Kalkan: Tinebûna netewî bi 15’ê Tebaxê hate rawestandin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan têkilî salvegera 38’an a Pêngava 15’ê Tebaxê got, ‘’Ev sereberjê bûn, tinebûna netewî 15’ê Tebeaxê hate rawestandin. Guleyên pêşî yên hebûna bi azadî 15’ê Te baxê hate avêtin.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan ji bo salvegera 38’an Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir. Kalkan diyar kir pêngava ku bi pêşengiya fermandarê mezin ê PKK’ê Egîd (Mahsûm Korkmaz) çêbûyî li Botanê geş bûye, ciwan û jinên Botanê pirt tevlî nav refan bûne û berxwedana 15’ê Tebaxê berxwedana Botanê ye. Kalkan got, "Plansaziya di pêvajoya kongreya duyan a partiyê de jixwe ew bû ku pêngav li Botanê were danîn, di pirtûkan de jî hatiye nivîsîn. Hê pêngav nebûyî dema ku şoreşger dîtin gelek ciwan tevlê bûn.

Çalakiyên 15’ê Tebaxê, çalakiyên Dihê û Şemzînanê herî pir li Botanê hate bihîstin. Wiha plansaziya wê hatibû danîn da ku were bihîstin. Ango heke xweş bihate rêveberiin dibû ku bibûya raperînek jî. Nîv raperînek, anjî raperîneke herêmî, xwecih dibû ku bibûya. Kelecaniyeke wiha li nav Botanê çêkir. Lê em kêm man ku xweş rê ve bibin, perwerde bikin û bikin ku berê wê bikeve ser gerîla."

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di serî de diyar kir, ‘’Ez mîmarê pêngava 15’ê Tebaxê Rêber Apo bi hurmet slav dikim, di şexsê fermandarên me yên nemir hevrê Egîd û Zîlan de hemû şehîdên têkoşîna me ya azadiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Her wiha cejna vejînê 15’ê Tebaxê li hemû hevfrêyan, gelê me û li dostên me, her wiha cejna gerîla li gerîlayên HPG’ê û YJA Starê pîroz dikim. Di sala 15’ê Tebaxê de ez dixwazim diyar bikim ku em tevger û gel li ser xeta 15’ê Tebaxê bi rengekî xurtir em ê şer bikin û serkeftina mezin bi dest ve bînin.’’

Kalkan bal kişande ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser Pêngava 15’ê Tebaxê û got, ‘’15’ê Tebaxê bi esasî bi dehaya Rêber Apo çêbû. Ango din av wan şertên zor û zehmet de, di rewşeke wiha de ku hêvî jî nedihate kirin, xeyala wê jî nedijate kirin Rêber Apo ev afirndin. Jixwe digot, ‘ez xeyalê, hêviyê diafirînim.’’ Bi bawerî û biryardarî Rêber Apo rol lîst. Ciwanên Kurd jidil jî wêrek û fedakar in. Dema ku bi ramana Rêbertî re gihaştin hev, helwesta bawermend di çêbûna vê pêngavê de bi rola xwe rabû.’’

Kalkan bi domdarî got, ‘’Ya ku her tişt bi rengekî motor rê ve birî helbet Berxwedana 1982’an a Zindanê bû. Berxwedana beriya Berxwedana 14’ê Tîrmehê, berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Ferhat,Sarayan, derfetên pir kêm bi rengekî xurt komî ser hev hatin kirin û wêrekiya berxwedaniyeke wiha derkete holê. Rêber Apo ev wêrekî nîşan da. Ev wêrekiyeke pir bi bîrewerî bû .Ew bîrewerî xwe disparte ser zanîneke kûr a dirokî. Xwe disparte ser azaweriya li jiyana azad.’’

Piştre Rêber Apo got heke jiyaneke wê hebe an wê bi azadî be an jî qet nebe. Ev ji serî de têgihiştina sereke ya jiyanî, felsefeya jiyanê ya rastiya Rêberî bû. Van hemû tiştan kir ku pêngava gerîla a 15’ê Tebaxa 1984’an, pêngava ku bi çalakiyên Dihê û Şemdînan dest pê kirî, çêbibin. ‘’

Kalkan diyar kir Pêngava 15’ê Tebaxê civakeke nû, mirovên nû û civaka azad ava kiriye û got, ‘’Ji ber vê jî 15’ê Tebaxê bû milada Kurdan. Ango em dikarin vê bibêjin; bila salvegera 38’an bibe sala Kurdên azad. Divê em ji her kesî re wiha bibêjin. Ji ber ku serberjêrbûn, tinebûna netewî 15’ê Tebaxê hate sekinandin. Guleya bûneweriya bi azadî cara pêşî 15’ê Tebaxê hatine teqandin. 37 salan bi têkoşînê bi azadî dijîn. Em dikevin sala 38’an a teqwîma azad a jiyana azad. Sala 38’an pîroz dikim.’’

