MHP’ê kes dihatin darvekirin, sivîl dihatin darvekirin, li dijî PKK’ê ku bûbû hinceta darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê helbet wê bi hişkî biçûna. Di nav komên siyasî de wê herî pir li dijî PKK’ê polîtîkayeke hişk bikirana. Bi rastî jî li Amedê li zindana bi nimroya 5’an, polîtîkayeke wiha ya zext û zordariyê kirin, ku ev li ti devereke dî nebû.

‘KEMAL PÎR: BERXWEDAN HEWCE YE Û RAST E ‘

Lê rewşa dadgehan ne weke ku em difkirin çêbû. Meh derbas bûn lê qonaxa parastinê dest pê nekir. Piştî ku qonaxa parastinê bi derengî ket û me jî berxwedan dest pê nekir, zextên li ser zindanê girantir bûn. Hin sempatizan û qedroyên ku li bara êşkence û zextan xwe negirtin ji bo ku li xwe mikur werin zor li wan dibû. Jixwe her roj êdî mikurhatî li dadgehan diaxivîn. Di vê rewşê de Mazlûm Dogan, ku pê wiha dihat çalakî bi derengî ketine, ji bo ku helwesta xwe nîşan bide, Newrozê çalakiyek kir. Piştî vê çalakiyê Xeyrî Durmuş agahiyek ji me hemûyan re şand. Nirxandineke bi vî rengî kiribû; çalakiya Mazlûm Dogan hatiye fêhmkirin, peyam hatiye fêhmkirin, nîşan daye ku dema çalakiyê hatiye lê ji niha û pê de berxwedana me divê giştî be. Me jî li girtîgehê her demê guh dida nirxandin û gotinên Xeyrî. Jixwe dema ku pirsek ji Kemal Pîr dihate kirin digot Doktor çi bibbêje bila wiha be. Li hêla dî jî Kemal Pîr her demê ji berxwedanê re hazir bû. Berpirsyariya rojiya mezin a mirinê ya 1981’ê Kemal Pîr kiribû. Rêberê sirûştî yê rojiya mirinê bû. Ji vê berxwedanê encama ku dihate xwesti nehatibû standin. Ji bo vê jî, dema ku zext zêde bûn, dema ku nîqaşên berxwedanên nû hatin kirin, hişkere digot, ji min nepirsin, berxwedan hewce ye û rast e.

Bi gotina, ‘min berê fermandarî kiriye, ji bo vê jî ez ê nebim ê pêşî, kî dest pê bike ez hevalê duyan im’ û wiha helwesta xwe diyar kiribû.

‘PIŞTÎ BERXWEDANA MEZLÛM HEWCEYÎ BI BERXWEDANEKE WIHA ÇÊBÛ’

Rojiya mirinê xwedî rabirduyeke wiha ye. Piştî şehîdbûna Mazlûm hewceyî bi berxwedaneke wiha hate dîtin. Di vê pêvajoyê de, 17’ê  Gulanê çalakiya 4’an hatibû kirin. Wê demê em li koxuşa 35’an, beşa hicreyan bûn. Dema ku em li qada çaran bûn carê me nîqaş dikir, civat girêdida. Vê navbeynê notên me hatibûn bidestxistin. Serekê êşkencekaran Esat Oktay ji bo ku li qada çaran em nikaribin bi hev re biaxivin, ji bo ku em nikaribin notan ji hev re bişînin, di navbeyna me de hicreyek vala danî. Êdî di navbeyna hevalan de hicryeke vala hebû. Vê demê ez jî daketibûm qada Sêyan. 17’ê Gulanê piştî ku ev çalakî pêk hat, hevalên li koxuşa 33’yan ku çalakî lê pêk hatibû, hatin êşkencekirin. Bi gotina wan hatin cezakirin. Wê koxuşê jî vala dikin. Piştî vê çalakiyê bi çend rojan du hevalên me anîn koxuşa 35’an a ku em lê bûn. Agahiyeke kurt dane min, agahî ev bû; 17’ê Gulanê li koxuşa 33’yan Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Eşref Aynik û Mahmût Zengîn çalakiya xwe şewitandinê kiribûn. Di encama vê çalakiya xweşewitandinê de du heval li cih û du heval li nexweşxanê şehîd bûbûn. Dema ku me ev bihîs em hejijîn. Min jî di cih de rewş gihande hevalê Xeyrî yê li qata çaran. Hevalên li qata çaran jî jê haydar bûn. Piştî çalakiya hevalê Mazlûm, şehîdbûna çar hevalan bandoreke zêdetir li me kir. Êdî fikra ku divê dema berxwedanê hatiye çêbûbû. Me dixwest ji qonaxa parastinê derbasî qonaxa rojiya mirinê bibin, biryara me ev bû. Lê me dikir û nedikir em derbasî qonaxa parastinê bibin. Vê rewşê êdî dikir ku beriya parastinê em dest bi berxwedanê bikin.

