Kalkan: Berxwedan sererastkirina dîrokê ye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, pêngava dawî wê hovîtî û êrîşkariya faşîzmê ji holê rake û got, "Ev yek rewşeke nû ye; rexnedayineke kûr û sererastkirin e."

Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a Medya Haber TV û berpirs da pirsên li ser rojevê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê bi wesîleya salvegera berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê, di şexsê Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Zamanî û Axîn de şehîdên berxwedana Cizîrê û di şexsê wan de jî şehîdên berxwedana xwerêveberiyê yên li hemû herêman bi rêzdarî û minetdarî bi bîr anî.

Kalkan got, "Ji bo em xwedî li bîranîna wan derkevin û armancên wan bi ser bixînin, gel û tevger em bi rengekî topyekûn li ber xwe didin. Em di di nava berxwedanê de ne û di nav berxwedanê de xwedî li van pêşengên mezin derdikevin. Em bi wan berxwedêran re serbilind in."

BIRYARA DMME'YÊ NE RAST E, LÊ NE NÊZÎKATIYEKE NÛ YE

Kalkan li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê komkujiya Cizîrê de ku serlêdana bi navê berxwedêran hatibû kirin red kir, bi bîr xist ku biryar di salvegera komkujiyê de hate dayin û got, "Biryara ku DMME'yê daye biryareke rast nîne, ne ya qebûlkirinê ye. Lê belê biryareke nû jî nîne, em matmayî neman. Ji ber ku komkujî li pêş çavên van saziyan hate kirin. Deng ji wan derneket. Dema ku agir berdan mirovan, mirov dişewitandin, kesî ji wan negotin 'Em jî li vê dinyayê dijîn, vê nekin'. Sê sal derbas bûn, hîn jî nekarîbûn biryarê bidin. Ji xwe eşkere bû ku wê nikaribin biryarê bidin. Bidin jî çi wateya xwe heye, ji xwe komkujî bû. Piştî ku komkujî bû û nekarîn biryareke 'çima bû' bidin û tiştekî bikin, wê çaxê ti qîmeta biryara wan nîne. Ji ber ku biryarên bi wî rengî pêşî li komkujiyên nû jî nagirin. Mesele jî ev e. Komkujî li pêş çavên her kesî bû, saziyeke ku dengê xwe li hemberî komkujiyê dernexist ne tiştekî matmayî ye ku niha biryareke wiha daye. Ji xwe lê temaşe kiribû, bûbû hevparê kompkujiyê. Niha jî vê hevpariya xwe didomîne."

DMME BERÊ KURDAN DIDE HIQÛQA FAŞÎST A TIRKIYEYÊ KU HEBÛNA KURDAN QEBÛL NAKE

Kalkan işaret bi sedema redkirina serlêdanê kir ku DMME'yê di biryara xwe de gotiye, "Rêyên hiqûqî yên navxweyî heta dawiyê nehatine bikaranîn." Kalkan bi bîr xist, mebesta DMME'yê ji "hiqûqa navxweyî" hikumeta dewleta Tirk e û wiha bi mijarê daket: "Li nava Yekîtiya Ewropayê hema bêjin her kes vê hiqûqê red dikin, jê re dibêjin; ev hiqûqa faşîst dîktatorî ye. Tiştekî bi navê hiqûqê li holê nemaye. Mamosteyê Tayyîp Erdogan hebû bi navê Necmettîn Erbakan. Wî digot, 'Eger sîstema hiqûqê tine be, wê jê re bêjin; sîstema gûgûk'. Bi rastî jî sîstema gûgûkê afirandine. DMME radibe berê serlêdêran dide wê derê. Devlet Bahçelî-Tayyîp Erdogan her roj dikin barebar û dibêjin wê kurdan tine bikin. Ji bo tinekirinê jî bi her rengî biryaran derdixînin. Komploya 15'ê Sibatê ji xwe ji ber vê zîhniyet û siyasetê derket holê. Di salvegera komployê de jî vê biryarê didin. Kurd ji hiqûqeke wiha tiştekî hêvî nakin. Ev hiqûq hebûna Kurdan qebûl nake. Tinekirinê ferz dike. Kurd wê li nava wê hiqûqê li çi bigerin? Tişta ecêb jî ev e, dibêjin 'Biçin li wê derê li mafê xwe bigerin'. Ya ji wê jî ecêbtir ew e; Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê berê Efrîniyan jî da wê derê. Te çi zû dagirkirina Efrînê ji bîr kir û pejirand. Ka te yê hiqûqa dewletan biparasta. Hiqûqa navxweyî ya Efrînê li Enqereyê nîne. Bi qasî em zanin, li gorî Neteweyên Yekbûyî û qanûnên Ewropayê Efrîn li nava dewleta Sûriyeyê ye. Lê DMME'yê biryareke welê sosret da."

