Kalkan: PKK’ê Kurd kirin hêzeke rêxistinkirî

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan: Têkoşîna çekdarî ya PKK’ê, serweriya dijmin şikand, civaka Kurd zanatir kir, cesaret, fedakarî û îrade da civaka Kurd, ew kir hêzeke rêxistinkirî. Jinên Kurd perwerde û rêxistin kir.”

Kalkan diyar kir beriya avabûna PKK’ê gelê Kurd bûbû gelekî ku nasnameya xwe vedişart û got “Lê a niha bûye nasnameyeke ku mirovayetiyê ronî dike. Îro dinya dibêje jin, jiyan, azadî. Bi Kurdî sloganan berz dike Ji Kurdên ku 50 sal berê ji zimanê xwe direviyan û bindest em hatin cîhaneke ku bi Kurdî. Ev hemû tişt bi têkoşînê pêk hatin.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegera 45'an a avabûna PKK'ê pirsên ANF’ê bersivand. Beşa yekemîn a hevpeyvînê wisa ye:

PKK dikeve salvegera 45’emîn a avabûna xwe û di heman demê de meşa Rêbertiyê heye ya ku zêdeyî nîv sedsalê dewam dike. Rastiya Rêbertiyê ya ku di vê heyama nîv sedsalê de şênber bû, çi ye?

Damezirînerê PKK'ê û yê ku heta îro aniye Rêber Apo ye. Beriya her tiştî ez berxwedana dîrokî ya li Îmraliyê û Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Em di sala 50’emîn ya Rêbertî û partiyê de ne, em dikevin salvegera 45’emîn a PKK'ê. Cejna partiyê li hemû hevrêyên me, li gelê me bi taybetî li Rêber Apo pîroz dikim. Ez di şexsê hevrê Hakî Karer de şehîdên leheng ên 50 salan yên vê partiyê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez 45 saliya me ya partiyê silav dikim û ji hemû kesên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin re, serkeftinê dixwazim.

Em bi berxwedaneke mezin dikevin salvegera 45’emîn a partiyê. Berxwedaneke bi pêşengiya Îmraliyê. Berxwedaneke lehengî ya gerîla heye. Li tevahiya Kurdistanê bi taybet li Zap, Avaşîn û Metîna berxwedaneke lehengî ya gerîlayên HPG û YJA Starê heye. Em bi berxwedaneke layiqî rastiya PKK’ê dikevin sala 45’an. Di serî de yên li Zap, Avaşîn û Metîna hêzên me yên gerîla yên leheng ên li her derê li ber xwe didin, gelê me, ciwan û jinên ku dîsa li ber xwe didin silav dikim. Her wiha şehîdên berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna bi rêzdarî bi bîr tînim.

PKK tevgera gel e, tevgera jin û ciwanan e. Tevgereke berxwedanê ya mezin e, bi giştî jê re tê gotin tevgera azadiyê. Tevgereke ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin û mezinkirin. Lewma em jê re dibêjin Tevgera Rêbertî û şehîdan. Dîroka berxwedanê ya 50 salî di heman demê de dibe dîroka meşa 50 salî ya Rêbertî. Di her kêliya van 50 salan de şopên Rêber Apo û têkoşîna ku wî geş kiriye, hene. Heke were pirsîn di têkoşîna PKK’ê ya 44 salan de çi derkete pêş, tişta ku em ê pêşîn şi ber çavan bigirin, pêkhatina mezin a Rêbertiyê ye.

Min di Cotmeha 1973’an de Rêber Apo nas kir. Tevî Hakî û Kemal, em li mala li Bahçelîevlerê diman. Helbet di Newrozê de civîna ku bingehê PKK’ê danîbû, hatibû pêkanîn. Koma Apoyî teşe digirt. Dema min cara destpêkê Rêber Apo dît, pirtûkek dixwend, jixwe li wê malê hemûyan pirtûk dixwendin. Em bi heval Cûma re çûbûn, tevî heval Hakî em di heman fakulteyê de, me matematîk dixwend. Wê demê min Rêber Apo û Kemal Pîr nas kir. Ji bo stendina pirtûkan em çûbûn.

