Kalkan: Em ê şer li her qadê belav bikin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku wê şer li her qadê belav bikin, bigihînin metropolên Tirkiyeyê û got, eger PDK jî bi rengekî çalak tevlî şer bibe, wê li Başûr jî belav bibe.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî Bernameya Taybet a Medya Haber TV bû û bersiv da pirsên li ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, têkoşîna li dijî tecrîdê, êrişên li qadên gerîla û berxwedana li hemberî êrişên dagirkeriyê.

'BERXWEDANA LI ÎMRALIYÊ DI ASTEKE BILIND DE YE'

Di destpêkê de Kalkan tecrîda li Îmraliyê nirxand û bi bîr xist ku serlêdanên parêzeran û malbatê ya ji bo çûyîna Îmraliyê bi hincetên bêbingeh têne redkirin û got, "Berê digotin 'keştî xerabe ye', niha jî dibêjin 'cezayên dîsîplînê'.

Rêber Apo her tim got, li Îmraliyê hiqûq û edalet nîne. Ji serî heta binî siyaset heye, berxwedan heye, têkoşîn heye. Lewma jî ev di asta herî tund de dewam dike. Yanî divê mirov rewşê bi vî rengî fêhm bike. Ev jî nîşan dide ku helwesta hikumet û dewleta heyî, têkoşîna li Îmraliyê di asta herî kûr û bilind de dewam dike, Rêber Apo li dijî her cûre zextên faşîst, mêtinger, qirker, psîkolojîk û fîzîkî li ber xwe dide. Lazim e ev yek bi vî rengî bê fêhmkirin. Ji ber vê yekê em bala xwe didin ser rewşa li Îmraliyê, fêhm dikin ku rewşa siyasî û leşkerî çawa ye, Rêber Apo helwesteke çawa nîşan dide, zexteke çawa lê tê kirin û çawa li ber xwe dide. Bi navê gel û tevgerê em jî hewl didin berxwedana Rêber Apo di asta herî bilind de fêhm bikin û bi heman rengî li ber xwe bidin.

TêkoŞîna li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê di asta herî bilind de ye. Me ev yek di Newrozê de dît, di 4'ê Nîsanê de dît, di 8'ê Adarê de dît. Jinan helwest nîşan dan. Gel û dostên Kurdan helwest nîşan dan. Bi milyonan, bi dehan milyonan mirovan helwest nîşan dan."

'HELWESTA LI ÎNGILISTANÊ GIRÎNG E'

Di vê çarçoveyê de Dûran Kalkan bal kişand ser kampanyayên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Herî dawî Sendîkaya Karkerên Perwerdeyê ya Îngilistanê helwesteke mezin nîşan da û xwest ku Rêber Apo azad bibe. Ev rewşeke gelekî bi wate bû, rewşeke gelekî hêja ye. Sendîkayên Karkeran ên Îngiliz beriya niha heman tişt kiribûn, tevlî wan bûn. Helwesteke gelekî zelal e. Daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Helwesteke bi wate ye. Bi navê rêveberiya partiyê, bi navê Rêber Apo rêveber û hemû endamên van sendîkayan bi rêzdarî silav dikim."

'GERÎLA HÊZ HESABPIRSÎNÊ YE'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de berxwedan û têkoşîna gerîla ya li dijî dagirkeriyê nirxand: "Çalakiyên berxwedana gerîla dewam dikin. Îro li Zapê çalakî hebûn. Li Avaşînê çalakî hene. Gerîla hesab ji êrişkariya faşîst dipirse, wê bipirse. Ji zaliman, ji êşkencekaran wê hesab bipirse. Gerîla hêza hesabpirsînê ye. Hêza bicihanîna edaletê ye. Karakterê gerîlayên Kurd ev e, bi cih tîne. Saleke di vê xetê de lehengiyên mezin kirin. Fermandar û şervanên HPG û YJA Starê şer kir. Hemûyan silav dikim. Bi navê rêveberiya me ya partiyê berxwedan û serketina wan pîroz dikim. Di şexsê şehîdên Zendûra, Werxelê, Tepê Sor û Mamreşo de hemû şehîdên leheng ên vê berxwedanê bi rêz û minet silav dikim."