Kalkan bal kişande ser aliyê naventewî yê berxwedaniya Kurd, got, ‘’Em dibêjin berxwedana Kurdan, berxwedana netewî, berxwedana azadiyê. Bêguman berxwedana Kurdan e lê ev berxwedan tenê ne bi Kurdistanê re sînordar ,e ne tenê berxwedaniyeke Kurdan e. Ev berxwedan ji berxwedaniya Rojhilata Navîn niziliye û li Kurdistanê bi pêşengiya Rêber Apo sentekzeke nû ye.’’

Kalkan wiha domand: ‘’Gerîlayê Kurd bû gerîlayê sentez. Weke berxwedaniya Kurd berxwedaniyê dike. Divê mirov bibêje gerîlayê Rojhilata Navîn. Hemû gerîlatiya gelên Rojhilata Navîn stand. Ne tenê bi ev jî. Divê mirov rastiya PKK’ê û Rêber Apo li vir xweş fêhm bike. Ji hêla teorik ve bi kûrahî bala xwe da ser tecrûbeyên gelên cîhanê. Gelên Ewropayê ji bo ku bibin netewe çawa li ber xwe dabîn wan jî gerîlatî kirin. Gelên Asyayî çawa li ber xwe dane? Li Wîetnam, Kamboçya, li deverên din. Çawa hêzên global ên hegemonîk ku dewletên mezin ji wan re tê gotin, têk birin? PKK’ê, weke ku wê ev kiribin li ser wan hûr û kûr bû.’’

Kalkan bi berdewamî got, berxwedaniya Kurd "Bi pêngava 15’ê Tebaxê re li Kurdistanê bûye pêngaveke ku nikaribe were serkutkirin, qulibiye ser pêngava gerîla."

Endamê Komîteya PKK’ê Duran Kalkan bi domdarî diyar kir ber bi pêvajoya 15’ê Tebaxê ve PKK hê nû ketiye Botanê, rêveberiya ku sala 1979’an Kurdistan rê ve dibir, digot, ‘’Divê PKK ji Mêrdînê nebihure, neyê hiştin ku bikeve Botanê’’, biryareke wan a wiha hebûye, ew xweş bi vê dizanin û di dest wan de agahiyên berbiçav hene, ji ber ku rêxistinên din ên Kurdan li dijî wan rêxistiniya wan dihate kirin. Kalkan her wiha got wan wê demê hin ‘dost’ peywirdar kirine, xwestine ku bê şert bi her rêxistina Kurd re têkilî û tifaqê deynin, ji bo hevdîtinan 3 mehan xebitîne, lê kesî ev qebûl kiriye û Çileya 1980’yî li Serêkaniyê êrîşa pêşî anîne, tifaqa bi navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk danîne û hedefa xwe jî koma Antî Apoyî bûye û êrîş bi ser tevgera wan de anîne, bi qasî 70 welatparêz û qedro qetil kirine.

Kalkan her wiha got van êrîşan li Mêrdînê rê li ber geşedanan vekiriye, ji wir ji bo ku derbasî Botanê, nebin, cografyaya Botanê û civakîbûna wê bi xeta PKK’ê re neyê cem hev, asteng danîne û ev aşkere jî gotine. Kalkan her wiha diyar kir di ser Serhedê Wanê re ji bo Colemergê piştî sala 77’an hewldanên wan çêbûne lê zêde bi pêş nekteine û got, haziriyên wan kêm bûne.

Kalkan her wiha got ji Îlona 82’an û pê de dema ku gerîla çûye qada Botan û Behdînanê li Botanê ti rêxistiniya PKK’ê nebûye û jixwe rêxistinên din 12’ê Îlonê hatibûne çewisandin, piranî sempatîzanên PDK’ê bûne, hemû saxa sempatîzanên PDK’ê bûne.

Kalkan her wiha got, ‘’Heval dema ku diçine Botanê tiştên kul i ti deverên din ên Kurdistanê nedîtibûn dibinin. Vê coşî û kelecaniyeke mezin da. Ji derveyî welêt vegera li Botanê hêvî hinekî geş kir. Heke civakeke wiha hebe, ev qas welatparêz pir baş in. Lê vê hinekî şaşî jî bi xwe re anîn. Çima? Wiha hate hesibandin weke ku ev civak pir ba e, pir zane ye, pir perwerde bûye, rêxistinniyê em dikarin pê şer bikin derkete holê. Lê diyar bû ku ne wiha ye.

