Jinên Tirêjên Rojê li Wanê gelek çalakî li dar xistin

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê, ragihand ku wan li Wanê li dijî dagirker û hevkarên wan gelek çalakî li dar xistine.

Înîsiyatîfa Jinên Tîrêjên Rojê da zanîn ku wan li taxa Koyîçî ya Wanê daye ser şopa wesayîteke bizirx û bi çekên ferdî gule berdane.

Li gor daxuyaniya Înîsiyatîfê, li taxa Cevdetpaşa ya Wanê jî bombeya deng avêtiye mala kesekî hevkarê neyarê Kurdan.

Her wiha li taxa Emînpaşa, li texma îstgeha bazê ‘’wesayîteke qeyûmê dagirker’’ ji hev de hatiye xistin.

Înîsiyatîfê da zanîn ku wan ev çalakî li dar xistine da ku gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ya 26 sal berê li Dersimê çalakiyeke fedayî kiriye, bi bîr bînin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: ‘’Em wek Jinên Tîrêjên Rojê, di şexsê hevrê Zîlan de hemû hevrêyên xwe yên li Zap, Metîna, Werxelê û li her dera Kurdistanê bi fedaîtî şer kirine û şehîd bûne bi rêzdarî û minekarî bi bîr tînin û soza tacîdarkirina bi serkeftinê didin.’’