Kaçan: Gelê Êzidî nîşan da ku ew ê bi şêweyekî azad û xweser bijî

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan ragihand ku peymana li ser Şengalê berdewamî û temamkirina fermana 2014’an e.

Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hecî Kaçan derbarê rewşa dawî ya Şengalê, planên li ser wê û metirsiya wê ya li ser Mexmûrê ji ajansa me re axivî.

‘JI BO CAREKÎ DIN FERMAN NEYÊ SERÊ WAN SÎSTEMEKÎ XWESER AVAKIRIN’

Kaçan diyar kir ku rewşa gelê Şengalê piştî hatina DAÎŞ’ê ya sala 2014’an ji rojeva cîhanê derneketiye û cîhanê şahidiya wê kir û got: “Cîhanê di her milî de ya ku bi serê gelê Êzidî hatî û kêşandî bi çavê xwe dît, ji bo wê ket rojevê. Heta weke jenosîde bi navkirin ku ew daxwaza gelê Şengalê jî bû. Di nava wan 6 salan de bi hatina DAÎŞ’ê, rewşa li Şengalê hate jiyîn û êş û azara ku gelê Şengalê kêşayî; gelê Şengalê di nava wan 6 salên bihorî ji bo wan hemûyan derbas bike û ji nûve xwe komê ser hev bike kete nava hewldan û têkoşînekê. Armanca wan a ji wê hewldan û têkoşînê ew bû ku carekî din ferman neyê serê wan, sîstemekî wan bi xwe hebe ku bikarin xwe rêvebibin wek sîstemekî xweser hêzekî xwe ya siyasî û leşkerî hebe ango di hemû aliyan de xwedî sîstemekî xwe be ku carekî din bi heman bûyeran re rûbirû neyê. Ew hewldanên wan ji aliyê hin hêzên biyanî ve jî hat destekkirin. Heya astekî hatin.”

‘YÊN KU PEYMAN ÇÊKIRINE HEMAN HÊZIN KU ŞENGAL RADESTÊ DAÎŞ’Ê KIRIN’

Kaçan di dewama axaftinên xwe de bal kêşande ser peymana li ser Şengalê û dazanîn ku ew peymane berdewamî û temamkirin kiryarên DAÎŞ’ê ku nîvco mabûne e û wiha pêdeçû: “Îro em dikarin bêjin ku gelê Şengalê bi ked û xebatekî mezin gihiştiye wê astê ku xwe bi xwe rêvebibe. Hêzên xêrnexwaz ên ku naxwazin gelê me yê Êzidî bi awayekî azad û bi vîna xwe ya azad bijî ketin dewrê. Ne niha ber ku ji kevin ve yanî em dikarin bêjin ku piştî fermanê û heya niha li pişt perdeyê, li quncikan û li her cihî civînên cûr bi cûr pêktînin ku ew xweseriya Şengalê û îradeya wê bişkîne. Li ser wê esasê herî dawî wek peymanekê hat mohrkirin ku tê de îradeya gelê Şengalê tune hat hesibandin, ji aliyê gelê Şengalê û yê cîhanê ve hat nirxandin. Heta hêzên Iraqê bi xwe, gelek partiyê siyasî û kesayetên nas ên Iraqê li dijî wê peymanê derketin. Ew peyman ku di navbera komek ji hêzên Iraqê û PDK’ê ve hatî îmzekirin, îro dixwazin bêxin meriyetê. Lê ji bo ku ew peymane nekeve meriyetê Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê, rûspiyên Şengalê, serok eşîr û mîrên Şengalê bi giştî ketin nava xebatekî mezin û li Bexda û her cihî hevdîtin pêkanîn, gelek soz ji wan re hatin dayîn ku wê îradeya wan li ber çavan wete giritn. Lê mixabin di wan demên dawî de hêz şandine Şengalê ku ew yek ji bo gelê Şengalê tê wateya fermanekî nû. Wate ew temamkirin û berdewamiya fermana DAÎŞ’ê ya ku nekarî gelê Êzidî qir bike, temam nekirî û bi temamî ji holê ranekirî ye. Yê ku sala 2014’an ferman bi serê gelê me yê Êzidî anî, îro heman hêzin ku dixwazin wê plana qirêj pêkbînin. Yê ku DAÎŞ avakirin, Hemû cîhan jî dizane ku destê desthilatdaran di nav de heye bi taybetî destê Tirkiyê di nav de heye. Îro dema em temaşeyê wê peymana li ser Şengalê pêkhatî dikîn, li wê derê kê qaşo Şengal diparastin? Yek taybet pêşmergeyên girêdayî PDK’ê bûn, duyem jî hêzekî Iraqî ya ser bi Mûsilê hebû. Ew hêz bûn sedem ku DAÎŞ di nava çend saetan de hê zarok û jinên Êzidî di xew de bûn bikeve Şengalê û qetlîameke mezin pêkbîne.

