BI DÎMEN

Kaftan: Zarokên Minbicê wê xwe biparêzin

Hevserokê Meclîsa Siyasî ya Minbicê Îbrahîm Kaftan got, "Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çawa ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, wê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê jî şer bikin."

Hevserokê Meclîsa Siyasî ya Minbicê Îbrahîm Kaftan, ku dema li Minbcê endezyarê înşaetê bû tevlî nava refên mûxalîfan bû, gava zarokên xwe dibe dibistanê, çeteyên DAIŞ'ê wî bi zorê ji wesayîtê peya dikin û gulê berdidin wî. Kaftan di vê êrîşê de ji lingê xwe birîndar dibe û çeteyên DAIŞ'ê wî davêjin nava zîndanê.

Piştî ku ji zîndanê derdikeve Kaftan tevî malbata xwe derbasî Tirkiyeyê dibe. Dema ku Minbic rizgar dibe, tevî malbata xwe vedigere.

Kaftan bal kişand ser jiyana gelan a li Minbicê ya beriya destpêkirina şer û got, "Her kes li ser karê xwe bû. Nakokî û pevçûn bi giranî li ser kar û erd bû. Yan jî pevçûnên eşîrî bûn."

'MINBIC MOZAÎKA GELAN E Û WÊ HER TIM BI VÎ RENGÎ BE'

Kaftan da xuyakirin, ku dema şer dest pê kir gelên li herêmê her yek li cihê xwe bû mûxalîf û got, "Mûxalîf nebûn yek. Lê belê hemûyan jî dixwestin bibin mûxalîfê rejîma Esad. Vê yekê jî rê li ber rewşeke parçebûyî, ji hev cudatiyê vekir. Bi dehan komên mûxalîf derketin holê û ti ji van jî, ji bo gelan jiyan û sîstemeke baş nexwestin. Hemû li derdora xwe bûn dewletokek. Bi vê nêzîkatiyê re mîna rejîmê tevgeriyan. Her komê hewl da li gorî xwe sîstemekê ava bike. Li Minbicê 3 dadgehên cuda yên 3 koman hebûn. Li şûna ku ev kom baweriyê bidin gelan, ji ber sekna xwe ya parçebûyî, kirin ku çeteyên DAIŞ'ê bi hêsanî bajêr bi dest bixin. Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin, asta zilm û îşkenceyê zêde bû. Jiyan li mirovan herimî. Pêngavên hêzên QSD'ê yên serketî, tişta herî bedew bû ku bi ser vî gelî ve hat."

Kaftan diyar kir, piştî serketina pêngava leşkerî, niha jî ji bo binesaziya civakî ew hewl didin karê pêwîst bikin û anî ziman, wan karê perwerdeyê weke karê sereke daniye pêşiya xwe.

'XEBATÊN ME YÊN ÎDARÎ, EXLAQÎ Û HIQÛQÎ DEWAM DIKIN'

Kaftan da zanîn, çeteyên DAIŞ'ê sê salan zexteke giran li Minbicê kirin û wiha dewam kir: "Mejiyê mirovên me gelekî qels kirin. Ji bo mirovên li bajêr karibin di nava sîstemekê de bi rêk û pêk û hêsanî bijîn, me giranî dane ser xebatên îdarî, exlaqî û hiqûqî. Armanca bingehîn a vî karê me jî, hêsankirina jiyana mirovan e."

Kaftan da xuyakirin, ku nifûsa Minbicê bi giranî Ereb jî be, Tirkmen, Kurd, Çerkez, Ermenî lê dijîn û destnîşan kir, ku di nava gelan de pirsgirêkên mezin nîne. Kaftan diyar kir, pirsgirêk bi hatina çeteyên DAIŞ'ê re dest pê kir û got, "Niha li bajêr heman gel dijîn, bi biratî dijîn. Meclîsa me jî prototîpa van gelan e. Di nava Meclîsa me de mirovên ji hemû gelên li Minbicê hene. Ji bo jiyaneke baştir a gelan li Minbicê, temsîlkariya gelan di nava Meclîsê de tê kirin."

Kaftan bibîr xist, ku Minbic ji aliyê zarokên wê ve hatiye rizgarkirin û got, "Yên bajar rizgar kirin, bi her şêwe xeteriyan dizanin. Êrîşên li dijî me bên kirin, wê hîn bêhtir me bi hev ve girê bidin, xurtir bikin. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çawa ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kirin, wê li dijî êrîşên dewleta Tirkiyeyê a bi serkêşiya Erdogan jî şer bikin. Ji bo rizgarkirina Minbicê me gelek berdêl dan, gelek xwîn rijiya. Yên ku rizgar kirin, wê li dijî êrîşên Tirkiye û Erdogan jî biparêzin. Em jî weke Meclîsa Siyasî hewl didin vê emanetê biparêzin û xurtir bikin. Em ji gefa natirsin. Gef me hê bêhtir xurt dikin."

Kaftan di dawiya axaftina xwe de êrîşên PDK'ê yên li Şengalê jî nirxand û got, "Em bi bindestan re ne, bi gelên axa xwe diparêzin re ne. Berxwedan û serketin mafê hemû gelên mezlûm e. Ti ji êrîşên ji bo têkbirina yekîtiya gelan tên kirin, wê bi ser nekevin."