'BI XETA SERKETINÊ YA LI GARÊ BI LEHENGÎ LI BER XWE DAN'

Dûran Kalkan bi bîr xist ku êrişa dagirkeriyê ya 23'ê Nîsana par destpê kir salekê li pey xwe dihêle û got, "Pêvajoyê di 10'ê Sibatê de li Garê destpê kir. Di navbera 10-14'ê Sibatê de. Faşîzma AKP-MHP'ê ji bo gerîla bêbandor bike û tevgera me ya azadiyê bi temamî bêbandor bike êriş kir. Li wir têk çû. Şoreş Beytuşşebap û hevrêyên pê re şehîd bûn hemûyan bi rêz û minet bi bîr tînim. Yanî pêvajo diyar kir. Guhertinek pêk hat. Çi bû? Êrişên artêşa Tirk a faşîst a dewleta Tirk hatin şikandin. Gerîla derbasî pozîsyona êrişê bûn. Bûn xwedî însiyatîf. Pêvajoya ku di nava meha Sibata 2021'ê de qewimî bi vî rengî bû. li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Metîna, Zap û Avaşînê jî ku 23'ê Nîsanê destpê kir, berxwedan li ser vê bingehê pêk hat. Ya rast faşîzma AKP-MHP'ê bi êrişeke wiha ya dagirkeriyê dixwestin ku têkçûna xwe ya li Garê binixumînin, moralê werbigirin û vê bikin siyaset. Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî eger li Garê bi ser ketibûya dixwest bi vî rengî bikira. Xwestin heman xetê vê carê di êrişên dagirkeriyê yên li ser Metîna, Zap û Avaşînê de bimeşînin, lê belê gerîlayên li Garê serketinb i dest xistin, di xeta serketinê de li Metîna, Avaşîn û Zapê li ber xwe dan. Salek bi vî rengî bi berxwedana herî xurt derbas bû. Gerîla însiyatîf xist destê xwe."

'ÎRADEYA FAŞÎZMA AKP-MHP'Ê ŞIKEST'

Kalkan anî ziman ku fedaîtî di asta herî bilind de hate bicihanîn û got, "Ruhê fedaî yê Apoyî careke din nîşan da ku dikare her cûre êrişan têk bibe. Di sala 2021'ê de di nava berxwedana gerîla de encamên gelekî girîng ên siyasî derketin holê. Faşîzma AKP-MHP'ê hîn bêhtir ber bi hilweşînê ve çû. Êdî îrade û însiyatîfa faşîzmê şikestiye. Her kes dibêje ku ber bi têkçûnê ve diçe. Ew bi xwe jî li vê mikur tên. Ya ku ev pêvajo pêk anî berxwedana gerîla ye; têkçûna faşîzmê ya li Garê, Metîna, Avaşîn û Zapê ye."

Dûran Kalkan bi bîr xist ku wan ragihandin, bi Newrozê re dest bi Pêngava Sala 50'emîn kirine û got, "Armanca pêngavê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Em ketine saleke bi vî rengî ya têkoşînê. Her rojên vê salê Newroz e, her cih cihê berxwedanê ye. Gerîla li ser vê bingehê pêşengiyê ji vê berxwedanê re dike."

'EM Ê ŞER BELAV BIKIN, WÊ BIGIHÊJE TIRKIYEYÊ JÎ'

Kalkan destnîşan kir ku bi ders û tecrûbeyên ji sala derbasbûyî wergirtî wê bi rêbaz, taktîkeke hîn rast û xurtir vê yekê pêk bînin û got, "Bêguman wê ne tenê bi vê yekê bi sînor bimîne. Şer wê ne tenê li wir be. Me ev yek baştir fêhm kir û dît. Di guherîn û veguherînê de, ji jinûve avabûnê de me anîn astekê. Dijmin dixwaze me li hin herêman dorpêç bike û bi sînor bike, bi vî rengî bixe nava şerê çeperan. Lê em vî şerî belav dikin, em ê belav bikin. Li gorî vê yekê jî belav bû. Yanî di vê pêvajoyê d eşer wê ne tenê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bê kirin. Li her cihê ku faşîzma AKP-MHP'ê êriş dike wê şer bê kirin. Li Bakur wê bibe, li Tirkiyeyê wê ev şer bibe. Şer wê derbasî Tirkiyeyê bibe, li metropolan wê şerekî hîn bi bandor bê kirin. Li bajaran, li deşt û li çiyê wê şer bê kirin. Yanî amadekarî li gorî vê hatiye kirin. Hesabên wan ên berê vala ne. Berê bi vî rengî nêzîkatî dihate nîşandan. Me rewş baş fêhm nekiribû û bi lez guhertinên pêwîst nekarî bikin. Lê belê êdî guherî ye. Êdî însiyatîf di destê gerîla de ye. Gerîla jî parastinê nake, êriş dike, wê êriş bike. Li cihê ku qet ne li bendê ne, li cihê ku qet lê ne amade ne wê êriş bike. Ji nişka ve wê pê bihese ku gurzê gerîla li serî ketiye. Yanî şer wê ne tenê li eniyê be, ne tenê li çeperên diyarkirî be, wê li Bakurê Kurdistanê, li her devera Tirkiyeyê, li her devera ku AKP-MHP êrişî me dike, li bajaran wê şer bê kirin. Her der qada şer e. Em ê xeteke bi vî rengî ya berxwedanê bi pêşengiya gerîla biafirînin. Ji bo vê jî asteke girîng a amadekariyê hatiye kirin. Li her devera ku êriş dike di asteke gelekî xurt de wê êriş bê şikandin, wê welê lê bê kirin ku êdî nikaribe êriş bike. Ev jî têrê nake, wê hilweşin. Faşîzm wê hilweşe, sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê wê bê şikandin û parçekirin. Li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk bêne avakirin. Ji bilî vê yekê wê ti encam neyê qebûlkirin.

