Kalkan: Erdogan hewl dide têkçûna xwe veşêre

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, piştî hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê pêvajoyeke nû dest pê kiriye û got, Erdogan hewl dide têkçûna xwe ya mezin a hilbijartinê veşêre.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de tifaqa AKP-MHP'ê li hemberî Bloka Demokrasiyê ya li dora HDP'ê têk çûye.

Kalkan ji ANF'ê re axivî.

Di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adarê de Kurd bi roleke stratejîk rabûn, îradeya xwe nîşan dan û niha li qadê xwedî têkoşîneke cidî ne. Ev tê çi wateyê? Divê helwesta mûxalefetê û hêzên demokratîk a li pêşberî vê yekê çi be?

Bi ser hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê re zêdetirî 15 roj derbas bûn lê hê jî encamên wê yên diyar ji aliyê saziyên eleqedar ve nehatiye eşkere kirin. Di vê mijarê de bi taybet saziya ku jêre dibêjin Desteya Hilbijartinê ya Bilind ya AKP’ê weke rolekê bêariyê dileyze dişibe çapemeniya AKP’ê. Li Kurdistanê hinek şaredariyên ku HDP’ê di hilbijartinê de qezenç kirî dane AKP ya ku ji nivî kêmtir dengên HDP’ê girtine. Li Stenbolê hê jî deng tên hejmartin. 

Di rastiyê de AKP di nava heriyê de ye. Ji bo ku encamên hilbijartinê weke xwe bike serî li hemû zorî û hîleyan dide. Ev rastiyekî vekiriye. Ev hemû jî dide nîşandan ku têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê çiqas girîng û bi wateye. Di rastiyê de gelê Kurd, hêzên demokratîk, bi kurtahî hêzên muxalefetê serketinek girîng bidest xistin.

Tevî ku tifaqa AKP-MHP’ê hemû îmkanên dewletê xist dewrê bikaranî encameke wiha derkete holê. Di rastiyê de faşîzmê derbeyek cidî xwar. Bloka Demorkatiyê ya ku li dora HDP’ê kombûyî weke 7’ê Hezîrana 2015’an careke din serketineke mezin a hilbijartinê bidestxist. Li ser vê bingehê carekê din gelê Kurd, hêzên demokratîk, tevegera demokrasî û hemû hêzên muxalefetê ji ber serketina hilbijartinê pîroz dikim.

BAHÇELÎ, ERDOGAN Û SOYLÛ DI DEMA HILBIJARTINÊ DE LI BER MILET GERIYAN

Hêviya me ew e ku encama 31’ê Adarê ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê were pêşxistin, faşîzm were hilweşandin û bibe encama avakirina Tirkiyeyekî demokratîk. Di rastiyê de encamên heyî di vê astê de bandora xwe ya siyasî heye û berfirehtire. Ji hilbijartineke xwecihî wêdetir encameke ku paşeroja rêveberiya siyasî ya li Tirkiyeyê derxistiye holê û ev bi vekirî tê dîtin. Ji xwe beriya hilbijartinê jî qenaet ev bû. Tu kes di çarçoveya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê de nêz nebû, weke hilbijartina şaredariyê nehate nirxandin. Di serî de tifaqa AKP-MHP’ê wiha girt dest, nirxand hea weke referandûmê nirxand.

Şefên tifaqa cûmhûr; Devlet Bahçelî, Tayyîp Erdogan, kesên weke Suleyman Soylû çûn pêşiya civakê lavayî kirin û gotin; ‘rûyê me reş dernexînin, me neînin şermê’ daxwaza dengan kirin. Çay belav kirin, ruşvet dan û xwestin dengan bikirin. Fermandarên artêşê, şefên polîsan, ji çapemenî heta darazê hemû saziyên dewletê di vî alî de seferber kirin. Ji bo xwe encama ku 31’ê Adarê derkeve holê weke ‘pirsgirêka bekayê’ bi dengekî bilind danîn holê û kirin mijara gotûbêjê. 

