Kalkan ê piştî 30 salan hatî berdan, bi girseyî hate pêşwazîkirin

Girtiyê siyasî Nesîmî Kalkan li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di destpêka salên 1990’î de hat girtin û ji aliyê dadgeheke leşkerî ve cezayê hepsê yê heta dawiyê, lê hate birîn. Kalkan piştî 30 salan hate berdan.

Nesîmî Kalkan di sala 1992’an de li Cizîrê hat girtin û li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hate darizandin. Dadgehê bi îdîaya “yekîtiya welêt xera kiriye” cezayê muebedê li Kalkan birî.

Kalkan di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Kalkan di pêvajoya girtîbûna xwe de li girtîgehên Bûrsa, Edîrne, Tarsûs, Sîlîfke, Tekîrdag, Dîlok, Amed, Şirnex, Mêrdîn û Erziromê maye.

Kalkan ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Tarsûsê hate berdan û li warê xwe gundê Bazîft ê navçeya Cizîrê bi girseyî hate pêşwazîkirin.