'Jiyana gerîla helbest û romana zindî ye'

Li herêmên gerîla di gera xwe em rastî gerîlayekî bi navê Ajwan Botan hatin ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Gerîla Ajwan anî ziman li ser felsefe û fikrên Ocalan tevlî nava refên têkoşînê bûye û wateya jiyanê li vir dîtiye.

Piştî silavdayînê gerîla Ajwan Botan xwe bi me da naskirin. Ajwan anî ziman ku ji Rojhilatê Kurdistanê ye û sedemê tevlîbûna xwe ji me re vegot. Gerîla Ajwan diyar kir ku di nava civakê de wî dît ku ji bo xwe najî û bi wê sedemê kete nava lêkolînê. Ajwan got: “Di nava gerîla de fêrî fikir û felsefeya Serok Apo bûm. Li ser vê felsefê min rastî û wateya jiyanê dît. Ji bo vê min ev rê hilbijart û dest bi têkoşînê kir. Bi vê sedemê min cihê xwe di nava refên gerîla de girt.”

‘BI FELSEFEYA OCALAN BERÊ XWE DAN ÇIYE’

Ajwan bal kişand ser bandora perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Bi perwerdehiyê mirov xwe nas dike û her ku xwe nas dike ji bo jiyanê têdikoşe, rastiya xwe û gelê xwe nas dike. Kesê xwe nas neke nikare tiştekî ji bo xwe û derdorî xwe pêk bîne. Nikare tiştekî bide gelê xwe û heta nikare ji wê têbikoşe. Bi perwerdehiyê mirov xwe nas dike ji bo çi bijî, ji bo çi heye û wê bi kû ve biçe. Bi raman û felsefeya Serok Apo di jiyana gerîla de mirov xwe hê baştir nas dike. Ji ber ku ev jiyana li vir rast e, durist û derew li xwe nagire. Bi her awayî mirov pêş dixe, rastiya Rêbertî dizen û xwe zêdetir dide kar.”

‘HUNER RASTIYA GEL Û CIVAKÊ YE’

Gerîla Botan bal kişand ser girîngiya nivîsê ya di nava gerîla de û ev got: “Jiyana gerîla kêlî bi kêlî helbeste, roman û rastiyeke dagirtî ye. Divê ev hest, vîn û eşq bi rastiya dîrokê ve bê hunadin û ji bo gel bê ragihandin. Dema em li dîroka gelê Kurd binêrin, em ê bibînin ku tim şer û dagirkerî heye, ji bo wê gelê Kurd jî di her demê dîrok de rewşa xwe bi helbest û çîrokan hunadiye û ragihandiye. Helbestên xwe jî li ser vî esasî ku di dîrokê de bibe mayînde mîrateyeke ya gel. Dema ku mirov lê binêre ku gelê mirov çi êşê dikişîne, dagirkeriya dijmin çiqasî li ser civakê kûr e, dîsa welat tê talaknkirin vê rast bibîne û rast binivîse. Dema ku rast nivîsî wê demê tu wê rast jî bimeşî.”

‘CIWAN DIVÊ TEVLÎ BIBIN Û CIVAK JÎ LI GORÎ HÊZA XWE KAR BIKE’

Di dewama sobheta xwe de Gerîla Ajwan Botan bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir û diyar kir ku divê ciwan tevlî nava kar û refên têkoşînê bibin. Botan got: "Divê ciwan li dijî dagirkeriya welat bêdeng nemîne. Divê her kes li gorî hêz û kêrhatiyên xwe ji bo welat kar bike û rê nede lîstikên dijmin, bi taybet jî sîxûriyê. Dijmin dixwaze Kurdan bi Kurdan bide qetilkirin. Dewlet dixwaze bi birsîbûn, bêkarî û terorê gel bikişîne aliyê xwe. Eger ku gel bixwaze ti hêz bi qasî ya wê bi hêz nîne. Eger gel yek be, hev bigire wê bikare bi hêsanî dijmin têk bibe. Ji bo vê ye divê em têbikoşin û bi ser bikevin."