'BILA KES HESABÊN ŞAŞ NEKE'

Tê gotin ku Tirkiye xwe ji bo êrişên nû amade dike (Hevpeyvîn beriya destpêkirina êrişa 17'ê Nîsanê hate kirin). Em nizanin bê wê çiqasî bê kirin, lê belê beriya her tiştî dixwazim vê bêjim; Faşîzma AKP-MHP'ê di sala 2021'ê de li hemberî gerîla têk çû.

Ev yek eşkere ye; faşîzma AKP-MHP'ê serberjêr bûye. Divê kes çareyekê jê hêvî neke. Bi kêrî kesî nayê. Bila kes hesabên şaş neke. Yên ku dibêjin 'Em ê bi AKP-MHP'ê re têkiliyê dewam bikin, piştre jê sûdê werbigirin' şaş difikirin. Dibe ku îro hin qezencên rojane bi dest bixin lê belê paşerojê wê qat bi qat winda bikin. Beriya her tiştî divê bi vê zanibin. Divê kes hesabên şaş neke. Bi taybetî jî yên ku ji xwe re dibêjin ew Kurd in divê hesabên şaş nekin.

'PDK DI NAVA VÎ ŞERÎ DE YE'

Têkildarî PDK'ê di çapemeniyê de tê gotin ku wê bi hev re êriş bikin. Em dişopînin. Rastî tam çi ye em baş nizanin. Ji aliyê PDK'ê ve daxuyaniyên şênber û eşkere nayên da yin. Agahiyên ku raya giştî pê îqna bikin nîne, lê belê vê yekê bêjim; PDK ji xwe bi rê û rêbazekê di nava vî şerî de ye. Iraq jî di nav de ye. Eger dewleta Tirk dikare ji Heftanînê heta Xakurkê xwe bigihîne van qadan, eger dikare ewqasî êrişan bike hingî ev yek bi destûr û piştgiriya PDK'ê û rêveberiya Iraqê tên kirin. Heta niha bi vî rengî ye. Lewma jî heta astekê ji xwe di nava şer de ne. Li aliyê din, em nizanin ku wê bi planeke hevpar êrişa leşkerî bînin ser gerîla yan na? Em bi vê nizanin em ê bişopînin û bibînin. Lê belê tiştekî bi vî rengî wê bibe felaket. Divê bi vê zanibin. Di rewşeke bi vî rengî de şer ne tenê ji Heftanîn heta Xakurkê, wê li her derê belav bibe, wê li tevahiya Başûr belav bibe. Di rewşeke wiha de wê zerara herî mezin bigihêje Başûr. Divê gelê Başûr, gelê me bi vê rastiyê zanibe û bi rastî jî li ber PDK'ê rabe. Ji ber ku çawa wan rêveberiya Hewlêrê anîne, dikarin pêşî lê bigirin.

'RÊVEBERIYA PDK'Ê DIVÊ BAŞ HESAB BIKE'

Em bên ser PDK'ê. Tê gotin ku ji bo berjewendiyên erzan piştgirî dan, piştgiriyê didin. Divê bi vê zanibin; şer wê mîna berê nebe. Eger PKK û PDK şerê hev bikin, dibe ku rewşeke welê rû bide ku encamên wê nediyar e. Eger ji PDK'ê heye ku wê şer bi kêrî wan bê, hingî xwe dixapînin. Ji niha û pê ve kes nikare bi benê AKP-MHP'ê bigihêje cihekî. Her wiha eger xwe bispêre hêzeke bi vî rengî û êrişî gerîla bike, hingî wê her derê bike qada şer. Wê her kesî rake ser piyan. Nayê zanîn ku encameke çawa jê derkeve. Lewma divê her kes baldar be. Rêveberiya PDK'ê divê baş hesaban bike. Divê baş û rast binirxîne. Eger hesabekî şaş bike wê di bin de bimîne."

Dûran Kalkan di dawiya axaftina xwe de 1'ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştevanî û Yekîtiyê li karker, kedkar û gelan pîroz kir.