Kampanyaya îmzeyan li herêma Silêmaniyeyê belav dibe
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, heta niha li herêma Silêmaniyeyê 3 hezar îmze hatine komkirin. Kampanya bi eleqeyeke mezin dewam dike.
Ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, heta niha li herêma Silêmaniyeyê 3 hezar îmze hatine komkirin. Kampanya bi eleqeyeke mezin dewam dike.
Jinên Ciwan ên Têkoşer, di çarçoveya Pêngava Seferberiya Heftanîn de ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur Kurdistanê û IraQê derbikeve dest bi kampanyaya kom kirina îmzeyê kirin.
Endamên rêxistina ciwanan li Herema Silêmanî; Bazyan, Tekye, Karadax, Tasluce, Bacan û navenda bajarê Silêmanî îmze kom dike. Heta niha li heremê 3 hezar îmze hatiye komkirin. Gelên heremê eleqeyeke mezin ji bo kampanyaya îmzeyê nîşan dide.
Kampanyaya komkirina îmzeyê ji alî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer ve li seranserê Başurê Kurdistanê; Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Ranya, Helepçe, Qendîl, Kelar, Kerkuk belav dibe.
Ciwanên Welatparêzên Kurdistan û Jinên Ciwan ên Tekoşer, di roja bîranîna Şehîd Zîlan de li Qendîlê bi şîara, “Ji Bo Kurdistanek Azad û Serbixwe Faşîzmê û Dagirkerî BIRÛXÎNE” Hamleya Seferberiya Heftanîn ragihand. Jinên Ciwan, di çarçoveya seferberiyê de dest bi kampanyaya îmzeyê kir.
Di sala 2011'an de jî Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Tekoşer, li Başurê Kurdistan ji bo derxistina hêzên dagirkeriya Tirk ji Başur û Iraq mîlyonek îmze kom kiribûn.
Kampanyaya îmzeyê li ser Change.org ê jî hatiye destpê kirin. Li ser dîjîtal medya jî gelekî belav bûye.