Jinên li Qendîlê: Em ê rê nedin dagirkeriyê

Ji bilî şer ti sozeke ku Erdogan beriya hilbijartinê bide dengdêran nemaye. Jinên li Qendîlê nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên êrîşa li dijî Qendîlê dan û gotin, wê rê nedin êrîşeke gengaz a dagirkeriyê.

Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan piştî ku fêhm kir dengê dixwaze di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de nikare bi dest bixe, careke din plana şer xiste dewrê. Hikumeta Erdogan ku Efrîn dagir kir û bi mehan e bi balafirên şer bombeyan li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dibarîne, 15 roj beriya hilbijartinê ji bo operasyonek li dijî Qendîlê gefan dixwe.

Jinên ji Qendîlê ku bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji xwe re jiyanek afirandine, nerazîbûn nîşanî gefên Erdogan ên li ser Qendîlê dan. Jinan destnîşan kirin ku wê ti êrîşa li dijî jiyana wan qebûl nekin.

'EM Ê JI BO AXA XWE LI BER XWE BIDIN'

Ji jinên Qendîlî Suveyla Resûl got, ew ê destûrê nedin hewldaneke êrîşê ya dewleta Tirk a li dijî Qendîlê. Resûl diyar kir, armanca dewleta Tirk parçekirina Kurdan e û got, her malbata li Qendîlê dijî ji jiyana xwe razî ye.

Suveyla Resûl dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi bîr xist û got, "Ev zîhniyeta ku Efrîn dagir kiriye, li dijî xaka me jî heman planê dike. Bombeyan li dehl û rezên me dibarînin. Lê em ji wan natirsin û em ê ji bo axa xwe li ber xwe bidin."