RÊBER APO BI ZANATÎ PEYWIR WERGIRT

Di destpêka salên 1970’yî de li Tirkiye û Kurdistanê berxwedaneke mezin hebû. Li cîhanê şoreşa ciwanan a 68’an hebû, lê encam ber bi hilweşandinê ve diçû. Li gelek deveran bandorên şoreşê nû xuya dibûn. Li Tirkiyeyê jî tevgereke şoreşgerî hebû, lê di salên 1972 û 1973’an de pêşengên wê hatibûn qetilkirin. Li Kurdistanê hemû berxwedanên li Bakur û Rojhilat hatibûn şikandin, li Başûr berxwedanek hebû, bandora xwe li ser Kurdistanê jî dikir. Di destpêka sala 1975’an de bi Peymana Cezayîrê re berxwedana li Başûr hat şikandin û têk çû. Berxwedanek mezin hebû, hêvî hebû, lê di êrîşên paşverû de rêberên ku li Tirkiye û Kurdistanê ev hêvî afirandibûn hatibûn qetilkirin û tevger tasfiye bûbûn. Valahiyeke wisa ya pêşengtiyê hebû. Rêber Apo di rewşeke wiha de bi zanebûn erk û berpirsyarî wergirt. Wî giraniya peywirê jî girt ser milê xwe. Rêbertî 50 sal in ev erk û berpirsyariya xwe bi serkeftî bi cih anî. Ji ber di nîv sed salê de bênavber didomehem, hem ji hêla şert, hem jî di hêla nirxên hatî afirandin de, mînakên pêkhatinên bi vî rengî bêhempa ne.

Ev geşedan bi keda Rêber Apo pêk hat. Bi feraseta berpirsiyariyê û bi jêhatiya wî pêk hat. Rêbertî her tim dixwend û lêkolîn dikir. Wî bi piranî pirtûkên li ser nîveka duyemîn ê sedsala 19’an û nîveka yekem a sedsala 20’an dixwend. Pirsgirêka Kurd çawa derket holê, kê ew afirand, pirsgirêkeke çawa ye, pergala kapîtalîst a gerdûnî çawa ava bû, ev pergala cîhanê çawa ye, çima Kurd û gelên din hatin vê rewşê, çima li Rûsyayê di sala 1917’an de şoreş çêbû lê nekarî li deverên din belav bibe, wê çawa belav bibe? ? Wî hewl dida van tiştan fêm bike. Bi gotineke din, hewl dida serpêhatî, tecrube û danheviyên gelên din fêm bike. Hewl dida nivîs û ramanên kesên din fêm bike, dixwest ji wan fêr bibe û li gorî wê Tirkiye û Kurdistanê fêm bike.

PKK di encama hêza fêmkirina xebat û lêkolîneke wiha de derket holê. Wî hemû çavkanî dixwend  û dida xwendin. Me jî dixwend, herî zêde heval Mazlûm dixwend. Em çûn pirtûkxaneyan, me hewl da ku li ku derê pirtûk hene bibînin. Hemû çavkaniyên bi Tirkî hatin lêkolînkirin. Di bername û manîfestoya PKK’ê de zanîna teorîk, xeta stratejîk a îdeolojîk û asta hişmendiya ku em jê re dibêjin xeta îdeolojîk û siyasî ya PKK’ê, di encama van lêkolînan de derket holê. PKK bi vî awayî hat damezirandin. Ji bo ku valahiya pêşengtiyê ya li Kurdistanê tijî bike û civakê di nava rewşa herî nebaş de jî bi rê ve bibe, erka Rêbertiyê bi vî rengî hate wergirtin.

