Jiyana çalakgerên jîngeparêz ên Kurd di metirsiyê de ye

Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê: Dosyayên îstixbaratî yên li dijî çalakgerên jîngeparêz ji hêla dezgehên rejîma Îranê ve tên amadekirin, komployeke giştî ye.

Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê bi daxuyaniyekê bersiv da destgîrkirinên dawî li Rojhilatê Kurdistanê û bang li hemû hêzên siyasî yên çep û azadîxwaz kir ku piştgiriyê bidin çalakgerên girtî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê.

Daxuyaniya Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê wiha ye:

"Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê li ser metirsiya dosyayên ewlehiyê ku rejîma Îranê li dijî çalakgerên jîngeparêz vekiriye û can û azadiya wan tehdîd dike, hişyarî dide.

Dosyayên îstixbaratî li dijî çalakgerên jîngeparêz ji hêla dezgehên rejîma Îranê ve tên amadekirin, komployeke giştî ye. Berfirehiya vê komoployê ku pêştir li Tehranê dest pê kir û bi girtina hejmarek çalakgerên jîngeparêz bi tawana 'ajantî û gendeliya li ser erd' û kuştina mamosteyê civaknasî û hawirdorparêz, Kawûs Seyed Imamî li zindana Êvînê dewam kir, niha gihiştiye bajarên Rojhilatê Kurdistanê.

Di çarçoveya vê komployê de, di hefteyên derbasbûyî de 10 çalakgerên sivîl û jîngeparêz li bajarên Kamyaran û Sine ji hêla îstixbarata rejîma Îranê ve bi zordariyeke berbiçav hatine destgîrkirin û niha jî di bin êşkencê de ne ta ku bi îdiayên derewîn li xwe mukir werin.

Girêdayî vê yekê û ji bo xapandina raya giştî û hazirkirina zemîneya dadgehîkirinê, cîgirê siyasî-îstixbaratî yê fermandarê parêzgeha Kurdistanê di axaftina xwe de ya ligel rejîma Îranê, bêyî ku çi belgeyekî bide, kesên girtî weke endamên Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan (PJAK) di bin navê saziyên hawirdorparêz dide naskirin û îddia dike ku destê wan girtiyan di kuştina ajokarê ambulansa Heyva Sor ya Kamyaran hebûye. Ev di demekê de ye ku PJAKê bi daxuyaniyekî fermî, îddiayê ew rayedarê rejîma Îranê red kiriye û tekez kiriye ku ajokarê navborî ji xwe bi destê hêzên rejîmê hatiye kuştin.

Di heman demê de hinek ji xizmetguzarên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê weke melayê bajarê Kamyaran û serokê meclîsa wî bajarî di hevkariya xwe ligel dezgehên îstixbaratî yên Îranê û temamkirina komploya wan, bi awayekî rasteqîn xwestine ku ew girtî bên darvekirin.

Bêguman hedefa stratejîk a rejîma Îranê ku di krîzê de xeniqiye ji van girtin û serdegirtinan li dijî pêkhateyên civaka sivîl tiştek nîne derveyî paşde vegerandina pêşketinên tevgera civakî ku li dijî vê rejîmê di 40 salên dawî de li ber xwe daye.

Platforma Demokratîk a Tevger û Gelên Îranê bang li hemû sazî, partî û hêzên siyasî yên çep û sosyalîst, kesayetên azadîxwaz dike ku piştgiriya girtiyên jîngeparêz bikin û nehêlin komplo û planên rejîmê ji bo çêkirina dosyayên îstixbaratî bi ser keve."