BIRYARA DMME'YÊ JI BO ŞIKANDINA RÛMETA KURDAN E, GELÊ KURD VÊ QEBÛL NAKE

Dûran Kalkan diyar kir, divê DMME biryarên xwe êdî di ber çavan re derbas bike û got, "Kurd jî divê vê biryarê red bikin, protesto bikin. Ev biryar ji bo Kurdan şikandina rûmetê ye. Dadgerên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bila zanibin; biryara ku wan dane tê wateya şikandina rûmeta Kurdan û heqareta li Kurdan. Mirovên Kurd, civaka Kurd li ber vê ketine. Li ber ketine, ji ber ku siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker weke navnîşan danîne pêşiya wan. Ji ber ku li dijî faşîzma DAÎŞ'ê şer dikin, li dijî faşîzma El Qaîdeyê şer dikin. Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê şer dikin. Ev gel gelekî antî-faşîst e. Gelek e ku li dijî faşîzmê şer dike, mirovahiya azad diparêze, rûmeta xwe diparêze. Eger ji gelekî wiha re tu rabe bêje biçe îcazetê ji faşîstan bigire piştre bê gel min, ev yek heqaret e, şikandina rûmetê ye. Kurd vê qebûl nakin, bila her kes bi vê zanibe."

SALA 21'Ê YA KOMPLOYÊ BI PÊNGAVEKE MEZIN DEST PÊ KIR 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama bernameyê de bi wesîleya salvegera 20'an komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê nirxand û got, "Sala 21'ê bi pêngaveke mezin dest pê dike. Pêngav bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên li zindanan, welatparêz, oreşger û demokratên li Ewropayê bi rê ve diçe. E yek rê li ber hêviyê vedike."

Kalkan bi bîr xist ku bîst sal di ser komployê re derbas bûne û sîstema tecrîd û êşkenceya Îmraliyê ya bi komployê re hate afirandin hîn dewam dike.

Kalkan got, "Li dijî vê sîstemê bi rastî jî sekneke berxwedêr a bêhempa heye. Sekna Rêber Apo bi vî rengî ye. Beriya her tiştî ez vê seknê, berxwedana Îmraliyê ya dîrokî silav dikim. Her kesên ku bîst sal in li dijî komploya navneteweyî li ber xwe didin, têdikoşin pîroz dikim, silav dikim. Di şexsê hevrê Halît Oral û Aynûr Arslan de şehîdên me yên leheng ên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' li ber xwe dan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Di nava bîst salan de têkoşîneke mezin hate dayin. Ji bo komploya navneteweyî, sîstema êşkenceyê û tecrîdê ya li Îmraliyê ji holê rabe, nêzî deh hezar şehîd hatin dayin. Ev berxwedana dîrokî niha di asta herî bilind de ye. Di asta fînalê de ye."

PÊNGAVA GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ REXNEDAYINA LI PÊŞBERÎ RÊBER APO YE, GELEKÎ GIRÎNG E 

Kalkan bi bîr xist, yên ku komploya 15'ê Sibatê pêk anîn gotin ku 'şeş meh emrê tevgerê' heye û diyar kir, ku bîst sal di ser gotina 'PKK wê di nava şeş mehan de biqede' derbas bûn.