DI ŞERTÊN HERÎ DIJWAR DE ZAYÎNEKE MEZIN PÊK HAT

Pêvajoya duyemîn jî tê zanîn. Ji Tîrmeha 1979’an û vir ve em çûn derve, Rojhilata Navîn, qada Lubnan û Filistînê. Rojhilata Navîn li ser agir bû. Şah li Îranê hat rûxandin, şoreş hebû, li qada Ereban bi pêşengiya berxwedana Filîstînê tevgereke mezin hebû. Li Tirkiyeyê di 12’ê Îlona 1980’î de darbeya leşkerî ya faşîst pêk hat. Iraqê êrîşî Îranê kir, şer dest pê kir. Bi gotineke din, Rojhilata Navîn di warê leşkerî de di demeke pir çalak de bû. Rêber Apo di destpêka vê serdemê de ji bo fêmkirina pêvajoyê bi giranî dixwend û lêkolîn dikir, lê bi tiştên berê xwendibû hêza xwe veguherand pratîkê. Berpirsiyariya perwerdeyê wergirt, kadro, fermandar û şervan perwerde kir. Ji bo ku li Kurdistanê gerîla geş bike hemû hêza xwe da pratîkê. Di nava berxwedaneke ewqas mezin a gerîla de, Sosyalîzma Pêkhatî di destpêka salên 90’î de hilweşiya. Rewşeke nû ya cîhanê derket holê. Xwest vê rewşa nû ya cîhanê fêm bike, PKK’ê bi rê ve bibe û li Kurdistanê berxwedana azadiyê geş bike. Vê carê bêtir ket nav pêvajoya nirxandin û lêhûrbûnê.

Di rewşeke wiha de ji bo van tiştan têxe pratîkê di 1’ê Îlona 1998’an de agirbest îlan kir. Bêguman armanca Rêbertî nirxandina vê danehevî û rewşa nû bû. Ji bo wê guhertin û veguherîn hewce bû. Hêzên ku pirsgirêka Kurd afirandin û meşandin, pergala modernîteya kapîtalîst bi komployeke navneteweyî êrîş kirin. Rêbertî çû Ewropayê û di nav pergala Ewropayê de ew nas kir. Piştî komploya 15’ê Sibatê rewşa Îmraliyê derket holê. Li Îmraliyê Rêbertiyê careke din lêkolîn û analîz kir. Wî zanîna xwe teze kir, pîva û ramanên xwe li gorî wê nirxand. Wî li ser bingeheke rexne û xwerexneyê lêpirsîn kir. Rêber Apo yek ji pêşengên herî diyar ên dîrokê ye ku di dîrokê de guhertin û veguhertineke wisa xurt kiriye.

Encamê Rêber Apo ber bi şoreşeke mezin a rewşenbîrî û entellektuelî bir. Ya ku em jê re dibêjin veguhertina paradîgmayê ev e. Şoreşeke mezin a ferasetê ye. Şoreşeke wiha jiya. Ew bi rastî di nîveka salên 90'î de dijiya. Di nîveka salên 80’yî de gaveke biçûk hatibû avêtin, di nîvê salên 90’î de jî di pêvajoya kongreya 5’emîn de hin gav hatin avêtin. Bi agirbesta 1’ê Îlona 98’an re xwest zemîna guhertin û veguhertineke bi vî rengî, şoreşeke ferasetê biafirîne. Lê ev tişt Îmraliyê pêk hat. Ji bo azadiya hemû bindestan, ji bo jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê perspektîf û prensîbên nû hatin avakirin. Bi vî rengî li ser bingeha şoreşa heqîqetê paradîgmayek nû hate afirandin. Yanî jiyaneke civakeke ya bê desthilatdarî û bêyî dewlet. Avabûneke rêbertiyê pêk hat a ku rê nîşanî hemû mirovayetiyê dide û wê fêr dike. Li ser bingeha azadiya jinan de pêkhatineke Rêbertiyê derket holê ya ku azadiya civakî, jiyana civakê, rêveberiya demokratîk û konfederalîzma demokratîk pênase dike.

Ev rastiya Rêber Apo ye. Kurdayetiya ku beriya 50 salan hewl da bi fêrbûna ji kesên din jiyanê fêm bike, îro di şexsê Rêber Apo de bi geşedanên li Kurdistanê hatine pêşxistin, Kurdayetiyeke ku rê nîşanî her kesî dide û pêşengiyê dike ava bû. Pêşketina Rêbertiyê asteke wiha derxist holê. Di şert û mercên herî dijwar de, di rewşeke herî qels de ku derfet lê kêm bûn de zayineke mezin pêk hat. Ev rastiya Rêbertiyê ye. Ji bo hemû gelan, ji bo jin û ciwanan, ji bo tevahî mirovahiyê, ji bo Kurdan jî nirxa herî mezin a têkoşîna 50 salan, feraseta herî mezin Rêbertî ye. Teoriya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz û modernîteya demokratîk a ku Rêber Apo derxistiye holê, teoriyeke nû ye. Bi kêmanî, ev teorî ye ku rastiya jiyana azad a di sedsala 21’an de diyar dike.

