Kakeyî: Tirkiye bi rêya kirêgirtiyên xwe li Kerkûkê provakasyonê dike

Parêzer û Şarezayê Yasayê Navneteweyî Hejar Kakeyî ragihand dewleta Tirk bi rêya kesên weke Erşed Salihî provakasyonê dike û got, “Pêwîste hikumeta Iraqê li ser vê mijarê bisekine, ji ber ku Erşed Salihî perlementerekê Iraqê ye û ji bo Tirkiyê dixebite.”

Roja 25’ê vê mehê welatiyên bajarê Kerkûkê li navçeya Şîwesor a nehiyeya Şiwanî yê bajarê Kerkûkê bi boneya cejna Newrozê pîrozbahiyeke girseyî hatibû lidarxistin. Dewleta Tirk a dagirker xwe li vê yekê negirt û bi rêya kirêgirtiyên xwe li Kerkûkê careke din dijbertiya xwe li hemberî merasîmên netewî yên Kurd nîşan da.

Erşed Salihî ku weke kesekê ku li Iraqê planên Tirkiyê bi cîh tîne û girêdayî dezgeha îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) e tê naskirin, bi daxuyaniyekê pîrozbahiya Newroza Kerkûkê weke kombûneke terorê pênase kiribû.

Salihî ku berpirsê Eniya Tirkmen e û di heman demê de parlementerê Iraqê û girêdayî MÎT’ê ye, bi daxuyanieke provakatîf ji hikumeta Iraqê daxwaz kir ku pêşî li welatiyan bigire da ku pîrozbahiya Newrozê lidar nexin û pîrozbahiya hatî kirin jî şermezar bikin. Bi vî şêwazê xuyaye ku dewleta Tirk a dagirker û kirêgirtiyên wê dixwazin merasîmên netewî yên Kurdan qedexe bikin.

Têkildarê gotin û  daxuyaniyên bi vî rengî yên provakatîf li bajarê Kerkûkê, Parêzer û Şarezayê Yasayên Navneteweyî Hejar Kakeyî ji ANF’ê re axivî.

ENIYA TIRKMEN PROVAKASYONÊ DIKE Û PKK’Ê TAWANBAR DIKE

Kakeyî da zanîn ku ev daxuyaniya Erşed Salihî ne cara yekemîn e ku tê dayin û got, “Berê jî çendîn car ji bo mijarên cuda jî senaryo çêkiribû û xistibû rojevê, bi rengekî wisa kir ku heta alîgirên wan jî daxwazê li wî bikin dest ji van propaganda û senaryoyan berde. Her kes dizane ku berê jî Eniya Tirkmenî li bajarê Kerkûkê wêne û alên Birêz Ocalan belav dikir û paşê jî daxuyaniyek dida û digot ku PKK li Kerkûkê çalakî dike û gefê li baregeha me dixwe. Her wiha piştre diyar bû ku bi xwe çendîn karên weke teqînên biçûk li ber baregeha xwe pêk anîbûn, wê rastiyê alîgirên PKK’ê bê tawan dikir.”

‘EV BERPIRSE BI TI AWAYÎ NÛNERTIYA GELÊ TIRKMEN NAKE’

Hejar Kakeyî bal kişande ser rolê Erşed Salihî ya di Eniya Tirkmenî de û wiha pêde çû; “Di nava Eniya Tirkmenî de ti desthilatiyeke wî berpirsê Tirkmenî nemaye û ji aliyê partiya xwe ve hatiye dûrxistin. Berdewam dayina daxuyaniyên bi vî rengî yên wî berpirsê Tirkmenî, xelkê Tirkmen bi fikar kiriye. Di hilbijartinên dawî de me dît ku gel wî ceza kir û Eniya Tirkmenî tenê kursiyeke parlemnetoyê bi dest anî. Di demekê de ku Erşed Salihî xwe wek rêberê Tirkmenên Iraqê dihesibîne. Ew berpirsê Tirkmenî rayedarekî dezgeha îstîxbarata Tirkiyê ye ne tenê nûnertiya gelê Tirkmen nake, belku planên îstîxbarata Tirkiyê bi cîh tîne. Niha ku ew parlementerekê Iraqê ye, lewre pêwîste li parlementoyê û aliyên pêywendîdar ên hikumeta Iraqê li ser vê mijarê bisekine, ji ber ku li gorî yasayê Iraqê kesên ku parlementer an jî berpirsekê paye bilind be, nabe ku ti pêywendiyekî îstîxbaratî bi welatên derwe re hebe.”

DI DESTÛRA IRAQÊ DE JI NEWROZÊ RE DESTÛR HATIYE DAYIN

Parêzer Kakeyî diyar kir ku cejna Newrozê weke cejneke azadî û bi hevre jiyanê ye ji bo hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn û ragihand, “Di destûra Iraqê de ji hemû boneyên netewî û ayînî re destûr hatiye dayin, Newroz jî yek ji wan boneyan e ku destûra Iraqê rê daye wê.”