Me dît ku ne wiha ye. Belê welatparêziyeke baş e heye lê ne perwerde bûyî ye, ne rêxistinî ye, gelek caran hatiye çewisandin. Serî rakiriye lê hatiye serkurkirin. Ji ber vê tenê bi vê dizane. Careke dî jî, piştî têkçûna PDK’ê avaniyeke rêxistinî ku serî rake nemye. Naxwe ji bo welatparêzî bibe xwedî maneyekê hewceyî bi hişmendî, rêxistinî û pêşengiyê heye. PKK’ê ev da. Pêngava 15’ê Tebaxê ev pêk anî. Botan li pêngavê xwedî derket. Ciwan û jinên Botanê, herî pir ew tevlê bûn. Berxwedana 15’ê Tebaxê Berxwedana Botanê bû. Plansaziya di pêvajoya kongreya duyan a partiyê ew bû ku pêngav li Botanê were geşkirin, di pirtûtan de jî hatiye nivîsîn. Herêma li nav sînorê Sûriyê û Îranê û xwe digihanda Iraqê jî weke herêma sereke ya şer hatibû ragihandin. Bajarên ku niha em jê re Şirnex û Colemerg dibêjin weke herêma sereke ya şer, herêma gerîla, navenda gerîla hatibû diyarkirin. Ji nirxandinan ew encam derket.

Helbet ev kir. Geş bû lê kêmasî jî hebûn ji berk u xweş nehatibû nirxandin .Hê pêngav nebûyî dema ku şoreşger dîtin gelek ciwan tevlê bûn. Çalakiyên 15’ê Tebaxê, çalakiyên Dihê û Şemzînanê herî pir jixwe li Botanê hatibûn bihîsin. Wiha jî plansaziya wê hatibû dayin, da ku were bihîstin. Ango heke xweş bihata rêvebirin dibû ku bibiûya raperînek .Nîv raperînek, geşedanên herêmî an jî raperîneke xwecih dibû ku derbiketa holê. Li Botanê kelecaniyeke wiha çêkir. Mirov bi rehetî dikare vê bibêje. Lê em kêm mman ku wê xweş rê ve bibin, perwerde bikin û bikin ku bi ser gerîla de werin.’’

Kalkan her wiha got, ‘’Nasnameya pêşî ya gerîla HRK bû. Hêzên Rizgariya Kurdistanê. Ev destpêk bû, gava pêşî bû. Ragihandinek bû, ragihandina berxwedaniya gerîla. ‘’

Kalkan bi berdewamî diyar kir li dijî rejîma leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hewceyî bi stratejiya şerê şoreşgerî yê gel, arêşbûnê, artêşa gel hebû, hewceyî pê hebû ku şer were geşkirin, berbelavkirin, ji bo ku rizgarî bi şer bibe, hewceyî bi Artêşa Rizgariyê hebû û got, ‘’Piştî bi du salan sala 86’an kongreya sêyan ev rewş nirxand, biryar li ser da ku dema wê hatiye. Ji ber vê HRK bi ARGK’ê guherand. Biryara ARGK  kongreya sêyan da. Rêzikname û rêveberinameya wê hazir kir. Armanca wê danî.

Têkilî HPG’ê jî Kalkan got, ‘Guherîna HPG’ê paradîgmayî ye. Divê wiha were zanîn. Serê sala 2000’î, weke hewcehiyeke guherîna paradîgmayî ya Rêber Apo ji hêla leşkerî ve jî, ji hêla hişmendiya leşkerî ve jî, diviya di hişmendî, pergala ARGK’ê de hin tişt bihatana guhertin. Ew guherîn ji hêla ramanî ve hatin kirin. Ji hêla pergalî ve. Helbet ji hêla nasnameya ve jî. Ji ber vê êdî ji xeta nû ya berxwedanê re mirov nikarîbû ARGK bigota. Hêza parastinê ya li ser xweparastinê, xweparastina bi pêşengiya gerîla, tiştekî weke parastina gel bû. Ji ber vê bi rengê HPG’ê ji nû ve bû xwedî dirûv.’’

Kalkan her wiha got ji sala 1977’an ve wî Fermandar Egîd nas kiriye, li nav xebatên ciwanan derketin pêş, bi Mazlûm Dogan re dixebitî, ji hêla helwesta xwe ya biryardar, afirîneriya pratîk bal dikişande ser xwe, ji ber vê li derdora Êlihê tevlî çalakiyên leşkerî bûye, piştre tevlî berxwedana Siwerekêbûye, havîna 79’an li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ku bicine Filîstînê perwerdehiyê 15 kes çûne û yek ji wan Fermandar Egîd bûye û her yek ji wan î berpirsê leşkerî yê herêmekê bûye û Ehîd jî berpirsê Êlihê bûye, din av koma pêşî ya perwerdebûyî de cih girtiye li gel Kemal Pîr.