Têkoşîna Rêbertî û PKK’ê ya 50 salan heye. Destkeftiyên vê têkoşîna 50 salî çi bûn? Alavên xwerêxistinkirinê ya Kurdan li ser kîjan bingehê hatin avakirin?

Li ser kîjan zemînê pêşketina Rêbertiyê çêbû, guhertin û pêşketina civaka Kurd jî li ser heman zemînê pêk hat. Taybetmendiya sereke ya vê zemînê ev e ku bi derfetên herî hindik civak pêşketinê dike. Ger em di aliyê madî, îmkan û îmkanan de binirxînin, ya herî kêm e. Di rewşeke wiha de pêşketin çêbû. Bi her awayî taybetmendiya şoreşa Kurdistanê ev e. Têkoşîn bi derbaskirina astengî û zehmetiyan hat vê qonaxê. Pêwîst e baş were dîtin, were zanîn. Yên ku gava derfet kêm dibin, zûzûka ditirsin û yên ku reşbîn in û dibêjin ev tişt pêk nayê, nexwe ji vê geşedanê tiştek fêm nekirine. Ji vê diyalektîka pêşketinê dûr in. Divê ew wek hest û ramanên burjuwazî yên biçûk werin pênasekirin. Feqîrî û belengazî ye. Bi rastî jî ew halekî belengaz e ku her tiştî bi maddiyat û derfetan ve girêdide, jiyanê li wir dibîne û nikare tiştekî biafirîne. Li Kurdistanê pêşketina şoreşa azadiyê ne wisa ye.

Vê pêşveçûnê çi afirandiye, çi guheriye? 50 sal berê navê Kurdan tunebû. jê re digotin rojhilatî, hinek Kurdan jî digotin em rojhilatî ne. Nedigotin Kurdistan. Digotin herêma Rojhilat û û Başûrê Rojhilatê Anadolûyê. Çi eleqeya Anatolyayê bi Mezopotamyayê re heye? Kurdbûn bûbû nasnameyeke ku jê dihat dûrketin û veşartin. Kurdan nedixwest xwe weke Kurd îfade bike, ji nasnameya xwe şerm dikir. Lê niha kurdayetî nasnameyek e ku mirovatiyê ronî dike. Îro cîhan dibêje 'Jin Jiyan Azadî'. Dirûşmeyên bi Kurdî tên qîrîn, bi pêşengiya jinan mirovahî bi Kurdî dimeşe. Ji Kurdên ku 50 sal berê ji zimanê xwe reviyan, em hatin cîhaneke ku bindest û mirovahî bi Kurdî diaxivin. Ev hemû bi têkoşînê çêbûn. PKK wek Kurdistan derket holê. Dema ku PKK got “Kurdistan”, gelekan gotin “provakator”. Digotin hûn wisa bibêjin wê zextan bikin. Tirs û fikar hebû.  PKK’ê pênaseya Başûr, Bakur, Rojhilat, Rojavayê Kurdistanê pênase kir. PKK’ê nasname, rûmet, îrade, hişmendî, rêxistinbûn û gelek nirx da Kurdan. Jiyan û mirina bi rûmet dide. Em gotina dawî ya Şex Seîd û Seyîd Riza bi bîr bînin. Ew ne peyvên tesadufî ne, peyvên wisa ne ku dîrokê ronî dikin û berpirsiyariyê li ser siberojê ferz dikin in. Ev tiştên girîng in.

Îro her kes Kurdan nas dikin, Kurdistanê nas dikin, têkoşîna azadiya Kurd nas dikin, têkoşîna jin û ciwanên Kurd nas dikin. Hewl didin ji vir hînî têkoşînê bibin. 50 salên PKK'ê yên Rêber Apo ev yek pêş xistiye, qezenc kiriye. Hinek kes pêşketinê weke dîktatoriyeke mezin an avakirina dewletê dibînin, lê tiştekî wisa tune. Nikarîbû artêşên mezin ava bike, pereyê wî zêde nebû, jiyana madî neda kesî, lê jiyaneke însanî, bi rûmet, serbilind û azad derxist holê. Nexwe jiyana azad, jiyana bi rûmet bi maddiyatê nayê pîvan. Yên ku bi maddiyatê dipîvin ji nirxên mirovahiyê dûr ketine.