Bi tayebtî gerîlayên azadiyê, şervanên Rêber Apo nehiştin ku planên wan ên qirêj li ser gelê me yê Êzidî pêkbê. Erk û berpirsiyartiyên xwe bi cih anîn û piştre li ser daxwaza hikumeta Iraqê vekişandin û ji Şengalê derketin. Îro tenê Şengalî mane, ji bo wê tu elaqeya xwe bi hêzekî siyasî û cuda ve nînin. Şandina hêz ji bo Şengalê ya ji aliyê Iraqê berdewama fermanê û ne naskirina îradeya gelê Êzidî ye. Wate nahêlin ku tu gel û baweriyên cuda bi vîna xwe ya azad, bi şêweyekî azad çand û zimanê xwe bi rêvebibe. Ew armancekî ya wan hêzan e ku îro ew peymane çêkirine.”

‘LI ŞÛNA ŞENGALÊ BILA BIÇIN BI PIRSGIRÊKÊN ESASÎ RE MIJÛL BIBIN’

Hecî Kaçan destnîşan kir ku li şûna biçin li dijî DAÎŞ’ê şer bikin û pirsgirêkên xwe yên esasî çareser bikin tên cihekî weke Şengalê ku cihê eman û aram e fikara wan ya ji bo êrîşa li ser wargehê zêdekiriye û wiha domand: “Em weke gelê Mexmûrê bi taybetî li ser navê Meclîsa Gel a Demokratîk û bi navê gelê Mexmûrê yê êş kêşandî yên mîna gelê Êzidî bi hemû zorî û zehmetiyan re rû bi rû mayî em berxwedana gelê xwe yê Şengalê, têkoşîna wan a bi rûmet ya li hemberî wê destwerdanê, wê hêz kişandinê û peymanê silav dikîn. Bi rastî îro gelê me nîşan da ku ew ê bi şêweyekî azad û xweser bijîn û gavên wê avêtine, lê belê rastî jî cihê mixabiniyê ye yanî dema dibêjin ew peyman di navbera PDK û Iraqê û di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de pêkhatiye, herî zêde jî Neteweyên Yekbûyî şirîkê wê komkujiyê ye, ji ber ku ew çavdêrî dike û wê peymanê dişopîne. Heta mirov dikare bêje ku ta ji destpêkê ve ango dema 2014’an de jî Neteweyên Yekbûyî şirîk bû. Em temaşe bikîn, gelo li Şengalê çi pirsgirêkek heye? Yanî ji bo navçeyên ku li ser wan pirsgirêk heye kesek dengê xwe dernaxîne. Îro dewleta Tirk bihost bi bihost û gav bi gav axa Kurdistanê dagir dike û xeteriyê li ser gelê Kurd çêdike. Rojane bi êrîş û bombebaranên xwe ve hem axa Iraqê derbas dike û tê cihekî wek Şengal û Mexmûrê bombebaran dike û êrîş pêk tîne, hem jî bihost bi bihost axa Kurdistanê dagir dike. Ê gelo li Şengalê çi heye, li Şengalê aramî heye. Li Şengalê hem Kurd, hem Ereb bi şêweyekî aram û biratiya gelan bi hevre dijîn. Navçe bi xwe aram bû. Cihên ne aram ew cihê ku DAÎŞ êrîş û xeteriyê dike ye, bi taybetî cihên weke Kerkûk, Xaneqîn û aliyê Rojavayê Iraq û Bexdayê ne, li şûna ku destwerdana wan cihan bikin û çareseriyê pêş bixin û li şûna ku pirsgirêkên xwe yên esasî ango pirsgirêka Şîa û Sunî, Kurd û Ereb çareser bikin, çûyîna Şengalê û destwerdana aramiya Şengalê bivê nevê li ser navçeyê metirsiyê çêdike. Yanî tu armancekî wan hêzan ya ji bo aramiyê bînin herêmê tuneye. Tenê têkdanê dikin. Yanî tu destdwerdana cihekî aram dikî, cihekî ku xwe bi xwe rêxistin dike, gelekî birîndare, hêdî hêdî birînên xwe dipêçe, li wê derê tu şer û tevlîhevî nîne û tu nakokî di navbera Kurd û Ereban de tuneye. Gelo tu çima wê tiştê dikî? Ji ber wê yekê ew metirsiye li ser giştî herêmê heye.”