LI GELEK DEVERÊN KURDISTANÊ HILBIJARTIN NEHATE KIRIN

Tirsa windakirinê, fikara wan bi awayekî cidî dijiyan. Bi vê dîn û hariya ku derketî holê xebatên hilbijartinê birêvebirin. Êrîşî muxalefetê kirin bi taybet êrîşî Kurdan kirin, her roj herî kêm 10-15 HDP’yî girtin û avêtin girtîgehan. Asta herî jor a zext û tundiyê pêkanîn. Bûyerên li Şirnex, Agirî û Mûşê di hilbijartinê de li hinek cihan ji hîleyê wêdetir tevgerek nîşan dan. Li gelek cihên Kurdistanê di rastiyê de hilbijartin nebû. Sindoq, deng berê hate amadekirin û bi sindoqan tejî kiribûn. Sindoqên ku roja hilbijartinê danîn holê şeva hilbiajrtinê danîn cihekê û sindoqên berê hatibûn amade kirin xistin piyaseyê. Ev rastiyeke vekirî derkete holê.

Her çiqas kêm jî be muxalefetê helwesteke girîng nîşan da. Ya netêrker were dîtin ev e; AKP derdikeve dibêje ‘Ez bi fîlan partiyê re tifaqê dikim’, vê partiyê bi Fethûllahan re tifaq çêkir, dem hat bi CHP’ê re tifaq çêkir, bi MHP’ê re dike, gelek caran bi Kurdan re jî gelek têkilî û tifaq kir. Tifaqa MHP-AKP-BBP-HUDA-PAR bi awayekî diyar derkete holê. Lê ji ber rêveberiya CHP’ê ya heyî hêzên muxalefeta AKP-MHP’ê bi ti awayî vekirî nehatin gel hev, bi vekirî lihev xwedî derneketin. 

Di vê mijarê de hesasiyek wiha hate avakirin ku sankî CHP têkildarî HDP’ê gotinek bibêje wê qiyamet çêbibe, weke ku dengê heyî jî wê negre. Halbukî dîsan bi hêza HDP û desteka wê encamên heyî hatin girtin. Li vir siyaset Û hişmendiya ji berê ku weke koltuxê faşîzmê piştî van bûyeran jî hê xwe weke alternatîfê desthilatdariyê, nekarî xwe bike hêza rast ya muxalefetê. Tevî vêya jî bloka demokrasiyê ya pêkhateyên HDP’ê û hêzên demokratîk li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê çiqas ne fermî be jî muxalefetî fêîlî derxistin holê û ya serketî ev muxalefet bû. 

PARTÎ NEHATIN GEL HEV, LÊ LI SER SINDOQÊ GEL HATIN GEL HEV

Partî nehatin li gel hev lê di sindoqê de gelan, civak, kedark, Tirk û Kurd hatin li gel hev. Divê rêveberên CHP’ê vê rastiyê baş binînin. Bi vî awayî li dijî xezta binxistin û parçekrinê ya AKP-MHP’ê muxalefetê di rastiyê de pêşiya Tirkiyeyê vekir. Derxiste holê ku yekîtiya demokratîk a Tirkiyeyê mumkun û nêz e. Ji bo paşeroja Tirkiyeyê hêviyek afirand. 

Tevî hemû êrîşên faşîst ên tinekirinê, tarikirinê yên faşîzma AKP-MHP’ê derketina holê ya pêşerojekî demokratîk a muxalefê ya ji bo Tirkiyeyê gelek girîng e. Di vê mijarê de hêzên siyasî yên ku alternatîfeke demokratîk li dijî tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê avanekirin bila rewşa xwe bibînin. Civak tifaqê ava dike. Yekîtiya demokratîk a antî-faşîst tê avakrin. Dide nîşandan ku di nava yekîtiya demorkatîk de jiyanekî ku herkes dikare bi azad xwe îfade bike mumkune.