Ez dixwazim di çarçoveya çand û hunerê de heman pirsê bikim. 50 sal berê rewş çawa bû? Di vî warî de çi bi dest ket û rola lêkolînên çand û hunerê di guhertinên civakî de çi bû?

Huner û edebiyat di teşekirina prensîb û pîvanên jiyana takekesî û civakî de qadên diyarker in. Lê huner û edebiyat jî bingehên xwe hene. Ew ne tiştên wisa ne ku li her derê, her dem û di bin her şert û mercî de pêş dikevin. Kesê ku wan pêş dixe mirov e. Divê mirov jî di astekê de be ku wan pêş bixe, wekî hişmendî, wekî analîz, wekî bidestxistina kesayetiyê, wekî pîvanek... Dîsa divê nirxên ku ferd û civakê analîz bikin derketibin holê. 50 sal berê li Kurdistanê ev tişt tunebûn. Ji ber ku li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedan hatin şikandin, desthilatdariya mêtinger û qirker serweriyek ava kiribû. Li her qadê qirkirin û asîmîlasyona çandî dewam kir. Ji pêşketina nasname, kesayet û tedbîrên Kurdewarî berdin, reva ji Kurdbûnê hebû. Rêber Apo û PKK’ê ji vî tiştî re gotin qirbûna neteweyî û metamorfoza neteweyî. Dema qirkirin hebe, huner û edebiyat nebe, wendabûn wê pêk were.

Dema ku PKK ava bû, di asta ciwanan de beşdarî xebatên hunerî bû û bi awayekî aktîf cih girt. PKK bi lez û bez çeka xwe negirt, ber bi çiyê bazda û şer nekir. Berxwedana PKK’ê hem kesayeta ku wê huner û wêjeyê pêş bixe, hem jî zemîna ku wê bibe mijara huner û wêjeyê afirand. Bi taybetî dema berxwedana gerîla derket holê ev zemîn ava bû. 50 sal berê huner û wêjeya kurdî nedikarî hebûya. Di sala 1994’an de gotin ku PKK ji ber xebatên ziman tê rexnekirin; Rêber Apo got, "Derbas bibin, gelê ku ne azad be wê zimanê wê çawa azad be”. Divê berê ew azad be. Ew ê ji bo azadiya wê têbikoşe. Minaqeşeyeke edebî hebû, rexne li Yaşar Kemal girt. Digot, "Gelo ma romana eşqiyayan heye? Gerîla zemîna romanê diafirîne, em diafirînin. Bila were çiyayên Kurdistanê bibîne, li wir roman çawa têne nivîsandin. Kesayet çawa tên analîzkirin, nirxên nû yên mirovî çawa derdikevin. ? Bila ew van tiştan bibîne."

Meşa Rêbertiyê û Partiyê 50 sal in berdewam e. 40 sal in gerîla bêyî navber şer dike. Ya rast, mirov parastina cewherî ya ji sala 77’an heta bi niha bike asas, berxwedana ji bo xweparastinê ya rewa ya bi 45 salan û bi deh hezaran qehreman hene. Bi deh hezaran qehremantî hatine kirin. Ji heqê zehmetî û astengiyên wisa hatiye derketin, wisa têkoşîn hatiye kirin ku mirov û civak li moxilê hatine xistin. Nirxên mirovî çi ne, mirov bi çi dibe mirov, civak bi kîjan nirxan civak e, pîvan çi ne, sextekariyên li nav wan hatine xistin, bandora desthilatdariyê û dewletan, berjewendiyên mêtinkariyê yên mêrserweriyê çi ne, ji hev hatine veqetandin.