Kalkan got, komplo bi ser neketiye, komployê nekariye armanca xwe ya qirkirinê pêk bîne û got, "Nekarî berxwedana Kurdan têk bibe. Nekarî hişmendiya azadiyê, rêxistinbûn û têkoşîna Kurdan ji holê rake. Ji vî alî ve komplo binketî ye. Li dijî komployê têkoşîneke mezin hate dayin."

Kalkan got, di nava berxwedanê de jî be, bîst sal bi sîstema tecrîdê û êşkenceya Îmraliyê derbas bûne û wiha dewam kir: "Bêguman der barê vê de rexnedayineke cidî divê were dayin. Bi rastî jî Leyla Guven, Nasir Yagiz, berxwedêrên zindanan, yên li Ewropayê di greva birçîbûnê de ne ev rastî gelekî baş rastin pêş çavan. Gelek xusûsên girîng hene ku divê em hemû esas bigirin û dersê jê derxînin. Dibêjin, 'Li pêşberî Rêber Apo, li pêşberî xeta jiyana azad, hebûna Kurdan û tevgera azadiyê em rexnedayinax we didin'. Yanî bi hişmendiyeke rast a azadiyê mirov nikarin bîst salan di nava sîstema tecrîdê û êşkenceyê de bimînin. Dibêjin, 'Me ev qebûl nekir, dilê me ranegirt, lê belê dîsa jî em di nav wê sîstemê de man. Bîst sal derbas bûn. Ne bîst sal, diviyabû me bîst roj, bîst saetên bi vî rengî jî qebûl nekiriba. Em rexnedayina xwe didin. Bi rexnedayineke wiha re her ku em xwe ber bi rastiyê ve dibin, dibin xwedî îrade, azad dibin, hişmendî û îdîaya me zêde dibe'. Ev tespît gelekî girîng in. Bi rastî jî ev pêngava dawî ya berxwdedanê, pêngava 'Em tecrîdê bikişînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin', li pêşberî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ku bi komploya 15'ê Sibatê re derkete holê, rexnedayinek e. Rexnedayina wê yekê ye ku jiyana bi vê sîstemê re qebûl nake. Yanî mirovan dibe ser xeta 'Hûn nikarin roja me tarî bikin', dibe ser xeta Viyanan. Ev yek gelekî girîng e."

SERERASTKIRINA DÎROKÊ YE

Endamê Komîteya Rêvber a PKK'ê Dûran Kalkan anî ziman, berxwedana li dijî tecrîdê beriya her tiştî berxwedana li dijî êrîşkariya siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker e ku guh nade hiqûqê, exlaqê û mirovahiyê. Kalkan got, "Berxwedana mirovahiyê, rûmetê, azadiyê, demokrasiyê û hebûnê ye. Berxwedana hebûna mirovê azad, gelê azad, mafên demokratîk û berxwedanê ye. Ev yek bi rengekî vekirî derdikeve holê. Ya ku heta niha hate kirin jî ev bû. Berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven, Nasir Yagiz, zindanan û Ewropayê tê kirin, asta herî bilind a vê yekê ye, fînal e. Salvegera 20'an a komployê bi berxwedaneke wiha tê pêşwazîkirin. Di salvegera 20'an de em ê komployê têk bibin, em sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê qebûl nakin, em ê parçe bikin. Em ê pirsgirêka Kurd çareser bikin, siyaset û zîhniyeta ku înkar û tinekirinê li ser Kurdan ferz dike ji hole rakin. Ev siyaset û zîhniyet wê biguhere. Wê aqlê wan bê serê wan, siyaseta demokratîk a rast bikin, wê welê li mirovan bê ku bi rengekî demokratîk û biratî bifikirin. Siyaset û zîhniyeta faşîst-qirker di hest û mejî de wê tine bibe. Hest û mejî ji xwe bi wan re nîne, lê belê ev rewşa hovane ya êrîşkarî wê ji holê rabe. Ev berxwedan vê yekê îlan dike. Rewşeke nû ye, xeteke nû ye. Bi rastî jî rexnedayineke nû ye. Sererastkirin e."

