Kalkan: Teqez e ku encam serfirazî be
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, "Eger têkoşîna xwerêveberiyê di sala 2017’an bi şêwaz, rêbaz û tempoyeke têrkar were dayin, teqez e ku encama wê serfirazî be."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, "Eger têkoşîna xwerêveberiyê di sala 2017’an bi şêwaz, rêbaz û tempoyeke têrkar were dayin, teqez e ku encama wê serfirazî be."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan têkildarî berxwedanên xwerêveberiyê û tecrûbeya YPS’ê li ser malpara http://yps-online.com/ ê nirxandinên berfireh kirirn. Kalkan got: "Bi wesîlaya saleke nû ya berxwedanê Hevserokên Meclîsa Gel ên Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel û dîsa di şexsê hevseroka Meclîsa Gel Pakîze Nayir de hemû şehîdên berxwedana xwerêveberiyê bi hurmet û minet bi bîr tînim. Ez diyar dikim ku em ê tim bi wan şanaz û serfiraz bin, di rêça wan de bimeşin û armancên wan bi teqezî bibin sêrî."
GELÊ ME TÊKOŞÎNA AZADIYÊ ANÎ BER SERFIRAZIYÊ
Kalkan diyar kir, Tevgera Azadiyê û gelê Kurd zivistana 2015-2016’an bûne xwedî tecrûyeke pir girîng ku tê de gelek ders hene û wiha got:
"Ev têkoşîna ku bi navê Berxwedana Xwerêveberiya Demokratîk pêk hatî, êrîşên îmha û tasfiyekirinê a faşîzma AKP-MHP’ê ku bi navê 'plana çalakiya têkşikînê' bi rê ve dibirin, pûç kir û têkoşîna gelê me ya hebûn û azadiyê anî qonaxekepir girîng, ber serfiraziyê. Tevahiya sala 2016’an têkoşîna me ya li bejahiyê, deştê, bajêr, havîn-zivistanê û bi şev û roj, bi berxwedana giştî ya Rêbertî, gel, gerîla, qadên parastinê û qadên siyaseta demokratîk, em anîne qonaxeke wiha ku 2017’an bi têkoşîneke karîger û berfireh a berxwedanê me bigîhîne serfiraziyê. Ji kîjan aliyî ve lê were nerîn, hemû daneyên berdest hem zorê li me dike ku em şoreşa azadiyê pêk bînin û hem jî ji bo pêkhatina vê jî derfet û fersendên herî mezin ê dîrokî jî raberî me dike. Heke dersên dewlemend ên tecrûbeyên dîrokî yên salên 2015-2016’an rast û bi awayekî têrkar werin xwendin û di sala berxwedana ya 2017’an de li ser bingehê van dersan têkoşînên xwerêveberiyê bi tarz, şêwaz û tempoyeke têrkar were birêvebirin, teqez e ku encam wê serfirazî be."
'SERKETIN TEQEZ WÊ WERE PÊKANÎN'
Kalkan anî ziman, ji serketin û kêmasiyên berxwedana xwerêveberiyê divê ders werin girtin û divê ev berxwedan ji pêvajoya nû re were veguhastin. Kalkan got: "Li gel hemû şaşîtî û kêmasiyan jî berxwedanên xwerêveberiya demokratîk a bi pêşengiya Cizîrê û Sûrê pêk hatî, bûne berxwedanên dîrokî. Hem desketiyeke pir girîng a gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê, hem hebûna Kurdan û îdîaya jiyana azad, giyanê vê û vîna vê nimandine û hem jî di mijara berxwedanên xwerêberiyê ya demokratîk bê ka bi tarz, şêwazekî rast çawa dikare were pêşxistin, li gel şaşiyên xwe, tecrûbeyeke pratîk li gel dersên xwe derxistiye holê. Divê ev dewlemendî were dîtin. Bêguman berdêla vê giran bû. Hewce nedibû teqez wiha bûya. Bi têkoşîneke biaqil, bi zanebûn, bi berxwedêr dikarîbû ev encam guherîba. Bi kêmtir berdêlan destkeftiyên berdest dikarîbû bêhtir bihatana zêdekirin. Lê rewşa fiîlî, encam wiha çêbû. Bi nirxandineke bi vî rengî, ji her hêlê ve bi derswergirtina ji hêlên rast û kêmasiyan û bi veguhastina vê ya li pêvajoya nû, pêkan e ku tengbûna heyî, amatorî, xeşîmtî li paş were hiştin, di têkoşîna xwerêveberiya demokratîk de bi profesyonelî, rêxistinî û bi plan mirov heq ji van kêmasiyan derkeve.
Em bawer dikin ku hemû hêzên azadiyê yên gelê Kurd bi nêzîktêdayina rexne-rexnedayinê ya li têkoşîna sala 2017’an, wê dersê ji paşerojê derxîne û bi vî awayî nêzîk bibe. Bi taybetî jî hêzên Xweparastinê, hêzên YPS’ê ku hêzeke nû ya têkoşînê ne, wê xwedî nêzîkatiyeke wiha kûrtir a rexne-rexnedayinê be. Wê zêdetir bi ser pratîkê de biçe. Wê ji pratîka berdest zêdetir dersan derxîne û têkoşînê veguhezîne 2017’an. Li ser vê bingehê, wê berxwedana xwerêveberiya demokratîk a 2017’an, berxwedanên xwerêveberiyê veguherîne serfirazên pêkhatî, armancên şehîdan pêk bîne, bîranîna wan bide jiyîn. Em ji dil ji vê bawer dikin.
Ciwanên Kurd, şervanên azadiyê yên gelê Kurd xwedî pêkanîna vê hêzê, vînê, bîr û baweriyê, wêrekî û fedakariyê ne. Ya dî jî rexnedayina rast, têra xwe derswergirtin, pêkanîna pratîkên têkoşîna nû bi rengekî bêhtir bi rêxistinî, bi plan, bi karîgertir, ji hêla taktîk û rarz, şêwaz û tempoyê ve têrkar, gava serfiraziyê ya ku gavek jê re maye, di pratîka 2017’an de were avêtin. Bi vî awayî jî divê 2017 veguhere sala azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê. Em bawer dikin ku weke gel û tevger em dikarin vê bikin. Em bawer dikin ku hêzên xweprastinê jî di têkoşîneke wiha de wê ji ya berê bêhtir, bi derswergirtina ji kêmasî û şaşîtiyan, wê serkeftin û serfiraziyên mezintir bi dest ve bînin, wê bibin ew hêz ku hêzeke mezin bidin vê têkoşînê. Li ser vê bingehê di têkoşîna 2017’an de em serkeftina mezin ji hemû hêzên têkoşer, berxwedêrên xwerêveberiya demokratîk re dixwazin. Em careke din diyar dikin ku em ê di rêça şehîdên xwe de bimeşin û em bawer dikin ku serkeftin teqez wê pêk were."