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ ALTERNATÎFA RÊVEBERIYA ANTÎ-FAŞÎST NIKARIN DERXÎNIN HOLÊ

Li Tirkiyeyê her kes dibin venêrina AKP-MHP’ê de ye, yên ku digotin ‘divê civakê de titşek nabe’ hebûn. Rastî ne wiha ye, civaka Tirkiye di serê salên 1970 de tevgerekî girseyî ya mezin ku têkoşîna demokratîk a Tirkiyeê birêve dibe, şoreşa demokartîk jiyan kirî, civaka ku rê nedayî faşîzmê careke din bi vekirî bi vê hilbijartinê re derket holê.

Eger di rastiyê de zeyîftiyek hebe ne di civakê de, di hêzên şoreşger-demorkatîk ên ku divê pêşengiya civakê bikin e. Gel perwerde nakin, birêxisitn nakin, çalakiyên demokratî pêşnaxin. Ya herî girîng jî yekîtiya demokratîk ava nakin. Tifaqek, alternatîfekê ava nakin. 

Li dijî faşîzmê alternatîfa rêveberiya antî-faşîst dernaxin holê. Alternatîfa rêveberiyê ya ku civak xwe bi xwe rêvebibe pêşkêşî civakê nakin. Pirsgirêk ya kêm li vire. Niha tişta ku AKP dixwaze bike bi gotina herî kêm ketina heriyê ye. Dibêjin ya ‘pehlîvanê binketî ji pelewaniyê (Gureş) têrnabe’.  Dibêjin li çep rastê em dîsan hilbijartinê bikin. Hilbijartin nû hate kirin, te hilbijartin winda kir. Serketin û binketin jî heye, dema serketî wê hilbijartin bibe, dema winda kir wê hilbijartin nebe? 

GOTINA 'TEVLÎBÛNA HILBLIJARTINÊ SERBEST E, SERKETIN QEDEXE YE' BI VÊ HILBIJARTINÊ RE PIŞTRAST BÛ

Di rastiyê de gotina Kiliçdaroglû ya ‘ketina hilbijartinê serbeste, lê qezençkirin qedexe ye’ bi vê hilbijartinê re rast bû. Çawa li Kurdisanê yên 70 ji sedî yan 75 ji sedî serketin, serneketî hesab kirin, dixwazin bavêjin ji derveyî şaredariyê. Yên ku 25 ji sedî deng wergirtî weke serokê şaredariyê îlan dikin. Başe wê kî vêya qebûl bike? Çi ye şertê hilbijartinê nine, qedexeya/ê BHQ’ê ye. Başe dema vana serlêdan kirî çima ev rewşa qedexeyê nebû? 

Di rastiyê de weke ku berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç gotî ‘xefikeke li dijî HDP’ê ye’. Dibêjin beşdar bibin eger hûn serketin di encamê de em ê tine bikin. Tayyîp Erdogan digot ‘serbikevin jî em ê nedin we’. Vêya Desteya Hilbijartinê ya Bilind dike. Ma wiha dibe, ma ev pêşbaziyeke, musabayekî sporê ye ku yê yekemîn de qsurek derkeve yê bûyî duyemin re were dayîn? Bi vî mafêi rêveberî tê hilbijartin. Di rastiyê de aya li vir tê dîtin rêvebirina mantiqê qirkirinê ye. Ji bo vê li gorî mantiqê wan guncaw e. Bi gotina hûn yê ‘Yekemin’ zêdene dixwazin gelekê tune bikin. Ti eleqeya vêya bi edalet û hiqûqê re tuneye.

