Jinên Kerkûkî: Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e

Jinên ji bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan kirin.

Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan roj bi roj tê şidandin. Jinên li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li ser mijarê ji ANF'ê re axivîn û gotin, "Dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e."

Endama Rêxistina Jinên Azadîxwaz a Kurdistanê (RJAK) Kelsûm Mihemed di destpêka axaftina xwe de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, “Mixabin Rêber Apo 18 meh in ku di bin tecrîdeke girankirî de dijî û tu kes ji rewşa wî agahdar nîne, heta rê nayê dayîn ku parêzer jî bi wî re hevdîtinê bikin. Pêwîste ew rêxistinên ku behsa mafê mirov dikin li hemberî vê yekê bêdeng nebin û ji bo vegerandina mafê hevdîtinê ya parêzeran a bi Rêber Ocalan re alîkar bin.”

TECRÎD LI DIJÎ YASA Û NIRXÊN NAVNETEWEYÎ YÊN MAFÊ MIROV E

Kesûmê her wiha anî ziman; “Em jinên bajarê Kerkûk a Başûrê Kurdistanê, vê tecrîda ku li ser Rêber Apo tê ferzkirin bi tundî şermezar dikin, ev tecrîda dijmirovî, li dijî hemû nirx û yasayên navnetewî yên mafê mirov e. Em jinên Kerkûkê daxwaz dikin ku Rêber Apo bê azadkirin, ji ber ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

DEWLETA TIRK HEMÛ NETEWEYAN DIJMINÊ XWE DIBÎNE

Çalaka jin a bajarê Kerkûkê Xelat Şiwanî jî bal kişande ser tecrîda li Îmraliyê û wiha pêde çû; “Mixabin 23 salin ku kesayetiyeke azadîxwaz ê mîna Birêz Ocalan li girtîgehê de ye û tecrîdeke girankirî li ser heye. Birêz Ocalan berdewam hewl daye ku jinên civakê bigihîjin mafên xwe û azad bin. Mixabin hemû cîhan û rêxistinên qaşo mafê mirov li hemberî vê yekê bêdengî hilbijartine. Dewleta Tirk her tim mîna dagirkerekê nêzî hemû neteweyan bûye, ji ber ku hemû neteweyên din dijminê xwe dibîne.”

HER TIM HEWL DAYE JIN SERKETÎ BIN

Xelata çalakvan di dawiyê de diyar kir; “Birêz Ocalan ji bo me jinan rêbereke pir hêja ye, ji ber ku her tim ji bo serketina jinan di civakê de hewl daye. Ez wek jineke azadîxwaz a Kerkûkî û çalakvanekê daxwaza azadiyê ji bo Birêz Ocalan dikim, ji ber ku dem dema azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e.”

JI BER KU RÊBER OCALAN KESEKÎ AZADÎXWAZE LEWMA RÊ NADIN KU AGAHIYEK JÊ BÊ GIRTIN

Jina welatparêz a bajarê Kerkûkê ya bi navê Leyla Cûma di derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nêrînên xwe wiha ji ANF’ê re parve kir; “Erkê ser milê hemû Kurdekê ye ku bi çalakiyên cihêreng daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin. Mixabin piştî ewqas salên dirêj Rêber Apo di girtîgehê de ye, rêxistinên mafê mirov bi domdarî bêdeng in. Ji ber ku Rêber Apo kesekî azadîxwaze lewma rê nadin ku agahiyek jê bê girtin.”

RÊBER APO JIN DI CIVAKÊ DE PÊŞ XISTIYE

Leylayê bal kişande ser felsefe û hizra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a derbarê jinan û got, “Rêber Apo di pêşxistin û serketina jinan a di civakê de xwedî roleke bi bandor e. Azadbûna Rêber Apo tê wateya guhertina li navçeyê û bandora wê li ser her çar beşên Kurdistanê jî çêdibe. Ji ber wê welatên herêmê û yên hegemonîk ji bo berjewendiyên xwe tecrîdê li ser Rêber Ocalan ferz dikin.”

TI WIJDANEK VÊ TECRÎDÊ QEBÛL NAKE

Jina welatparêz Leyla Cûma axaftina xwe bi wan gotinan bidawî kir; “Nabe ku wijdana tu kes û rêxistinekê qebûl bike ku mirovek bi qasê 18 mehan çavê wî bi tu kesê nekevê û rewşa wî nediyar bimîne. Weke jinên Kerkûkî em daxwaza azadiya Rêber Apo dikin, ji ber ku dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan e.”