Kadrî Esen: Çi dibe bila bibe, em ê weşangeriya Kurdî dewam bikin

Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bal kişand ser zext û gefên ji bo tirsandina rojnamevanên Kurd û astengkirina weşangeriya Kurdî û got, li gel her tiştî jî wê weşangeriya Kurdî dewam bikin.

Êrîşên li ser çapemeniya Kurd bi piralî dewam dikin. Li gel destgîrkirin, girtin, astengkirina malpleran her wiha pêşî li belavkirina rojnameya Xwebûnê jî tê girtin. Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameyê Kadrî Esen qala naveroka rojnameyê û astengiyên li pêşiya rojnamegeriya Kurdî kir.

Esen diyar kir ku rojnameya Xwebûnê sala 2019'an bi weşana heftane dest bi kar kir û her wiha bi rêya malpera xwe ya înternetê bûyerên li Kurdistanê û Tirkiyeyê diqewimin digihîne xwendevanan.

BÊHINCET DESTESER KIRIN

Esen anî ziman ku dem bi dem ji ber manşet û hin nûçeyên wan, rojname kete ber lêpirsînê û got, "Bi navê xwediyê îmtiyazê yê rojnameyê gelek caran ji emniyetê bang li min kirin ku îfadeyê bidim. Zext hem li ser rojnameya me hem jî li ser hesabên me yên medya dîjîtal her tim hebûn. Dema dawî hewl didin çapkirina rojnameya me asteng bikin. Di mehên Îlon, Cotmeh û Mijdarê de li otogara Amedê bêyî biryareke dozgeriyê, polîsan hewl dan nehêle ku rojnameya me bigihêje bajarên cuda. Beriya wê jî hejmareke rojnameya me bêhincet desteser kiribûn. Dema ku me hewl dan bi rêya parêzerên xwe agahiyê werbigirin, em hîn bûn ku beriya hejmara rojnameya me ya hate desteserkirin, li ser çend hejmarên din jî biryara desteserkirinê dane."

'DIXWAZIN ROJNAMEVANÊN KURD BITIRSÎNIN'

Esen nerazîbûn nîşanî vê astengiyê da û got, "Eger hincetek li ber destê wan heye bila nîşan bidin, em jî li gorî wê yekê têkoşîna xwe dewam bikin. Lê belê eger hinceteke wan tune ye, hingî eşkere ye ku ev kiryara wan zordarî ye. Lê belê em baş zanin bê armanca wan çi ye; hewl didin rojnamevanên Kurd bitirsînin û weşangeriya Kurdî asteng bikin. Şert û merc çi dibin bila bibin em ê rojnamevaniyê bikin."

POLÎSAN GEF LI FÎRMAYÊN OTOBUSAN XWARIN

Esen bal kişand ser gefa polîsan a li fîrmayên otobusê ku rojnameya wan bi xwe re nebin û got, "Heta niha gef li fîrmayên otobusan nexwaribûn. Berê daxwaz ji wan dikirin û digotin, 'Hûn vê rojnameyê nebin wê baş bibe'. Fîrmayan tevî vê jî rojname birin. Lê belê herî dawî çûn gef li fîrmayan xwarin û gotin, 'Eger hûn vê rojnameyê hîn jî bibin em ê wesayitên we rawestînin'. Divê fîrma di vê mijarê de paşve gavê neavêjin. Ji ber ku em rojnameyeke qanûnî ne û ji vê derê bacê didin dewletê. Me bi rê û rêbazên fermî ev rojname ava kirine. Lewma divê fîrma bi vê zanibin û li gorî wê tevbigerin."

'HEWLDANÊN HIQÛQÎ DEWAM DIKIN'

Esen anî ziman ku li hemberî astengiyan wan dest bi hewldanên hiqûqî kirine û got, "Bêguman em ê van polîtîkayên astengiyê têk bibin. Em ê bi zimanê xwe yê dayikê weşangeriyê dewam bikin. Lewma em ê karê xwe hîn bi xurtî bikin û di heman demê de bi pêvajoyên hiqûqî jî li ber van zext û zordariyan rabin. Tenê ji ber vê yekê em çend roj berê çûn otogarê û me daxuyanî dan, rojnameya xwe li esnafên li wê derê belav kir. Hewldanên me yên hiqûqî dewam dikin, lê belê heta niha daxuyaniyeke fermî ji me re nehatiye dayin. Ji xwe daxuyaniyeke fermî yan jî hincetekê nîşan bidin jî em ê bi vê îqna nebin. Ji ber ku em zanin ev kiryar ji bo çi têne kirin. Lewma çi dibe bila bibe, em ê weşangeriya Kurdî dewam bikin."