‘JI BER POLÎTÎKAYA SER PKK’Ê QONAXA PARASTINÊ NEDIDAN DESTPÊKIRIN’

 

Sedema ku dadgehên me derbasî qonaxa parastinê nedibû û ti rewşek zelal nedibû, encama polîtîakyeke li ser PKK’ê bû. PKK’ê darbe xwaribû lê weka rêxistinên dî bi temamî tasfiye nebûbû. Rêber Apo û hevalên girîng li derve bûn. Wiha PKK’ê hebûna xwe didomand û ji bo têkoşîna dijî dewleta Tirk hazirî dihatin kirin. Ji bo vê jî danişînên me bi derengî diketin û biryarek nedihate standin. Li hêla dî jî armanca wan ew bû ku zextê li zindanan bikin, êşkence bikin, her kesî radest bigirin û politikaya mikurhatiyan geş bikin. Ji bo vê jî li ser rêxistinên dî li dadgehan biryar dihatin standin, kes darve dikirin lê di doza PKK’ê de qonaxa parastinê dest pê nedikir û biryar nedihate standin. Ev dididîtin; PKK bi temamî nehatiye tekbirin, bi temamî tasfiye nebûye, bi ser de hê jî li ser biryara têkoşînê ye.Ji wê ditirsiyan ku qedroyên tevgereke wiha werin darvekirin ev ê PKK’ê tasfiye neke, wê azweriya têkoşînê ya PKK’ê zêdetir bike. Di dîroka Tirkiyê de darvekirin, piştî ku serhildan, raperîn, têkoşînên şoreşger dihatin serkutkirin, sembolên tevgerê dihatin tasfiyekirin. Lê ji darvekirinê berê cudatir, PKK nehatiye tasfiyekirin, Rêber Apo dîl nehatibû girtin û vîna têkoşer a PKK’ê nehatibû şikandin. Ev rewş bûbû asteng ku qedroyên pêşeng ên PKK’ê ji hêla cuntaya leşkerî ya faşîst ve werin darvekirin.’’

Karasû bi domdarî got di şexsê girtiyên zindanê de, di şexsê qedroyên pêşeng de dixwestin ku PKK’ê tasfiye bikin û di şexsê girtiyên zindanan de dixwestin baweriya bi têkoşîna azadî û demokrasiyê û têkoşîna azadiya Kurdistanê bişkînin. Karasû bi domdarî got, ‘’Di rewşeke wiha de şehîdbûna Mazlûm, piştre bi çalakiya Çaran ew meyl derkete holê ku bêyî ku bi derengî bikeve divê berxwedan were destpêkirin. Piştî çalakiya Ferhatan bi 13-14 rojan 31’ê Gulanê doza sereke ya PKK’ê ya Amedê dest pê kir.’’