HÊZÊN KOMPLOGER DIVÊ ÊDÎ XWEDÎ LI BERPIRSYARIYÊN XWE DERKEVIN

Kalkan diyar kir ku hêzên komploger divê êdî xwedî li berpirsyariyên xwe derkevin û got, "Divê ew jî li pêşberî dîrokê tiştekî bêjin. Bila kes nebêje 'Em serdest in, em ê Kurdan tine bikin. Em ê rastiyên dîrokî berevajî bikin'. Kurd li ber xwe didin û ti carî komplo qebûl nekirin. Wê sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têk bibin, dîwarên Îmraliyê hilweşînin, komployê bi temamî têk bibin û dîrokê sererast bikin. Ji ber vê yekê, yên ku para xwe di komployê de hene, berpirsyarî û sûcê xwe hene, divê hewl bidin vê yekê çareser bikin. Divê hinekî demokratîk nêzîk bibin. Gelekî neheqî li gelê Kurd kirin. Ji bo hin berjewendiyên madî ev kirin. Ev yek ne ya qebûlkirinê ye. Mesela, DYE di asta serokatiyê de biryar da û meşand. Wezareta Karên Derve koordîne kir. Berpirsyariya xwe heye. Berpirsyarê sereke ye ku niha Rêber Apo li nava êşkence û sîstema tecrîdê ya Îmraliyê tê girtin."

ZÎHNIYETA FAŞÎST, NÎJADPEREST LI ÎMRALIYÊ VEDIGUHERE QANÛN-BIRYARÊ Û LI DIJÎ KURDAN Û TIRKIYEYÊ HEMÛYAN TÊ BICIHANÎN 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, divê her kes komploya 15'ê Sibatê û sîstema êşkence û tecrîda Îmraliyê rast fêhm bikin û wiha dewam kir: "Ev girtîgehk nîne, girtinek jî nîne. Darizandin û cezakirin jî nîne. Ew der ne girtîgehek e, li wir girtîbûnek nîne, darizandinek jî nebûye. Li wir rêbazeke rêveberiyê heye. Zîhniyet û siyaseta faşîst, şoven, nîjadperest û neteweperst li wir dibe qanûn, dibe biryar, dibe rêveberî û li dijî Kurdan, li dijî Tirkiyeyê tên bikaranîn. Lewma, sîstemeke rêveberiyê ye. Rêbaza rêveberiyê ya li Tirkiyeyê diyar dike. Hêza rêveberiyê diyar dike. Ji ber vê yekê sîstema tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê êşkenceya li dijî her kesî ye, tecrîdkirina her kesî ye."

Kalkan diyar kir, rabûna li ber komployê, rabûna li ber sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê, yekane helwesta azadîxwazî, demokratîkbûn û jiyana bi hev re ye. Kalkan got, "Yên vê nekin nikarin bibin demokrat, nikarin bibin azadîxwaz. Lewma nikarin li dijî faşîzmê têbikoşin û sîstemeke demokratîk biafirînin."

BILA HER KES ZANIBE; AŞTÎ Û JIYANA BI HEV RE ANCAX BI PÊŞENGIYA RÊBER APO DIKARE BIBE

Dûran Kalkan bi dewamî got, "Bila her kes zanibe; eger wê aştî di navbera Kurd û Tirkan de pêk were, eger wê demokrasî pêk were, demokrasiya Kurd û Tirkan, jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan wê pêk were, pêşengê vê Rêber Apo ye. Wê li ser xeta demokratîk a Rêber Apo pêk were. Ji bilî vê yekê ti rê nîne. Lewma divê her kes, bi taybetî gelên Tirkiyeyê, jin, ciwan, hêzên şoreşger ji Kurdan bêhtir li ber komployê rabin. Hîn bêhtir bi ser sîstema tecrîdê û êşkenceya Îmraliyê ve biçin. Pêwîste di sala bîst û yekê de ji komployê rizgar bibin û pêşî li jiyana bi yekîtî, demokratîk û azad vekin."