‘METIRSIYA LI SER ŞENGALÊ, JI BO MEXMÛRÊ JÎ DERBASDAR E’

Hecî Kaçan diyar kir ku ew ê li hemeberî yên êrîşê vîna azad a gelê Kurd yên li Şengalê û Mexmûrê bikin serî netewînin û ev nirxandin kir: “Dema em îradeya gelê Şengalê bigrin dest û wê tune bihesibînin, ew li ser Mexmûrê jî heman fikaran çêdike. Ji ber ku cihê DAÎŞ’ê û ew hêzên avakerê wê armanc girtî jî, Tirkiye ji wê peymanê kêyfxweş bû û destpêkê wî bi xwe ew peymane erênî nirxand û piştgiriya xwe ya ji bo wê anî ziman, yê ku bera DAÎŞ’ê dayî me jî Tirkiye û heman hêz bûn. Lewre gelê me niha bi fikare yan jî ew metirsî li ser gelê Mexmûrê heye jî ku hem giştî navçeyê têk bidin hem jî heman metirsî, tevlêhevî û destdirêjiyê li ser gelê me yê Mexmûrê jî pêk bînin. Di vî milî de gumanên me hene, lê belê gelekî ku 26 slain penaber e emê tu carî gelê xwe yê Êzidî ji tu detwerdanan û yên ku dixwazin aramiya herêmê têk bidin re serî netewînin û qebûl nekîn. Yanî eger em ambargoyê bigrin dest ku ew nêzî salek û nîve tê ferzkirin û domandin bi salên bihorî re bînin ber hevdu, esas gelê me ji roja ku penaber bûye heya niha ango 26 salên xwe her tim ambargoyan jiyan dike. Ji ber ku di hemû wargehan de êrîş ne rawestiyane. Em wek gelê panaber ê Mexmûrê ji ber armanc û dozekê penaber bûne. Gundên me hatine şewitandin, malên me hatine vêrankirin, gelê me di qirkirinê re derbas kirin, ji bo wê em neçar man warê bav û kalê xwe biterikînin.”