HÊZEKE KU BI ZORÊ HATIYE DESTESERKIRIN

Civak bi taybet divê xwedî li rêvebeirya xwe û şaredariyan derbikeve, serokê şaredariyê yê AKP’yî rêveberiyê qebûl neke. Madem 75 ji sedî girtiye, divê 75 ji sedî rêxistin bibe, serokê ku bixwe hilbijartî weke rêveber bikarbîne. Yanî divê bibe rêveberiya alternatîf. Di hilbijartina 31’ê Adarê de encama herî bingehî a derketî holê eve; Di herdu eniyan de jî divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rêveberiya alternatîf hebe. 

Niha li holê hêzekî ku bi zorê, bi hîleyan, bi zext, teror, rêveberiyê xesp dike heye. Ne mumkune ku bi hilbijartinê ev hêz were durxistin. 7’ê Hezîrana 2015’an qebû nekir, şer îlan kir 24’ê Tîrmeha 2015’an bi şer xwe weke hikûmet îlan kir. Niha jî bi zorî, hîleyan dixwaze xwe weke rêveberê xwecihî yê Kurdistan û Stenbolê bide nîşandan. Wê demê divê herdu enî yanî hem giştî hem jî di asta rêveberiya xwecihî de li dijî faşîzmê têkoşînek din a aktîv pêwîst û divê vê têkoşînê weke alternatîfeke ya rêveberiyê bigihînin hev. 

Mînak di asta rêveberiya xwecihî de divê wiha be. Dema ku ev dest danîn li ser avahiya şaredariyê divê divê civak îteat nebe, di şaredariyê de rêveberiya xwe ava bike, eger li wê avahiya şaredariyê nebe bila avahiyek din bibîne, xwe bi xwe awayekî fîîli li wir birêve bibe. Divê rêveberiyên xwecihî yên demokratî êm fîîlî pêşbixin. Serokên şaredariyê yên hatine hilbijartin jî weke berê naçin.  Gel jî rêveberiya xwe wê teslîmî faşîmzê nekin, divê xwedî li rêveberiya xwe derbikeve, biparêze û têbikoşe.

RÊVEBERIYA ERDOGAN RÊVEBERIYEKE DARBEKAR E

Bi rastî jî di asta rêveberiya siyasî de jî têkoşîneke bi bandor pêwîst e. Ev, bi awayekî eşkere derket holê. Hevserokatiya HDP’ê vê eşkere vedibêje. Li rewşeke rêvenebirinê heye. Faşîzma AKP-MHP’ê ji desthilatdariyê ketiye, hilbijartin winda kiriye. Ya rast, 7’ê Hezîrana 2015’an winda kir. Ji wê rojê ve ti rewabûna rêveberiya AKP’ê tine. Rêveberiya Tayyîp Erdogan, rêveberiyeke xespkar, darbekar û komploger e. Rêveberiyeke ku bi hilbijartinê hatî ser desthilatê nîne.

Bi hilbijartina 31’ê Adarê re ev bi awayekî eşkere hatiye tescîlkirin. Beriya hilbijartinê jî dihat gotin ku hilbijartinên xwecihî wê di asta ku hilbijartinên giştî encamekî derxe holê. Bi rastî jî wisa çêbû. Wê demê encamên giştî yên siyasî çi ye? Faşîzma AKP-MHP’ê têk çû. Li Kurdistanê winda kir, li metropolên Tirkiyê winda kir. 

Dengê piraniya civaka Tirkiyê winda kiriye. Wê demê ji rêveberiyê ketiye. Bi rastî heke ji wan re piçek fêmberiya demokrasî, namûs hebûya wê îstîfa bikirina û biçûna lê belê naçin. Berovajî, weke ku sala 2015’an kirî, dîsa dixwazin rêveberiyên herêmî bigirin. Divê neyê dayîn. Divê ne tenê rêveberiyên xwecihî, ji rêveberiya giştî jî bê xistin. 