DESTPÊKIRINA QONAXA ROJIYA MIRINÊ

Karasû bi domdarî got, ‘’Wê demê doza sereke ji çar dozên sereke pêk dihat. Ev wha bûn; doza Amedê, ya Sêrt-Êlihê, ya Hîlwan-Sîwerek-Rihayê û ya Mêrdînê. Xeyrî, Kemal û Mazlûm tevlî hemû doza dibûn. Ez jî tevlî ya Amedê dibûn. 31’ê Gulanê weke her carê em zû birin korîdoran. Dema ku em birin korîdoran destê me ji paş ve kelepçekirî em li ber dîwêr rêz kirin. Di navbeyna min û Kemal de hevalak hebû. Dema ku em li ber dîwêr rêz kirin, min fersendek dît û çûme cem Kemal. Min ji Kemal re got divê êdî em tiştekî bikin. Kemal Pîr li ser gotinê min bi rengekî ku min jî şaş bike û bide fikirandin got, ‘’êdî bêhn bi min ketiye’’. Dixwest vê bibêjin; êdî dema berxwedanê ye. Ji ber ku wî gotibû, go yek dest pê bike ew ê bibe yê duyan. Kemal bi vê helwesta xwe helwesta xwe danîbû ku êdî berxwedan nema dikare were derengxistin. Piştre em li ringan bi rengekî me bavêjin ser hev, siwar kirin. Di rîngê de min xwe nêzî Xeyrî kir. Min got êdî dema çalakiyê ye, Kemal jî wiha difikire. Xeyrî got, temam. Xeyrî jî bi wê fikre bû ku çalakî dest pê bike û em çûne danişînê. Dema ku em ji danişînê vegeriyan em bi Xeyrî re axivîn. Xeyrî got temam em berxwedanê bidin destpêkirin lê bila ev ji koma Rihayê be. Got, doza Rihayê ew doz e ku têkoşîna me lê dijwar e, wê danişînên girîng çêbibin, li wir divê em li hevalan, li partiyê xwedî derkevin. Her wiha got, parêzer û malbat zêde hene, ji bo ku bandorê li derve bike doza Rihayê çêtir e. Min jî ev ji Kemal re gotin. Kemal jî got Doktor çilo dibêje, bila wiha be. Heke berxwedanê dest pê bikira, Kemal jixwe berê vîn û biryardariya xwe nîşan dabûn. Qonaxa biryardanê ya rojiya mezin a mirinê ya 14’ê Tîrmehê wiha dest pê kiribû.’’

‘BER BI ŞEHÎDBÛNÊ VE MORALÊ WAN GEŞ BÛ’

Karasû li ser demên dawî yên şehîdên 14’ê Tîrmehê wiha got: ‘’Demên dawî yên hevalên ku 14’ê Tîrmehê şehîd bûbûn bi rastî jî pir girîng e. Kemal Pîr jî, Xeyrî Durmuş jî, Akîf Yilmaz jî, Alî Çîçek jî ber bi şehîdbûnê ve moralên zêdetir bûye. Her ku nêzî şehîdbûnê dibûn devliken bûne. Nêzîkbûna şehîdbûnê ew aram dikirin. Bi aramiya ku peywira xwe bi cih tînin hilma xwe ya dawî standin. Ji bo ku mirov fêhm bike ku bawriya mezin û mirovên dozê di şehîdbûnan de têne çi maneyê, mirovên xwedî baweriyên mezin têne çi maneyê, çawa dijîn, hilma xwe ya dawî çawa dane ji bo vêhmkirina vê şehîdên berxwedana 14’ê Tîrmehê pir girîng in. Wan jiyana xwe bi asteke pir bilind watedar kirine. Herî watedar jiyane. Ji bo vê jî her ku nêzî şehîdbûnê bûne moral û coşa wan zêde bûye.  Wiha derbasî dîrokê bûne ku li vê dinyayê wateyeke mezin dane jiyana xwe.’’

‘HETA MIRINÊ DILSOZÊ PARTIYÊ RÊBERTIYÊ, HEVRÊYÊ XWE BÛ’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû gotina Xeyrî Durmuş a beriya şehîdbûnê, ‘’li ser gora min binivîsin, ‘deyndar e’ bi bîr xist, got, ‘’Bi rastî jî Xeyrî Durmuş heta hilma xwe ya dawî dilsozê partiyê, Rêbertiyê, hevrêyên xwe bû. Her kêliya xwe bi Rêber Apo re, bi hevrêyên xwe yên partiyê re jiyaye, bi berpirsyariya ku layiqî wan be hilma xwe ya dawî daye. Heta hilma xwe ya dawî jî qedroyên PKK’ê, avaniya PKK’ê ya li girtîgehê fikiriye.’’

‘ELÎ ÇÎÇEK ‘STÊRKA ME YA SOR E’

Karasû her wiha nirxandina Xeyrî Durmuş a li ser Elî Çîçek bi bîr xist û got: ‘’Li ser Elî Çîçek nirxandinên wî hebûn. Digot ew Stêrka me ya Sor e.  Gotiye ew helwesta di temenê ciwan ê Elî Çîçek de, ew helwesta berxwedêr divê were watedarkirin. Dema ku wiha gotî Elî Çîçek dijî. Lê ji ber ku hevalekî ciwan ê li derveyî partiyê wiha dilsozê partiyê ye, bi çalakiya xwe, dema ku hatî girtin di êşkenceyê de tiştek negotiye, tevlêbûna wî ya li hemû berxwedanan, dema ku berxwedana 14’ê Tîrmehê hatî ragihandin di cih de vîna ku tevlê bibe nîşan daye, kiriye ku Xeyrî Durmuş ji bo Elî Çîçek bibêje, ‘’Stêrka me ya Sor’’.

