Jiyîna coşiya 15’ê Tebaxê ya bi gerîla re- ÇAVDÊRÎ

Ji ber ku bi gerîlayên Kurdistanê re min ê şahidî ji pîrozkirineke bêhempa re bikira ez pir kelecanî bû...

Pîrozkirina Cejna Vejînê ya bi hêviya azadiyê ya gelê Kurd, bi gerîla re coşî, hêviyeke dî bû ji bo min. Ez bi van hîsan bi rê ketim. Ji ber ku cara pêşî min ê pîrozbahiyeke wiha bêhempa bidîta kelecaniya min hê zêdetir bû. Ev roj hem ji bo tevgera PKK’ê û hem ji bo gelê Kurd pir girîng e.

15’ê Tebaxa 1984’an piştî guleya pêşî, tevgera gerîla ya ku hêviya azadiyê ya gelê Kurd geş kir çêbû. Gelê Kurd û gerîlayên wê her sal Cejna Vejînê bi coşiyeke mezin pîroz dikin. Ev pêngava ku bi govaniya gelê Botanê hatî avêtin, bû gava pêşî ya têkoşîna ku wê bi salan dom bikira. Hevrêyên Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) ku pêleke nû dane têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, piştî çalakiya Dihê bi sedan ciwanên Kurd bi rêça Fermandar Egîd berê xwe dane çiyayên Kurdistanê.

Dema ku em ber bi cihê pîrozbahiyê ve diçûn bêyî ku em guh bidin dijwariya tava li ser serê me ez li komeke gerîla rast hatim. Hezkirina hevrêtiyê ya gerîlayan a di dema hevslavkirnê de kelecaniya min hê zêdetir kir. Û ya di jî bişirîna wan gerîlayan ku li ser pişta xwe av dibirin ji hevalên xwe re, ez dame ber xwe. Gerîlayan ez bi dilgermî pêşwazî kirim. Gerîla, kî were qadê bi dilgermî wan pêşwazî dikin. Her ku diçû kelecaniya min zêde dibû. Hêdî hêdî stêrik xuya dikirin. Dengê sirsirkên ku bi sira sibehê re xwe digihande me siberojeke xweş bi bîra mirov dixist.

Li ber ku li çiyayên Kurdistanê di nav gerîlayan de ez ê li 15’ê Tebaxê şiyar bibûma ji kêfan xew bi çavê min nediket. Ji her deverê dengê ‘roja te xweş be’ heval dihat. Piştî çend saetan di şiverêyan de bi sedan gerîla bi bêdengî ber bi qada merasîma leşkerî ve diçûn. Min jî bi kêfxweşî da pey wan. Ji ber mezinbûna qada merasîmê dihate fêhmkirin ku wê gelek gerîla tevlî merasîmê bibûna. Pergala gerîlayan a ku bi meşa leşkerî diçûna îçtîmayê ew rawesta bi heybet a Fermandar  Egîd dihate bîra min.

Bi hemû gerîlayan re min heybeta Egîd didît û sêhra xwe li ser min çêdikirin. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PKK, KCK, HPG û YJA-Starê li ezmên di nav hev geriyabûn û bûbûn yek. Sirûştê jî hevrêtî bi her tiştî re dikir ku bi pûtepêdanî hatibûn amadekirin.

Dengê Endamê Komîteya Amadekar ê PKK’ê Murat Karayilan ku li ser girîngiya rojê diaxivî li çiyayên derdora me deng vedida. Dema ku behs dikir ku ku bi berdêlên mezin wan 33 salên têkoşînê li pey xwe hiştine min jî didît ku ev artêşa mezin her ku diçe mezintir dibe. Dema ku dawî li axaftinan hat dîmenekî dî yê ku li bîra min cihê xwe danî ew bû gerîlayan bi dilgermiyekê 15’ê Tebaxê li hev pîroz dikirin. Her çendî min zanîbû ku ez ê nikaribim ve coşiyê bi temamî bidim jî min dixwest hemû dîmenên ku min dîti bixim ber kadraja xwe.

Her ku wext dibihurî, bêhtir tesîr li min dibû. Ji aliyekî ve cesareta gerîla, ku li gel gera balafirên keşf û şer li hev civiyan, li aliyê din jî vîna gerîla ya ji cihên dûr hatibûn, min matmayî dihişt. Ji awir û nêrînên wan min fêhm dikir, ku ruhê ev gerîla îro li vir civandiye, ne tenê ruhê îro ye. Me nedixwest ev çalakî qet biqede, lê ber bi dawiyê ve diçû. Ber bi aliyê ku dengê strana "Ha gerîla" jê dihat ve meşiyam.

Bi sedan gerîlayên ku govend digerandin, çiya dixemilandin. Mîna ku bi ser dijmin ve bimeşin, bi pêşengiya Mûrat Karayilan, Zozan Çewlik, Bahoz Erdal, Gulîstan Gulhat û Bozan Tekîn bi qîrîna dirûşman meşiyan. Di her gava vê meşê de bîr û baweriya hilanîna zilma li vî gelî hatiye kirin, baweriya bi paşeroja azad a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dihate dîtin. Bi qasî ku min dît, meşa gerîla ya ber bi paşerojê ve wê qet neqede. Nizanim bê ez ê careke din wan bibînim û tevlî pîrozbahiyên wan bibim yan na. Lê belê coşa gerîla ya li çiyê wê her hebe.Dil nedixwest, lê dem hatibû ku ji wir biçim. Di dema xatir xwestinê de gerîla ji dil ve em hembêz dikirin. Xatir xwestin bi min gelekî zor bû, min nedixwest berê xwe bizîvirînim û biçim.

Dema ku ji rêya jê hatî em vedigeriyan, min têra xwe li dora xwe nerî. Ji niha ve min bêriya gerîlayên nû naskirî û çiyayên jê hatim, dikim. Bi çiya û gerîlayên Kurdistanê re, ku xwedî li min derketin, wê hiş û mejiyê min her tim teze be.