Jiyana ji Zanîngeha Gaziyê ber bi çiyayên Kurdistanê ve

Emîne Demîr a neçar dimîne ku xwendina xwe ya li Zanîngeha Gaziyê di niviyê de bihêle, dema ku ji ber karên wê yên Çapemeniya Azad 137 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

ROSÎDA MÊRDÎN

Emîne Demîr… Êdî her kes wê bi navê Rosîda Mêrdîn nas dike. Rosîda li navçeya Qoser a Mêrdînê ji dayîk dibe. Li Qoserê dest bi dibistana seretayî dike. Her wiha lîseyê jî li Qoserê dixwîne. Rosîda li vir ji aliyê hevalên xwe ve gelekî tê hezkirin. Emîne Demîr û Serxwebûn Qoser di heman polê de perwerdeya lîseyê dibînin. Serxwebûn Qoser di sala 2006’an de tevî nava refên HPG’ê dibe û piştî 3 salan di encama pevçûnekê de şehîd dibe. Emîne Demîr a ku haya wê ji vê yekê çêdibe, gelekî xemgîn dibe û demeke dirêj şîna hevalê xwe digire.

Emîne Demîr di ezmûna zanîngehê de pûaneke baş distîne û di ji bo xwendina zanîngehê di sala 2006’an de li derbasî Enqereyê dibe û li wir bi cih dibe.  Emîne weke zarokeke ku di nava şer û siyasetê de mezinbûyî, di Beşa Aborî a Zanîngeha Gaziyê de hê di sala xwe a ewil a zanîngehê de tevlî karên siyasî dibe. Emîne ji ber nikare li wargehên Zanîngeha Gaziyê yên di bin kontrola nîjadperestan de bimîne, li gel hevalên xwe ji xwe re xaniyekî xwendekaran kirê dike û li wir dimîne. Eleqeyeke mezin nîşanî xebatên jinên ciwan dide.  Li gel hevalên xwe yên xwendekar ên jin ên ciwan li malên xwendekaran tên li ba hev û tevlî nîqaşên têkildarî wekheviya zayendî a civakî û bihêzbûn û azadiya jinên Kurd dibe.  Dondu Gok û Çagla Yeleser jî ji wan hevalên wê yên ciwan bûn ku wê piştî salan weke wan tevlî karwanê şehîdan bibe.  Yekem şerê xwe ji bo xeyala jina azad xwe li hemberî feodalîteyê xwe birêxistin û didin.

SERDEGIRTINÊN POLÎSAN Û BINÇAVKIRIN

Li Enqereyê rojekê li dijî mala wê ji aliyê polîsan ve operasyonek tê lidarxistin.  Ji wê rojê şûnde ji bo Emîne Demîrê guherîn dest pê dike û di nava tevgerên xwendekaran de bi awayekî aktîf cih digire.  Dema ku hevalên wê tên binçavkirin, dizane ku berpirsiyariyên wê zêdetir dibe û di bin banê Tevgera Xwendekarên Ciwan ên Welatparêz a xwendekarên Kurd a li Enqereyê de dest bi karên siyasî dike. Piştî demekê kurt di sala 2008’an de tê binçavkirin û cara ewil dikeve girtîgehê.  Li Gîrtîgeha Girtî a Jinan a Sîncanê tê rehîngirtin ku li wê girtîgehê  tecrîda li hemberî girtiyên siyasî zêde ye.  Li gel yek ji hevala xwe ya girtîgehê Çagla Yeleser,  bîranînên xwe parve dike, xeyalên xwe tîne ziman û bi hev re dixwînin û xwe pêş dixe û li hemberî tecrîdê li ber xwe dide.  Bi coş suhbeta xwe ji hevrêyên xwe yên girtîhegê re dibe moral. Piştî demeke kurt tehliye dibe û karên xwe yên siyasî  berdewam dike. 

XEBATÊN AZADIYA WELAT 

Emîne Demîr a neçar dimîne ku xwendina xwe ya zanîngehê di niviyê de bihêle, vê carê biryar dide ku bibe xebatkara Çapemeniya Azad.  Emîne piştî ku ji girtîgehê derdikeve,ji bo ku bibe xebatkara Çapemeniya Azad bi eşq, xwestek û biryardariyeke mezintir berê xwe dide Amedê. Di temenê xwe yê ciwan de dibe rêvebera karên nivîsaran a Rojnameya Azadiya Welat. Ji ber karên xwe yên di Rojnameya Azadiya Welat de 137 sal cezayê girtîgehê lê tê birîn. 

DI SALA 2010’AN DE XWE DIGIHÎNE ÇIYAYAN

Emîne Demîr a ku fêm dike ji bo birêvebirina karên Çapemeniya Azad tu derfetên wê nemane, ji bo ku têkoşîna xwe azadtir û xurttir berdewam bike di sala 2010’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.  Emîne Demîr  li çiyayên Kurdistanê navê Rosîda li xwe dike û meşa xwe li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Xelîl Dag berdewam dike.  Emîne Demîr piştî 14 salên li çiyayên Kurdistanê weke hevalên xwe yên zanîngehê yên bi navê Dondu Gok, Çagla Yeleser, Necatî Guneş, Erhan Olçen û gelekên din tevlî karwanê şehîdan dibe.