‘KELECANIYA ŞOREŞGER A KEMAL HETA KÊLIYA DAWÎ DOM KIR’

Karasû derbarê Kemal Pîr jî got, ‘’Kemal her demê bicoş bû. Kelecanî û coşa wî ya şoreşgerî heta kêliya dawî dom kir. Di rojiya mirinê de her çendî du çavên xwe winda kirin, nema karîbû bibîne jî, ji vîna berxwedanê gavekê bi paş ve neçûye. Bi ser de, destpêkê, nehiştiye ku heval pê derxin ku nabîne jî. Ji bo ku hevalên wî jê karîger nebin, ji bo ku bandoreke neeyênî li berxwedanê neke ji hevalan re negotiye ku ew nabîne. Dema ku dijmin pê derxistiye ku çavên wî nabînin, dema ku jê re dibêjin ku tedawî bibe wê çavên wî bibînin, hêrsa wî rabûye. Gotiye, hûn mebi rengê em qebûl nakin, ji bo ku hûn qebûl nakin, ti maneya gotina we nîn e.

Gotiye, hûn dibêjin bila çavê Kemal hebin lê Kemal nebe, hûn dibêjin bila çavê Kemal hebe lê vîna wî nebe, hûn dibêjin bila çavê Keam hebe lê Kemal bi xwe nebe, ez Kemalekî wiha naxwazim û helwesta xwe nîşan daye.

‘’AKÎF YILMAZ MILÎTANIYEK MÎNAK DANÎ HOLÊ’

Derbarê Akîf Yilmaz jî Karasû got, ‘’Akîf Yilmaz li cem min jiyana xwe ji dest da. Beriya ku şehîd bibe heftiyekê li nexweşxanê li odeya wan em bi hev re amn. Dema ku ez birim nexweşxaneya leşkerî ez birim cem Akîf. Heta ku jiyana xwe ji dest dayî jî em bi hev re bûn. Dema ku van gotî berxwedanê berdin, êdî weke berê nabe, dev ji baweriya ji van gotinan biqerin, helwesta xwe zelal daniye holê. Ji vê hêlê ve dema ku ber bi şehîdbûnê ve diçû bi qasî serê derziyê jî ti guman û dudilî pê re çênebû. Mîlitaniya mînak, ya partîyî daniye holê. Dijmin di şexsê vî hevrêyî de dîtiye ku PKK, milîtaniya PKK’ê çawa ye.’’

‘’PKK BI VAN HEVALAN XURT BÛYE’

Karasû wiha bal kişande ser karakterê şehîdên 14’ê Tîrmehê: ‘’Divê mirov bibêje; bi rastî jî ne pêkan e ku cihê van hevalan were dagirtin. Ev heval hevalên wiha bûn ku xeta PKK’ê, karakterên cihê yên têkoşîna azadiya Kurdan, rengên cuda diyar dikriin. PKK bi van hevalan re xurt bûye. Taybetmendiya Xeyrî ev karaktere partiyê derxistiye holê, taybetmendiya Kemal, helwesta wî, karakterekî cuda derxistiye holê. Berxwedana Elî Çîçek, helwesta wî jî karakter û taybetmendiyeke cuda ya partiya me derxistiye holê.

Ji bo vê jî, dema ku taybetmendiyên van çar hevalan têne cem hev, rihekî mezin ê şoreşger, rihekî têkoşîna mezin derdikeve holê, karakterekî mezin derdikeve holê. Ji vê hêlê ve dagirtina cihê wan ne pêkan e, wan bi şehîdbûna xwe jixwe valahiyek çênekirine. Bi nirxên ku bi şehîdbûna xwe aa kirin valahiya xwe ji xwe dagirtine. Cihê van berxwedêran ên di nav têkoşîn û gel de diyra e. Ji vê hêlê ve tim parçeyek ji têkoşîna me ne. Ew di nav têkoşîna me de, di nav partiya me de, di nirxên hatine afirandin de dijîn. Divê bi rastî jî ev were dîtin. Wan gelek tişt li têkoşîna vî gelî, li PKK’ê, li têkoşîna PKK’ê, li milîtaniya wê zêde kirin. Rêber Apo karaktere wan daye hemû avaniya partiyê, milîtanên wê, gel, civakê. Ji vê hêlê ve çawa ku Kemal Pîr, Xeyrî, Akîf û Elî, li bara Partiyê, Rêbertiyê, gel peywir û berpirsyariya xwe bi cih anîbe, Rêber Apo jî li bara wan ji bo ku berpirsyariya xwe bi cih bîne kêferateke mezin kiriye û têkoşîneke mezin daye. Bi têkoşîn û hewldna xwe, hisa wan û xeta wan de rastiya gel, rastiya têkoşînê, rastiya militan, civaka azad, mirovê azada û jina azad derxistiye holê.