KURDAN BI BERXWEDANÊ 'PLANÊN TÊKBIRINÊ' TÊK BIRIN

Mijareke din a ku Kalkan işaret pê kir, 'Plana Têkbirinê' ya dewleta Tirk bû ku 24'ê Hezîrana 2015'an xiste meriyetê.

Li ser plana ku van rojên dawî bi berfirehî di çapemeniyê de cih girt Kalkan got, "Plana têkbirinê plana qirkirina Kurdan e. Berê jî planên wan ên bi vî rengî eşkere bûbûn."

Kalkan bi bîr xist, plana têkbirinê ya vê dawiyê di dema rêveçûna hevdîtinên Îmraliyê de hate amadekirin û got, "Eşkere bû ku yên plan amade kirin Fermandariya Giştî, Musteşariya Ewlekariyê bûn ku van saziyan di heman demê de hevdîtinên li Îmraliyê organîze dikirin. Dema ku me ev dît, em matmayî man. Ewqas fen, hîle û derew diviyabû nebûya. Lê bû, hêza li dijî me hêzeke wiha ye. Lê bawerim ev belge nû hatiye amadekirin. Divê mirov fêhm bikin bê çima nû hatiye amadekirin. Xuya ye planên wan ên berê îflas kirine, pûç bûne, têrker nebûne û bi ser neketine. Beriya her tiştî divê ev tespît were kirin. Beriya 'Plana têkbirinê' ya 24'ê Tîrmeha 2015'an kete meriyetê, di 15'ê Tîrmeha 2014'an de bi êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Kobanê re planeke din ketibû meriyetê. Eşkere ye ku ew plan têk çû, lewma plana piştî wê amade kirin. Ev encameke gelekî girîng e. Pêwîste her kes vê bibîne. Kurdan bi berxwedana xwe plana destpêkê têk birin. Dibe ku hin planên din jî hebûn û hatin têkbirin."

BILA EWROPA 'PLANA TÊKBIRINÊ' LÊKOLÎN BIKE; EŞKERE BÛ KU BELGEYA ŞER E 

Kalkan bal kişand ser hin xalên di planê de cih digirin û got, "Balkêş e, ji leşkerên xwe re dibêjin, 'Hûn dixwazin bikevin nava darbestê, ya jî derkevin pêşberî dozger'. Bi zorê mirovan dibin kuştina Kurdan. Ev yek derdikeve holê. Faşîzma AKP-MHP'ê mirovan bi zorê û pereyan, lê bi giranî bi zorê dike ku komkujiyê, qirkirinê bikin. Gefa 'Eger hûn li deverên cuda yên Kurdistanê komkujiyê nekin, em ê we bikujin' dixwin. Di ser re radibin dibêjin, 'PKK bi zorê filan tiştî bi mirovan dide kirin'. Bi dîtina min bila DMME, hêzên Ewropayê, hêzên demokrat vê belgeyê lêkolîn bikin û bibînin bê ya ku jê re dewleta Komara Tirkiyeyê tê gotin çiqasî eleqeya xwe bi dewletbûnê re heye. Çiqasî eleqeya xwe bi hiqûqê re heye. Nîne. Dibêjin, 'Eger hûn binpê bikin, xem nîne', qaşo ji bo paşeroja xwe dikin. Dibêje 'Em di rewşa seferberiya beriya şer de ne'. Eger mirov wan mijaran binirxîne, rewş hîn bêhtir nebaş e. Bila yên ku hêviya xwe bi AKP'ê re heye, bixwînin. Yên ku ji Erdogan û Bahçelî hêvî dikin bila bibînin bê çawa diherifin. Dibêjin, 'Em di rewşa seferberiyê de ne, li ber tinebûnê ne. Eger hûn nekin em ê biqedin, em di pêvajoya man û nemanê de ne, hildiweşin'. Vê yekê vekirî dibêjin. Ji ber vê yekê bi rengekî hovane êrîş dikin. Wekî din, şer dikin. Dibêjin, 'Em di rewşa seferberiyê de ne'. Belê, ev yek belgeyeke şer e, ev eşkere ye. 'Seferberî' gotineke leşkerî ye. Dema ku tu civakê bi temamî bixe nava şer, ji vê yekê re 'seferberî' tê gotin. Dibe ku şerê berxwedanê be, şerê êrîşê be, ev mijareke din e. Em jî li berxwedanê seferber bûne. Dibêjin ku di nava 'berxwedana topyekûn de ne'. Ji ber ku êrîşeke bi vî rengî li dijî me tê kirin. Lê belê bi vê belgeyê eşkere dibe ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP'ê di asta seferberiya êrîşê ya topyekûn de ye. Yanî şerê êrîşê dike. Seferberî tê wateya şer. Li dijî kê? Nikare bêje 'li dijî rêxistina terorê şer dikim'. Dibêje 'operasyonê dikim'. Lê belê rewşa heyî seferberî ye. Yanî şer e. Wê çaxê divê hiqûqa şer bi cih were anîn. Eger bi rastî jî jê re seferberiyê dibêje, şer dike, divê bi rengekî eşkere vê yekê deyne holê. Em jî wê dibêjin. Hingî divê her du alî li gorî hiqûqa şer tevbigerin. Mesela, divê hêzên navneteweyî vê ferz bikin. Hêzên şer ji bo serketin an jî binxistinê şer dikin. Eger nikaribin bi hev, wê demê dikarin li rêyên cuda bigerin."

