Kalkan: Berxwedana Efrînê wê li seranserê Kurdistanê belav bibe

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan tevlî merasîma dîplomayê ya gerîlayên nû yên HPG û YJA Starê bû û got, "Ji bo parastina Efrînê em ê seferber bibin."

Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, ciwanên Kurd ref bi ref tevlî nava gerîla dibin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê, komek ji gerîlayan dewreya perwerdeyê ya Şehîd Diler Helo qedandin û bi merasîmekê dîplomayên xwe girtin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan, ji fermandarên HPG'ê Orhan Jêhat, ji fermandarên YJA Starê Raperîn Zinarîn û Nûjiyan Garzan tevî gelek gerîla tevlî merasîmê bûn. Kalkan li merasîmê ji gerîla re axivî û bang li gelê Kurd kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê seferber bibe.

Kalkan diyar kir, ji niha ve eşkere bûye ku sala 2018'an wê bibe yek ji salên herî berfireh ên têkoşîna wan û got, "Êrîşên dijminê faşîst qirker, êrîşên çeteyên faşîst ên AKP-MHP-DAÎŞ'ê vê yekê bi zelalî nîşan didin. Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî qîma xwe bi komkujiyên li Bakurê Kurdistanê û êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê neanîn. Niha jî êrîşî Rojava, yek ji cihên herî bedew ên Rojava êrîşî Efrînê kiriye. Armanca xwe şikandina îradeya Kurdan e, tinekirina tevgera me ya azadiyê ye. Vê yekê bi rengekî vekirî dibêjin. Em jî ji wan re dibêjin; Sala 2014'an dema we bi destê DAÎŞ'ê êrîşî Kobanê kiribûn we heman tişt gotibûn. Wê wextê we gotibûn 'Kobanê diqede, dor tê Efrînê'. Me li Tebqa û Reqayê dît bê dawî çawa tê. Piştî ku li Kobanê têk çûn vê carê êrîşî Cizîr, Sûr, bajar û çiyayên Bakurê Kurdistanê kirin. Niha jî êrîşî Efrînê dikin. Eşkere ye ku li Cizîr û Sûrê têk çûn, ji Şemzînanê heta Amed, Mêrdîn, Serhedê, heta Dersimê çawa ku gerîlayên leheng, rêxistinên em yên jin û ciwanan û gelê me yê leheng çawa li ber xwe dan, hêzên YPG/YPJ'ê çawa ku li Reqayê faşîzma DAÎŞ'ê têk birin, faşîzma AKP-MHP'ê jî li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê, li çiya û newalan hate têkbirin."

EM Ê SEFERBER BIBIN

Kalkan diyar kir ku niha jî bi êrîşa dijî Efrîn û Şehbayê re ji wan heye ku wê tevgera azadiyê qels bikin, piştgiriya ji bo xwe zêde bikin û got, "Bi her awayî bazariyên qirêj tên kirin. Bêguman em detayên wan nizanin. Lê belê çi dibe bila bibe, bi meşa xwe ya 45 salan a bi pêşengiya Rêber Apo, vê tevgerê û vî gelî zingar û qirêjiya 5.000 salî avêt aliyekî. Me hemû dek û dolab, hemû hesabên dijminên gel û dijminên azadiyê kifş kir, mehkûm kir. Weke tevger û gel, me darizandineke dîrokî kir, niha jî hukmê edaleta îlahî wê li Efrîn, Şehba, li her çar aliyên Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bi xurtî bi cih werin. Zalim, faşîst wê li cihê êrîş dikin bên şikandin. Wê di nava xwîna ku dirijîne de bifetisin. Weke gelê Kurd, tevgera azadiyê, ciwanên Kurd, jinên Kurd em ê ji bo parastna Efrînê, Şehbayê û gelemperiya Rojava seferber bibin. Ji bo ku vê faşîzma AKP-MHP-DAÎŞ'ê ku belayê serê mirovahiyê ye li Kurdistanê bişikînin, çi pêwîst be em ê wê bikin."

'2018 WÊ BIBE SALA FÎNALÊ'

Kalkan destnîşan kir ku pêvajoya heyî ya dîrokî vê yekê li ser wan ferz dike û got, "Bi têkoşîna 40 salî re li ser şopa şehîdên leheng û di rêya Rêber Apo de me ev yek pêk anî. Xuya ye wê fînala vê yekê di sala 2018'an de pêk were. Şerê ku li Efrînê dest pê kir ji xwe li Bakur didome. Wê li Rojava, Başûr, Rojhilat û seranserê Kurdistanê belav bibe. Em ê sîstema faşîst a qirker, mêtinger di nava êrîşkariya wê de bifetisînin. Em ê sala 2018'an bikin sala şer û berxwedaneke mezin, bikin sala serketinê."