Ji bo ku em bi wan re jiyane, ji bo ku me ew nas kirine, niha ji bo ku ne li cem me ne ev helbet valahiyeke mezin çêdike. Em tim hîs dikin. Ev valahî, nebûna wan helbet herî baş bi huner û wêjeyê dikare were gotin. Mînak Nazim Hîkmet di helbestekê de, ji bo ku vê valahiyê bibêje, îmgeyekê bi kar tîne. Mirov hebûna fizîkî, Nazim vê nebûnê mîna çengekî neyî yê milekî vedibêje. Ango dema ku li ser milê mirov çengekî mirov nebe mirov wê valahiyê çawa ji kûr ve hîs bike, Nazim jî, ev valahiya mezin, ev nebûn bi vî rengî vegotiye.

Ji hêla me ve jî em vê valahiyê her kêlî hîs dikin. Em vê wiha dikarin bibêjin. Nebûna wan barê me girantir dike, pir girantir dike. Nebûna Xeyrî, Kemal, Akîf, Elî barekî giran daye ser milê me. Mirov wê çawa ji vî barî re bibe bersiv, berpirsyariya xwe mirov wê çawa pêk bîne, ev tim bi rengekî giran tê hîskirin. Li hêlekê jiyan bi wan re, hevrêbûna bi van hevrêyan re, hêzeke mezin dide mirovan, vîneke mezin dide, li hêla dî, hê di  ciwanî de windakirina van hevrêyan, bi salên dirêj bi hîskirina valahiya wan, ne hêsan e. Ev jî her demê bi mirov re hîsên cuda çêdike.’’

‘’14’Ê TÎRMEHÊ ARTÊŞA MEZIN A FEDAYIYAN AVA KIR’

Karasû li ser girîngiya Rojiya Mezin a Mirinê ya 14’Ê Tîrmehê got, ‘’Cihê berxwedana 14’ê Tîrmehê di têkoşîna me de pir mezin e. Rêbertî gelek caran ev daniye holê. Valahiya têkoîna me ya mezin a salên 1980-84’an dagirtine.  Li gel ku bûne pira 15’ê Tebaxê her wiha ji bo geşkirina vê têkoşînê bûne nirxên mezin ên morale. Wan bi şehîdbûna xwe nirxên mezin ava kirin, milîtanên mezin ava kirin. Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê artêşa mezin a fedayiyan ava kir. Divê ev wiha wer dîtin. Naxwe ku em bibêjin, ‘cihê wan wê were dagirtin?’ ev jixwe ne pêkan e.’’

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû herî dawî wiha axivî: ‘’Nebûna wan ji bo me encex dikare bibe sedema têkoşînê. Nebûna wan dike ku em zêdetir wan bi bîr bînin. Nebûna wan, li cem xwe nedîtina wan dike ku em tim wan bi bîr bînin, berpirsyariyeke wiha li me bar dike. Ji bo min nebûna wan tê maneya ku her dem werin bibîranîn. Bi vê wesîleyê helbet bi minet û hurmet wan bi bîr tînim. Çi tiştek bi qasî naskirin wan, bi qasî hevrêtiya wan ne nirxdar û watedar e. Naskirina wan jixwe tê watedarbûna jiyanê. Ji bo hemû milîtanan, ji bo hemû hevrêyan, berxwedan, têkoşîn û şehîdbûna wan, ji bo me militan, avaniya partiyê tê maneya ku aidiya wan. Şehîdbûnên wiha yên mezin, şoreşgerên mezin jiyana hevrêyan bêhtir watedar dike. Jiyana hevrêyan bi temamî dike jiyana dozê. Heke îro li nav PKK’ê fedaitiyeke wiha mezin hebe, heke xwedaneke wiha ya dozê hebe, heke wiha bi deh hezaran hevrê wiha şehîd bûbûn, bûbin aidê şoreşgerên wiha mezin, bubin jiyaneke wiha ku têkoşîn geş kirin, helbet rola van şehîdan pir zêde ye.’’