GEŞBÛNA HERÎ MEZIN WÊ DI QADA HUNER Û WÊJEYÊ DE BE

Mirovên azad, jina azad, mêrên azad, jiyana azad, civaka demokratîk nû derketiye holê. Civaka neteweya demokratîk vê îfade dike. Pêşketina li Kurdistanê ev bi xwe ye. Ev hemû pêşketinên mezin e. Yanî zemîna herî xurt a huner û edebiyatê niha li Kurdistanê heye. Her yek ji van têkoşîna 50 salan, her yek ji van lehengiyên mezin, analîza mirovahiyê ye. Tişta ku li her gundekî, li her taxê, li her malbatekê diqewime analîzeke civakî ye. Niha di hemû civakên cîhanê de zemîna herî xurt a huner û wêjeyê li Kurdistanê, di civaka Kurd de heye. Weke nirxên ku bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê derxistiye holê heye. Civakên din jî xwedî nirx in, lê piraniya wan xwe dispêrin 50 sal, 100 sal berê. Ya li Kurdistanê diqewime. Ev yek di şexsê gerîlayên ku li Zap û Avaşînê li dijî çekên kîmyewî û li dijî çekên nukleerî li ber xwe dide, pêk tê.

Têkoşîna azadiyê li her derê dijwar bûye, lê Kurdistan ji her derê cuda ye. Komkujiya ku li Kurdistanê tê kirin, li tu devereke din tine ye. Ji ber vê yekê li dijî wê têdikoşe. Ger hûn nikaribin şer bikin, hûn nikarin bi ser bikevin. Bi azadiya jinê, bi azadiya civakê azadiya neteweyî pêk tê. Têkoşîn ewqas bi hev ve girêdayî ne. Zemîna huner û wêjeyê pir xurttir e. Lêbelê huner û edebiyat di vê astê de pêş dikeve? Na, pir qels e. Gelek êrîşên dijmin hene, di peydakirina derfetan de zehmetî hene. Ji bo ku hin tiştan bikin, bêtir derfetên qismî hewce ne. Lê tiştên esas ne ev in. Ji ber vê yekê di pozîsyona rastiya mirovî ya zindî de, di analîza têkoşîna leşkerî ya îdeolojîk de qelsiyek heye. Qada huner û edebiyatê tam neketiye xeteke wiha. Gerîla fêm nekirine, xeta Rêbertî fêm nekirine. Rêbertî 50 salan çawa jiya, çawa kar kir, çawa ji Enqereyê dest pê kir, niha li Îmraliyê çawa dijî û çawa dixebite? Jiyana rast, azad û rast ev e. Ji vê yekê dûr in.

Yên ku ji xwe re dibêjin hunermend an jî nivîskar vê rastiyê nabînin. Gerîla li Zapê çawa li ber xwe dide, li dijî çekên kîmyewî û çekên nukleerî şer dike, di wan tunelan de çawa li ber xwe dide? Jiyana rast ev e, heqîqet ev e, jiyana azad ev e. Ev nirxê mirovatiyê ye, ji bilî vê ti rastiya jiyanê nîne. Ew nayên vekolîn, bihîstin an hîskirin. Çima? Ev tê wê maneyê ku hê jî bandora zîhniyet, hest û siyaseta mêtinger û qirker heye. Xweanalîz qels e, lewma xwerexne kêm e. Rewşeke wisa heye ku ferdperestiya birjûyawa biçûk nikare xwe ji ji jiyana maddî ya modernîteya kapîtalîst rizgar bike. Di wir de xitimiye. Nikare xwe civakî bike. Lêbelê, nivîskar an hunermendek tê wateya ku meriv ferdperestiyê ji pêşiya xwe rake. Tê wateya civakîbûn û gelbûnê.

Astek diyar heye, ev jî tevkariyên mezin dide têkoşînê. Bi vê wesîleyê ez silavan li kedkarên huner û wêjeyê dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Lê ew qadeke ku hêjayî bal û nîqaşê ye. Em di wê baweriyê de ne ku geşepêdana mezin a pêşiya me dê di warê huner û wêjeyê de be. Şoreş, weke şoreşeke çandî ya mezin, wê bi huner û wêjeyê re zêdetir pêşketinê bide çêkirin.

Yek ji wan taybetmendiyên ku PKK’ê ji rêxistinên din cuda dikir jî ew bû ku têkoşîna çekdarî weke pêwîstiyeke bingehîn dît. Di vê çarçoveyê de afirandin û bandorên têkoşîna çekdarî li çar parçeyên Kurdistanê çawa çêbûne?