Kalkan got Egîd, Gulana 1980’yî ji bo rêxistiniya Biryargeha Botanê li gel Kemal Pîr vegeriyaye Sêrtê, ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye peywirdarkirin ku rêxistiniya Biryargeha Botanê û biryargeha giştî ya gerîla bike, ku wê demê sê biryargeh hebûne bi navê Biryargeha Torosê, Biryargeha Dersimê, Biryargeha Botanê ku Biryargeha Botanê wê biryargehên din jî rê ve bibirana.

Kalkan bi berdewamî diyar kir piştre darbeya 12’ê Îlonê çêbûye, derketiye derveyî welêt, perwerdehiyeke xweş ditiye, tevlî dewreya perwerdehiyê ya haziriya vegera li welêt a piştî konferansê bûye, piştre Rêberê Gelê Kurd ew peywirdar kiriye li qada Başûr-Rohilate. Kalkan got wê demê Karasungr dixebitî, pê re ji bo vegera li welêt ji bo gerîla haziriyên pratîk wê bikirana piştî Îlona 82’an tevahiya gerîla ji hêla Karasûngur û Egîd ve hatine pêşwazîkirin, bicihkirin û zivistana 82-83’an hazir bûn û piştre jî bihara 83’an ji bo ku gerîla li Bakurê Kurdistanê werin peywirdakirin di asta rêveberiyê de cih girtiye.

Kalkan bi berdewamî got Fermandar  Egîd sala 83’an qadên Botan Xerzanê dîtine, yekîneyên wir kontrol kirine, bihara 84’an ji bo ku çalakiya pratîk geş bike li qada Botanê peywir standiye û ev peyiwr piştre bi rengê Fermandiriya Yekineya Propaganda ya Çekdar a 14’ê Tîrmehê berbiçav bûye, bi rengê çalakiya Dihê berbiçav bûye û ev kiriye. Kalkan got, ‘’Ango 83’yan kontrokirina yekîneyên wan qadan. 84’an bi çalakiya Dİhê re fermandariya teqandina guleya pêşî ya gerîla kiriye. Payiza 84’an Botan bi berdewama wê şer kir.’’

Kalkan got bi berdewamî derbasî ‘Qada Rêbertî’ bûye, wêneyên Egîd yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi bîr xist, got wê demê ev wêne hatiye hatiye û got, ‘’Nîsana 85’an dîsa hate qada Rêbertî. Derbasî Botanê bû. 85’an di asta biryargeha Şerê Botanê de cih girt. 28’ê Adarê li Gabrê di kemînekê de şehîd bû.’’

Kalkan her wiha got, ‘’Her wiha fermandarê hemû gerîlayên Botanê bû. Rêveberî ji bo Kongreyê vekişiyabû. Tenê li Bakur bi peywira fermandariyê heval Egîd mabû û dema ku ew peywir dikir şehîd bû. Fermandarê şerê 37 salan e. Pêşî d uslan hazirî kir. Du salan jî fermandariya fiîlî ya vî şerî kir. Ango ev 35 sal in bi fermandariya Egîd mirov dibin xwedî rih û wêrekî. Dibine xwedî himendi û rêxistinî, çalaki dibin. Şer dikin. Ev rastiyek e.’’

Kalkan bi berdewamî diyar kir fermandar Egîd hemû bala we dabû ser geşkirina gerîla, ev ne bi fermanan dikir, bi baweriya li azadiyê, bi dilsoziya li hebûna Kurd û Kurdistanê dikir, ev ji welatparêzî, şoreşgerî, azadîxwaziyawî dihat, ji dilsozbûna li xeta Rêbertî, ji baweriya bi vê xetê dihat. Kalkan got, ‘’Ew bawerî jî ji hişmendiyê dihat. Heval Egîd kesayateke wiha bîrewer û bawermend e.’’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan li ser kesayata Fermandarê Mezin Egîd got tim difikirî, dixwend, lêkolîn dikir, dema ku tiştek dikir plansazî dikir, rêxistiniya wê dikir. Kalkan got, "24 saetan li ser jiyanê, li ser şer hûr dibû. Difikirî. Ne kesayayeke wiha bû ku li pey azweriyên takekesî bû. Heval Egîd li devera ku diviya şervan bûye şervan, li devera ku diviya fermandar bûye fermandar, li devera ku diviya jêr fermandar bûye dibû ew. Ango li cihê lê zorî çi buna, çi peywir biketa bara wî xwe dida ber. Kesayateke wiha bû."

Kalkan her wiha got,’’Ji bo wî pêkhatina armancê esas bû. Bi vînê heq ji zor û zehmetiyan derdiket, bi perwerde û bîreweriyê. Bİ afirandina taktik. Heval Egîd hem fermandar û hem şervan e. Xeta fermandar Egîd xetek e, piştre ew xeta ji rê hate derxistin. Çetetiyê ji rê derxist. Rêber Apo pir li ser sekinî li ser wan jirêderxistinan.’’’