ŞER ÎLAN KIRINE, LÊ LI GORÎ HIQÛQA ŞER TEVNAGERIN, KOMKUJÎ Û QIRKIRINÊ DIKIN

Kalkan anî ziman, dewleta Tirk li gorî hiqûqa şer tevnagere, li gorî siyasetê û ti hiqûqê tevnagere, bi rengekî hovane komkujiyan dike û êrîşên qirkirinê dike. Kalkan got, "Divê her kes vê bibîne, ji ber ku ya tê kirin sûcê li dijî mirovahiyê ye." Kalkan diyar kir, belgeya hatiye eşkerekirin belgeya qirkirinê ye û got, "Ya rast belgeya komployê ye. Nîşan dide ku sîstema êşkenceyê û tecrîda li Îmraliyê li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn belav kiriye. Dibêjin, 'Ji tevahiya dinyayê re rastiyan şaş bêjin, divê em piştgiriya wan bigirin'. Dixwazin dewletên dinyayê, siyasetmedaran bikin hevparê sûcê xwe yê qirkirina Kurdan."

YA KU LI DERALÛK Û ŞÊLADIZÊ BÛ, ŞOREŞ E 

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dawiya bernameyê de jî raperîna Deralûk Şêladizê ya li dijî dagirkeriya Tirk a li Başûrê Kurdistanê nirxand.

Kalkan di destpêkê de raperîn silav kir, şehîdên herêmê bi bîr anî û ji ber helwesta ku nîşan dan serhildêrên Deralûk û Şêladizê pîroz kir.

Kalkan got, "Ya rast divê mirov ji vê yekê re nebêjin serhildan. Ya ku pêk hat, şoreş bû. Ya li Deralûk û Şêladizê rû da, bi rastî jî şoreş e. Şoreşa li Başûr, şoreşa li tevahiya Kurdistanê ye. Ev şoreşa çi bû? Şoreşa hestan bû, şoreşa têkbirina tirsê bû, şoreşa rabûna li ber hevkariyê bû, şoreşa qutbûna ji zîhniyeta û siyaseta faşîst-qirker bû. Ev yek şoreşa yekîtiyê ye. Ruhê neteweyî, hestê neteweyî, şoreşa yekîtiya neteweyî ye."

Kalkan wiha dewam kir: "Vê yekê bi vekirî bêjim; wî gelî qala nan, avê nekir. Wan daxwaza rûmetê kir, daxwaza azadiyê kir. Şoreşa Deralûk û Şêladizê şoreşeke rûmetê bû, şoreşa azadî, hest û yekîtiyê bû. Yên ku vê fêhm bikin wê bikevin nava coş û kelecanê. Yên fêhm nekin, nizanim bê çima li vê dinyayê ne, lê bi rastî jî li şûna ku xwedî li vê derkevin, li ber radibin. Hin rêveberên PDK'ê dibêjin; pêwîstiya me bi nan heye, ji Tirkiyeyê tê, ev rewş me tengav dike, gel daxwaza nan dike. Gel daxwaza nan nake."