Şerê çekdarî qadeke girîng e. Ji destpêkê ve li Kurdistanê deverekî cihê nîqaşê ye. Hinek dibêjin PKK û çek heman in, yên wisa difikirin hene. Hinek dibêjin ev xeletiyeke mezin e, wan her cure gotin kirin. Ji derve vê dikin, lê li ser navê Kurdan jî dikin. Ew derdorên neteweperest ên seretayî, teslîmiyetxwaz, neteweperestên burjuvaziya biçûk. Me ev gelek dîtin. Me şerekî mezin kir. Nirxên Rêber Apo yên der barê berxwedana çekdarî de bi tevahî hatin piştrastkirin. Pêşketin û pêkhatin li ser esasê ramanên Rêber Apo pêk hat. Ev rastiyeke eşkere ye. Ramanên Rêber Apo çi bûn? Divê hûn van jî bizanibin. Pêdivî ye ku di vê mijarê de agahdariya çewt ji holê rakin. Rêber Apo di parêznameyên xwe yên dawî de ev yek kir prensîb û got, “Eger ku hêza me ya cîhanê têk bibe hebe, lê em ê êrîşî tu kesî nekin, ger cîhan li hev bicive û bi ser me de bê, em ê ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk ên rewa bernedin.” Ev xeta PKK’ê ye, ya Rêber Apo ye. Ev xeta berxwedanê ye. Berxwedan û têkoşîna çekdarî jî li ser vê bingehê derdikeve pêş. Di vê wateyê de têkoşîna parastina rewa ye. Ew bi tenê xweparastin e.

Ji bo Kurdistanê têkoşîna çekdarî pêwîst bû, divê em vê diyar bikin. Ji ber ku qirkirina çandî hebû. Ziman, dîrok, çand, welat, nav, her tişt dihat tunekirin, asîmîlekirin. Rast e mêtingeriya aborî hebû, serdestiya siyasî hebû, lê ev hemû xwe dispartin hêza leşkerî. Ji aliyê serdestiya leşkerî ve dihat pêkanîn. Wate li pişt wan hemûyan, serdestiya leşkerî û şîdet hebû ku weke bingehekê xwe dispart wê. Beriya ku ev serdestiya leşkerî têk biçe, derbaskirina wan, azadkirina ziman, pêşxistina çand, parastina dîrokê, axaftina bi Kurdî û perwerdeya bi Kurdî ne pêkan bû. Civak bi vê yekê rizgar nedibû, destûr jî nedidan. Ne pêkhan bû. Binêrin, ji ber ku gotin îro çekên kîmyewî tên bikaranîn, yekser 9 rojnamevan girtin. Ji ber ku profesora gotî divê bê lêkolînkirin, xistin girtîgehê. Ew xwe dispêrin çi û digirin? Ew xwe dispêre hêza xwe ya şîdetê, polîs-leşkerê xwe û dixe girtîgehê. Wê demê, heta ku tu derb li vê hêza leşkerî nexî, neşkînî, hilneweşînî, tu nikarî di warên din de pêşveçûnê çêbikî, li ser piyan bisekinî.

LI KURDISTANÊ HETA KU ŞÎDET NEYÊ ŞIKANDIN TU PÊŞKETINEKE DEMOKRATÎK ÇÊNABE

Tu nikarî ziman, çand, dîrok, aborî, siyaseta xwe biafirînî, ji ber ku hemû ji aliyê şîdeta leşkerî ve ji holê tên rakirin. Encax dema ku ew hêza mêtinger-qirker têk biçe, tu yê bikarî di wan de pêşketinan çêbikî. Jixwe wisa jî çêbû. Siyaseta demokratîk bi vî rengî di destpêka salên 90'î de derket holê, bi Kurdî axaftin, huner û edebiyat çêkirin, qurs vekirin, xwerêveberiya civaka Kurd karî çêbibe. Ev hemû bi têkoşîna gerîla pêş ketin. Ev feraseta PKK’ê bû, divê her kes rast fêm bike.

Ya yekem, heta ku ev zordariya mêtinger bi têkoşîna şoreşgerî û şîdetê neyê şikandin, li Kurdistanê tu pêşketineke neteweyî, şoreşgerî, demokratîk û azadîxwaz pêk nayê û nikare xwe li ser piyan bigire.

