Kampanya îmzeyan li Dûkanê belav dibe, asayîş dibe asteng

Ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji Başûrê Kurdistanê bên derxistin, li navçeya Dûkanê ya Silêmaniyeyê bi sedan îmze hatin komkirin. Asayîşa navçeyê li pêşiya kampanyayê dibe asteng.

Kampanya îmzeyan a ji bo derxistina leşkerên Tirk ji Başûrê Kurdistanê, ku bi pêşengiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer bi çarçoveya Pêngava "Birûxîne" ya Seferberiya Heftanînê tê lidarxistin, dewam dike.

Kampanya ciwanan li navçeya Dûkan a Silêmaniyeyê jî belav bû. Ciwanan li navçeyê bi sedan îmze komkirin.

Şêniyên navçeyê eleqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan û xwestin dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê anîn.

Dema ku ciwanan ji bo kampanyayê îmze kom dikirin asayîşa navçeyê astengî derxist.

Di navbera ciwan û asayîşa navçeyê nîqaş derket. Di encam de asayîş nexişt ku ji bo leşkerên Tirk ên dagirker ji axa Başur derkebive îmze bêhtir were komkirin.

Asayîşa navçeyê piştî astengkirinê ciwanan derxistin derveyî navçeyê.

Tevî astengiyan jî ciwanan bi sedan îmze komkirin.