Kampanya li dijî dagirkeriyê: Heta niha 15 hezar îmze hatine komkirin

Ciwanên Başûrê Kurdistanê ev deh roj in ji bo ku leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur û Iraqê derbikevin, îmzeyan kom dikin. Ciwanan di navan deh rojan de 15 hezar îmze kom kirine.

Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz di 30 Hezîrenê de li Qendîlê bi dirûşma “Ji Bo Kurdistanek Azad û Yekgirtû Faşîzm û Dagirkerî birûxîne” Pêngava Seferberiya Heftenînê îlan kirin.

Bi çarçoveya Pêngava “birûxîne” bi pêşengtiya Jinên Ciwan ên Tekoşer 5 Tîrmehê li seranserê Başurê Kurdistanê ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûr û Iraqê derbikevin kampanyaya îmzeyan dae destpêkirin.

Endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer û Ciwanên Welatparêz 10 roj in pêvajoya ku ji ber metirsiya vîrûsa koronyê qedexe jî heye mal bi mal, kolan bi kolan, dikan bi dikan, navçe bi navçe, bajar bi bajar digere û îmzeyan kom dikin. Ciwan, dema îmzeyan kom dikin, ji bo gel li ser dagirkeriya Tirk û xeteriya li ser Başurê Kurdistanê diaxivin û bal dikişînin ser kampanyayê.

Gelê Başurê Kurdistanê, xebata ku bi destê ciwanan tê birêveberin germahî û eleqederbûnekî mezin nîşan dide. Li gelek deweran gel bi ciwanan re ji bo hîn bêhtir îmze werin kom kirin alîkariyê dike. Gel piranî bi nêrînê xwe ciwanan ji ber vê xebatê pîroz dike û destxweşiyê li wan dike.

Ciwan ev 10 roj in li seranserê navçe û bajarên Başurê Kurdistanê kampanyaya îmzeyê didomînin. Ciwanan di deh rojan de 15 hezar îmze komkirine.

Cihên ku xebatên îmzeyan lê bûne:

SILÊMANÎ

Ciwanan heta niha li Bazyan, Bacan, Tekye, Qeredağ, Şarbajêr, Sîdek, Kûnemasî û li navenda bajarê Silêmanî, li bazar, park û li gelek taxan îmze kirine.

Li Silêmanî, mamosteyên zanko, parlementerên berê û yê nû yê Herema Kurdistanê jî piştgirî da kampanyaya îmzeyê.

Gelek partiyên siyasî jî bi îmze kirinê piştgiriya xwe îlan kir.

Li Kunemasî ku dewleta Tirk a dagirker bi êrîşeke hewayî ya qirker malbetek birîndar kiribû tevlî kampanyaya îmzeye bû.

HERÊM RAPERÎNÊ

Li Çar Qûrne, Hacî Awa, Kadir Awa, Jar Awa, Sengeser, Qela Dizê û Ranya heta niha xebatên kampanyaya îmzeyê birêve diçe. Herema Raperîn, peşmegeyên dêrîn piştgirî da kampanyaya îmzeyê. Ciwanan li bazara Ranya stand vekirin.

HERÊMA GERMIYAN

Li Kifrî, Kelar û Dûz Xûrmatû kampanyaya îmzeyê hatiye destpêkirin. Li Dûz Xûrmatû gelên Erep û Tirkmen jî ji bo îmze piştgiriya xwe daye.

KERKÛK

Li Kerkuk, rêxmê ku ji ber metirsiya vîrûsa koronayê qedexeya derketina derve heye jî dîsa ciwanên Kerkukê, mal bi mal, dikan bi dikan digere û ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başûrr û Iraqê derbikeve îmze kom dike. Ciwana li taxa Rahîm Awa stand vekirin.

ÇEMÇEML

Jinên Ciwan û Ciwanên Çemçemal bi daxuyaniyek tevlîbûna xwe ji bo kampanyaya îmzeyê kirin. Bi vê çarçoveyê ciwanan li park, gund, malan û dikanan dest bi îmze komkirinê kirin.

HERÊMA ŞAREZÛR

Li Helepçe, Seyîd Sadiq, Hewreman û Derbendîxan xebatên îmze komkirinê ji alî ciwanan ve tê meşandin. Li gund, kargeh, seyrangeh li her dewerê xebatên îmze komkirinê birêve diçe.

QENDÎL

Li gundên Binarê Qendîlê ji ji alî Endamên Meclîsa Ciwanên Binarê Qendîlê ya Ciwanên Welatparêz ve xebatê îmze komkirinê tê meşandin.

Xebatê kampanyaya îmzeyê bi belavbûnê didome. Ciwanan li ser Change.org jî dest bi kampanyaya îmze kirine. Lînka îmzekirinê: