Jinên Mexmûrî li ber NY'ê ketin greva birçîbûnê

Jinên Mexmûrî, li dijî tecrîdê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Hewlêrê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Jinên endamên Meclîsa Îştarê, li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kon vedan û li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dan destpêkirin. Çalakî wê bi awayê bêdawî û dorveger bidome. 

'DIVÊ BERXWEDAN BERBELAVÎ HEMÛ BAJARAN BIBE'

Endama Meclîsa Îştarê Leyla Arzû Îlhan wiha axivî: “Divê bergirî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Başûrê Kurdistanê, bê kirin. Em dixwazin bibêjin ku em li gel berxwedana gelê xwe ya li Behdînanê ne. Divê berxwedana Şêladizê berbelavî hemû bajaran bibe.”

Jinên endamên meclîsa Îştarê, di derbarê çalakiyên greva biçîbûnê de raporek radestî Komîsyona Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî kirin.

Çalakiya greva birçîbûnê bi tevlîbûna 7 jinan dest pê kir.