‘EM TU HÊVÎ Û RÎCAYÊ Jİ WAN NAKÎN KU WÊ AMBARGOYÊ Lİ SER ME RAKİN’

Hecî Kaçan di dawiyê de qala ambargoya li ser Mexmûrê kir û diyar kir ku ew 26 salin her tim bi ambargoyan re rû bi rû dimînin û wiha domand: “Ew êrîşên niha li ser gelê me tê kirin hem bi taybetî yên ji aliyê PDK’ê ve bi ambargo, rêgirî û dorpêçê tên kirin, hem êrîşên balafirên Tirkiyê û yên DAÎŞ’ê û bi hêzên cuda ve ew 26 salin dewam dike. Li Etrûşê jî ambargo hebû, piştî wê jî hebû, li Nînova jî êrîş hebû, li Nehdara jî seriyê du bira an jî du pîremêrên 70-80 salî hate jêkirin. Yanî em ji wê ne biyanî ne. Ji bo wê wek gelê Mexmûrê, weke gelekî azadîxwaz û xwedî hizr û ramanên netewî û Kurdperweriyê dema em wan nêzîkatiyan dibînîn, rastî jî em xemgîn dibîn. Çima, ji berku em temaşe dikîn di destpêka derketina PDK’ê de gelê me yê Bakurê Kurdistanê û yên beşên din hemû piştgiriya herî mezin dan wê şoreşê. Ê ku niha li wargehê dijî bavê wan, xalê wan û mamê wan di wê şoreşê de şehîd bûne. Ji ber ku ew bi hestên netewî tevlî wê şoreşê bibûn. Ji bo ku Kurd pêşerojê bibe xwedî mafekî tevlî wê şoreşê ango şoreşa Barzanî bibûn. Ji bo wê em dibêjin dema ku îro em temaşe dikîn ew hêzin ku êrîşê me dikin, ew hêzin ku çavê xwe ji êrîşan re digrin û dorpêç û ambargoyê li ser me de tînin. Ew ji bo me wek beşek ji gelê Kurd ango Mexmûrê xemgîniyekeû ji ber ku xwe weke Kurd bi navdike. Dema em temaşe dikin lîstokên wan yên li ser gelê me bi taybetî ji dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê, êrîşên hewayî û yên DAÎŞ’ê re pêşengtîkirin, ew şirîkatî ji wan fermanan, qetlîaman û êrîşan re kirine. Ji bo wê wek gelê Penaberên Wargeha Şehîd Rustem Cûdî em ti elaqeyekî ya wan hêzên ku ambargo li ser me pêkanîne bi Kurdîtiyê re nabînîn. Eger di vî alî de bi hestên Kurditiyê tevgeriyaban, pêwîste çi bangewaiyên ji bo rakirina ambargoyê çêbûyî, rêz bidaba. Lê belê dema mirov dinirxîne tu pêywendiyek a wan bi Kurdperwerî û azadiya Kurdistanê re nîne. Tenê armancekî wan heye ku ew jî li her kûderê tevgerekî Kurdî hebe, li kûderê têkoşînek ya azadiyê ya gelê xwe û yan jî îradeyekî azad hebe dibe hevalbendên dijminan û êrîşê wê dike. Yanî ew ji bo wan karan hatiye avakirin. Weke gelê Mexmûrê esas em wisa dinirxînin. Dibe ku ambargo û dorpêç ji gelek hêlan ve gelê me tengezar kiriye, bi taybetî di hêla tendirûstî, perwerde û aborî de, îro jî heman rewş berdewam dike heta girantir kirine, lê bi rastî jî tu hêviyekî me ji wan nemaye. Mînak piştî bangewaziyên ewqas rêxistinên Kurdî, kesayetên navdar û yê ewqas partiyên siyasî hewldanên wan yanî rêznedayîna wan rêz nedayîna netewa Kurd û gelê mexmûrê ye, ji ber wê jî em tu hêvî û rîcayê ji wan nakîn ku wê ambargoyê li ser me rakin. Gelê me 26 salin ku ambargoyan dijî. Wê ew gel bi îradeya xwe ya azad, baweriya ku ji Rêbertî û şehîdan girtî wê heta dawiyê li berxwebide û wê ji jiyana xwe ya bi rûmet û xeyalên xwe yê avakirina Kurdistanekî xweser wê ji hestên xwe yên biratiya gelan tu carî gavan paş de ne avêje.”