Karaman: Ew ê nekaribin hêviya me ya azadiyê bişkînin

Hevşaredarê HDP'ê yê Colemêrgê Cîhan Karaman ê ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin; bal kişand ser polîtîkayên sirgûnkirinê yên dewletê li dijî girtiyan û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, nikarin hêviyên me yên azadiyê bişkînin."

Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo girtiyên ji bajarên ku malbatên wan lê dijîn veqetîne, sirgûnî girtîgehên dûr dike. Bêyî ku agahiyê bidin malbatên girtiyan, wan sirgûnî girtîgehên din dikin.

Hevjîna Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cîhan Karaman, Perîhan Karaman di 29'ê Çileya 2021'an de li Colemêrgê piştî hatibû destgîrkirin, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Wanê. Di sêyemîn rûniştina ku li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê hat dîtin de Karaman ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" 7 sal 6 meh û ji "propagandaya rêxistina terorê" salek û 8 meh bi tevahî 9 sal û 2 mehan ceza lê hat birîn.

Karaman ku di 29'ê Çile de hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Tîpa T a Wanê, piştre sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê hat kirin. Hevşaredarê HDP'ê yê Colemêrgê Cîhan Karaman nerazîbûn nîşanî polîtîkayên sirgûnkirinê da û da zanîn ku armanca dewletê ji sirgûnkirina girtiyan ew e ku malbatan ji têkoşînê dûr bixe, hêviya wan bişkîne û her wiha di warê aborî de wan têxin nav rewşeke zehmet.

DIVÊ HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD BIBIN

Hevşaredarê Colemêrgê Karaman daxwaz kir ku di zûtirîn dem de neheqî û zilm ji holê bê rakirin û hemû dîlgirtiyên siyasî bên berdan.

Karaman diyar kir ku, hevjîna wî demeke dirêj e di nava rêxistinên jinan ên HDP’ê de cih girtiye û got, “Hemû hevrêyên me yên vê têkoşînê dimeşînin, bi dosyayên sixte tên girtin. Mixabin hevjîna min bi taybetî bi delîlên çêkirî û şahidên nepenî 7,5 sal ceza xwar. Piştî 2 mehan di Girtîgeha Wanê de ma bêyî ku me agahdar bikin, sirgûnî Girtîgeha Amedê kirin.”

NIKARIN HÊVIYA AZADIYÊ BIŞIKÎNIN

Karaman da xuyakirin ku, di rastiyê de gelek sedemên sirgûnkirina girtiyan ji bo malbatên wan hene û got, "Armanca wan a herî mezin ew e ku malbatan ji têkoşînê veqetînin, dûr bixin, hêviya wan bişikînin, çavtirsandî bikin û di aliyê aborî de di rewşeke zehmet de bihêlin. Lê tiştek heye ku ji bîr dikin. Şert û merc çi dibin bila bibin, ew ê nekaribin hêviyên me û yên hevrêyên me yên azadiyê bişkînin."

WÊ NEGIHÊJIN ARMANCÊN XWE

Karaman anî ziman ku, ew ê desthilatdarî bi van polîtîkayê sirgûnkirinê negihêje armanca xwe û got, "Armanca wan ew e ku malbatan têxin nava rewşeke zehmet, têkiliya girtiyan û malbatê qut bikin, lê ew jî dizanin ku ev yek wê ti encamê negire. Ji ber vê yekê, heta ku ev têkoşîn, siyaseta înkar û tinekirinê hebe, ev girtin û sirgûn mixabin heta ku Kurd û gelên bindest bibin xwedî derdoreke ku her mirov dikare xwe bi hêsanî bi zimanê xwe, ola xwe û çanda xwe îfade bike, heta ku komareke demokratîk ava bibe, wê dewam bike. Bi vê wesîleyê ez bang li hemû gelê me dikim ku cihê xwe di nava partiya me ya siyasî de bigirin û têbikoşin.”