DIVÊ CHP BI BERPIRSYARIYA XWE ZANIBE

Tifaqa demokratîk a HDP û CHP’ê divê zêdetir bê pêşxistin û rêveberiyeke alternatîf bê rêxistinkirin. Lê belê di rewşa heyî de nikarin bên ba hev û pirsgirêkên welêt nîqaş bikin. Rewşeke wiha, rewşeke gelek paşverûye. Ev rewş ji faşîzma AKP-MHP’ê re dibe hêz, hêvî û ji bo êrîşê wêrekiyê dide wan. Ev rewş, ji bo ku bi têra xwe mixalefet nayê kirin pêk tê. Divê bi rastî jî CHP berpirsyariya xwe bizane. Bi angaşta, “Ez ê bibim rêveberiyeke alternatîf” derdikeve pêşberî civakê  lê belê nabe. Êdî divê ev civak hew zêde neyê xapandin. 

CHP jî tê de, HDP hemû hêzên demokratîk bîne ba hev. Bi kurtasî divê rêveberiyeke alternatîf bê pêşxistin. Divê îstîfaya Tayyîp Erdogan bê xwestin. Ti tiştên ku ev rêveberî êdî bide Tirkiyê nemaye. Lewre divê êdî vekişe. Divê ev bi dengê bilind bê bilêvkirin. Ango gotina, “nikare bi rê ve bibe” têrî nake, divê bê xwestin ku ji rêveberiyê vekişe û divê nazediya ji bo rêvebirinê pêş bikeve. Divê mirov derkeve pêşberî civaka Tirkiye û cîhanê û bibêje, “Em ji bo rêvebirina Tirkiyê amade ne”. 

Ev, bivênevê ye. Yê din lawaz dimîne. Tayyîp Erdogan ji ber lawaziya mixalefeta heyî  sûd werdigire û dixwaze tenê bi serê xwe bi rêve bibe. Divê êdî bêgotin,  ‘‘Êdî bes e, te rêveberiya yek-zilam jî derbas kir. Tu ji Mûstafa Kemal jî zêdetir bûyî xwedî erk, tu yê çi bikî? Ma tu dernakevî asîmanan, divê ev kar li vir biqede.” Bi rastî jî divê êdî mirov bibêje, “Êdî bes e!”

SERDEMA ERDOGAN ÊDÎ BI DAWÎ BÛYE

Divê her kes vê bizane: Êdî dewra Tayyîp Erdogan qediyaye. Lewre divê êdî mirov wî, ji cihê derketî, daxe. Niha rewşa heyî de divê ev bê kirin.  Ji bo ku ji vê ditirse, ewqas bi hilbijartinan dilîze, dixwaze li gorî xwe çêbike. Bi rastî  ji bo pêşî li nîqaşên ku kes jê re nebêje, ‘dest ji desthilatdariyê berde êdî’ bigire, ev nîqaşên hilbijartinê ewqas dirêj kirin, hewlda ku rojevê averê bike, têkçûna xwe ya mezin a hilbijartinê binixumîne. Divê em vê bibînin û fêm bikin. Divê teqez kes nekeve lîstîka wî. Lewre bi hilbijartina 31’ê Adarê re êdî pêvajoyeke nû destpê kiriye.

Heyama tifaqa AKP-MHP’ê êdî dawî dibe, hilweşînê êdestpê kiriye. Ya rast ketin, pêwîstî bi tevger û têkoşîneke bi bandor a antî-faşîst, demokratîk heye. Jixwe dema mirov li rûyî Tayyîp Erdogan û Bînalî Yildirim dinêre, bi eşkere dibîne ka di nav hilweşîneke çawa de ne. Çima? Çimkî ji ‘hevpar’ jî derb xwarin. Bi vê hilbijartinê re AKP, hate rewşeke wisa ku êdî nikare tifaqa bi MHP’ê re jî bidomîne. 

