Kalê 80 salî ku 23 sal in girtî ye li benda edaletê ye

Mehmet Emîn Ozkan (Apê Dedo) (80) 23 sal e bi îdiaya “Tuggeneral Bahtiyar Aydin kuştiye” girtî tê darizandin û li benda edaletê ye.

Di 22'ê Cotmeha 1993’an de li Navçeya Lîcê ya Amedê Fermandarê Cendirmeyan ê Lîcê Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Aydin, Mehmet Emîn Ozkan hatibû girtin. Ozkan ê 80 salî 23 sal in girtî ye û girtî tê darizandin. Ozkan ku di sala 1996'an de ji "Endamtiya rêxistinê" hat girtin, li ser îfadeya 2 îtîrafkaran, hat girtin. Piştî îtîrafkaran îfadeyên xwe paşve kişandin vê carê bi sûcdariya Tuggeneral Aydin kuştiye hat darizandin. Ozkan di pêvajoya darizandinê de her çend diyar kir ku eleqeya wî bi kuştina Aydin re tune jî dîsa rastî cezayê muebeta giran hat. Ozkan, di 23 salên girtî de li 6 girtîgehan geriya.

Ozkan ê 23 salin girtiye, di girtîgehê de bi nexweşiyên weke dil, tansiyon, guatra bi jehrî, helîna hestî, gurçik, rovî, kolî dayîn, ne bihîst û ne dîtinê ket. Ozkan, pêdiviyên xwe yên jiyanî yên xwarin xwarinê, serşoştin, kinc li xwe kirin, tiraş bûyîn û çûyîna tûwaletê nikare bi tena serê xwe pêk bîne û hatiye rewşa ku ferdên malbata xwe nas nake.

‘23 SALE BÊ GUNEH DI GIRTÎGEHÊ DE TÊ GIRTIN’

Keça Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku bavê wê ji ber di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat ker bûye û nikare bêhnê bistîne. Ozkan anî ziman ku bavê wê 23 sale bê guneh di girtîgehê de tê girtin û wiha axivivî: “Di 22'ê Cotmeha 1993’an de li Lîcê Fermandarê Cendirmeyan Tuggeneral Bahtiyar Aydin hatibû kuştin. Têkildarî kuştina Aydin, bavê min Mehmet Emîn Ozkan li Edeneyê hatibû girtin. Ji ber ku bavê min di bin çavan de rastî îşkenceya giran hat ker bûye û nikare bêhnê bistîne. Bavê min bi tena serê xwe nikare pêwîstiyên xwe bîne cih. Sê birayên min jî di girtîgehê de ne, niha du birayên min li gel bavê min tên girtin û ew li bavê min dinêrîn.”

‘EM NAXWAZIN BAVÊ MIN LI GIRTÎGEHÊ BIMRE’

Ozkan da zanîn ku bavê wê roj bi roj bêtir nêzi mirinê dibe û got: "Em naxwazin bavê me li girtîgehê bimire. Em dixwazin rojên xwe yên dawî li gel me li malê derbas bike. Ji bo bavê min bê berdan me serî li hemû rayedaran dan. Ger ku tiştek bê serê bavê min berpirsiyarê vê yekê Serokomar, Wezîre Dadê ye. 23 sal in bavê min girtiye, li girtîgehê nexweşiyên weke dil, tansiyon, guatra bi jehrî, helîna hestî, gurçik, rovî, kolî dayîn, ne bihîst û ne dîtinê pê re çêbûne.”

‘TALÛKEYA WÎ YA JIYANÊ HEYE’

Ozkan anî ziman bavê wê di pêvajoya girtina xwe de 4 caran krîza dil derbas kir û wiha got: “Ligel ku ji sedî 87 rapora bavê min heye ku nikare di girtîgehê de bimîne, dîsan nayê berdan. Gelek caran Saziya Tiba Edliyê rapor ku bavê min nikare di girtîgehê de bimîne da. Herî dawî dîsan me serî Saziya Tiba Edliyê da û vê carê jî berovajî rapora xwe raporek da û di raportê de tê gotin ku Mehmet Ozkanê 80 salî dikare di girtîgehê de bimîne da. Ev rapor sosrete, bavê min zarokê xwe nas nake, hey bê wijdanan çawan dikare di girtîgehê de bimîmine. Heke dikare di girtîgehê de bimîne çima hefteyê 3 rojan wî dibin nexweşxaneyê. Diyar e ku Bahtiyar Aydin ji aliyê kî ve hatiye kuştin. Kujerên wî li holê ne. Neberdana bavê min bêhiqûqî ye. Ez bang li saziyên civakî yên sivîl û mirovên bi wijdan dikim ku piştevaniyê bidin me.”