DIVÊ RÊVEBERÊN LI HEWLÊRÊ BIBÎNIN; GEL ŞEREF, AZADÎ Û YEKÎTIYÊ DIXWAZE

Kalkan ji rêveberên li Hewlêrê û Serokwezîrê Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re got, "Gel beriya her tiştî şeref û rûmetê dixwaze, azadî û yekîtiyê dixwaze. Vê rastiyê bibînin."

Kalkan diyar kir, zextên li gel tên kirin divê bi dawî bibin û got, "Kî dibe bila bibe, kî van zextan bike wê sibe di bin de bimîne. Ji her alî ve wê di bin de bimîne. Civak wê wan efû neke. Pêwîste her kes mesaja hatiye dayin baş fêhm bike. Bi rastî jî mesajeke mezin hate dayin. Ev mesaja şoreşê bû. Mesaja yekîtiyê bû. Girîng e her kes vê mesajê fêhm bike. Me bang kir, me mesaj baş fêhm kir. Rast gotin; Kurdistan yek e, Kurd yek in. Pirsgirêka Kurd yek pirsgirêk e, li her derê bi hev re çareser dibe. Li cihekî tenê çareser nabe. Lewma divê her kes bibe yek û li dijî hêzên rê li ber pirsgirêkê vekine têbikoşin û pirsgirêkê çareser bikin. Ji bo çareseriyê jî pêwîstî bi yekîtiya demokratîk, bi têkiliyê heye. Bi taybetî rêveberên PDK-YNK'ê divê mesaja civakê şaş fêhm nekin, her carê gefê li civakê nexwin û nebêjin, 'hûn ê birçî bimînin, tî bimînin, eger hûn bi vî rengî bikin wê Tirkiye, wê Îran filan tiştî bike'. Divê onûr, şeref, azadî, hişmendî û îradeyê bidin civakê. Civakeke bi vî rengî wê nanê xwe di nava her şert û mercên dijwar de karibe bi dest bixe. Xaka Kurdistanê bi rastî jî dewlemend e, dikare vî gelî xwedî bike. Ya girîng ew e ku em zanibin xwe ji wê axê xwedî bikin. Em dilxwazên jiyana azad bin. Ji ber vê yekê divê mesaj baş were fêhmkirin. Em, tevger li ser vê yekê radiwestin."

KURDEK NÎNE KU PKK'Ê BANDOR LÊ NEKIRIYE

Kalkan işaret bi vê xusûsê jî kir: "Dibêjin 'PKK'ê kir, PKK'ê tev da'. Rêveberiya PDK'ê ji her kesî baştir zane ku ti rêxistinbûn û karekî PKK'ê li wir nîne. Ev yek xapandineke TC'ê ye. Rêxistinbûneke PKK'ê li wir nîne. Lê belê PKK têkoşîna Kurdên azad dimeşîne, yên ku dilê wan ji azadiya Kurdan dixwaze, yên ku xwedî ruh û hesteke bi vî rengî ye, PKK'ê dibihîzin, PKK bandorê li wan dike. Ma li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat Kurdek heye ku PKK'ê bandor lê nekiriye? Rêveberiyên wan rêxistinan jî di nav de. Ez vekirî dibêjim; bi wan re jî rehekî PKK'yî heye. Em dixwazin ew yek derkeve pêş. Lewma, PKK'ê ew nekir. Ew helwesta gel bû, helwesteke gelekî xwezayî bû, helwesteke gelekî bi rûmet bû. Ya rast, helwest û feraseta gelê li hemû parçeyên Kurdistanê nîşan da. Mesaj ji bo me hemûyan bû."

Kalkan bi vê wesîleyê bang li her kesî kir ku rast fêhm bikin, dersê jê derxînin û li gorî vê jî helwesteke azadîparêz, demokratîk û yekîtiyê nîşan bidin.