Piştî hilbijartina 7’ê Hezîana 2015’an digot, “Ez ê pişta xwe bidim MHP’ê û hinek pêşde biçim, Kurdan biperçiqînim, Fethûllahiyan tasfiye bikim, bi tifaqa MHP’ê re ez ê vê bidomînim, MHP’ê qezeç bikim, ji vir hêz bigirim”. Lê belê hate dîtin ku tifaqa bi MHP’ê re kêra AKP’ê nehat. MHP ya hilweşiyayî, mirî, di hilbijartina 7’ê Hezîranê de qediyayî, piştî 4 salan niha dîsa zindî bû, ya hilweşiyayî bû AKP. Ango ev tifaq, nikare AKP’ê xilas bike. Hêzeke wê ya ku ji kesekî din re tifaqê çêbike jî nema. Tîfaqa niha heyî bû tifaqa ku AKP xistî, ber bi têkçûnê ve birî ye. 

CIDDIYET LI HOLÊ NEMA

AKP ya ku bûyî MHP,  êdî tişteke ku bide welatî, bide girseya xwe nemaye.  Teqez êdî tu xêra AKP’ê ne ji Tirkiyê re, ne ji cîhanê re, ne jî ti kesî re nemaye; xêra herî mezin bike ew e ku rojeke zêdetir vekişe, rêveberiyê ji hêzeke ku pirsgirêkên Tirkiyê bi rêbazên demokratîk çaser bike re bihêle. Heke benede, divê lê bê berdan. Divê teqez ev bê kirin.

Niha li holê tu cîddîyet nemaye. Divê hinek kes rabin û bibêjin ‘Cîddî bin.’ Ev qas tiştên eletewş zêde ye. Nabe ku mirovan ev qasî bêrûmet bikin û bêyî ku pişta xwe bispêrin bingehek hiqûqî ji bo desthilatdariya xwe xizmetê bi wan re bikin. Di civakê de ruh namîne, psîkolojî namîne û êdî kes baweriyê bi kesî nayne. Ev qas dek û dolab hebe, wê kî bi çi bawer bibe? 

YÊN KU TÊN KIRIN CIVAKÊ DIRIZÎNIN

Faşîzma heyî şikestineke civakî pêk tîne ya ku baweriyê bi tu tiştî nayne. Xisara herî mezin wisa tê dayîn. Ji aliyekî ve feraseta qirker ji nû ve ava kir û ji aliyê din ve jî civakê hildiweşîne û dirizîne. Divê firsenda vî tiştî neyê dayîn.  Di vê pêvajoyê de divê cîddî bin. Divê hinek kes rabin û bibêjin ‘Cîddî bin û bi heddê xwe zanibin’ Heke ev tişt pêk nehat, divê bi milê wan bigirin û bikin.

Gel got ku ‘Ez dikarim vî tiştî bikim’ li ser xatirê ku mirov karibin gel birêxistin bikin û tevgera demokrasiyê bikin yek. Wê demê ew ê karibin faşîzmê hilweşînin û ew ê karibin kêşeyan bi rêyên demokratîk çareser bikin. Ji bo dema pêş hêviya me ev e. Ji bo vê jî berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû şoreşger û hêzên demokrasiyê. Ev peywireke dîrokî ye. Em peywira xwe ya şoreşgerî û demokratîk pêk tînin û em ê bikin jî. Lê divê her kes wisa bike. 

HELWESTA RÊVEBERIYA CHP'Ê HÊZÊ DIDE ERDOGAN

Sermesele CHP ji bo kêşeyên li Tirkiyeyê û ji bo doza Kurdan dibêje çi? Çima bi HDP’ê re tifaqê nake. HDP li her dera Tirkiyeyê dengan distîne. Helwesta rêveberiya CHP’ê ya li hemberî HDP’ê, hêzê dide rêveberiya Erdogan. Di vê meseleyê de berpirsyariya rêveberiya CHP’ê gelekî zêde ye. Êdî hemû maske ketin. CHP û HDP’ê divê bi berpirsyar nêzik bibin. Divê li hemberî dîktatoriya Erdogan alternatîfa rêveberiyeke demokratîk ava bikin û bi piştgiriya gel, vê dîktatoriyê biavêjin ser sergo.