Ya duyemîn jî, tu bi berxwedana xweparastinê ya li ser esasê xweparastina rewa vê şîdeta dagirker a faşîst dikarî bişkînî. Berxwedan û têkoşîna çekdarî ya ku tu yê li ser vê bingehê birêve bibî, divê li ser esasê xweparastinê be. Yanî divê li ser esasê parastina hebûn û azadiya xwe be. Divê ne li ser tunekirin, serdestî an jî mêtinkariya li ser yên din be. Di PKK’ê de ev yek tuneye. Nêzîkatiya çekdarî ya PKK’ê li ser gotina Rêber Apo ya “Eger ku hêza me ya cîhanê têk bibe hebe, lê em ê êrîşî tu kesî nekin, ger cîhan li hev bicive û bi ser me de bê, em ê ti carî dest ji mafên xwe yên demokratîk ên rewa bernedin” pêk tê. Ev pêşketina berxwedana çekdarî ya li ser esasê HRK, ARGK û HPG’ê bi temamî di çarçoveyeke wiha de çêbû. Şerê çekdarî piştî qetilkirina Hakî Karer bi tolhildana wê re dest pê kir. Piştî qetilkirina Heval Hakî ev biryar hat girtin; Her kadroyek wê di dema xebatê de ewlehiya xwe bicîh bîne. Ji bo wê jî, ew ê hem tevgera xwe baldar be û hem jî heke gengaz be, xwe gurçûpêç bike. Yekem bikaranîna şîdeta organîzebûyî ji bo tolhildana Hakî Karer çêbû. Piştre jî li ser tolhildana Halîl Çavgûn çêbû. Berxwedana Hîlwanê ji bo tola gelê Sîweregê hilîne û xweparastina wê pêk bîne pêş ket.

PKK’Ê GELÊ KURD ANÎ ASTA HÊZEKE RÊXISTINBÛYÎ

Herî dawî darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an hat, êrîşî her çar parçeyên Kurdistanê, hemû nirxên gelê Kurd kirin. Ji bo ku Kurdistanê bi temamî qir bikin, ketin rê. Di 15'ê Tebaxa 1984'an de pêngava gerîla ya ji bo parastina gelê Kurd û Kurdistanê li hemberî vê pêş ket. Ev xeta parastinê heta roja îro didome. Berxwedana gerîla ya ku îro li Zap, Avaşîn, Metîna û herêmên din ên Kurdistanê berdewam dike, berxwedaneke li ser vê bingehê ye. Derket holê bê ka ev yek çiqasê rast bûye. Serdestiya dijmin şikand, civaka Kurd hişyar kir, perwerde kir, nasname da wê, rûmet, keramet, cesaret, fedekarî û îrade da wê. Anî asta hêzeke rêxistinkirî. Jinên Kurd perwerde kir û bi rêxistin kir. Pêwîstî bi gerîlaya jin hat dîtin. Êdî kes nikare tiştekî cuda bibêje.

Êrîşên AKP-MHP’ê li ber çavan in. Ger kesên ku bibêjin bila ev şerê çekdarî nebe, em siyasetê bikin hebin, ez ê tenê bibêjim ku ew ehmeq e. Ev 50 sal in em dibihîzin ku mirov vê yekê dibêjin, PKK’ê li dijî vê yekê têkoşiya. PKK’ê her tim pêşketin afirandiye, mezin bûye, Rêber Apo û PKK’ê ji aliyê dîrokê ve hatiye piştrastkirin. Yên ku 50 sal in gotinên wan li derewê qelibî û yên ku xeletbûyîna wan derket holê, hê jî heman gotinê didomînin. Vala ye, divê dev ji wan bê berdan. Yanî divê têkoşîna çekdarî ya PKK’ê weke hêza afirandina şoreşa azadiyê ya mezin, avakirina mirovê azad, civaka demokratîk û pêşxistina jinên azad bê dîtin.

Jixwe ew bi vê têkoşînê hatine pêşxistin. Em binêrin, çi derxist holê? Gelo dîktatoriyeke nû ya dewletê ava kir, hêzekî ku li ser vî û yê din zilm û mêtingeriyê bike çêkir, an jî mîna Barzaniyan begtî ava kir? Na. Çi afirand? Mirovên azad, jinên azad, civaka demokratîk, neteweya demokratîk, siyaseta demokratîk pêş xist û rê li ber wan vekir. Eşkere bûye ku ev yek çiqasî rast û watedar e, ji bo civak û mirovan çiqasî pêwîst û pêşvebir e.

Wê bidome…