KERKÛKÎ RÊ NADIN GOTINÊN PROVAKATÎF

Şarezayê Yasayên Navneteweyî Hejar Kakeyî îşaret bi provakasyona ku ji aliyê Salihî ve di nava pêkhateyên Kerkûkê de kir û got, “Çend salin ku ew berpirsê Eniya Tirkmenî derbarê Tirkmenî bûna Newrozê daxuyaniyan dide, her wiha çend roj beriya Newrozê jî daxuyaniyek derbarê Tirkmenî bûna Newrozê da ku bi vî rengî hewl dide di nava pêkhateyên Kerkûkê de provakasyonê çêbike. Çi dema ku navçeyên pir pêkhateyî yên wek Kerkûkê rewşa xwe aram dibe, kesên wek Erşed Salihî dihizirin ku hebûna wan li naverastê namîne, berdewam hewl didin provakasyon bikin. Lê hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê hişyarin û rê nadin daxuyaniyên provakatîf bandorê li ser kolanên bajêr bike.”

‘WEK KIRÊGIRTIYEKÊ TIRKIYÊ LI NAVÇEYÊ DIXEBITE’

Kakeyî di dewama axaftina xwe de bal kişande ser piştperdeya rolê Erşed Salihî û wiha axaftina xwe domand, “Ew parlementerê Tirkmen di dema bihorî de daxuyaniyeke pir metirsîdar dabû ku di navê de daxwaz kiribû ku çawa Qerebax û Efrîn vegeriyan ser Tirkiyê, hêvî dikir ku Kerkûk û Mûsil jî careke din bikeve destê Tirkiyê. Ev daxuyaniyane berevajî destûra Iraqê ne ku parlementerek daxwaz bike ku welateke din bê û xaka welatê wê dagir bike. Ev cûre daxuyaniyane îsbat dikin ku Erşed Salihî li herêmê wek kirêgirtiyekê Tirkiyê dixebite.”

‘EV BERPIRSÊ TIRKMEN ZILMEK MEZIN DERHEQÊ TIRKMENAN KIRIYE’

Hejar Kakeyî behsa hewldanên Salihî yên Tirkkirina Tirkmenên Iraqê û Kerkûkê kir û diyar kir, “Di dema bihorî de wî parlementerî Tirkmen wek Tirk hesiband û dixwaze bê edaletî û zilmek mezin derheqê Tirkmenên Kerkûkê bike û ziman û çanda Tirk li ser wan ferz bike û wana bike Tirk. Ev yek neheqiyeke li beramber Tirkmenan ku ji mêj ve li vê navêçyê jiyan kirine û pêkhateyeke resen ê herêmê ne ku ziman û çandeke xwe yên taybet hene. Ev daxuyaniyên wiha vê rastiyê radixin ber çavan ku çi dema li Kerkûkê bûyerek biqewime, hin kes hene ku rayedarên fermî ên Tirkiyê ne ku Erşed Salihî jî yek ji wan kesan e ku hewl dide provakasyonê çêbike.”

NEWROZA KERKÛKÊ TAYBETIYA XWE HEYE

Di derbarê yasayîbûna lidarxistina pîrozbahiya Newrozê de Parêzer Kakeyî anî ziman, “Ev pîrozbahiya Newrozê ku Tevgera Azadî Komelgeya Kurdistanê weke partiyeke fermî di Iraqê de lidar xistibû, ji bo cih û dema wê ti pêwîstiyeke wê bi wergirtina destûrê nîne, ji be rku Newroz cejna azadiyê ye. Cihê ku pîrozbahî lê hat lidarxistin, navçeya Şîwesor ku weke qadeke tampon tê naskirin e û ti hêzek ê desthilata Kurdî û artêşa Iraqê lê nîne. Bi nêrîna min cejna Newrozê ya Kerkûkê bi qasê Newroza Qendîlê girîngî û teybetiya xwe heye, weke hemû merasîmên bajarê Kerkûkê xwedî taybetî ye.”

‘EW BERPIRSÊN PROVAKATOR DI HILBIJARTINA BIHORÎ DE BIN KETIN’

Parêzer û Şarezayê Yasayên Navneteweyî Hejar Kakeyî bal kişande ser bandora daxuyaniyê wî berpirsê Eniya Tirkmenî ya bi armanca têkdana bi hevre jiyana li Kerkûkê û wiha dawî li axaftinên xwe anî; “Ev cûre kiryarane ti bandoreke xwe li ser têkdana bi hevre jiyana di navbera pêkhateyên Kerkûkê de nabe, ji ber ku hemû Kerkûkî guh nadin ti gotin û daxuyaniyên provakatîf ên li bajêr. Bi rengekî eşkere di hilbijartinên bihorî de me dît ku xelkê Tirkmen karta sor nîşanî wan berpirsên ku provakasyonê dikin dan û di hilbijartinê de bin ketin. Lê guman heye ku Erşed Salihî û kesên nêzî wî hewldanên provakatîf li 

Kerkûkê bikin. Hêvîdarim ku aliyên pêywendîdar û xelkê rewşenbîr ên Tirkmen ên bajêr vê yekê ji Erşed Salihî re qebûl nekin.”